Ocalan: Aştî ji her demê bêtir nêzîk e
Nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi riya heyeta BDP'ê ku çû Îmraliyê peyama 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna xwe ji Meşvanê Amara reşand û wiha got: "Di rojeke weha de mizginiya min ji bo we ev e, bi rastî derfet û îmkanên aştiyeke bi rûmet gelekî zêde bûne. Ev tişta herî girîng e ku em ji mirovên xwe re pêşkêş bikin."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi riya heyeta BDP'ê ku çû Îmraliyê peyama 4'ê Nîsanê şand.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji 100 hezar kesan re şand wiha ye:
"Dostên hêja,
Gelê me yê giranbuha,
Hevalên jin ên her roj jiyanê ji nû ve diafirînin,
Hevriyên min ên ciwan ku pereng û bisotên dijwar ên têkoşînê di dilê xwe de hildigirin,
Ez silavan li we hemûyan dikim.
Beriya her tiştî, ez ji bo bi deh hezaran kesên hatine Amarayê rojbûna min pîroz dikin, dibêjim gelekî mala we ava be û ji dil û can hezkirina xwe pêşkêşî we dikim.
Di rojeke weha de mizginiya min ji bo we ev e, bi rastî derfet û îmkanên aştiyeke bi rûmet gelekî zêde bûne. Ev tişta herî girîng e ku em ji mirovên xwe re pêşkêş bikin.
Girîngiya vê rojê, ji rojbûna min a şexsî wêdetir, ji nû ve rojbûna gelekî ye. Ez dizanim, hûn jî bi vî awayî li girîngiya vê rojê serwext dibin û fêhm dikin.
Ez dikevim 65 saliya xwe. Tişta ket ser milê min, min bi cih anî. Dora çalakiyê ya gelê me bi xwe ye.
Ez wer difikirim ku min bi giranî, hurmeta xwe û xizmeta xwe ji bo wan temam kiriye. Êdî erk û wezîfe ya we ye. Ez bawer dikim ku we çawa heta niha erk û wezîfeya xwe bi cih aniye, hûn ê ji niha û pêve jî bi awayekî hêja û layiq bi cih bînin.
Çi feqîr çi dewlemend, çi jin çi mêr, çi kal çi pîr, ez bang li her kesî dikim ku ew ji xwe re dibêjin, ez bi rûmet û anorim, bila guh bidin pêvajoyê, li gorî wê bimeşin û pêşde bibin.
Divê her kes vê baş bizanibe ku wê ji niha pêve êdî jiyaneke cuda pêk bê. Dema ev pêvajo pêş bikeve, ez hêvî dikim ku dilop xwîn jî nerije. Bila kes kesî neêşîne. Bila her kes bi eşq tevlî pêvajoyê bibe. Bi giranî yên vê pêvajoyê bimeşînin û derxin holê gelê me ye, gel in.
Divê jin gav biavêjin jiyaneke rastî û ev jî têkiliya xwe rasterast bi vê rojê re heye. Ji bo ez jiyaneke azad ji jinan re biafirînim min hewl da û ez hê hewl didim. Ji bo afirandina derfet û îmkanên jiyaneke azad jin xwedî hêzeke bêserûbinî ne.
Ez gelekî baş im. Ez ê heta nefesa xwe ya dawî jî baş bim.
Li ser vî bingehî, careke din, ez we hemûyan bi baweriya xwe ya bi aştiyê silav dikim.
3 Nîsan 2013
Girtîgeha Îmraliyê
Abdullah Ocalan