Ocalan: Siyaseta Tirkiyeyê li Rojava siyaseta şerê li hemberî kurdan e
STENBOL 23.09.2014 15:10:27 Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîşa DAIŞ wek "Şerê asta wê bilind nirxand” û bang li gelê Kurd kir ku li gor wê tevbigere. Ocalan, der barê siyaseta Tirkiye ya li hember Rojava jî got, “Siyaseta li hember Kurd.”
Detay û hûrgiliyên hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi wasisê xwe Mazlum Dînç re ku li Îmrali pêk anî di DÎHA de cih girt.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh bi wasiyê xwe Mazlum Dînç re li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk anî. Dînç di vegera Îmraliyê de li ber Fermandariya Cendirmeyan a Gemlîkê ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku di hevdîtinê de Ocalan li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê banga seferberiyê li hemû Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê dubare kir û Ocalan wiha gotiye: "Tenê gelê Rojava na divê gelê Bakur û Kurdên li hemû li çar parçeyan li gorî vê yekê jiyana xwe saz bikin. Ez bang li hemû gelê Kurd bi topyekûn bi hêz li hember şer ber xwe bide dikim." Ocalan di hevdîtinê de di serî de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û di gelek mijarên din de nirxandinên girîng kirin.
'SIYASETA TIRKIYE YA LI ROJAVA SIYASETA ŞERÊ LI HEMBERÎ KURDAN E'
Ocalan têkildarî Rojava û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de got, "Siyaseta Tirkiyeyê ya li Rojava siyaseta şer a li hemberî Kurdan e" Ocalan di vê mijarê de wiha gotiye: "Jixwe Davutoglu 2-3 sal berê aşkera kiribû. Gotibû ew Rojava û xweseriyê nas nakin. Nenasîn çi ye, li hemberî we şer e. Tê wateya li wir destûrê nadin rêveberiyek çêbibe û ji bo têk biçe her tişt kirine."
JI BARZANÎ RE REXNE
Ocalan bal kişand ser daxuyaniyên Barzanî yên di vê mijarê de dane û wiha nirxandin kirin: "Daxuyaniya Barzanî cuda ye û tê wateyeke cuda. Çi dibêje; 'Ez ê Rojava xilas bikim' Tê çi wateyê Rojava ji çeteyên DAIŞ'ê xilaskirin. Tê wateya di serî de di asta leşkerî de li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên qirkirinê xwedî kedeke pratîk e. Rewşa belava jî vê yekê Rojava ji çeteyên DAIŞ'ê na li benda berxwedana PYD'ê bişkê bisekine û tê wateya ji PYD'ê xilas kirine."
'ÊRÎŞÊN DAIŞ'Ê BI ÎSRAÎLÊ VE GIRÊDAYÎ NE'
Ocalan, diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi Îsraîlê ve girêdayîne û wiha axivî: "Jixwe êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi Îsraîlê ve girêdayî ne. Dixwazin li wir li ser wê axê Îsraîlekê biafirînin. Li ser vê axê navên tên zanîn mînak Pirsûs, di Îbranî de Serûç e. Serûç, bapîrê Îbrahîm û Musa ye. Harran ji nav birayê Musa Harun tê. Di Tevratê de ev derbas dibin. Li ser vê axê her tim armanca Îsraîlek bê avakirin heye. Ji xwe GAP jî xizmetê ji vê yekê dike. Hê ez li Rihayê di 78'an de yekemîn xebata GAP'ê hate destpêkirin. Ew proje ji bo ax û ava gelê em yê li wir desteser bike dihate amadekirin. Tu kes li hemberî polîtîkayên Îsraîlê li ber xwe nade. Ecevît hinek xwest li hemberî vê yekê ber xwe bide lê ew felc kirin. DAIŞ projeyek Îsraîlê ye. AKP jî nikare li hemberî vê yekê ber xwe bide. Gef li wan xwarin, wext bû hikûmetê bêxin."
'ŞERÊ ASTA WÊ BILIND'
Ocalan, da zanîn ku bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tiştê tê jiyîn "Şerê gurahî yê bilind" e û wiha pêde çû: "Rastî rewşa niha berdewam dike şerê gurahî yê bilind e. Berê min di parêznameyên xwe de gotibû, şerê asta nizm, asta navîn û asta bilind rêz kiribûn. Ya niha tê jiyîn şerê asta wê bilind e. Min berê jî gotibû. Divê hemû gelê me li gorî şer jiyana saz bike. Li Filistînê gelê Gazzeyê çawa li gorî şer jiyana saz kiribe gelê Kurdistanê jî divê wisa bike. Divê ji rêzê neyê jiyîn. Divê gelê Kurdistanê topyekûn li hemberî vê êrîşê di rewşa berxwedanê de be."
'WEKÎ KURD MAFÊ JIYANÊ NEDAN ME'
Ocalan, di hevdîtinê de got, "Wekî Kurd mafê jiyanê nedan me. Heta niha tu demê hiqûqa Kurdan pêk nehatiye. Ya rast wekî Kurd destûr nedan em bijîn. Mafê jiyanê mafekî bingehîn e, lê ev mafê me ji destê me hatiye girtin. Di vê çarçoveyê de lazim e hiqûqnasên Kurdistanê û parêzerên wê di ber çavan de derbas bikin da ku wê çi biparêzin."
'EZ RAZÎ ME DI HUCREYÊ DE BIJÎM, LÊ EZ JIYANA KOLETÎ Û PALETIYÊ QEBÛL NAKIM'
Ocalan, bal kişand ser jiyana ku modernîteya kapîtalîst li ser Kurdan ferz dike û wiha axivî: "Li vir di hucreyê her tim di ser min de hatiye hilweşandin. Ya rast, wekî felsefik, tolê ji min digirin. Jixwe ez pirtûkek binivîsim, ez ê li ser vê binivîsim. Mijar jî wê ev be; 'Tolhildana ji Apo'. Sûcê min çi ye? sûcê min, 'daweta min a ji bo jiyana azad e' Ji min tola, 'Tu çima me ji vê jiyanê rizgar dikî, gazî jiyana azad dikî" ji min tê girtin. Halbûkî mafê jiyanê yê herî kêm jî nadin me. Mafê paletî, koletiyê didin me. Niha li Rihayê 500 hezar kes pale ne. Di dema min de ji bo pembo berhev bikin diçûn Çukurovayê. Rojê 20 saetan dixebitîn. Mafê tenduristiyê yê perwerdehiyê û ewlehiyê tune ye. Ya rast mafê jiyanê tune ye. Mafê jiyanê nadin te. Ez carekê çûm, carek din min tobe kir. Min got ku ez vê jiyanê najîm. Ez razî me niha di vê hucreyê de bijîm, lê ez jiyana koletî û paletiyê qebûl nakim."
OCALAN, RÊVEBERIYÊN HEREMÎ Û HIŞMENDIYA SIYASETÊ REXNE KIR
Ocalan di hevdîtinê de rêveberiyên heremî û hişmendiya siyasetê rexne kiriye û wiha gotiye: "Beriya niha jî min hijmendiya siyaseta HDP-BDP' ya di şaredarî jî di nav e rexne kiribûn. Pêwîst bû li her derê hişmendiya jiyana azad hakim ba, lê niha koltuxwanî hakim bûye. Xwe heskirinek ecêb derketiye holê. Dibe şaredar, dibêje ez ê bibim parlamenter. Dibe parlamenter dibêje ez ê bibim wezîr. Lê heqê cihê xwe jî nade. Qasî partiyên pergalê jî naxebitin. Hişmendiya wekî axatiye heye. Ya rast axa jî xwedî kedekê ye, dixebite. Di parêznameya min a dawî de min behsa 8 qonaxan kiribû. Min gotibû 'Ava xwe, axa xwe û enerjiya xwe bikin komun, jiyanê azad bikin'. Dema ez dibêjim avê, axê û enerjî bikin komun, ez dibêjim bikin şaredartî. Ya herî girîng pratîkkirina vê ye."
'MERCÊN AGIRBESTÊ TÊN ÎSTISMARKIRIN'
Di hevdîtinê de Ocalan, der barê "pêvajoyê" de jî hin nirxandin kirin û ev tişt gotine: "Bi çêkirina bendav, qereqol û rêyên ewlehiyê mercên agirbestê îstismar dikin. Rewşa li Rojava tê wateya binpêkirina agirbestê. Niha li Rojava bi avayekî fiîlî şer heye. Li vir jî heta ez pirtûkekê didim we 5 îmzeyan didin avêtin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkî wekî ya Kurd ya dîrokî û girîng îmzeyekê jî navêjin. Ez amade me çekan jî berdim, ji çiya jî bêm xwarê, ew muzakereyan nadin destpêkirin. Di bûyera serbestberdena balyozê Mûsilê de bi zelalî gotin me bi DAIŞ'ê re muzakereyên siyasî pêk anîne. Lê bi me re muzakereyê nakin. Heta girtiyên nexweş jî bernedan; di hucreyê de tên rizandin. Îsraîlê li hemberî leşkerekî xwe bi hezaran girtî berdan. Di vê pêvajoyê de heta niha PKK'ê 50 kes serbest berdan, lê ew wekî pêdiviyên mirovî û wijdanî jî be girtiyên nexweş bernedan. Dibêjin we ji Mexmûrê hatin çêbe, ji bo vê zagon divê. Pêwîst e yên tên nekevin girtîgehê û rastî tu lêpirsînan jî neyên. Dîsa eger gerîlla wê bên, lazim e rastî tu lêpirsînan neyên, nekevin girtîgehê, ew ji bo têkevin girtîgehê nayên. Pêwîst e zagona vê jî hebe. Lazime îmzeya vê jî hebe. Divê îmzeya hin tiştan û zagona wan hebe."
Ocalan di dawiya hevdîtinê de di serî de gelê li Rojava li ber xwe dide û hemû gelê Kurdistanê re silavên xwe yên taybet şand.