Ocalan: Pêwîstî bi hemleyên wêrek ên siyasî heye
ENQERE 21.10.2014 22:02:37 Heyeta HDP’ê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, da zanîn ku pêvajo ji 15’ê Cotmehê ve gihiştiye asteke nû. Ocalan got ku tişta pêwîst baweriya bi aştî û demokrasiyê, vîn û îradeyeke aşkera û hemleyên wêrek ên siyasî ne û wiha domand: “Niha hê jî şansê me yê gihiştina çareseriyên gerdûnî heye, ger em vê hemleyê pêk neynin, wê herêma me di avgera hêzên din ên ku tenê xwe weke navend dibînin de telef bibe.”
Heyeta HDP’ê ya ji Cîgirên Serokê Koma HDP’ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken, û Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk dihat, li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, ji giravê vegeriya û daxuyaniyeke nivîskî der barê naveroka hevdîtinê de da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hevdîtin 4 saetan berdewam kir û hate ragihandin ku Ocalan ji bo kesên di bûyerên 6-7’ê Cotmehê de qewimîn jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwestiye û xemgîniya xwe nîşan daye.
'DIVÊ LEZ BIDIN HEWLDANÊN BINGEHÎN ÊN MUZAKEREYAN'
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ocalan gotiye: “Divê ji îro û pê ve hemû sazî û pêkhateyên li herêmê bi siyaseta demokratîk, aştî û çareseriyê bawer in, bi berpirsyariyên xwe yên lêpirsîn û rûbirûbûnê nêzîkî meseleyê bibin. Pêwîst e ji bûyerên qewimîne ders bên derxistin, bi têgihiştina girîngiya mezin çareseriya demokratîk, lez bidin hewldanên bingehîn ên ji bo muzakereyan. Erk û wezîfeya dikeve ser milê aliyan ew e ku hiqûqeke saxlem û bi ewle di navbera her aliyan de bê avakirin. Ger ev yek neyê kirin, îhtîmaleke mezin heye ku ev pêvajoya ku em têde ne bi derbeyeke kûr bi dawî bibe. Lê ji bo hemû gel û baweriyên li ser vê axê vebijêrka (tercîh) herî girîng divê demokrasiyeke bingehîn be.”
'EM JI 15’Ê COTMEHÊ VE GIHIŞTINE ASTEKE NÛ'
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ocalan der barê pêvajoyê de wiha gotiye:
"Asta ku pêvajoya çareseriyê gihiştiye, bi şkestinekê re rû bi rû maye. Sedema vê ya herî girîng ev e ku di van pêvajoyan de hikûmet hewl dide pêwendiyên bi min re pêş dixe wek amûrbûneke mekanîk bide rûniştandin. Bi awayekî aşkera hatiye fêmkirin ku ev nêzîkatî ne li gorî giraniya meseleya ku em dixwazin çareser bikin e. Ev nêzîkatiya teng ku tu xizmetê ji çareseriyê re nake bi awayekî baş ji aliyê aliyan ve hatiye fêmkirin. Ez dixwazim bêjim ku em ji 15’ê Cotmehê ve gihiştine asteke girîng a pêvajoya çareseriyê yê ku pêşeroja me ya demokratîk û aştiya mayinde ya herêmê ji nêzîk ve eleqeder dike û di vê pêvajoyê de hêviya avêtina pêngavên pratîk heye.
Bêyi windakirina demê, bidestxistina encamên pratîk ên vê hêviya ku me ji nû ve şîn kir, wezîfe û berpirsyariyên me yên herî girîng in. Di vê mijarê de wezîfe û berpirsyariyên gelek girîng dikeve ser milê alîgirên aştî û demokrasiyê. Li ser vî esasî, ez civîna Aqilmendan û Konferansa Duyemîn a Aştiyê ya li Enqereyê pêk hat û daxwazên ji aliyê van platforman ve hatin pêşkêşkirin girîng dibînim. Rastiya ku divê her kes baş fêm bike ev e: Divê em dînamîkên ku wê rê li ber tunebûna me vebikin, berevajî vebiguherînin. Ne tenê gelên me, komkirina hemû herêm û mirovahiyê ya di bin roja demokrasiyê de, di destê me de ye. Tişta li vir pêwîst; baweriya bi aştî û demokrasiyê, vîn û îradeyeke aşkera û hemleyên wêrek ên siyasî ne.
Niha hê jî şansê me yê gihiştina çareseriyên gerdûnî heye, ger em vê hemleyê pêk neynin, wê herêma me di avgera pêkanîn û hêzên din ên ku tenê xwe weke navend dibînin de telef bibe. Em weke mirovên vê herêmê, jiheveneqetîna me deynê me yê dîrokî ye."
‘DI ŞEXSÊ AGIRSANLI DE HEMÛ ŞEHÎDAN SILAV DIKIM
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ocalan der barê berxwedana Kobanê de jî ev şîrove kirine: “Hemû rastiyên ez dixwazim di vê çarçoveyê de bibêjim, xwe di berxwedana Kobanê de nîşan dane. Rastiya Kobanê ku bûye navenda hemû nakokî, pevçûn û derfetên sedsala 21’an, bûye xwediyê wesfa mifteya çareseriyê. Berxwedana wêrek û destdanî ya li wê derê û gelê me yê ku xwedî li vê berxwedanê derdikeve, bi awayekî zanebûn û bi rûmet tevgeriyane. Ez di şexsê Nejat Suphî Agirsanli de hemû şehîdên ku ji bo vê vîn û îradeyê canê xwe dane û malbatên wan silav dikim. Tişta ku di şexsê Hevalê me Nejat Suphî de derketiye holê; bawerî û sedaqeta me ya ji bo pêşeroja hevpar a hemû gelên me ye.
Divê neyê jibîrkirin ku; pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn bi parastina vê nêzîkatî û vî ruhî pêkan e. Li şûna gotin û helwestên ku wê aştiya herêmê bixe nava zoriyan, divê xebatên me yên ku em li ber ronahiya vê rastiyê dimeşînin, feydeke mezin bide aitiyê. Ev yek neçariyeke dîrokî ye. Di vê pêvajoyê de, hêzên ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin, weke mînaka li Çewlikê jî hate dîtin, dixwazin pêvajoyê vebiguherînin pevçûnan. Em tenê li hemberî van provakasyonan hişyar bin, wê ev yek ne bes be, divê tedbîr û mekanîzmayên ku rê nadin van provokasyonan bêne pêşxistin.
Nêzîkatiya amadekirina sererastkirinên pêkanên cezayî yên ewlehî yên ku dij demokratîk in, wê bingehê pirsgirêkên mezin amade bike. Tişta ku divê bê kirin; divê biçin kûrahiya çavkaniya van pirsgirêkan û bi wêrekî polîtîkayên demokratîktir û çareserkertir pêş bixin. Li ser vî esasî tişta herî girîng a dikeve ser milê pêkhate û saziyên me; xurtkirina xebatên avakirina aştiya demokratîk a civakî ye. Ez careke din silavên xwe ji berxwedana rûmeta mirovahiyê ya li Kobanê û hemû gelên cîhanê yên ku piştgiriya xwe ji bo vê berxwedanê nîşan dane silav dikim. Ez silavên xwe ji hemû girtiyan, dayikên aştiyê û aliyên demokratîk re dişînim.”