"Ocalan Serokê Bindestan e!."
Tugluk:Ocalan Serokê Hemû Gelên Bindest Ên Rojhilata Navîn e!
Tugluk: Gerîlla birayên me ne, em gerilla hembêz nekin dê kê hembêz bikin Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk, di mîtînga navçeya Geverê de axivî û wiha got: "Dibêjin hûn çima gerîlla hembêz dikin. Ew birayên me en. Em gerîlla hembêz nekin em dê kê hembêz bikin. Em dê çala mirinê ya Îmraliyê hilweşînin. Em rê Îmraliyê Azad bikin. Ocalan Rêberê Rojhilata Navîn e. Bêyî Ocalan û PKK tu pirsgirêk çareser nabe."
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi tevlêbûna 10 hezaran kesan mîtîng pêk hat. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Rêxistina BDP'ê ya Geverê bi dirûşmeya "Em meşa we ya azadiyê slav dikin" mîtîng pêk anî. Mîtîngê bi tevlêbûna 10 hezaran kesan pêk hat. Heyeta tev li mîtîngê bibe 20 kîlometre dûrî Geverê li ser balafirgeha Geverê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Heyeta ku li ser pira Şekîtanê hate pêşwazîkirin bi konvoya mezin hatin Geverê. Heyet li ber Otela Oslo, bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK'ê pêşwazî kirin. Girsê di pêşwazîkirinê de bê navber dirûşme berz kirin û heta Kolana Girtîgeha Berê meşiyan. Girsê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyana nabe", "PKK Gel e, gel li vir e" berz kirin. Welatiyên ku li şaneşinên malên xwe jî piştgiri dan, dirûşmeyên "Munafık Naim" berz kirin. "Em oprasyonên şoreşgerî yên Şemzînan, Çelê û Oremarê slav dikin" û "Kurdistan ya Kurdan e, hêzên TC'ê ji axa me bicehimin" rakirin. Dîsa posterên Ocalan, Mahsum Korkmaz û alên PKK û KCK'ê rakirin. Bi 10 hezaran kesên li qada mîtîngê kom bûn alên kesk, sor û zer vekirin û ji bo kesên di têkoşina aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Girsê piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Cîgirê Serokê Giştî yê BDP'ê Hamit Geylani, Parlementerên BDP'ê Adîl Kurt û Esat Canan amade bûn. Mîtîng bi coşek mezin didome. Girsê pankartên “Çirûska Agir di Bakûr de pêket ronahiya xwe da Rojavayê”, “Em şoreşa Rojavayê silav dikin”, “Em ciwanên ku kevir davên Munafık Naim slav dikin" Û “Em bi ruhê Riva şoreşa li Şemzînan, Çelê û Oremarê pêş ket slav dikin" û “Ji bo azadiya Serokatî û ji bo silavkirina şoreşa Kurdistanê hûn bi xêr hatine meşa azadiyê”, hatin vekirin. Bi 10 hezaran kesan li qada mîtîngê dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, “Şehît namirin” û "Tolhildan" berz kir.
'Nêzîkatiya Ocalan nêzîkatiya gelê kurd e'
Di destpêkê de Serokê BDP'a Colemêrgê Rahmi Kurt diyar kir ku gelê kurd li Colemêrgê bersîv daye Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naim Şahin û wiha got: "Gelê kurd nêzîkatiya li hemberî Rêberê Gelê kurd qebûl nake. Ji ber ku nêzîkatiya li hemberî Rêberê PKK'ê Brêz Abdullah Ocalan nêzîkatiya li hemberî gelê kurd e. Ji ber vê yekê divê bi lezgîn tecrîd bi dawî bibe."
'Her bahar bahara kurdan e'
Cîgirê Serokê Giştî yê BDP'ê Hamit Geylanî jî axivîe û wiha got: "Em dê bahara ereban bikin buhara kurdan. Her bahar di heman demê de bahara kurdan e jî. Li ser rûyê cîhanê hemû maf bi têkoşîn û berxwedanê hatine bi destxistin. Gelê kurd jî dê bi berxwedana xwe mafê xwe bistîne. Car cejnên kurdan hene, li Tirkiye Îran, Iraq û Sûriyê. Sedema şer a herî mezin tecrîda ku zêdeyî salekê ye li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike ye. Bi salan e gelê kurd dixwazin tecrîda li ser Brêz Ocalan bi dawî bibe, operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin. Lê daxwazên gelê kurd li ber çavan nayên girtin. Dewlet û himûket li hemberî van daxwazên kurdan bêtir polîtikayên şer pêş dixin.
‘Brêz Ocalan serokê Hemû Rojhilata naîn e'
Piştre hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî derket ser dikê û bi coşek mezin hate pêşwazîkirin. Tugluk, anî ziman ku Gever tê wateya Berxwedana Demokratîk û wiha axivî: "Gever xweseriya demokratîk e. Berxwedana demokatîk e. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 13 salin di çala mirinê de tê hiştin. Li Îmraliyê hiqûq û mafên mirovat nuten. Dewletdê ji bo Îmraliyê zagona taybet ava kiriye. Em zilma li Îmraliyê red dikin. Brêz Ocalan di serî de Rêberê Gelê kurd û hemû Rojhilata Navîn e. Divê wekî kesekî ji rêzê nêzîkî Brêz Ocalan nebin. Bi milyonan mirov Brêz Ocalan wekî rêberê xwe qebûl kir. Ji ber vê yekê divê pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokrasiyê bê çareserkirin. Pirsgirêka kurd bêyî Ocalan û PKK'ê nayê çareserkirin. Gelê kurd dê Brêz Ocalan ji çala îşkenceyê rizgar bike.
'Em dê birayê xwe hembêz bikin'
Tugluk, helwesta parlementer û rayedarên hikûmetê ya li hemberî hembêzkirina HGP'îyan jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Dema em çûn şemzînanê û ne xwest rastiyê aşkere bikin em rastî kontrola rê ya Gerillayan hatin. Piştî wan dimenan li hemberî me hikûmetê bi rêya medyaya serdest zimanê tundiyê pêş xist. Gerîlla zarokên vî gelî ne. Gel zarokên xwe hembêz dike. Gerîlla birayên me en. Em birayên xwe hembêz nekin em dê kê hembêz bikin. Li dijî zilma we ya faşîst, li dijî polîtikayên we yên înkar û îmhayê derketine çiyê. Bê guman em dê wan hembêz bikin. Piştî van dîmenan em rêveberên BDP'ê û KCD'ê rastî gefan hatin. Lê bila tehdît bikin. Ji xwe em her tim bi gefan, girtin û kuştinê mezin bûne. Medya tirk rastiya hebûna gerîlla ya li Şemzinanê veşart. Lê êdî ev rastî derket holê. Navê AKP'ê, leşker û operasyonan ê nû Şemzînan e. Li hemberî berxedana gerîlla har dibin. Divê ji şemzînanê dersê derxin. Bila êdî Erdogan dest ji şerê kurdan berde. "
Tugluk serhildana kurdên Sûriyê jî slav kir û anî ziman ku ew dê heta dawî piştgiriyê bidnin kurdên Sûriyê.
Piştî axaftinan Koma Nû û Kadir Çat derket ser dikê û konser da. Girseya tev li mîtîngê bû piştî mîtîngê meşiya û polîsan mudaxaleyî girsê kir. Bi mudaxaleyê re pevçûn derket. Bûyerên li nava kolanan belav bûn didomin.
(mae)