1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ocalan: Ez êdî mirovekî azad im
Ocalan: Ez êdî mirovekî azad im,ocalan,ez,êdî,mirovekî,azad,im

Ocalan: Ez êdî mirovekî azad im

Di Notên Îmraliyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, azadiya xwe weke "amûrek ji bo meşandina muzakereyê" pênase dike û dibêje, "Ez êdî mirovekî azad im."

A+ A-

STENBOL - ARZÛ DEMÎR Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera 17. de ye.

Ocalan ku ji aliyê gel û KCK'ê ve weke 'sermuzakerevan' tê dîtin û bi heyeta dewletê re hevdîtin kir, ev 17 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Ji Tîrmeha sala 2011'an û vir ve nikare bi parêzeran re, ji Cotmeha 2014'an û vir ve nikare bi malbata xwe re û ji Nîsana 2015'an û vir ve jî nikare bi heyeta HDP'ê re hevdîtinê bike.

Di "Notên Îmraliyê" de, ku beriya niha ji Weşanên Mezopotamyayê bi navê "Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad" hatin weşandin de, li ser nêzîkatiya Ocalan a li azadiya xwe, agahî û daneyên girîng hene.

Notên Îmraliyê li ser hevdîtinên navbera Ocalan-Heyeta HDP'ê, Ocalan-Musteşariya Ewlekariya Cemaweriyê-Heyeta HDP'ê yên navbera 3'ê Çileya 2013 û 14'ê Adara 2014'an de pêk tên.

Li gorî van notan, Ocalan mijara azadiya xwe weke amûrek di afirandina mercên muzakereyê de pênase dike.

'EZ WÊ KÊLIYA MIN LI BALAFIRÊ SIWAR KIRIN QET JI BÎR NAKIM'

Xala balkêş a di vegotina li ser komploya 15'ê Sibatê de, vegotinên li ser bûyera li Naîrobî ya xilasbûna ji îmhayê ye.

Di hevdîtina 1'ê Hezîrana 2014'an a bi heyeta ji Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken û Sirri Sureyya Onder pêk dihat re, wiha diaxive:

"Rewşa min balkêş e. Li Rojhilata Navîn li Şamê, li Ewropayê li Roma, li Asyayê li Moskowa û li Afrîkayê jî li Naîrobî bifikirin. Min li navendên çar parzemînan gerandin. Bi armanca tinekirinê min birin van hemû kampan. Çi kampên qirkirinê, çi jî ev navendên parzemînan. Çi vagonên trenê çi jî balafira mirinê ya min lê siwar kirin; ti cudahî di navbera wan de nîne. Ya herî balkêş jî, yên ez anîn vê derê jî dizanîbûn. Li Naîrobî di kêliya dawî de ji îmhayê xilas bûm. Berî rojekê ji min xwestin, ku ji bo xwe li dêrê yan jî li Neteweyên Yekbûyî bigirim, derkevim derve, lê derneketim. Eger ez derketibûma, rayedarên leşkerî yên hatin vê derê jî ji min re gotin, ez ê hingî bihatima kuştin. Dema em çûn balafirgehê bi israr xwestin çekê bidin min, niyeta xwe çi bû nizanim. Lê eşkere bû ku bi çekekê nikarîbûm xwe biparêzim, ez ê bibûma hedef. Eger em ragihiştibûya wê çekê, ya li ser rêy balafirgehê bi komployekê re wê gule li min bihata reşandin, ya jî dema min li balafirê siwar kirin, bihatima îmhakirin.

Ez wê kêliya siwarkirina li balafirgehê qet ji bîr nakim. Ez li erdê bûm, li ser serê min Engîn Alan û ekîba wî mîna teyrê nêçira xwe zevt kiriye, disekinî. Bi qasî ku wan texmîn nedikirin, ez rehet bûm, lewma matmayî man. Piştre çavên min girê dan û piştî sê saetan vekirin. Teraneyên 'hûn bi xêr hatin' hingî qaşo ji bo biçûkxistina min bi kar anîn."

Abdullah Ocalan li dijî dirûşma "Ji Ocalan re efû" derdikeve. Îtiraza xwe ya di vê mijarê de di hevdîtina 18'ê Adara 2013'an a bi Bûldan, Demîrtaş û Onder re wiha bilêv dike: "Niha dibêjin Ocalan bila derkeve, bila bê efûkirin.. Beriya her tiştî min sûcekî bê efûkirin nekir. Ya duyemîn; ji min re bêjin vê heftê, vê mehê derkeve devre, ez ê mayîna li vir tercîh bikim. Ji ber ku heta şert û mercên wê neyên afirandin, derketina min nepêkan e. Ez mirovê dozeke siyasî me, lewma li vir im. Eger ez derkevim jî divê ev derketin bi pêşketinên siyasî re pêk were."

'EZ LI ÎMRALIYÊ NAMIRIM, ANCAX BÊM KUŞTIN'

Heyet di destpêka her hevdîtinê de rewşa wî ya tenduristiyê dipirse. Ocalan jî pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber tecrîdê tîne ziman û balê dikişîne ser dibetiya kuştinê.

Ya ku di hevdîtina 21'ê Tîrmeha 2013'an de ji Bûldan û Demîrtaş re dibêje balkêş e: "Weke ku hûn jî niha dibînin, li ser xwe me. Lê ev nayê wê wateyê ku li vê derê pirsgirêka min a tenduristiyê nîne. Doktorên pispor hatin, ev dîsa dibe. Dibe ku Gladyo jî êrîşî min bike. Ez li Îmraliyê namirim, ancax bêm kuştin. Dewlet çiqasî bi hesas nêzî min bibe bila bibe, ev yek tê wê wateyê; îdama bi jiyana li Îmraliyê re. Ev yek mirin bi xwe ye."

Ocalan di heman hevdîtinê de diyar kir, ku statuya wî statuya 'rehîne' ye û dibêje, "Rehînetiyeke panzdeh salan gelo pêkane?"

Di Notên Îmraliyê de ev beş bi vî rengî ye: "Rewşa min a li vê derê, statuya min rehîne ye. Rehîneyek ya tê berdan, ya tê kuştin ya jî tê ragirtin. Rehînetiyeke panzedeh salan gelo pêkane? Ev pirsgirêkek di nava dewletê de ye. Min li vir girtin, lê roj bi roj ez mezin bûm. Ya we yê ez bikuşta, yan jî bi vî rengî rehîne negirta.

(...)

Derketina min a derve, ne gera mîna ya Hassa Husso ye. Ez tenezûlî vê jî nakim. Derdê min ew e ku li ser min provokasyon hene. Dibêjin; eger Apo derkeve wê Tirk li dij derkevin. Halbûkî eger rast were vegotin, wê bê dîtin ku herî baş ez berjewendiyên gelê Tirk diparêzim. Beşîr beg dibêje, 'eger APo derkeve, rêjeya dengê me wê kêm bibe'. Na mijar ne ev e. Ez dibêjim; em pêşî li rûdana şerê sedsalî bigirin. Ez nabêjim ez hema yekser ji Îmraliyê derkevim û xwe nîşan bidim. Min ji ber vê yekê daxwaza du civînên çapemeniyê yên li vir kir. Derdê min pêşîgirtina li mirinan e. Beşîr beg çima vê fêm nake?"

'EZ ÊDÎ MIROVEKÎ AZAD IM'

Ocalan, di dema hevdîtina 15'ê Îlona 2013'an de, gava mijara azadiya wî ket rojevê ji Demîrtaş û Bûldan re ev tişt got: "Min ji Musteşar re got; eger hûn bi min re diaxivin, ez ji aliyê siyasî ve êdî mirovekî azad im. Eger hûn bi mehkûmekî bi cezayekî giran hatiye mehkûmkirin re diaxivin, hingî ew mirov êdî mirovekî azad e. Naxwe hûn pê re naxivin. Ancax mirovekî azad dikare vê bike. Ji aliyê siyasî ve Ocalan azad e. Mîna rebenan li min nenihêrin. Eger ez li vir bimirim jî êdî ez ê weke siyasetmedarekî azad bimirim."

Der barê derketina ji Îmraliyê de Ocalan vê yekê weke amûrek ji bo muzakereyê pênase dike. Di hevdîtina heman demê de ji heyetê re dibêje: "Ez ji Îmraliyê derkevim, nabêjim hema bila yekser efû bibe. Lê wê amûrên ji bo meşandina siyaseta demokratîk hebin. Divê li ser vê bingehê bersiv ji pêdiviyan re bê dayîn. Ev daxwaz nîne, amûrên pêwîst ên ji bo muzakereyê ne."

Ocalan di serenavê "Ji bo rewşa min a şexsî pirsgirêka divê were çareserkirin" a 24'ê Nîsana 2014'an da heyetê de, rewşa tenduristî, ewlekarî û azadiyê weke hîmekî muzakereyê pênase dike û van xalan destnîşan dike:

"1- Di nava şert û mercên heyî de meşandina diyalogê pêkan e.

2- Di nava şert û mercên heyî de nepêkan e bi dewletê, DBP, HDP û KCK'ê re muzakere bê meşandin.

3- Çarçoveya qanûnî ya li Îmraliyê ji bo muzakereyê, ancax ji bo demeke sembolîk û demî (herî kêm sê meh, herî zêde şeş mehan' derbadar be.

4- Di nava şert û mercên heyî de, ferza muzakereyê ne ji aliyê zîhnî, ne ji aliyê moral, ne jî ji aliyê biyolojîk ve ji bo min pêkan e. Bêxewmayîn nîşaneyeke sivik a vê rastiyê ye.

6- Pêkhatina mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê ji bo sermuzakerevaniyê esas e.

6- Heta ku diyalog bi komîsyonên berfireh, şêwirmendan û civaka sivîl re û têkiliya bi medyayê re nebe, muzakereyeke watedar nabe.

7- Di serî de bi Qendîlê re şert e bi qadên cuda yên tevgerê re têkiliyeke pêwîst bê danîn."