Ocalan: "Îcar Meclîs Divê Gazî Bike"
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku di van şert û mercan de pêavjoya bêçalaktiyê tenê dikare çend meha bidome û got; “Divê Meclîs tavilê bicive. Ji bo ez bikaribim ji bo çareseriyê rol bileyîzim, divê Meclîs bang li min bike. Ger meclîs vê yekê bike, ez jî dê hêzên çekdar bikişînin herêmên şer lê neyî û her wiha ji bo yên din jî tişta ji destê min were, ez ê bikim. Divê Meclîs pêşiya min vebike.”
Hevdîtina krîtîk a piştî hilbijartinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hat. Ocalan diyar kir ku wî bi şanda dewletê re hevdîtin pêk aniye û daxuyaniyên girîng da.
BLOK HÊ JÎ NEHATIYE ASTA TÊ XWESTIN
Ocalan derbarê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê û encamên hilbijartinê de vana got, “Bi encamên hilbijartinê re derket ku pênşiyarên me yên ji bo Eniyê mafdar bûn. Jixwe tam 13 sal in ez derbarê vê yekê de pêşniyar û tesbîtan dikim. Min her tim bal dikişand ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi yekitiya hêzek wiha ye. Divê pêk were. Lê Enî niha jî ne di asta ku dihat xwestin de ye. Ez di nixandinên xwe yên dawiyê de jî hertim dibêjim. Eniya ji avabûna komarê heta niha kêm, Eniya Demokrasî û azadî bû.”
PARTIYA SÊWAN ÊDÎ PÊDIVIYEK E
Ocalan wiha berdewam kir; “Divê Enî xebatên xwe bi awayeke xurt bimeşînin. Encamên hilbijartinê jî diyar dike ku ev yek êdî pêdiviyek bû û nîşan dide ku êdî dereng e jî. Êdî ji vê yekê tê zanîn ku partiya sêwan pêdiviyek e. Kesên pêre eleqeder dibin, dixwazin fêm bikin, dikarin li ser hûr bibin. Min beriya niha jî gelek behsa wê kir û min di parêznameyên xwe de jî vegot. Dikarin sûd ji vana werbigirin. Dikarin ji hevpişkên partiya sêwan, meclîsek ji 100 kesî pêk tên ava bikin. Di nava vê meclîsê de jî wê desteyek rêveber a ji 24 kesî pêk tên hebe, wê weke kabîneyê bixebitin û ji bo hemû pirsgirêkên welêt li çareseriyê bigerin. Mirov dikare sîstema hevserok di partiya sêwan de jî pêk bîne. Ez ê piştre derbarê vê yekê de daxuyanî û nirxandin bikim.”
YA BÛYÎ BI SERÊ ELEWIYAN HAT
Ocalan piştî hilbijartinê derbarê Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû de nirxandin kir û got; “Dibe niyeta Kiliçdaroglû baş be, ez tiştek nabêjim dibe durist be, derbarê kesayeta wî de tiştek nabêjim, lê bi planeke bi zanebûn ew bû serokê CHP’ê, di encama senaryoyekê de ew anîn ser CHP’ê, hinek bi ser jî ketin, lê tişta ku bûyî, bi serê Elewiyan hat. Kiliçdaroglû di encama operasyonek a leşker-Ergenekonê de hatiye ser CHP’ê. Ger mirov baş analîz bike, mirov dikare bi hêsanî vê yekê bibîne. Armanca bingehîn a vê operasyonê ew bû ku Kurdên Elewî ji me dûr bixînin û dengên wan ji CHP’ê re biçin. Çima li Dêrsimê wiha bû? Tê zanîn ku em ji bo Elewiyan jî têdikoşin. Di rastî de ev siyaset ji mêj ve tê meşandin.”
Ocalan got; “AKP çawa dikare li cihek mîna Dêrsimê ewqas deng werbigire? Mane tekoşîna dîrokî ya Dêrsimê li holê ye. Colemêrg û Şirnexê û bi taybet herêma Botanê karîn xwe li hemberî hemû hêzên JÎTEM û tîmên taybet biparêzin, berxwedana xwe domandin, dejenere nebûn, nehatin bişaftin. Divê baş li ser Dêrsimê rawestin û baş analîz bikin.”
GIRTIYÊN KCK’Ê DI STATÛYA REHÎNEYAN DE NE
Ocalan derbarê girtiyên ji doza KCK’ê de jî vana got; “Min derbarê girtiyên ji doza KCK’ê de beriya niha jî gotibû, min dabû diyarkirin ku rewşa di statûya rehîneyan de ne. Operasyona li hemberî wan hat kirin ne hiqûqî, mirovî, ehlaqî û wijdanî bûn. Şanda hat vir jî da diyarkirin ku ew operasyonên doza KCK’ê rast nabînin û li hemberî wê yekê ne. Ger em li vir çareseriya li ser hîmê makezagonê gotûbêj dikin, pêkanîna van operasyonan jî bê wate ye. Divê êdî ev operasyon pêk neyê.”
XWESERIYA DEMOKRATÎK TENÊ ALIYEK JI HEŞT ALIYAN E
Ocalan got; “Meseleya encamên hilbijartinê eleqeder dike ne tenê Xweseriya Demokratîk e. Min beriya niha jî gotibû, di parêznameyên min de jî hene” û wiha domand; “Xweseriya Demokratîk û Neteweya Demokratîk tenê aliyê siyasî yên çareseriyê ne. Aliyê hiqûqî yê Xweseriya Demokratîk jî heye, aliyê dîplomasî, civakî, çandî, parastina rewa, aborî û ekolojî jî hene. Divê vana ji ber çavan winda nekin. Binêrin, li ser robarekî ji yekê zêdetir çêkirina HES’ê, ev nêzîkatî bandorek mezin li erdnîgariya mirov lê dijîn dike, xweza û dîrokê tehrîb dikin. Ev bi tena serê xwe sedema serhildanekê ye. Ji ber wê jî divê li hember HES’an rabin û ev yek pêwîst e.”
ME BI ŞANDÊ RE HEVDÎTIN PÊK ANÎ
Ocalan diyar kir ku wana hevdîtina ku li bendê bûn bi bi şandê re pêk anî û got, “Me bi şandê re hevdîtin pêk anî. Mijara me ya bingehîn çareseriya makezagonî ye. Bi vî awayî şert û merc ji bo çareseriya makezagonî destdayîn e. Ji ber wê jî divê BDP û hevpişkên Eniyê vî kar baş fêm bikin û li gorî wê rola xwe bizanin.”
DIVÊ DI NAVA ENIYÊ DE DESTEYEK BÊ AVAKIRIN
Divê di nava hevpişkên Eniyê de komîsyon an jî desteyeke were avakirin û dest bi xebatên ji bo makezagona demokratîk bikin. Ez ji vê re dibêjim Konsey an jî Desteya Makezagona Demokratîk. Divê rêziknameya xwe amade bikin. Divê di vî warî de amadekariyên wan hebin. Di van mijarana de tecrubeyên Elçî wana hene. Ji bo çêkirina makezagona demokratîk, divê Meclîsek ji nunerên hemû partî û saziyên sivîl pêk tê were avakirin. Bila Konsey an jî Komîsyona Makezagona Eniyê jî û Komîsyon an jî Desteya Makezagona Demokratîk divê Meclîsê de cî bigirin. Daxuyanî û tesbîtek a rayedarên CHP’ê jî derbarê vê yekê de hebû. Ez tevil dibim. Divê AKP jî vê pêşniyarê qebûl bike. “
DU ALIYÊN PÊVAJOYA EM TÊDE NE HEYE
Du aliyên pêvajoya ku em têde ne heye. Ya yekem, bi riya şanda ku ez pêre hevdîtin pêk tînin, gihiştina çareseriya makezagonî ye. Dema li em li vir hevdîtinan pêk tînin, divê weke aliyê duwem, pozîsyona xwe ya parastina rewa jî berdewam bikin. Ango divê xebatên çareseriya makezagonî û pozîsyona parastina rewa bi hev re bimeşin. Ji ber wê jî em şerê gel ê şoşergerî weke şerek naving mîna bingeh nabînin. Em ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, çareseriya makezagonî esas digirin.
BANG LI CIWANAN KIR
Ocalna got, “Ez dixwazim di vê mijarê de bang li ciwana jî bikim; û wiha got, “Divê xwe ewqas bi awayeke hêsan nedin girtin. Divê ciwan di vî warî de rêxistina xwe pêş bixînin. Dema xebatê dimeşînin, divê li xwe jî pir baldar bin. Her wiha xwepêşandanan de jî, divê hema molotofan neavêjin çep û rastê, ev yek jî zorê dide ser pêvajoyê. Wê berxwedana wan a şoreşger hebe, lê ne bi Molotof avêtin çep û rastê. Ger nikarin pêşî li girtina ciwanan bigirin, wê demê ev berpirsyarî ya KCK’ê ye jî.”
DIVÊ GERÎLA XWE BIPARÊZIN
Ocalan wiha domand; “Ez tiştên weke vê ji gerîlayan re jî dibêjim, ger bi ser we de werin, êrişê we bikin, bi hemû derfetên di destê xwe de mafê xwe yê bersivdanê bi kar bînin. Ev her dem wiha ye. Teqez, divê ji bo tune nebin, bi her awayî xwe biparêzin. Ev parastina rewa ye. Gelo fêmkirina vê gelek zor e? Min beriya niha jî gelek caran got. Divê bi taybet di dema bêçalaktiyê de, pêşî li windahiyên gerîlayan bê girtin. Divê gerîla xwe ji şeran dûr bixin û divê di dema bêçalakitiyê de ji bo windahiya nedin pir baldar bin. Tişta ji destê wan tê divê bikin. Demek dirêj e ku rexendariyên xwe didin û kêmasiyên xwe dibînin, lê hê jî ji van rizgar nebûne. Min jî vê yekê fam nekir.”
BANG LI MECLÎSÊ KIR; DIVÊ MECLÎS NEÇE BÊHNDANÊ
Ocalan bang li Meclîsa Tirkiyeyê kir û got; “ Ji ber van hemû sedeman ez bang li Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM). Ev yek pir girîng e. Em dikevin rewşek e awerte. Çawa di sala 1920 de Meclîs bi awayeke awerte kom bû, şev û roj xebitin û neçûn bêhndanê, divê ev meclîs jî wiha bike û neçe bêhndanê. Divê ji bo xebatê li benda meha Cotmehê nemînin. Ji ber ku em di pêvajoyek weke ya sala 1920 re derbas dibin.” Her wiha Ocalan got; “Divê Meclîs tavilê bicive. Ji bo ez bikaribim ji bo çareseriyê rol bileyîzim, divê Meclîs bang li min bike. Ger meclîs vê yekê bike, ez jî dê hêzên çekdar bikişînin herêmên şer lê neyî û her wiha ji bo yên din jî tişta ji destê min were, ez ê bikim. Divê Meclîs pêşiya min vebike.”
LI HEMBER ÇÊBÛNA ŞER PÊWÎST E EWLEKARIYÊN BAŞ BÊN GIRTIN
Di hilbijartinê de ji sedê 50 deng girtina AKP’ê, dîsan di rêjeyek girîng de zêdekirina dengan û parlementeran ya BDP’ê, her wiha di demê hilbijartinê de ku CHP’ê derbarê mijarên weke avakirina komîsyona heqîqetan, komîsyona aqilmendan, xweserî û destûra bingehîn ya demokratîk de beyan dan, ez jî fikirîm ku jibo ev pêvajo hîn baştir pêş bikeve şensek bidim vê pêvajoyê. Ev hemû hêviyeke jibo çareseriyekî destûra bingehînî. Evana hemû li ber çav girtin, em jibo niha şerê gel yê şoreşgerî nagirin rojeva xwe. Lê belê ger êrîş berdewam bikin, KCK jî wê li ser bingehê xweparastina rewa bersiva pêwîst bide. Pêwîst e çêbûna şer bifikirin û ewlekariya xwe baş bigirin. Ger binçavkirin,girtin berdewam bikin mafê KCK’ê jî heye li beramberî wan ew qas bin çav bike, bigire û darezîne. Bila xelet neyê fêmkirin, ez ne alîgirê şer im, ez îlana şer nakim. Lê belê KCK di daxuyaniyên xwe de dide diyarkirin ku, di vî alî de amadekariyên wan hene, nirxandinên wan yên wisan hene. Jixwe ev pêvajo di van şert û mercan tenê dikare çend mehan berdewam bike.
PÊWÎSTE EV FIRSENDA DÎROKÎ PIŞTGUH NEYÊ KIRIN
Ez li vir, di van şertan de ez nikarim biryara şer bigirim, pêwîste êdî ev yek baş were fêmkirin. Weke demên borî çêbûyî, ew hilbijartin wê çêbibe, ev hilbijartin wê çêbibe, jiber wan-van sedeman pêwîste ev firsenda dîrokî neyê piştguhkirin. Baş bû di hilbijartinê de AKP’ê sedê 50 girt, ev di çareserkirina pirsgirêka Kurd de berpirsyartiyê têxe ser milê AKP’ê, nirxandinên wisan tên kirin. Ez jî tevlî van nirxandinan dibim. AKP berpirsyartiya ku dikeve ser milê wê pêwîste pêk bîne û pirsgirêka Kurd çareser bike.
EZ Ê BÊHNFIREHIYA XWE, BI AQILÊ SELÎM TEVBIGERIM
Dema ku em li vir li ser çareseriya destûra bingehîn disekinîn û dixebitîn, Serokwezîr digot ger berê ez bam, min wê daliqandiba- ser jê kiriba. Ez ziman çawa ku ne li gorî pêvajoyê ye ew qas jî ne exlaqi ye. Ez nayêm tehrîk û qêrînên Serokwezîr. Li rexmî van hemû tiştan min bêhnfirehî û aqilê selî xwe parast û ezê biparêzim jî. Ev qêrîna şer ya Serokwezîr wê bi min biryara şer nede girtin. Pêwîste AKP vê bizane, pêwîste min fêm bike. Bi rastî jî pêwîste em dawî li girtinan, binçavkirina, kuştina gêrîlla û leşkerên ciwan bînin. Rêya vê jî çareserkirina pirsgirêka Kurd ya di destûra bingehîn ya demokratîk de û pêşve birina wê de ye. Mirina gêrîllayan ya leşkeran û ya ciwanan min xemgîn dike, ez li hember van mirinan gelek zehmetiyan dikişînim. Ev 13 sal e ez dibêjim û niha jî dibêjim. Çima hesasiyetên min, fikrên min nayên fêmkirin. Pêwîste rewşenbîr û rojnamevan jî min fêm bikin, pêwîste piştgiriyê bidin hewildanên min û alîkariyê bikin.”
Ocalan herî dawî ev tişt gotin: “Herî dawî ez dixwazim behsa Hatîp Dîcle bikim. Pêwîste bê berdan û bişînin Meclîsê. Neberdana wî wê rîskên mezin yên siyasî hilgire, wê bê wateya derbeyek li hewildanên me yên çareseriya aştiyane.
Ez silavan li gelê me yê Şirnex û Amedê dikim. Ez bi taybet gelê me yê Colemêrgê pîroz dikim, ez jibo wana silavên xwe yên taybet rê dikim. Jiber encamên hilbijartinê ez gelê me yê hemû herêman pîroz dikim û silav dikim.