Nûçeya çapemeniya tirk a 'Bombekar Filiz' derew derket
Piştî bûyera Dîlokê çapemeniya tirk diyar kir ku Murat Filiz di 6'ê Adara 2006'an de bi polîsan re ketiye nava şerê bi kevir û daran. Lê HPG'ê daxuyand ku Fîlîz qet derbasî sînorê Dîlokê nebûye û nûçeyên çapemeniyê û Walîtiya Dîlokê derewand.
Piştî tepîna Dîlokê Waliyê Dîlokê diyar kir ku bûyer ji aliyê endamê HPG'ê Murat Filiz ve pêk hatiye. Li ser vê yekê çapemeniya tirk bi ser navê "Milê Rastê yê Murat Karayılan" nûçe servîs kirin û gotin "Li Rihayê bi minasebeta salvegera anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê meşa dijzagonî pêk hatiye û di çalakiyê de li dijî polîsan dar û kevir bikar anîye. Murat Filiz piştî bûyerê hate binçavkirin û di 6'ê Adara 2006'an de hate girtin. Piştî salekê girtî ma serbest hate berdan"
Fîlîz wê demê xwendekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê bû
Derket holê ku wê demê Murat Fîlîz xwenderakê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê bû û ne li Rihayê bû. Hate zanînku Filiz di 6'ê Adara 2006'an de li Zanîngeha Dîcleyê dema pola 2'emîn dixwend daxwaznameya "Ocalan vîna min a siyasî ye" dabû û ji ber daxwaznameyê li Amedê hatibû girtin. Ji ber ku Filîz di îfadeya dozgeriyê de li daxwaznameyê xwedî derketibû û dîsa gotibû "Ocalan vîna min a siyasî ye" hatibû girtin. Fîlîz, piştî ji ber daxwaznameyê 45 rojan girtî mabû û serbest hatibû berdan û piştre hate beraet kirin.
Fîlîz, di 22'ê Nîsana 2006'an de di Kooperatifên Rihayê de dîsa di serdegirtina malan de hate binçavkirin û hate girtin. Fîlîz li vir jî piştî 7 meh û nîvan girtî ma serbest hate berdan. Filiz, li gel di serdegirtina kooperatifêde di navahiyê de bû jî wekî ku di avahiyê de be hate girtin. Doza Fîlîz bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hêj li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hêj didome. Ajansa me DÎHA'yê jî der barê wî de di 30'ê Mijdara 2006'an de bi navê "Pirtûka Pîroz Încîlê di nava pirtûkên qedexe de cih girt" weşand. Fîlîz ji vê dozê pişt re beraet bû.
HPG: Filiz neçûye Dîlokê
Navenda Ragihandinê a Giştî ya HPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku tu têkiliya Murat Filiz bi teqîna li Dîlokê tune û Fîlîz neçûye Tirkiyeyê.
(mae)