1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ocalan: Divê ciwan neyên provakasyonan
Ocalan: Divê ciwan neyên provakasyonan,ocalan,divê,ciwan,neyên,provakasyonan

Ocalan: Divê ciwan neyên provakasyonan

Ocalan: Divê ciwan bihîstyar bin, neyên provakasyonan

A+ A-

ANF Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê qewimîn bi taybet bang li ciwanan kir ku bihîstyar bin û ji wan xwest ku neyên provakasyonan.

Ji şandeya BDP’ê ya ku duh çûbû Îmraliyê û hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî, Parlementer Pervîn Bûldan tevlî Nûçe TV bû û daxuyaniyên girîng da.

Pervîn Bûldan ku duh tevlî bultena nûçeyan a Nûçe TV bû û diyar kir ku wana nêrîna Ocalan a li ser bûyerên li Zanîngeha Dîcleyêpirsiye û bi taybet ji ciwana xwestiye ku bihîstiyar bin û bang li wan kiriye ku neyên provakasyonan.

Bûldan got: “Derbarê bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê qewimîn, diyar kir ku divê tu kesek di vêpêvajoyê teqez neyên provakasyonan, bi taybet bang li ciwanan kir kudivê bihîstyar bin. Got ku ji ber ku hemû pevçn û bi bûyerên diqewimin ziyanê didin pêvajoyê. Ji ber wê jî bang bi taybet li ciwanan û li hemû gelên Tirkiyeyê kirin ku di vê pêvajoyê de baldar bin û neyên provakasyonan.”

Bûldan silavên taybet ên Ocalan ên ji bo xebatkarên Nûçe TV, Stêrk TV, Ronahî TV û Newroz TV, jin û ciwanan ragihand û got: “Rewşa tenduristiyê ya Birêz Ocaln pir başe û moralê wî li cih e. Tengasiyek tune ye. Silavan ji her kesî re şand.”

Bûldan destnîşan kir ku Ocalan gotûbêjên têkildarê pêvajoyê tê kirin ji nêzîk ve dişopîne û got ku Ocalan ji pêvajoyê razî ye. Bûldan got: “Diyar kir ku ew bi awayeke giştî gotûbêj, rexne û pêşniyarên ji bo pêvajoyê dişopîne. Got ku ew heta niha ji pêvajoyê gelek razî ye. 12 kanalên televîzyonê dişopîne. Diyar kir ku ew bi rêya van kanalan pêşketin û bûyerên li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji nêzîk ve dişopîne.”