1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Nûçeya DÎHA yê ya derbarê mala Cegerxwîn de deng veda
Nûçeya DÎHA yê ya derbarê mala Cegerxwîn de deng veda,nûçeya,dîha,yê,ya,derbarê,mala,cegerxwîn,de,deng,veda

Nûçeya DÎHA yê ya derbarê mala Cegerxwîn de deng veda

A+ A-

4 Pûşper

ÊLIH (DÎHA) - Piştî ku ajansa me DÎHA’yê têkildarî wêranbûna mala helbestvanê kurd Cegerxwîn de nûçeyek serwîs kir, BADEF û karsazê kurd Omer Akat ku li Setenbolê dijî, biryar dan ku li gundê Hesarê li ser navê Cegerxwîn mala çandê an jî mûze avabikin.

Piştî nuçeya me ya têkildarî wêranbûna mala helbestvanê kurd ê navdar Cegerxwîn ya li gundê Hesar a Navçeya Kercewsa Êlihê, karsazê kurd Omer Akat û Federasyona Komeleyên Êlihê ku li Stenbolê ne, biryar girtin ku bi hevre li gundê Hesarê bi ser navê Cegerxwîn mala çandê an jî mûzeyekê ava bikin. Serokê BADEF’ê Esfer Solmaz û Serokê Komela Turîzm û Danasîna Êlihê Emîn Bulut jî ewil çûn gundê Hesarê û li wir hin lêkolînan pêk anîn. Piştî lêkolînê heyet, li Êlihê tevlî cîvîna Endamên Meclîsa Giştî yê Bajêr a Êlihê bû. Heyeta ku biryar daye li Hesarê ji bo bîranîna Cegerxwîn cihek bide avakirin, ji endamên Meclîsa Giştî yên Bajêr yên BDP ên Êlihê daxwaz kirin ku avahî û baxçeyê şaredariya Hesarê ya berê tahsîsî wan bikin.

‘Cegerxwîn nirxê me ye’

Di civîna Meclîsê de ji bo li Hesarê cihek wek mala çandê an jî mûze li ser navê Cegerxwîn bê avakirin, Serokê Komeleya Turîzm û Danasîna Êlihê Emîn Bulut mafê axaftinê xwest û pêşniyarî da meclîsê. Bulut, diyar kir ku gelek nirxên hêja ên Êlihê hene û got ku yek ji van jî helbestvanê li cîhanê tê nasîn Cegerxwîn e. Bulut, anî ziman ku ji bo ew li Hesarê cihek li ser navê Cegerxwîn bidin avakirin, tevli civînê bûne û got ku ew daxwaz dikin ku bi alîkariya endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr a Êlihê avahî û baxçeyê Şaredariya Hesarê ku berê bajarok bû û niha bûye gund, tehsîsê BADEF’ê bê kirin.

Heyeta BADEF’ê li benda bersivê ye

Piştî pêşniyariya heyetê civîn bi dawî bû. Heyet û endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr li Salona Civînê ya BDP’ê hatin cem hev. Li vir Endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr dan zanîn ku ji bo li Hesarê cihêk li ser navê Cegerxwîn bê avakirin ew bi hemû destek dayînê re amade ne. Pişt re heyet û endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr, çûn cem Sekreteriya Giştî ya Îdareya Taybet a Bajêr Abdulkadîr Ozer, da ku avahî û baxçeyê şaredariya berê ya Hesarê tehsîsî BADEF’ê bikin. Ozer, jî destnîşan kir ku ji bo ew cih li ser navê Cegerxwîn ji nûve bê avakirin dê tiştên pêwîst bikin. Heyeta BADEF’ê li benda bersivê ye ku avahî û baxçeyê şaredariya berê yê Hesarê ji bo wan bê tehsîskirin. Hate zanîn ku li ser tehsîskirina cihê şaredariya berê ya Hesarê ku bê kirin, dê dest bi xebata avahiyê bikin.

Heyeta BADEF’ê beriya hefteyekê çûbû gundê Hesarê û ji bo cihek li ser navê Cegerxwîn bide avakirin, li mala cihê mala ji dayikbûna Cegerxwîn hin lêkolînan pêk anî bû.

(bg/lg)