Ocalan: Texlîdê dengê min kirine
10:16 14.02.2014 1 / 3 RIHA (DÎHA) - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, bal kişand ser dengê ku li şûna dengê Ocalan wekî texlîd bikar anîn û ji aliye Partiya Karkeran (Îşçi Partisî) ve hat pêşkêşkirin û got: "Birayê min 'Peyv bi mûçingê hilbijartine. Ew montaj kirine. Peyvên ku min bikar neanîne hene. Dengê dişibe dengê min bikar anîne."
Birayê Rêberê PKK Lideri Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan piştî bi Ocalan re hevdîtin pêk anî, der barê naveroka hevdîtinê de axivî. Mehmet Ocalan der barê dengê ku ji aliyê Partiya Karkeran (İP) ve hat pêşkêşkirin û wekî texlîda dengê Ocalan hatiye bikar anîn agahi da. Mehmet Ocalan, tekîldarî hevditinê de got Ocalan gotiye "Ev bi plan û sazkirin pêk hatine. Em van yekan baş dizanin. Hunera vê yekê ha herî baş îxbarî ye. Mirovên ku siyaseta demokratîk û têkoşîna siyasî didin, wêneyê wan di manşetan de didin û dikin hedef. Serî li polîtîkayên reşkirinê didin. Ev hunera reşkirinê 35 salin didome. Ocalan Rêberê ku li Rojhilata navîn bûye mal û îrade. Kes nikare vê yekê înkar bike. Înkara vê yekê fêdeyê nade tu kesî."
'Peyvê min negotine hene'
Ocalan di hevditinê de têkildarî mijare wiha ji birayê xwe Mehmet Ocalan re got: "Hin rêxistin van tevliheviyan dikin. Em van rêxistinan baş nas dikin. 35 salin van karan dikin. Hunera wan îxbarî ye. Wêneyên kesên têkoşîna siyaseta demokratîk didin reş dikin û dikin hedef. Ev hunera wan 35 salin didome. Feda vê hunerê li kesî nabe. Gotinên min bi muçingê neqandine û di nava montajê de bi cih kirine. Di qeyda deng de gelek peyv ne aydi min in. Dengê ku dişibe dengê min bikar anîne. Hin gotinên min hene. Lê hemû gotin ne yên min in. Pirsê kesên dipirse tune. Ger ku dixwazin bila hemû dîmenên lêpirsînê aşkere bikin. Bila her kes rastiya bibîne. Ev ne karekî sincî û mafên mirovan e. Vê hunerê 35 salin pêk tînin. Tu fedeya vê hunera reş li kurd û tirkan nabe.
'Gel de bibe bersîv'
Mehmet Ocalan, anî ziman ku nikarin bi van dîmen û montajan birayê wî vala derxin û wiha got: "Ocalan bûye rêberê Rojhilata Navîn. Bûye vîna kurd, tirk, ermenî û hemû gelê Rojhilata navîn. 35 salin li ser kurdan vê polîtîkayê pêş dixin. Ger ku dixwazin bila vê hunera xwe berdewam bikin. lê bi ser nakevin. Li 4 bajaran Konê "Ji Ocalan re azadi" tê avakirin. Dê di demên pêş de li 4 bajaran kursiyên Ocalan ku nivîskar, rewşenbir û hunermend jî cih bigirin bê avakirin. Dê li van kursiyên gel der barê Ocalan de fikr û ramanên xwe bînin ziman. Dê bersîvê bidin van lîstikên 35 salan."
Mehmet Ocalan, têkildarî 15'ê Sibatê î axivî û wiha got: "15'ê Sibatê ji bo gelê kurd û tirk rojek reş e. Pirsgirêka kurd pirsgirêka 200 salan e. Abdullah Ocalan dixwaze vê pirsgirêkê bi riya demokrasî û aştiyê çareser bike. Bi biryar têkoşîna xwe berdewam dike. Ev roj ji bo gelê kurd û Rojhilata navîn rojek reş e. Gelê kurd û Rojhilata Navîn 16 salin vê rojê şermezar û nahlet dike. Têkoşîna ku Abdullah Ocalan ji destpêkê de dide têkoşînek mafdar û rewa ye. 15 Sibatê komplo ye. Dixwazin şerê gelê kurd û tirk pêş bixin."
(mae)