1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Occupy Stockholm ji bo Kurdan meşiya
Occupy Stockholm ji bo Kurdan meşiya,occupy,stockholm,ji,bo,kurdan,meşiya

Occupy Stockholm ji bo Kurdan meşiya

A+ A-

Koma bi navê Occupy Stockholm a ku ji 15’ê mijdarê ve parka li ber Bankaya Navenendî ya Stochkolmê dagîr kiriye, bi boneya zextên li ser Kurdan protesto bikin û piştgiriyê bidin Kurdan duh xwepêşandanekê li dar xistin.

Xwepêşandêr ji parka ku dagîr kirine, ber bi balyozxaneya Tirk a Swêdê de ve meşiyan û di meşê de bênavber li dahûlê xistin û dirûşim qêriyan. Polîsan balyozxaneya Tirkan dorpêç kirin û nehiştin xwepêşandêr nêzîkê avahiyê bibin. Xwepêşandêr 300 metre li dûrê avahiyê hatin rawestandin. Xwepêşandêran di çalakiya xwe dirûşimên “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehinime”, “Bila Tirkiye ji NATO derkeve” û “Dawî li zextên li ser Kurdan bînin” qêriyan.

Ji bo pêşkêşkirina daxwazan, polîsan destûr dan ku tenê du xwepêşandêr nêzîkê avahiyê bibin. Lê rayedarên balyozxaneyê nameya xwepêşandan wernegirt.

Yek ji xwepêşadêrên ku beşdarî çalakiyê bibû Anna Salmon a 68 salî bû. Salmon diyar kir ku çavkaniya hemû newekheviyan sîstema emperyalîst-kapîtalîst e û got ku ew ji bo hevkariya dewleta Tirk a bi emperyalîzmê re û zextên wên li ser Kurdan portesto bikin beşdar bûne.

Xwepêşandêran name li ber deriyê balyozxaneyê danîn û di nameyê de hate xwestin ku nasnameya Kurdan di makeqaûnên de were naskirin û daxwaza zimanê zikmakî û xweseriyê yê Kurdan were qebûlkirin.

ANF NEWS AGENCY