Obama şandina hezar û 500 leşkerî ji bo Iraqê erê kir
A+
A-
NEW YORK - ANF Serokê DYA Barack Obama, şandina hezar û 500 leşkerî ji bo Iraqê erê kir. Ev sewqiyata nû wek nîşaneya ku wê DYA li Anbarê li hember çeteyan operasyonê berfireh bike hat şîrovekirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya DYA, ji bo leşkerên Iraq û Kurd ên li hember çeteyên DAIŞ şer dikin bên perwerdekirin wê 1500 leşkerî bişînin Iraqê. Piraniya van leşkeran li herêma Anbar ji bo perwerde û piştgiriya hêzên operyonê wê bên bicihkirin.
Hat ragihandin ku wê Qesra Spî ji bo perwerdekirin û bicihanîna hin pêdiviyên leşkerî yên leşkerên Iraqê ji Kongreyê 5,6 milyar dolar butçe bixwaze.
Bêjeyên Miftehî obama,şandina,hezar,û,500,leşkerî,ji,bo,iraqê,erê,kir