1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ocalan: Wê di du-sê hefteyan de hevdîtinên girîng çê bibin
Ocalan: Wê di du-sê hefteyan de hevdîtinên girîng çê bibin,ocalan,wê,di,du,sê,hefteyan,de,hevdîtinên,girîng,çê,bibin

Ocalan: Wê di du-sê hefteyan de hevdîtinên girîng çê bibin

A+ A-

ALÎ BARIŞ KÛRT - ENQERE 02.06.2014 07:14:58 Parlamenterê HDP'ê Onder anî ziman ku Ocalan di hevdîtina duh de diyar kiriye ku di nava du-sê hefteyan de wê der barê pêvajoya çareseriyê de pêşketinên girîng rû bidin û got, "Di nava vê demê de wê hem weke heyetên siyasî hem jî ewê bi heyeta dewletê re hevdîtinê bike." Onder da zanîn ku Ocalan ji bo hilbijartinên Serokkomariyê jî pîvanên "wergirtina nava xwe", "baweriya ji siyaseta demokratîk" û "afirandina aştiyê" destnîşan kir. Ocalan, hişyarî da Erdogan ê gef li HDP-BDP'ê dixwe û jê re got, "Plana şer neke".

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder hevdîtina duh a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê pêk anî, ji ANF'ê re nirxand.

Onder da xuyakirin ku mîna her carê wan bi pirsîna li tenduristiya Ocalan dest bi hevdîtinê kirine û got, "Wî jî bersiva 'mafê me yê nexweşketinê nîne' da. Got ku ji aliyê giştî ve ew baş e. Serêşeke rût^n hebû lê belê teşhîsa wê wî bi xwe danî, 'carna zêde difikirim, kûr didim'. Diyar kir ku ew neçar e baş be."

BERNAME Û TEQWÎMA ÎMRALIYÊ HAT AXIVÎN

Onder bal kişand ser gotina Ocalan a "realîteya herî girîng ew e ku pêvajo hatiye qonaxeke nû" û wiha axivî: "Destpêkê ji aliyê me ve aşkera bikim. Bi taybetî di nava sê hefteyan de mijara hevdîtina heyetên siyasî -aliyê ku haya raya giştî jê çê bû yan jî jê çê nebû-berfireh gurayî bû; bû xwedî naverokekê. Ev yek derbasî rewşeke welê bû ku mijar ji burokratan derket û tê cihê ku divê lê be; bi nîqaş û pêvajoyek bi destê heyetên siyasî bimeşe. Bandora vê li gel Birêz Ocalan xuya dikir."

Onder da xuyakirin ku di hevdîtina Ocalan a bi heyeta dewletê re yekemcar bername û teqwîmek hatiye axivîn û ev agahî da: "Xalên ku Birêz Ocalan ji destpêkê ve destnîşan dike yên; çarçoveya qanûnî, rakirina astengiyê li pêşiya siyaseta demokratîk, girtiyên nexweş, Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê li welatekî demokratîk nayê, bawerim di hevdîtina wî ya bi heyeta dewletê re yekemcar bi bername û teqwîmekê hatine girêdan. Kêm be jî em vê rewşê ji daxuyaniyên Beşîr Atalay ên di Kanal 7 de fêm dikin. Weke berpirsyarê hikûmetê yê bi vî karî re mijûl dibe da xuyakirin ku ewê bi bername, teqwîmeke nû û vîneke zelal çareseriyê pêk bînin. Dema ev hemû bi hev re bên nirxandin, kêsane ku mirov mebesta Birêz Ocalan a ji 'qonaxa nû' fêm bikin. Tişta ku heta îro nebûye lê îro rû dide; mijara heyetên siyasî êdî ji aliyê siyasî ve tê nîqaşkirin..."

HEYETÊN SIYASÎ Û HEYETA OCALAN-DEWLET WÊ HEVDÎTINÊN GIRÎNG BIKIN

Onder da xuyakirin ku Ocalan gotiye, "Di du-sê hefteyên pêş de emê van hemûyan bi kûrahî binirxînin. Hêvîdarim ku emê bi pêş ve biçin. Di vê demê de hem weke heyetên siyasî hem jî hevdîtinên wî yên bi heyeta dewletê re dê pêk werin."

Onder diyar kir ku Ocalan di hevdîtina duh de ragihandiye ku wî Desteya Şopandinê xwestiye û got, "Dixwaze pêvajo bi zelalî û ji kontrola gel vekirî bimeşe. Di wê baweriyê de ye ku ji bo nîqaşên aktûel neyên jiyîn ev yek ji aliyê Desteya Şopandinê ve bê kontrolkirin û bi vî rengî wê pirsgirêkên heyî werin kêmkirin û bi demê re bên tinekirin. Dema ev bilêv dikir digot, 'bawerim haya hikûmetê jî ji vê heye'."

'GELO DI WÊ BAWERIYÊ DE NE KU EM SIYASETEKE TENG DIKIN?'

Onder daxuyaniyên Ocalan ragihand: "Heta roja îro hikûmet ket nava kêmasî û têgihiştinên şaş ên bingehîn. Yek ji van kêmasiyan jî; her tim xwe li pişt hinceta hilbijartinê vedişaart, diket nava helwesteke astengdar û ji wêrekiya siyasî dûr. Min her tim da xuyakirin ku pêvajo bi vî rengî nayê parastin, berevajî bi afirandina rewşeke qanûnî û siyasî aştiya mezin û pêvajo dikarin bên ewlekirin. Min got ku di rewşeke berevajî de wê veguhere projeyeke bê qîmet, qels û li sabotekirinê vekirî. Hişyariyên min bi têrkerî, di dema xwe de li ber çavan nagirin. Gelo li gorî wan em siyaseteke teng dikin? Lê belê di nuqteya heyî de hişyariyên min ên cuda jî çê dibûn. Dîrok, bi şêweyê ku ji salên 90'î û vir ve bala min kişand û min tespîta wê kir, bi pêş ve diçe. Di nava pêvajoyê de hin tiştên nirx û rastiya xwe ya derket holê, xwe dan der. Bi derengî be jî hatina wan a vê nuqteyê hêviyê diafirîne."

'DIVÊ HEMÛ ENERJÎ JI BO PÊŞNIYAR, LÊGERÎNA RÊ Û RÊBAZÊ WERE BIKARANÎN'

Onder da xuyakirin ku Ocalan bang li aliyan kiriye ku xwe ji helwestên dikarin provajoyê provoe bikin vegirin, bi baldarî tevbigerin û anî ziman ku Ocalan ev nirxandin kiriye: "...Mebesta min ji vê, rêxistin an jî helwestên rêxistinan nîne. Di vê provokasyonê de, mebesta min ne ciwanên li herêmê yan jî ew tiştên dewletê yên li wir e. Rewşên zehmet, wê bingeheke guncaw ji hêzên dixwazin pêvajoyê têk bibin biafirînin û divê her du alî jî rê nedin rûdana rewşên bi vî rengî yên zehmet. Hin bûyerên rû dane, dikare ji dijberê pêvajoyê re bingeheke provokasyonê biafirîne. Ji ber vê yekê pêwîste rê ji vê re neyê dayîn, di şûna wê de hemû enerjî ji bo amadekirina pêşniyarên rastî û ji dil, li lêgerîna rê û rêbazên pratîkkirina vê bê bikaranîn."

'JI BO SEROKKOMARIYÊ; PÎVANÊN WERGIRTINA NAVA XWE, BAWERIYA JI SIYASETA DEMOKRATÎK Û AŞTÎ'

Nêrînên Ocalan ên ji bo hilbijartinên Serokkomariyê jî wiha ye: "Girîng e hilbijartinên serokkomariyê ji ser sîstemê were nirxandin. Kar me nîqaşkirina kesan nîne, nîqaşkirina sîstemê ye. Sîstem jî wê weke 'kesên bi projeyên aştî û demokrasiyê derketiye û derneketiye pêşberî civakê' ji hev bê cudakirin. Hêza em sosyalîst, Kurd, kedkar û mazlûm bidin namzetê xwedî vê wesfê, wê mijara aştî û demokratîkbûyînê weke bernameyekê ji aliyê partiyên siyasî yên din ve bê dîtin û wê neçarî vê bernameyê bên hiştin. Ji ber vê yekê girîng e. Sê pîvanên min hene; wergirtina nava xwe, baweriya ji siyaseta demokratîk, pêşvebirina aştiyê."

'HÛN DIKARIN JI NIŞKA VE BIBIN ALTERNATÎFÊ DESTHILATDARIYÊ...'

Onder da zanîn ku Ocalan ji bo kongreyên HDP-BDP'ê serketin xwestiye û got, "Mîna Soma'yê, cînayetên kar ên li înşaetan dema komkujiyên mezin weke encama kapîtalîzma hov rû didin, rastiyeke din derdikeve holê; kevneşopiya çep-sosyalîst der heqê vê qadê de nebûye xwedî kûrbûneke têrker." Onder ragihand ku Ocalan di vê mijarê de mûxalefeta çep a yekbûyî ya li Yewnanîstanê mînak daye û gotinên Ocalan bi vî rengî ragihand: "Li pêşiya çep-sosyalîstan a ji bo bibe alternatîfa desthilatdar, bi tenê nîqaşên teng hene. Ji bilî vê ti astengî nîne. Pêwîste di kongreya HDP'ê de ev bi têrkerî bê nîqaşkirin. Dema xwe dirêjî temsîliyeta ciwan, jin û hemû mazlûmên ji kevneşopiya çep-sosyalîst tên bike û bibe xwedî hêza nêzîkatiyeke bi vî rengî ya pîvanî, hingî wê ti qîmeta rêjeyê nebe. Hûnê ji nişka ve bibin alternatîfa desthilatdariyê. Hebûneke ewçend talanker a kapîtalîzmê li vî welatî, ev jî avantajeke mezin e. Ev kapîtalîzma talanker zalim e, lê ji bo hêzên gel, ti girîngiya wê nîne."

'DIVÊ HEVSEROK BI LIHEVKIRINEKE MEZIN A PÎVANÎ WERIN HILBIJARTIN'

Hat hînbûn ku Ocalan bi van gotinan hilbijartinên li Kongreya HDP'ê nirxandiye: "Pêwîste sosyalîzma demokratîk li dijî kapîtalîzma hov a neo-lîberalîzm li ser Tirkiyeyê ferz dike, alternatîfên xwe yên neteweya demokratîk, dewlet û bernameya aboriyê destnîşan bike. Ji aliyê pratîkî-rêxistinî ve bijî, bimeşe, bibeze. Pêwîste pêkhateyên cuda di çarçoveya vê stratejiyê de ji dil beşdar bibin, alîkariyê bidin û ev hemû pêkhate li ser bingeha tevkariyeke erênî, têkevin nava pêşbaziyê. Kongre wê bi lihevkirineke mezin a pîvanî, serokên xwe hilbijêre. Hevalên wezîfeyê bigirin ser milê xwe, divê li gorî vê çarçoveya bingehîn timî nûbûnê bînin pêşberî xwe û vî karî bicih bînin."

REXNEYA LI MEDYAYÊ

Onder da xuyakirin ku bêyî nav diyar bike Ocalan nêzîkatiyên prototî ên hin bernameyên televîzyonan û nivîskarên rojnameyan rexne kir û got, "Mînak, yên bi vî rengî nêzîk dibin hene; 'APO tiştekî bêje wê ev pekanîn bi vî rengî biguhere' yan jî 'rewşek bi vî rengî wê rû bide, KCK wê bisekine yan destpê bike'. Ev yek tê wê wateyê ku ji pêvajoyê, ji gelê Kurd û ji saziyên wê yên siyasî tiştek nehatiye fêmkirin. Di heman demê de nêzîkatiyeke gelekî dûrî cidiyetê ye. Ev xizmetê ji aştiyê re nake, aştî bi vî rengî nayê. Di her bernameya aştî lê tê axaftin an jî nivîsandin de, pêwîste nêzîkatiyên pîvanî yên çareseriyê, ji şexsan cuda bên nirxandin, pêş xistin; ancax bi vî rengî tevkarî li aştiyê bê kirin. Ji bo yên din du tişt hene; magazînkirina mijarê û bi spekulasyonê re nêzî pêvajoyê bibin... Hin hene bi erênî jî nêzî vê mijarê dibin. Bi baldarî dişopînim. Ji mijara avê heta pirsgirêka ewlekariyê ya welêt, ji rewşa li Rojhilata Navîn heta nîşaneyên aboriyê, hin pênûs hene ku hewl didin mijarê di çarçoveya vê pîvanê de fêm bike. Divê ev hewldan bên bilindkirin, kûrkirin."

'TEMÎNATA PARÇENEBÛNA WELÊT, KURD E'

Onder diyar kir ku Ocalan di hevdîtinê de, kesên ku propaganda parçebûnê dikin û şer sor dikin ev rexne kir: "Her kesên li ser parçebûna vî welatî propaganda kevnare dikin û şer sor dikin, paşverû ne. Divê her kes, gelê Tirkiyeyê bizanibe ku yekane temînata parçenekirina vî welatî, temînata jiyana bi hev re; vîna Kurdan e û di vê mijarê de jî nêzîkatiya hevgirtî û ji dil, gelek caran hatiye îspatkirin. Divê Tirk li dora aştiya me ya mezin bicivin û rê nedin van spekulasyonan. Ti ji van, ti ji kesên li ser paranoya parçekirinê siyasetê dikin, ne xwecihî ne. Vana hemû bi ajanên angajmanên navneteweyî re dixebitin."

HILBIJARTINÊN AGIRÎ Û NORŞÎNÊ

Onder da zanîn ku dema li Îmraliyê hevdîtin dihat kirin hînê encamên hilbijartinên li Agirî û Norşînê nehatibûn aşkerakirin û ragihand ku Ocalan der barê vê mijarê de gotiye, "Baweriyeke min a mezin heye. Ya rast hilbijartin nabe; gel li wir vîna xwe nîşan da. Wê îro dek û dolaban pûç bike. Ez ji wan bawer dikim. Ev yek wê dilsoziya me ya bi rûmeta me re nîşan bide û hûnê bibînin wê kesên di hilbijartinên bihurî de deng nedan deng bidin. Ji ber ku hin kes wê fêm bikin ku ya mijara gotinê rûmeta me ye. Wê hem dilsoziya me ya bi rûmeta me hem jî biryardariya me ya bi aştî, siyaseta demokratîk nîşan bide."

'PLANA ŞER NEKE'

Onder ragihand ku der barê gefa "Wê plana me ya B-C bikeve dewrê" ya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li HDP-BDP'ê xwar Ocalan ev hişyarî da; "Eger planê were kirin divê ji bo demokrasiyê bê kirin; ji bo aştiyê were kirin. Pêwîste planên ji bo şer neyên kirin."

NAMEYA KCK'Ê

Onder destnîşan kir ku Ocalan diyar kiriye ku wî nameya KCK'ê xwendiye û wê piştî du hefteyan bi rêya nameyekê nirxandinên nû bike.