1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ocalan: Şoreşa rastîn şoreşa Rojava ye
Ocalan: Şoreşa rastîn şoreşa Rojava ye,ocalan,şoreşa,rastîn,şoreşa,rojava,ye

Ocalan: Şoreşa rastîn şoreşa Rojava ye

“Heya dawiyê xwedî li şoreşa Rojava derbikevin. Ti kes nikare vê şoreşê înkar bike. Helwesta herî birûmet û bibiryar xwedî derketina li şoreşê ye.”

A+ A-

ÎDIR 24.11.2013 11:34:47 Serokwekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wan re gotiye; “Heya dawiyê xwedî li şoreşa Rojava derbikevin. Ti kes nikare vê şoreşê înkar bike. Helwesta herî birûmet û bibiryar xwedî derketina li şoreşê ye.”

Xwarina hevpar ya ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya Îdirê ve ji bo esnaf û bernamzetên şaredariya BDP’ê hate dayîn, Parlementera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Buldan, Serokê BDP’ê Îdirê Mehmet Anar û Şaredarê Bajarê Mezin yê Wanê Bekir Kaya beşdarbûn.

Di xwarinê de Buldan axivî û behsa hevdîtina Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan û Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li Amedê kir. Buldan anî ziman ku, ev hevdîtin di encama bêtehemuliya li hemberî destkeftiyên gelê Kurd ên Rojava pêkhatiye û got: “Rojava xeta me sore. Şoreşa li Rojava tê kirin, şoreşa me ye. Em heta mirina xwe dê xwedî li şoreşa Rojava derbikevîn.”

Buldanê da diyarkirin ku, di hevdîtina li Îmralî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wan re gotiye ‘heya dawiyê xwedî li şoreşa Rojava derbikevin’ û destnîşan kir ku, her kes neçare mafên ku di encama têkoşînê de li Rojava hatine bidestxistin nas bike.

Buldan bilêv kir ku, “Bila Birêz Barzanî li qusûrê nenêre, ji ber ku nûnerê gelê Kurd yê Başûre em nirxê didinê. Pêwîste ew jî rêzê nîşanî kurdên Rojava bide û Birêz Ocalanê ku weke rêber ji xwe re dibînin qebûl bike. Birêz Ocalan ji me re got, ‘Şoreşa Rojava şoreşa me ye. Min li ser pişta şêrê têkoşîn da. Min li wir 20 salan bi gelê Rojava re têkoşîn da meşandin. Şoreşa Rojava aha encamê têkoşîna wê demê ye. Ti kes nikare vê şoreşê înkar bike. Helwesta herî birûmet û bibiryar xwedî derketina li şoreşa wire’.”

Buldan têkildarî hilbijartinên herêmî jî axivî û got, di rastiyê de rêjeya girtina deng ya di hilbijartinên herêmî de û qezenckirina hêjmara şaredariyan piştgiriya pêvajoyê ye.

Buldan destnîşan kir ku, pêvajoya Ocalan li hucreya yek kesî dayî destpêkirin ji bo gelê Kurd pir girînge û anî ziman ku, encama ku hilbijartinên herêmê derxîne holê, dê ji aliyê gelê Kurd ve bibe nîşaneya piştgiya pêvajoyê. Buldanê got: “Ev deynekê stoyê me ye. Ev deynekî wijdanê ye. Pêwîste her hevalek hinek wijdanî nêzî vê pêvajoyê bibe.”