´Ocalan azad nebe encamek dernakeve´
Ekîncî: Heta ku Ocalan azad nebe encamek ji muzakereyan dernakeve
Nivîskar û siyasetmedar Tarik Ziya Ekinci di 14'emnîn salvegera 15'ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê û hevdîtinên li Îmraliyê de diyar kir ku heta şert û mercên Rêberê Abdullah Ocalan baş nebin encamek erênî ji muzakereyan dernakeve. Ekîncî, anî ziman ku gelê kurd got 'Rêberê me serokê me û heta dawî lê xwedî derket û wiha got: "Di encamêde Dewleta Komara Tirkiyeyê ev rêber qebûl kir. Ya girîng encama daneheva 14 salan e.
Parlamenterê berê yê TÎP'ê û nivîskar Tarik Ziya Ekîncî, der barê 14'emnîn salvegera 15'ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê û hevdîtinên li Îmraliyê de nerînên xwe anîn ziman. Nivîskar û siyasetmedar Ekîncî, diyar kir ku piştî Ocalan di 15'ê Sibatê de bi operasyonek navneteweyî anin Tirkiyeyê gelek komployên din pêş ketin û wiha got: "Piştî ku gelê kurd li Ocalan xwedî derket û şûnde Tirkiye neçar ma ku Ocalan wekî rêberê gelê kurd qebûl bike. Ekîncî diyar kir ku ji bo muzakere encamek erênî bistîne lazime şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên başkirin. "
'Gladyoya tirk gelek komplo qebûl kir'
Ekîncî, da zanînku piştî Ocalan anîn Tirkiyeyê ewil muhatab nehat dîtin û hin kesan xwest tecrîda li ser Ocalan girantir bikin. Ekinci, destnîşan kir ku gelê kurd heta dawî li Abdullah Ocalan xwedî derket û heta dawî got Rêberê me û Serokê me ye. Ekîncî, li ser helwesta dewleta Tirkiyeyê wiha axivî: "Dewleta Tirkiyeyê ewil ew muhatap nedigirt. Lê piştî gelê kurd bi her awayayî li Ocalan xwedî derket, Dewleta Komara Tirkiyeyê neçar ma ku Rêbertiya Ocalan qebul bike. Ya girîng daneheva 14 salan e. Piştî 15'ê Sibatê hat xwetin ku gelek komployên din pêş bixin. Gladyoya Tirk ev peyvira komployê da ser pişta xwe. Komploya herî girîng ya 15'ê Sibatê bû. Xwestin jahrînî bikin û qetil bikin. Gladyoya Tirk li hemberi rewşek wisa bû. Gladioya tirk ji bo xwe yekîtiya tirk peyvir girtiye û ligorî vê peyvire mirovan qetil dikin. Heta li serokwezîran jî komployan çêdikin. Li mala Serokwezîran cihazên guhdariyê datînin. suikastan plan dikin. Rexistinek bi vi rengî plan dikin ku Abdullah Ocalan jî ji holê rakin."
'Divê hikûmet bi Abdullah Ocalan re bigêje peymanekê'
Ekîncî, li ser komployên piştî 15'ê sibatê jî rawestiya û wiha axivî: "Di hewldanê de 15'ê sibatê negihişt encamê xwe. Derket holê ku heta Abdullah Ocalan muhatab negirin nikarin bigêjin encamekê. Dema Ocalan hat girtin gotina kurd jî qedexe bû. Lê niha Ocalan wekî muhatap qebûl dikin û serdema muzakereyan dest pê kiriye. Ev pir girîng e. Îro di qada demokrasiyê de hin gav hatine avêtin. Pêngava muzakereyan hatiye destpêkirin. Di hişê kesî re derbas nedibû ku Abdullah Ocalan muhatab bigirin û dest bi muzakereyan bikin. Ji bo ku ev pêvaja berdewam bike divê her ke di nava hewldanan de be. Gelê Tirkiyeyê ji vê pêvajoyê re amade ye. Divêhikûmet jî êdi bi Abdullah Ocalan re peymanekê îmze bike.
'Ji bo muzakereyan divê Ocalan di nava şert û mercên azad de be'
Ekincî, anî ziman ku ji bo muzakere serkeftî û encamek erênî bistîne lazim e şert û mercên Ocalan bên başkirin û di nava şertên azad de tev bigere. Divê êdî hemû şert u mercên Ocalan bên başkirin û Ocalan karibe bi rehetî tev bigere. Divê tenê bi heyetên MÎT'ê re hevdîtin neyê kirin. Divê saziyên sivîl ên civakî jî karibin herin û bên. Divê tecrîd bi dnawî bibe û hemû saziyên sivîl ên civakî jî karibin biçin hevditin bikin."
Ekincî, xwest mafê gelê kurd ên welatiya hekwev bê naskirin û gelê kurd karibe ji mafê xwe yê statu, nasname û azadiyê sudê wergire. Ocalan da zanîn ku Ocalan xwedî rolek gelek mezin e û hemû mafê ji gelê tirk re hatine dayîn divê ji gelê kurd re jî bê dayîn."
Ekîncî, bal kişand ser helwesta Serokwezîr Erdogan û xwest êdî Erdogan helwesta xwe û sekna xwe zelal bike û BDP'ê jî wekî partiyek siyasî û muhatap qebûl bike.
Ekinci, xwest mafê gelê kurd bi zagonan bê parastin û xwest ji bo vê yekê jî zagon ji nûve bên guhertin û hemû mafê gelê kurd di nava zagona nû de cih bigirin.
(mae)