Ocalan: Qetlîama Parîsê 2emîn qetlîama Dêrsimê ye
Birayê Rêberê PKK Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî.
Birayê Rêberê PKK Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Mehmet Ocalan diyar kir ku di hevditinê de Ocalan ji ber qetlîama Parîsê pir qemgîn bû got ev 2'emîn qetlîama Dêrsimê ye. Mehmet Ocalan, da zanîn ku Ocalan qetlîam şermezar kir û diyar kir ku ger qetliam bê ronîkirin dê sûdê bide pêvajoyê û got: "Ocalan, anî ziman ku ev qetlîam îşaretek e."
Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê pêk bînin ji navçeya Gemlîkê ya Bursayê çûn Gireva Îmraliyê û hevdîtin pêk anîn. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, dayîka Bayram Kaymaz Medîne Kaymaz û xwîşka Cumalî Karsu Pervîn Oduncu piştî karên fermî yên li Fermandariya Cendirmeyan a Gemlîkê çûn Îmraliyê û li Îmraliye hevditin pêk anîn. Malbatan piştî li Îmrahiye hevdîtin pêk anîn di saetên êvarî de vegeriyan Gemlîkê.
Ocalan: Ronîkirina bûyerê dê piştgiriyê bide pêvajoyê
Di vegerê de li ser pirsên rojnamegeran Mehmet Ocalan, der barê hevdîtinê de daxuyaniyek pir kin da. Mehmet Ocalan anî ziman ku li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin pêk anî û hevdîtin ji ber qetlîama Parisê bi xemgînî derbas bû. Mehmet Ocalan, axaftinên Ocalan wiha vegot: "Qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên kurd li Parîsê pêk hat ew qemgîn kir. Qetilkirina 3 jinan şermezar kir. Got qetlîama Parîsê 2'emîn qetlîama 38'an a Dêrsimê ye. Xwest demek beriya demekê ev qetlîam bê ronîkirin. Got ger ku ev qetlîam zû bê ronîkirin pê piştgiriyê bide pevajoyê. Got ev qetlîam îşaretek e. Ji ber vê yekê pir xemgin bû. Ji malbatan sersaxi xwest. Diyar kir ku ger di rojên pêş de Hevserokên BDP'ê biçe dê de barê pêvajoyêde daxuyaniyê bide wan. "
'Min televîzyon nexwestiye'
Mehmet Ocalan, ani ziman ku birayê wî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gotiye wî televîzyon nexwestiyê. Lê rêveberiya girtîgehê televizyon aniye.
Malbata Bayram Kaymaz jî ji ber pekanînên li girtîgehê û saeta kêm e bertekên xwe anîn ziman.
Li aliyê din komisyona girtîgehê 4 kes serê sibê çûn Îmraliyê û li wir lekolîn kirine.
DİHA