´Ocalan kilîta çareseriyê ye´
'Ocalan kilîda çareserkirina pirsgirêka gelê kurd û tirk e'
Serokê Komeleya TUHAD-DER'a Amedê Sirri Dogan diyar kir ku azadiya Ocalan azadî û demokratbûna Tirkiyê ye. Li Êlinê jî nûnerên saziyên sivîl ên civaki xwestin ku decrîd bi dawi bibe û banga tevlêbûna mîtînga 14'ê Tîrmehê kirin.
AMED
Mîtînga ku ji aliyê BDP'ê û KCD'ê ve bi dûrişmeya "Ji bo Azadiyê, mîtînga Berxwedana demokratîk" ku dê li qada Îstasyona Amedê bê lidarxin nêzîk dibe. Ji bo mîtînga 14'ê tîrmehê Serokê Komeleya TUHAD-DER'a Amedê Sirri Dogan û Seroka giştî ya TUHAD-FED'a Amedê Zubeyde Teker mîtîng nirxandin û banga li gelê kurd kir ku tevlî mîtîngê bibin.
Serokê Komeleya TUHAD-DER'a Amedê Sirri Dogan diyar kir ku nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê ya ji bo pirsgirêka kurd li ser esasê red kirin, îmha û îzalosyonê yê û wiha axivî: "Bi milyonan gelê kurd Birêz Abdullah Ocalan weke vîna xwe qebûl kiriye. Li gel vê tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan tê meşandin. Ev e 11 mehe hikûmet nahêle malbat û parêzerên wî biçin hevdîtinê. Hîna jî hevdîtin tê asteng kirin. Her ku diçe tecrît girantir dibe." Dogan anî ziman ku şansê ku ji hikûmeta AKP'ê re hat dayîn, baş nehatiye nirxandin û wiha domand: "AKP'ê ev ya baş li ber çavan negirt. Ji bo vê çardin şer hate kur kirin û mirin zêdetir bûn. Bi teybetî li girtîgehan mirin zêde bûne. Hikûmet bi polîtîkayên xwe yên tunekirinê li girtîgehan bi surgûnan berdewam dike." Dagon dest nîşan kir ku ji bo azadiya rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan gelek çalakî û şahî hatine lidarxistin û wiha got: " Ji ber ku azadiya Ocalan azadî û demokratbûna tirkiyê ye. Birêz Ocalan kilîda çareser kirina pirsgirêka gelê kurd û tirke. Bi vê mûnesebetê mîtînga dê di 14'ê tîrmehê de bê lidarxistin giring e."
'Pêwîste gelê kurd di vê mîtîngê de azadiya Ocanlan saz bike'
Dogan da zanîn ku ew weke rêveber û malbatên girtiyên TUHAD-DER'ê dê di asta herî jorde tevlî vê mîtîngê bibin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Banga me ji hemû gelê kurd re tevlî vê mîtinga watedar bibin. Armanca me ew e ku ji rojhilata navîn, Avropa û heyanî balkanan bi rengekê xurt gel tevlî mîtîngê bibin. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokrat bên çareser kirin û demokrasi bê tirkiye yê pêwîste kesê ku dibêje ez kurdim tevlî mîtîngê bibe. Pêwîste gelê kurd di vê mîtîngê de azadiya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocanlan saz bike. Pêwîste di vê mîtîng em rûyê AKP'ê yê qirêj bi mesajekê giring derbêxin hol."
Zubeyde Teke: 'Dê di mîtîngê de daxwaza me azadiya Ocalan be'
Seroka giştî ya TUHAD-FED'a Amedê Zubeyde Teker jî diyar kir ku mîtînga 14'ê tîrmehê ji bo siyaseta gelê kurd pir giringe û wiha axivî: " Em ê di mîtîngê daxwaza nasnameya kurdê azad û ji bo çanda gelê kurd bikeve bin temînatê bikin. A herî giring rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan e. Di vê mîtîngê de daxwaza me ya herî mezin dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be. Weke ku tê zanîn bi milyonan gelê kurd Ocalan weke vîna xwe qebûl kiriye. Niqaşên li ser vê mijarê bên kirin, gelê kurd qebûl nake." Teker dest nîşan kir ku ger hikûmet dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike, pêwîste birêz Ocalan serbest berde û pêvajoya muzakereyê çardin bi domîne. Teker anî ziman ku encex bi vî awayî pirsgirêka kurd çareser bibe û wiha pê de çû: " Bi cureyeke din bêy birêz Ocalan çareserkirina pirsgirêka kurd, gele kurd dê tu carî qebûl neke û nakê. Ji bo vê mîtîng pir giring. Dê gelê kurd, kî mûxatabê wî ye û dê kî bi navê wî biryar bide, dê di 14'ê tirmehê de li qada mîtîngê qîr bike."
Teker da zanîn ku ew jî weke Komeleya TUHAD-FED û malbatên girtiyan dê di 14'ê tirmehêde tevlî mîtîngê bibin û wiha dawî li gotinên xwe anî: " Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tevlî mîtîngê bibin. Da ku her kes zanibe gelê kurd ka çiqas bi vîn û serokê xwe ve girêdayî ye."
ÊLIH
Sekreterê Hiqûqê yê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Êlihê Onur Kunteş, diyar kir ku ji nîsana 2009'an heta niha li ser siyasetmedar û nûnerên saziyên kurdan zext pir bûne û bi hezaran siyasetmedarên kurd hatine girtin. Kuntaş, anî ziman ku şaredar, niviskar, parlementer û hemû nûnerên kurdan tên girtin û wiha got: "Piştî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Brêz Abdullah Ocalan dest pê kir, rê li pêşiya aştiyê hate girtin û çareserî xetimî. Tecrida giran a li ser Brêz Ocalan pirsgirekê kûr dike. Li gel vê yekê gelê kurd ji bo rê li pêşiya çareseriyê veke û tecrîd bi dawî bibe di 14'ê Tîrmehê de dakivin qadan. Em dibêjin ev mîtîng pir girîng e û divê ji her alî welat bên tev li vê mîtîngê bibin. Em weki şaxa Egitîm Sen'a Êlihê bi her alî dê piştgiriya xwebînin ziman."
Serokê Şaxa SES'ê ya Êlihê Esad Altunışık, jî anî ziman ku şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pir giran in û li gel vê yekê nêzî salekê ye hevdîtin pêk nayên. Em dibînin ku kurd ji bo rêbrê xwe di nava çalakiyan dene û li rêberê xwe xwedî derdikevin. Em jî heta dawî piştgiriyê didin vê mîtîngê. Em vê mîtînga li Amedê di 14'ê Tîrmehê de pêk bê pir watedar dibînin. Lazim e ku tecrîda li ser Brêz Abdullah Ocalan bi lezgîn bi dawî bibe.
'Divê di 14'ê Tîrmehê de her kes tev li mîtîngê bibe'
Serokê Şaxa TTB'ê Mehmet Demîr, jî anî ziman ku ev mîtîng ji bo aştî û çareseriyê pir girîng e û bang li her kesî kir ku di 14'ê Tîrmehê de tev li mîtînga Amedê bibin. Demir wiha got: "Em dibînin ku bi zanebûn hevdîtina Brêz Abdullah Ocalan tê astegnkirin. Ev hem di hiqûqa neteweyî de û hem jî di hûqûqa navneteweyî de nayê qebûlkirin. Em bang li hemû beşê civakê dikin ku tev li vê mîtîngê bibin.
(zk/mae)