1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ocalan: Em meseleyê li ser Erdogan nîqaş nakin
Ocalan: Em meseleyê li ser Erdogan nîqaş nakin,ocalan,em,meseleyê,li,ser,erdogan,nîqaş,nakin

Ocalan: Em meseleyê li ser Erdogan nîqaş nakin

“Îdealîzm kesan nîqaş dike, lê em pergalê nîqaş dikin. Nêzîkatiyeke ku hikûmetê wek hêza sereke nîşan dide ‘kemîne’.

A+ A-

Navenda Nûçeyan 05.06.2014 10:31:34 Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gotinên serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan nirxand û got: “Îdealîzm kesan nîqaş dike, lê em pergalê nîqaş dikin. Nêzîkatiyeke ku hikûmetê wek hêza sereke nîşan dide ‘kemîne’.

Parlamentera Sirri Sureya onder ji rojnameya Ozgur Gundemê re axivî û nirxanên Ocalan yên di gelek mijaran de vegot. Gotara wî ya di Ozgur Gundemê de wiha ye:

EMÊ NEKEVIN KEMÎNA ÎDEALÎZMÊ

-Di demên dawî de aliyên lîberal rexne li tevgera kurd kirin. Bi taybet hat gotin ku bihikûmetek wisa re pêvajo nayê meşandin. Ev rexneyên li dijî tevgera kurd çawa nirxand?

Der barê mijarê de wiha got: “Van hevalan zanistî û teorî ji bîr kirine. Ruyê me li demokratîk sosyalîzmê ye, em nakevin kemîna îdealîzmê. Îdealîzm kesan nîqaş dike, lê em pergalê nîqaş dikin. hinek dostên me ev alî nedîtine, ev jî nîqaşa ne li ser pergalê, li ser kesane. Dema li ser pergalê nîqaşan bikin, li gorî taybetî û kesayeta wan, ji bilî vê rêbazê tiştek nîne. yekem ev rexne kirin. Ya duyem û ya herî girîng jî eve ku ev rexneyên ku kirine li gorî daxwaza hikûmetê hatine kirin. Ev nirxandin wiha bi pirsgirêke. Tespîta ku yekane diyar bike hikûmete û nirxandinên ji şaşiyê hatine kirinê ne. Lê di vir de bihêlin ku tenê hikûmet diyar dike, li pişt vê têkoşîna 40 salî û aliyê dinjî dîroka 100 salî heye. her wiha gelek aliyên ku tevgera kurd jî derbas dike hene. aliyê jinê, aliyê ciwanan, aliyê têkoşîna ekolojîk.. ji ber vê van hemûyan tenê wek du gotinên ku ji devê serokwezîr derketiye nîşandan, ketina kemînê ye. hem jî wekê ku hikûmet dixwaze. Nêzîkatiye ku tenê hikûmetê wek hêza sereke nîşandan kemîne. Divê mirov nekevin vê kemînê.

DÎROKÊ EM HER TIM MAFDAR DERXISTIN

“Mesela divê ev heval bizanin ku aliyekî ewlehiyê yê vê meseleyê heyet û hişekî vê têkoşînê heye, her roj li gorî geşedanên rojane û demî nakeve nava helwestên guhertin û guherînê. Ev tevger di 40 salî de 40 carî hewl hatiye dayîn ku bê tasfiyekirin. Ya ku hiştiye dostên me ligel me bin ev dîroke û dîrokê her tim em mafdar derxistine. Pêşniyar, hişyar û helwesta ku me girtiye, maliyeta wê ji bo me pir giran be jî dîrokê her tim em piştrast kirine û em hatine vê rojê. Bila li dîroka cîhanê binêrin. Gelo tevgereke gel ya wisa heye. rastiyeke têkoşînê ya wisa heye. rastiyeke gel û rastiyeke têkoşînê ya bi hemû sazî û seroatiya xwe. Bifikirin li her derê jiyanê xwe rêxistin kirine, xwe kiribin gel û îro şert û merc veguhertibin muzakereyan. Yanî di vir de ev heval li şûna têkevin tirsa hikûmetê û paranoyayê, bila xwe bispêrin zanistê ku bibînin dîrokê em mafdar derxistine. Lê mafê tu kesî tune ku me tune bihesibîne û me biçûk bixîne.

Îro îtîrazên demokratîk yên li Tirkiyeyê derketine holê, encama ku me mesele veguerhtiye siyaseta demokratîk û hawira muzakreyê. Ger ku ev tunebûya îro, kesên li dij demokratîkbûnê û nêzîkatyên totalîter dê kurd bikirana dijmin û hemû dê têk bibirana. Bila hemû gel, kedkar û dostên me bizanin ku îro ji bo ku me ev mesele aniye zemîna demokratîk, îtîrazên demokratîk û curebûn derketine holê. REXNE

-Gelo fikra wî ya der barê ku ‘hemû aliyên civakî li pêvajoyê xwedî derdikeve’ çiye?

Onder diyar kir ku divê mijarê de wiha gotiye: “hêzên faşîst yên li dijî çarseriyê her tim paranoya parçekirinê xwedî dikin û nahêle gel piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Em gel sûcdar nakin. Di vir de em dikarin xwe rexne bikin. Saziyên me yên siyasî div ir de berpirsyariya xwe û an jî vala derxistina propagandayên wan baş venegotiye.” Onder diyar kir ku ev rexne li BDP-HDP û hemû saziyên siyasî kiriye. axaftina Ocalan wiha berdewam dike: “Ger ku şert û mercên min yên têkiliyên bi gel re baş bibe, ez dikarim vê meseleya îknayê di hefteyekê de bikim. Hun di bin bandora propagandaya teng de dimînin û nabin bersiv. Lê wek tê zanîn ku hêmayeke rast û saxlem destê we de heye û we ev ji gel re venegotiye. Divê em li ser vê bisekinin. Her tim bangeke giştî ji gelên Tirkiyeyê re heye. dost dijmin her kes girêdayînameya bi rumeta me dizane. Kesên bi rumeta xwe ve girêdayê, dê li pişt van manîfestoyan bisekinin. Di destê me de evqas rastî hene û me ev fêm nekiriye. Ev jî kêmasiya me nîşan dide.

KONGRE DERFETEKE

-Sala berxwedana Geziyê tije bû. zemîna siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê bi van curebûn û îtîrazan re çawa dinirxîne?

Ji bo vê kongreyê derfeteke girîng dibîne û dibêje: “Kongre ji bo hemû aliyan derfetê temsiliyetê ye. ev muxalefet ancax di zemîneke wisa de dikare rune û encamê bigire. An jî dê her kes ji aliyekê de biaxive û wisa biçe.

-Der barê rola BDP’ê ya dema nû de çi got?

Rola BDP’ê ya di vê demê de jî di vir de tarîf dike. Wek hêza pêşeng dibîne û ji bo dema nû jî divê wisa be.

CAHÎLÊN MESELAYA KU NÎQAŞ DIKIN

-Birêz Ocalan di çapemeniyê de banga ‘rola çêker bilîze’ kir. rexneya di mijara çapemeniyê de hun dikarin vebikin?

Di vê mijarê de got: “Meseleyê Ocalan dixwaze, ew çêdikin an jî ew dixwazin Ocalan çêdike, rewşeke gayrî cidî û bê berpirsyariye. Ev ji aştiyê re xizmetê nake. Di têkoşîna ku tê meşandin de jî tê wateya ku tiştek ji dîroka vê fêm nekiriye.

Onder da zanîn ku Ocalan beşên girîng yên bernameyên nîqaşan yên TV’yan temaşe dike û yên temaşe nake jî heval radigîhin û got: “Nirxandinê wisa meseleyê dike magazînel û dibe aliyekî spekulatîf. Kesên ku naxwazin pêvajoya aştiyê pêş bikeve vê dike. ger ku tu dîroka gelekî li pişta kesekî bar bikî ev tê vê wateyê ku te ji meseleyê tiştek fêm nekiriye û hewldana te ewe ku pêvajoyê bê îtîbar bikî. Wekê tin tiştek nîne. piraniya kesên nîqaş dikin cahilê mijarê ne. yanî armanca wan tenê eve ku ez jî gotinekê dibêjim.”

LI ŞÛNA NÎQAŞÊN TENG DIVÊ VALAHIYA SOMAYÊ BÊ TIJEKIRIN

-Komkujiya Somayê çawa nirxand?

Balkişand du pirsgirêka. Ya yekem cînayetên jinan û ya din jî Soma. Der barê vê mijarê de jî wiha got: “ tiştên li înşat û Somayê derketin holê vê nîşanê me dide. Di vir de tunebûna kevneşopiya çep-sosyalîst jî derket holê. Qadên ku divê li wir bin ev qadin. Lê îrtîbat hatiye qutkirin. Ev nayê qebûlkirin. Li gorî min li şûna ku nîqaş tê meşandin divê ev valahiyên van qadan bên tijekirin.

DIVÊ ŞAREDARIYA AMEDÊ MODELA ABORÎ PÊŞKÊŞ BIKE

-Di mijara rêveberiyên herêmî de tespîtên wî hebû gelo?

Tespîtê wî yên girîng hebûn. Di vê mijarê de jî wiha got: “Divê li ser du meseleyan bê sekinandin. Divê li Amedê Gulten Kişanak vê perspektîfê pêş bike. Li cihekî ku ji sedî 60 deng bê girtin divê li wir hun modela aboriyê ji gel re pêşkêş bikin. Divê hun gel li dijî van lîstikên qirêj yên kapîtalîzmê biparêzin. Dema rêveberiyên me yên herêmî demokrasiya herêmî ava dikin divê vê lingê aboriyê ji nedîtî ve neyên.

DEMOKRASIYA HERÊMÎ Û XWESERÎ

Ger ku em meseleya xweseriyê û demokrasiya herêmî çareser nekin ji kesî ji me re alîkarî nayê. Ya duyemîn jî aliyê ewlehiyê ye. dema ewlehî tê gotin her kes leşker û asayîşê fêm dike. lê aliyê ewlehiyê ji vir pir wêdetire. Ez di vir de jî di nava kurbûnekê de me. Ezê vê jî bînin asteke ku tevlibûneke berfireh û nîqaşên berfireh.