1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nûnerê YNK’ê yê Tirkiyê hatina Barzanî rexne kir
Nûnerê YNK’ê yê Tirkiyê hatina Barzanî rexne kir,nûnerê,ynk,ê,yê,tirkiyê,hatina,barzanî,rexne,kir

Nûnerê YNK’ê yê Tirkiyê hatina Barzanî rexne kir

A+ A-

14:27 17.11.2013 HEWLÊR (DÎHA) – Nûnerê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) li Tirkiyê serdana Serokê Herêma Federal ê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Amedê rexne kir û got: "Barzanî bi gotinekê jî behsa sekreterê giştî yê YNK’ê Celal Talabanî nekir."

Nûnerê YNK’ê li Tirkiyê Behroz Gelalî li Tirkiyê daxuyanî da û serdana Barzanî ya Amedê rexne kir. Gelalî, anî ziman ku nikare li hemberî zilm û zordariya li dijî Mam Celal û YNK’ê bêdeng bibim û wiha got: "Ji bo dirûstkirina guftûgo, diyalog û aştiyê rolekî giring û mezin di qonaxa aştiyê ya navbera PKK û rayedarên Tirkiyê de leyîstine. Di gotara serokê Herêma Kurdistanê de bi gotinekê jî behsa Mam Celal nekir! Ji ber wî dewrekî mezin ji bo pêvajoya aştiyê hebû.” Gelalî, destnîşan kir ku mixabin serokwezîrê Tirkiyê jî rol û dewra Mam Celal ji bîr kir û wiha axivî: “Mam Celal di van nûbûnan de rolek mezin leyîst. Pêwîst bû hem serokwezîrê Tirkiyê û hem jî serokê Herêma Kurdistanê navê Mam Celal anîban, lê dîrok vê naveşêre. Ez sond bi Mam Celal dixwim, hemû belge ligel min hene û ezê di dema wan de belav bikim.”

(mt/mae)