1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nûçe TV û MMC bi ‘Ey Raqîp’ xatir xwestin
Nûçe TV û MMC bi ‘Ey Raqîp’ xatir xwestin,nûçe,tv,û,mmc,bi,ey,raqîp,xatir,xwestin

Nûçe TV û MMC bi ‘Ey Raqîp’ xatir xwestin

A+ A-

BRUKSEL - ANF Kanalên Kurdî Nûçe TV û MMC ku di encama zexta dewleta Tirk de ji aliyê daraza Danîmarkayê di dîroka çapemeniyê de cezayê herî giran li wan hat birîn û bi biryara îflaskirinê weşanên xwe rawestandin bi sirûda “Ey Raqîp” xatir xwestin.

Daraza Danîmarka di 3’ê Tîrmehê de lîsansên Nûçe TV, MMC û Roj TV ên girêdayî şîrketa weşangeriyê ya Mezopotamya Broadcasting îptal kir û 10 milyon kronê Danîmarkî li wan birî. Li ser vê yekê şîrketê da xuyakirin ku nikare xebatên xwe yên tîcarî bi rê ve bibe û agahiya îflaskirina xwe da. Li ser esasê vê biryarê Nûçe TV û kanala muzîkê MMC, şevê din weşanên xwe rawestandin.

Nûçe TV, duh di tevahiya rojê de ku weşana xwe ya normal a Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê berdewam kir dema saetek ma ku weşana xwe rawestîne derbasî weşana taybet bû. Di bernameya taybet de bi rêya telefonê gelek siyasetmedar, parêzvanên mafên jinan, rojnamevan û aktîvîst zexta li ser çapemeniya Kurd şermezar kirin. Dema bername ber bi dawîyê ve hat peyama “Bi hêviya em careke din hevdu dibînin” ku hat dayîn, Nûçe TV û MMC TV bi sirûda Ey Raqîp dawî li weşanên xwe anîn.