1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ocalan: Bila rêhevalên jin min mazûr bibînin
Ocalan: Bila rêhevalên jin min mazûr bibînin,ocalan,bila,rêhevalên,jin,min,mazûr,bibînin

Ocalan: Bila rêhevalên jin min mazûr bibînin

A+ A-

ENQERE 03.06.2014 10:36:14 Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê bi dewletê re pêvajoya muzakereyê dimeşîne û 15 sal in di nav şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin, di nameya xwe ya ji bo Girtîgeha Jinan a Şakranê de hem ji aliyê têkiliyên rêhevaltiyê hem jî di mijara têkiliyên eşqê de nirxandinên girîng û balkêş kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 15 sal in di şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, çend roj berê ji girtiya PKK'yî Nesrîn Akgul a ji Girtîgeha Şakranê nameyek nivîsand, bersiv da. Ocalan ê ku nivîsandin û hemû rêyên ragihand û têkiliyê hatine bi sînorkirin, bi rêya heyeta HDP'ê ya li Îmraliyê re pê re hevdîtinkir, ji Akgul re bersivek nivîsand.

OCALAN REXNEDAYÎNA XWE DA JINAN: MIN MAZÛR BIBÎNIN

Akgul orjînala nameyê li cem xwe dihêle û naveroka nameyê bi Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) re parve kir. Di nameya Ocalan a roja 26'ê Nîsanê bi gotina 'Nesrîn Akgul a Xoşewîst" de got, "Herî dawî, min peyama we ya bi du wêneyên cuda yên ji pênc kesan wergirt." Ocalan di nameya xwe de bi gotina "Ji ber ku nikarim bersivê bidim we hemûyan hêvîdarim ku rêhevalên jin wê min mazûr bibînin" rexnedayîna xwe da û ev hestên xwe parve kir:

'HESRETA MIN NAMEYÊN WE BÛ’

"Di serî de rêhevalên jin, nameyên hemû rêhevalên li hemû girtîgehan ji bo min gelekî watedar in û diviyabû teqez min bersivên dihat hêvîkirin bida. Lê belê berî 15 salan min ev ceriband. Dema min dît ku nikarim bi ser bixim, min dev jê berda. Hêvîdarim hemû heval, ji ber vê yekê wê min mazûr bibînin. Ji xwe eger li têkiliya nameyan a bi qada derve bipirsin, bila ew jî li qisûrê nenihêrin. Min nameyên we yên şexsî bi girîngî xwend, hesreta min nameyên we bû. Mîna gelek rêhevalên din ên jin, weke bersiveke giştî ezê ji we re jî çend xalan destnîşan bikim. Ya yekemîn li ser metafora jiyana 24 saetan a bi min re bû. Min bersivên we yên di vî warî de her tim watedar dît. Bi baweriya min hûn rast nêzîk dibin. Hûn çiqasî dadikevin kûraniyê, wê nizanim."

'EŞQA MIROVÊN DEST BI ÇALAKIYA AZADIYÊ KIRINE, ANCAX DIKARE KOLEKTÎF Û PLATONÎK BE'

Ocalan di nameya xwe ya ji bo Akgul de di mijara eşqê de jî nirxandinên girîng kir û anî ziman ku ew bi îhtiyat nêzî yekanekirina eşqê dibe û bersiveke erênî nikare bide vê. Ocalan ev nêrînên xwe anî ziman: "Ya duyemîn, ji bo Kurdan bin behsa bêîmkaniya eşqê kiribû. Bersiva di vê pêvajoya heyî de ji vê re bidim; Kurd û dostên hewl didin bibin xwedî çalakî û hişmendiya azadiyê, eşqa wan ancax dikare bibe kolektîf û mîna ku wek jî hewl dan balê bikşînin ser, ancax dikare bibe platonîk. Ji bo kesekî mîna xwe jî, gelekî bi îhtiyat nêzî mijara yekanekirina eşqê dibim û dikim nakim nikarim bersiveke erênî bidim vê rewşê."

Ocalan diyar kir ku ew rêbaza jinên PKK'yî ku hewl didin wateyan bi xemilandina wêneyan pênase bike, balkêş dibîne û anî ziman ku ew name û wêneyên jê re tên jî gelek caran lêkolîn dike. Ocalan got, "Jin ji civata me ya giştî (bi taybetî KCK a jinê) pêşniyar kiribû ku di dema pêş de li ser etîk û estetîkê kûr bibin. Hêvîdarim wê pevajoya çareseriyê ji aliyê bedenî ve jî me nêzî hev bike. Bi hezkirineke ji kûrahiyê hembêz dikim, silavên xwe pêşkêş dikim. Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê Abdullah Ocalan."

NAMEYA OCALAN MORAL ZÊDE KIR

Nesrîn Akgul a name stend, kêfxweşiya xwe ya ji ber wergirtina nameya Ocalan parve kir û destnîşan kir ku têkoşîna Ocalan a afirandina jina azad, rûmeta jinê û hêza afirîneriya jinê zindî dike.

Di vê navberê de hemû jinên li Şakranê name nivîsandin, kêfxweşiya xwe ya ji ber nameya Ocalan a ji bo qada wan hat nivîsandin parve kirin. Girtiya jin a bi navê Meryem Sonmez jî da xuyakirin ku vê peyamê ji her demê bêtir hêz û moral daye wan.