Ocalan: Bindest dê dîrokê biguherînin
ANF- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji pîrozbahiya 1’ê Gulanê ku dê li bajarê Zurîh a Swsîreyê bê pîrozkirin re şand û got: “Ez we yên ku bûne dildarê ji binî ve guhertina dîroka kevnar a qirkirin, komkujî, kapîtalîzm û netew-dewletê û ji nû ve nivîsandina dîrokê bi ruhê berxwedêr ê 1’ê Gulanê silav dikim.”
Yek ji mitîngên herî bi heybet ên 1’ê Gulanê dê li bajarê Swîsre Zurîhê bi dirûşima “Em ji bo her kesê her tiştê dixwazin” bê lidarxistin. Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan weke axaftvanê sereke hate vexwendin. Ocalan ku 14 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de ye, ji girtîgehê peyamek ji bo mitîngê peyameke bi destnivîsa xwe şand.
HÊVÎ
Peyama Ocalan ku dê di mitîngê de bê xwendin di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ya ku li Almanyayê weşanê dike hate weşandin.
Ocalan di peyama xwe de wiha dibêje: “Xaleke hevpar a yên ku radibin ser piyan,yên ji bo rûmeta xwe têdikoşin, yên li bajaran qadan tije dikin heye: Hêvî. Heta roja îro ferzkariya modernîteya kapîtalîst her tim xwestiye li vê aliyê me yê hêvîdar bixe û bike hedef. Ji bo gelek hêvî tu carî nebûye tiştek wisa ku li dûrahiyê lê bigerin. Gelê me ji mêj ve bi berxwedana xwe sînoran derbas kiriye, ji Meksîka heta Tehrîrê, di gelek berxwedanên cîhanê de gel xala xwe ya hevpar ango hêvî di xwe de dîtine. Îro di roja 1’ê Gulanê de peyama herî girîng ku divê bê dayin dibe pêbaweriya me ya bi jiyana bi hev re û bi rûmet, aşitiyê be. Ji ber ku raborî û serhatiyên berê nîşanî me hemûyan daye ku dewletperestî, civakên elîtîst ên ku kêmarên vê cîhanê ne, em jî piranîbûna xwe bi gotin û çalakiya xwe bidin nîşandan.
TÊKOŞÎNA WEKHEVÎ Û AŞITIYÊ
Bersiva rêxistina me ya ji bo vê silava ku daye têkoşîna wekhevî û aşitiyê ya gelê Kurd li cîhanê, dê ji rizgarkirina erdnîgariya me ya ji destê elîtên modernîteyeke demokratîk û wekhev rizgar bikin û ji nû ve ava bikin. Weke di hemû qonaxên dîrokê de, li hemû parzemînên cîhanê, li hemû welatan her derbeya ku li kedkaran dikeve, me hemûyan bi hemû şîdetê birîndar dikin. Têkoşîna me ya polîtîk a demdirêj nîşaneya wê yekê ye ka çawa dikarin çarenûsa gelekî bi hiş û kedeke hevpar bidin guhertin.
DIVÊ HEVPARIYA RAMANÎ BIBE YEK
Ji ber rewşa min a niha, ez nikarim îro di nava we de bim, ne ku serhildana tu kurdekî ji ya we cûda ye, berevajiyê vê yekê, ev yek nîşaneya neçariya bihevrebûna hemû tevgerên siyasî yên alîgirên kedran û girseyên kedkaran e. Rêbaza herî bi rûmet a bidawîkirina dîroka qirkirin, netew-dewlet û qirkirinan bihevrebûn û di qadeke berfireh de bi awayeke azad hevparkirina ramanan e. Ez bi bîr dixim ku di têkoşîna li dijî hemû nijadperestî, şert û mercên xebatên zayendî, ji mafên penaberan de rêyeke dirêj heye û ez we yên ku bûne dildarê ji binî ve guhertina dîroka kevnar a qirkirin, komkujî, kapîtalîzm û netew-dewletê û ji nû ve nivîsandina dîrokê bi ruhê berxwedêr ê 1’ê Gulanê silav dikim.