1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ocalan: Civîna pêşî ya piştî hilbijartinê gelekî girîng e
Ocalan: Civîna pêşî ya piştî hilbijartinê gelekî girîng e,ocalan,civîna,pêşî,ya,piştî,hilbijartinê,gelekî,girîng,e

Ocalan: Civîna pêşî ya piştî hilbijartinê gelekî girîng e

A+ A-

ALÎ BARIŞ KÛRT - ENQERE 10.03.2014 07:00:01 Cîgira Serokê koma BDP'ê Bûldan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir anî ziman ku Ocalan girîngiyeke mezin dide civîna pêşî ya heman piştî hilbijartinan û diyar kir ku gavên destpêkê yên ji bo çarçoveya qanûnî wê di vê civînê de bê axivîn. Bûldan da zanîn ku Ocalan 8 sernavên ji bo 'Qanûna Çarçoveya Muzakere' beriya niha anîbû ziman, weke 'cewhera çarçoveya qanûnî' dinirxîne û destnîşan kir ku Ocalan ji Qendîlê re jî nameyek ji 12 rûpelan nivîsandiye.

Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan a di heyeta li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir de cih girt, detayên civînê ji ANF'ê re vegot.

Bûldan diyar kir ku di hevdîtina duh de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di warê moral û tenduristiyê de xwedî rewşeke baş e.

'GAVA YEKEMÎN A JI BO ÇARÇOVEYA QANÛNÎ, DI CIVÎNA PIŞTÎ HILBIJARTINAN DE...'

Bûldan got, "Birêz Ocalan diyar kir ku hevdîtina bi heyeta dewletê re erênî derbas bûye. Ji gotina 'Heta 30'ê Adarê, heta hilbijartinan ezê bisekinim' wêdetir, anî ziman ku pêvajoya diyalogê qediyaye lê belê muzakereyê destpê nekiriye; ew jî wê di hevdîtina pêşî ya piştî hilbijartinan bê nirxandin." Bûldan da zanîn ku gavên destpêkê yên ji bo peymana 'çarçoveya qanûnî' wê di civîna pêşî ya piştî hilbijartinan de bên avêtin.

Bûldan da xuyakirin ku Ocalan diyar kiriye ku hevdîtina bingehîn a girîng wê heman piştî hilbijartinan were kirin û got, "Birêz Ocalan destnîşan kir ku her kesî giranî daniye ser hilbijartinan û her çend hişyariya 'divê pêvajo nebe qurbanê hilbijartinan' jî, bi awayekî xwezayî pêvajo ji piştî hilbijartinan re maye. Birêz Ocalan got, 'Di civîna pêşî de êdî emê dest bi axaftina şertên çarçoveya vê ya qanûnî bikin.'"

Bûldan ragihand ku Ocalan 8 sernavên ji bo "Qanûna Çarçoveyê ya Muzakereyê' yên beriya niha aşkera kiribû weke 'cewhera çarçoveya qanûnî' aniye ziman û got, "Di çarçoveya van her 8 sernavan de wê civînek bê lidarxistin ku alî beşdarî vê çarçoveyê bibin. Birêz Ocalan got, 'Bi vê qanûna were derxistin re wê Tirkiyeya nû derkeve holê û pêşî li Tirkiyeyê vebe."

'HILBIJARTIN XWEDÎ GIRÎNGIYA REFERANDÛMÊ YE; WEZÎFEYEKE GIRÎNG DIKEVE SER MILAN'

Bûldan diyar kir ku Ocalan hilbijartin weke 'referandûma ji bo aştî û çareseriyê' binav kiriye û ev xal destnîşan kir: "Hilbijartinên herêmî yên nêz dibin, ji aliyê aştî û çareseriyê ve xwedî wesfa referandûmê ne. Pêvajoyeke girîng e. Divê bi rastiya referandûmê nêzîkatî were nîşandan. Ji ber ku em di pêvajoya aştiyê de ne, di pêvajoya muzakereyê de ne, ev hilbijartin hem ji bo Kurdan hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê gelekî girîng e. Yanî hem ji bo BDP'ê hem jî ji bo HDP'ê girîng e. Pêwîste bi vê hestiyarî û berpirsyariyê rabin. Bi taybetî jî bernamzetên ku nebûne namzet hîn bêtir giraniyê bidin vê pêvajoyê, bixebitin. Divê hemû saziyên demokratîk jî bi vî rengî nêzîk bibin. Wezîfeya berpirsyariya mezin dikeve ser milê jinan, ciwanan, saziyên demokratîk."

'WÊ DI NEWROZÊ DE PÊVAJOYÊ BINIRXÎNE Û YA DIVÊ WERE KIRIN AŞKERA BIKE'

Bûldan da zanîn ku Ocalan di hevdîtinê de mîsyona HDP û BDP'ê jî nirxandiye û got, "Hewl da mîsyon û rola her du partiyan di pêvajoya hilbijartinê de rave bike. Destnîşan kir ku hem HDP hem jî BDP ji bo vekirina rêyên siyaseta demokratîk ên vê gavê girtî ne, xwedî girîngiyeke mezin in."

Bûldan da zanîn ku Ocalan nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî HDP'ê daye û daxwaza xwe anî ziman ku hikûmet berpirsyariyê bigire ser milê xwe û van derdoran tasfiye bike. Hat hînbûn ku Ocalan êrîşkar weke 'dijminê aştiyê' bi nav kiriye û ji gel û saziyan xwestiye ku li hemberî êrîşan tedbîrên xwe bistînin.

Bûldan diyar kir ku Ocalan wê di 21'ê Adarê Newroza Amedê de pêvajoya salekê binirxîne û got, "Birêz Ocalan wê peyama xwe ya ji bo Newrozê bi awayekî nivîskî bişîne û tê de pêvajoya salekê binirxîne, yên divê werin kirin aşkera bike. Lewma gengaz e ku nivîs beriya Newrozê bigihêje destê me. Wê hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî bê xwendin."

JI QENDÎLÊ RE NAMEYEK JI 12 RÛPELAN

Bûldan ragihand ku Ocalan ji Qendîlê re nameyek nivîsandiye û ev agahî da: "Nameyek ji Qendîlê re hatiye nivîsandin heye. Ev name ji 12 rûpelan pêk tê. Bawerim bi peyama Newrozê re wê bigihêje destê me. Dema gihaşt me emê bibin Qendîlê bibin ji rayedarên KCK'ê re. Ji bo wan hatiye nivîsand, hînê nehatiye teslîmkirin. Di nava dosya Birêz Ocalan de bû, got ku wê di nava çend rojan de bigihêje. Got, 'Dibe ku rûpelek du rûpelên din lê zêde bikim, lewma nadim. Dema qediya ezê bidim, hûnê jî ji Qendîlê re ragihînin'. Beriya niha, di civîna beriya niha de gotibû, 'eger nîşaneyeke erênî werbigirim ezê ji nameya Qendîlê re bersivê binivîsînim.'

'TÛNCEL Û KURKÇU JÎ DIKARIN BIÇIN ÎMRALIYÊ'

Bûldan da zanîn ku der barê Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesût Barzanî de nirxandineke berfireh nekiriye, lê belê anî ziman ku Zana û Onder ên di heyeta Başûrê Kurdistanê de cih girtin, dikarin beriya hilbijartinan biçin Îmraliyê. Bûldan wiha peyivî. "Serdana Başûr Sirri Sureyya Onder û Leyla Zana kiribûn. Beriya hilbijartinan divê her du careke din biçin Îmraliyê, dê ragihandinê bi hev re bikin. Wekî din Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu wê biçin Îmraliyê. Ev heyet wê beriya hilbijartinê bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin."

ÇALAKGERÊN DI 8'Ê ADARÊ Û 15'Ê SIBATÊ DAKETIN QADAN SILAV KIR

Bûldan herî dawî got, "Ji jinên bi taybetî di 8'ê Adarê de daketin qadan, silav şand. Da xuyakirin ku 15'ê Sibatê gelekî girseyî derbas bûye û ji her kesên daketin qadan, bi taybetî jî jinan silav şand."