1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ok: Girêka hişk wê li Îmraliyê vebe
Ok: Girêka hişk wê li Îmraliyê vebe,ok,girêka,hişk,wê,li,îmraliyê,vebe

Ok: Girêka hişk wê li Îmraliyê vebe

Sabrî Ok: Hinek tişt hene mirov dikare sebir bike, taloq bike yan jî bi şêwazekî din nêzîk bibe. Lê dema mijar Rêber Apo be ne tehemul, ne jî sebr mimkûn e. Em gihîştine vê nuqteyê

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Ok destnîşan kir ku rojeva tevgera wan bi giştî rastiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got; “Fatureyên wê belkî îro û pêşerojê ji bo mirovahiyê, civaka Tirkiyê û taybet gelê Kurd girantir û xetertir be. Zûtir îro ji destê kê çi tê, çi hêza kê heye, îro lazim e seferber bike.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di bernameya “Rojeva Welat” ya Stêrk TV de pirsên rojnameger M.Emîn Yildirim bersivand.

Bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 17 meh in hevdîtin pêk nayên. Piştî teşebûsa darbeya 15’ê Tîrmehê fikarên der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de zêde bûne. Ji bo hevdîtin bi birêz Ocalan re çêbibin ev demeke dirêj e li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat çalakî hene. Herî dawîn li Amedê 50 siyasetmedarên Kurd bi armanca ku hevdîtin bi birêz Ocalan re çêbibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.Dewleta Tirkiyê çima ev daxwazên gelê Kurd nabîne û heyetekê naşîne Îmraliyê?

Bêguman sedemên vê hene. Dewleta Tirkiyê li ser Rêber Apo û bi giştî li ser tevgera me polîtîkayek pir zana, kûr û taybet dimeşîne. Naxwaze Rêber Apo rola xwe bilîze û hewl dide ku Rêber Apo bêbandor bimîne û têkiliya hereketa me û Rêber Apo qut bibe. Hesabên wan ne tenê îro, ji destpêkê ve her tim hene. Hereket çawa lawaz bibe, heta pirsgirêkên wan derkevin û çawa bikaribin tasfiye bikin. Sedemên wê cuda cuda hene. Lê pozîsyona îro Rêber Apo tê de bêguman mesajên vê hene. Dewleta Tirkiyê baş dizane ku hereketa me û bi temamî gelê Kurd wateyeke çawa dide rastiya Rêber Apo. Lê rexmî vê bi zanebûnê dîsa jî siyaseteke wisa dimeşîne. Ev siyaset bêguman bi armancên wan ve girêdayî ye. Armancên wan çi ne? Herhalde jê bawer dikin an jî hez dikin ku ev xewna wan pêk bê ku PKK’ê çawa tasfiye bikin. Dema armanc tasfiyekirina hereketa me û partiya me be, şêwazên wan, şerê li dijî me û taktîkên li dijî me bi kar tînin jî li gorî vê ye. Di vir de rola Rêber Apo bêguman muhîm e. Her tim muhîm bû, îro hîn jî muhîmtir e. Wexta ku nêzîkatiya wan li ser Rêber Apo weke tecrîd û îzolasyon be, wateya wê weke hevalên me û rêveberiya me aniye ziman û me jî dubare dubare aniye ziman yanî şer e. Em her tim dibêjin nêzîkatiya dewleta Tirkiyê li ser Rêber Apo siyaseta me diyar dike. Sedema şer e jî, sedema çareserî, aştî û tiştekî din e jî. Îro wan biryara şer daye. Hem jî şerekî çawa. Belkî ji roja destpêkê heta niha di nava şerê li dijî me de, şerê herî dijwar, herî bêexlaq û bêqûral bi her şêwazî bi kar tînin.

BILA DEWLETA TIRKIYÊ MECBÛR BIMÎNE KU AGAHÎ BIDE

Bi vê girêdayî Rêber Apo li wê derê tecrîdkirin, di bin îzolasyonê de hiştin, têkiliya hereketê û civaka me ji Rêber Apo qut bikin û Rêber Apo bêbandor bihêlin. Ev hem biryara şer e ku çiqasî xwedî û xwedî biryar in di şêr de, hem jî weke rehîneyekî di destê xwe de bigirin ku li ser hereketa me û gelê me bi kar bînin. Bi vê gav bi me paş de bidin avêtin û li ser me bandor bikin. Tabî ev tiştekî bêexlaq û bêqural e. Hevalên me, rêveberiya me û pir hevalan cuda cuda aniye ziman; ne gelê me, ne hereketa me vê tu caran vê qebûl nake. Jixwe salek û nîv zêdetire ti agahî ji Rêber Apo tune. Ne malbat, ne parêzer, ne hereketa me kes nizane rewşa Rêber Apo çi ye? CPT çend meh berê jî çû ziyaret kir, wisa hat gotin. CPT jî çend meh derbas bû ti daxuyanî û îşaret neda. Kes nizane rewşa Rêber Apo tê de ye çi ye. Taybet jî piştî 15 Tîrmehê ew darbe hat xwestin pêk bê. Di çapemeniyê de jî derket û tê zanîn fermandarên artêşa Tirk ên wê derê çend kes hatin girtin. Çend roj beriya vê birêz Selahattin Demirtaş û hin hevalên din anî ziman wê şevê li Îmraliyê şer derketiye. Ev hemû sedema çi ye? Sedema partiya me û gelê Kurd, esas ne tenê gelê Kurd jî gelê li hemberî mirovahiyê xwe berpirsyar dibîne, kesên weke şoreşger weke bi nirxên mirovahiyê girêdayî, ji bo her kesî ji bo têkoşînek pir rûmet taybet ji bo me sedema şerekî pir dijwar û giran e.Sedema serhildan û sedema çi huner, çi qabiliyet, çi derfeta me heye hîç wext em winda nekin, hema îro her tiştî seferber bikin. Bila dewleta Tirkiyê mecbûr bimîne û der heqê Rêber Apo de agahî bide me. Di vê nuqteyê de daxwaz hene. Daxwazên pir mirovî û maqûl in. Hat xwestin agahî bê dayîn. Dewleta Tirkiyê hîç muxatab nebû, ti daxuyanî nedan. Halbukî dizane bêdengiya wan gumanên me, tirsa me hîn mezin dike. Dizanin ku helwesta wan wisa dewam bike gelê Kurd ew ê li şûna xwe nesekine. Hereketa me qet ew ê vê qebûl neke û tehemûl nekin. Dîsa israr kir û ti agahî neda, hem jî derfet neda ku parêzer yan jî malbat biçin Rêber Apo bibînin. Niha di vir de çi heye? Ya heqeten li Îmraliyê şer heye, tiştek heye naxwazin kes pê bihese û bizanibe. Jixwe îzolasyon, zext û tecrîd li ser Serokatî heye, asta vê çi ye naxwazin kes bizanibe. Heqeten weke xapandinekê di me de çêbike.

EV ROJIYA BIRÇÎBÛNÊ ÎRADEYÊ DIYAR DIKE Û BERPIRSYAREK E

Hesabên wan cuda cuda hene. Ti rê nedan û derfet nedan. Wexta wisa bû 5’êîlonê li Amedê 50 siyasetmedarên Kurd û demokrat rojiya birçîbûnê dest pê kirin. Ev rojî heqeten rojiyeke ku îradeyekê diyar dike û berpirsyariyek e. Berpirsyarî ji ku tê li hemberî Rêber Apo û heqîqeta gelê Kurd erkê xwe pêk bîne. Di heman demê de pêşiya hin xeteriyan bigire. Hewl bide ku dewleta Tirkiyê eger aqil bi wan re hebe hîn bi mirovîn bifikire. Di heman demê de îradeya gelê Kurd diyar bikin û di vê nuqtê de çiqas xwedî israr û bibiryar in û bi her kesî bidin fêmkirin. Muheqeq agahiyekê ji Rêber Apo bigirin û ji bo vê armanca vê rojiya birçîbûnê pir muhîm e. Rojiya birçîbûnê bi xwe pir bi rûmet e. Ez bawer im rojeva gelê Kurd û gelê şoreşger û gelê azadîxwaz ên Tirkiyê de cih girtiye, hewldanên pir kesan jî bû. Ji vir şûnde pêvajoya pêş esas hinekî ev çalakiya rojiyê ew ê diyar bike.

RÊBER APO ROJEVA TIRKIYÊ, KURDISTANÊ BI GIŞTÎ DIYAR DIKE

Ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya 50 siyasetmedarên Kurd banga we ji bo hêzên demokratîk û azadîxwaz ên li Tirkiyê û di heman demê de ji bo gelê Kurd jî banga we çi ye?

Banga me ji berê vir ve me pir caran anî ziman. Banga ev kesên çalakiyê pêk tînin 50 kesên di rojiya birçîbûnê de ne. Ev mesele tenê ne meseleya gelê Kurd e. Tenê ne meseleya hereketa me ye jî. Rêber Apo siyaset û rojeva Tirkiyê, Kurdistanê bi giştî diyar dike. Taybet li ser Rojhilata Navîn çi rola Rêber Apo heye tê zanîn. Giraniyek, bandorek wî û heqeten tespît, analîz û siyaseta diyar dike pir muhîm e. Kes nikare bêje em vê nabînin yan jî nekin rojeva xwe ji ber ku ewqas muhîm e. Pirsgirêkên Rêber Apo mirov ji aliyê siyasî bigire dest. Hemû civakên Tirkiyê weke azadîxwaz, sosyalîst û şoreşger, taybet kesên bindest, kedkar û zêdetir jin dîsa ciwan li hemberî Rêber Apo tabî xwe berpirsyar dibînin. Weke rolekê didin xwe û hewl bidin ku li hemberî zext û tiştên weke derveyî mirovîn li ser Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirkiyê pêk tê bersiv bidin. Ev pêwîst e û rast e jî. Zêdetir jî gelê Kurd tabî. Ne tenê li Kurdistanê di heman demê de li Tirkiyê. Tê zanîn eger îro li ser Rêber Apo zext heye ew zext ji bo hemû gelê Kurd e. Eger îro zextek li ser Rêber Apo heye, li ser hemû gelê Kurd e. Eger di kesayeta Rêber Apo dixwazin roja gelê Kurd bê tarîkirin, gelê Kurd di vê zanebûnê de ye jî. Ji bo vê tabî ku gelê me ew ê rabe ser piyan, ji bo xwe rabe ser piyan.

GELÊ KURD BI RÊBERTIYA RÊBER APO Û BI AZADIYA RÊBER APO ENCAX AZAD BIBE

Di daxuyaniyan de car caran tê ziman em li Rêber Apo xwedî derkevin. Ez bawerim Rêber Apo vê bibihîze ew ê bêje beriya her tiştî li xwe xwedî derkevin. Pêwîstiya we ji azadiyê heye. Lê gelê me jî dizane ku bi rêbertiya Rêber Apo, bi azadiya Rêber Apo encax ew ê azad bibe. Formulasyan di vir de ye, ji bo vê watedayîn heye û rast e. Derveyî azadiya Rêber Apo, derveyî jiyana Rêber Apo gelê Kurd ew ê ne azad be û jiyaneke weke rûmet bikaribe bijî. Gelê Kurd vê dizane. Hebûna Rêber Apo, jiyana Rêber Apo, nêzîkatiya dijmin li ser Rêber Apo di heman demê de weke li ser xwe digire dest. Ji bo vê ew ê rabe ser piyan. Ev destpêkek e.

ROJ ROJA KU ERKÊ XWE LI HEMBERÎ RÊBER APO BI CIH ANÎNE

Ji demekê vir de hereketa me xist rojeva xwe. Rojeva hereketa me bi giştî rastiya Rêber Apo ye. Ji hemû tiştên din girîngtir, sereketir û rûmetir e. Mesele şerê me û dewleta Tirkiyê bi vê girêdayî. Şerê li çar parçeyên Kurdistanê bi wê derê girêdayî ye. Şerê Rojava û dewleta Tirkiyê bi wê derê girêdayî ye. Ji hemûyan sereketir û muhîmtir îro, roj roja mirov li rastiya Rêber Apo xwedî derkeve. Erkê xwe li hemberî Rêber Apo pêk bîne. Li gorî wê encax bikaribe bibe bersiva pêvajoya em tê de. Ez bawer dikim eger dewleta Tirkiyê aqil nede serê xwe yanî hîn maqûl nefikire, rê nede ku rastiya Rêber Apo çi ye, heyet neçin, malbat neçin yan jî parêzer neçin. Ev weke çirûskekê ye. Li kû bisekine ne diyar e. Gelê me di vê zanebûnê de ye. Pêwîst e wisa bizanibe. Li her derê rabe ser piyan.

DERENGMAYIN XETERIYA LI ÎMRALIYÊ HÎN MEZIN KIRINE

Roj esas ev roj e. Heqeten hinek tişt hene, dibêjin di wextê de. Wext muhîm e. Wext ew roj e. Derengmayîn windakirine. Deregnmayîn gunehkarî ye. Derengmayîn ew xeteriya li Îmraliyê tê jiyîn hîn mezin kirine. Fatureyên wê belkî îro û pêşerojê ji bo mirovahiyê, civaka Tirkiyê û taybet gelê Kurd ew ê girantir û xetertir be. Zûtir îro ji destê kê çi tê, çi hêza kê heye, îro lazim e seferber bike. Mesela jin, ez ê nebêjim tenê jinê Kurd jî. Tabî pêşengtî jina Kurd, jinên azadîxwaz ên di nava têkoşînê de. Lê bi giştî jinên cîhanê û taybet yên Tirkiyê. Mesela ciwan, civak bi giştî îro rabe ser piyan. Dewleta Tirkiyê careke din bizanibe ku çawa rojane û Her tim em dibêjin “Bê Serok Jiyan Nabe” ev rastiyek e. Di jiyana me de , pratîka me de vê bizanibe. Cidiyeta vê bizanibe. Bawer bikin ew weke dixwazin naçe. Em bi têkoşîna xwe û bi helwesta xwe vê bi dewleta Tirkiyê bidin fêmkirin. Ew cidî hereket bikin ku li gorî rastiya Rêber Apo cidiyet û polîtîkayek wan hebe. Gelê Kurd vê helwestê ew ê pêş bixe.

LI HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ RABIN SER PIYAN

Bangawaziya me ew e ku em bi şev û roj, 24 saetan hemû mijlûbun, lêgerin, hewldan û têkoşîna me li ser vê be. Jixwe hemleyê gerîla pêş dikeve, hereket bi her awayî dijmin tengav dike. Sedem ew e ku bi rewşa Serokatiyê girêdayî ye. Derveyî welat dîsa hemû civaka me, dostên gelê Kurd û hereketa me rabin ser piyan. Li ser çar parçeyên Kurdistanê rabin ser piyan. Yanî rojeva xwe diyar bikin. Mesele ew dema komploya navneteweyî tê zanîn, 15’ê Sibatê heqeten rojeke cuda bû. Dijmin çiqas xwest di kesayeta wê rojê de qedera gelê Kurd tune bike, tarî bike. Gelê Kurd û dostê gelê Kurd esas di wê rojê de îradeya xwe nîşan dan û her kes matmayî ma. Çawa ew civak û gelê Kurd li her derê û bi her awayî li Rêberê xwe xwedî derdikeve. Îro dîsa wisa pêwîst e.

GIRÊKA KOR EW Ê LI ÎMRALIYÊ VEBE

Bangawaziya me ji akademisyen, rewşenbîr, şoreşger, sosyalîst, jin, civak, Tirkiye, Kurdistanê ew e ku bizanibin darbeya Erdogan ew ê bê sînor hîn jî pêş bikeve. Yanî her roj hedefên wan hîn berfireh û mezintir bibe. Herkes ew ê para xwe di vê lêdan û zexta faşîst û dîktatoriya AKP’ê de bibîne û xeter be ji bo hemûyan. Yanî ev girêka kor eger vebe li Îmraliyê ew ê vebe, bi Rêber Apo ew ê vebe. Ji bo vê hemû enerjî, ked, hewldan, berxwedan, têkoşîn di vê nuqtê de pêwîst elêhûrbûna li ser nuqteyekê çêbibe . Ev ji bo hemûyan weke erkekê ye.

DEMA ROJEV RÊBER APO BE HER TIŞT JI BO ME MEŞRÛ YE

Bi vê greva birçîbûnê re li her derê çalakiyên gelê Kurd her diçe zêdetir dibin. Her wiha ev demeke hêzên gerîla darbeyên giran li Artêşa Tirk dixin. Di pêşerojê de dema agahî ji birêz Ocalan neyê girtin di pêşerojê de tabloyeke çawa tê xuyakirin?

Tabloyek Erdogan û dewleta Tirkiye û AKP jî lazim e hesab bike. Min got li ku dest pê bike, li kû derê çawa bisekine ne diyar e. Em vê dubare tînin ziman. Pêwîst e her kes bizanibe. Di serî de dewleta Tirkiyê bizanibe. Dema rojev dibe Rêber Apo, dema pirsgirêk a Rêber Apo be, ji bo me her tişt meşrû ye. Em nikarin vê qebûl bikin. Hinek tişt hene mirov dikare sebir bike, taloq bike yan jî bi şêwazekî din nêzîk bibe. Lê dema mijar Rêber Apo be ne tehemul, ne jî sebr mimkûn e. Em gihîştine vê nuqteyê. Tabî gerîla hîn xurtir, hîn di asteke jor de, hîn çalakiyên çawanî û encamgirti, hîn jî ew ê dewleta Tirkiyê çawa bihejîne, çawa hîn baş karibe bandor bike û darbeyê lê bixe. Ew ê ev bibe. Ne tenê li çiya, li bajaran û gundan jî. Ne tenê li Kurdistanê tabî li metrepolan jî. Ew ê vê nebêjin hem destê xwe bixin qirika gelê Kurd, bênefes bihêle û bi her awayî zext li ser Rêber Apo be, di milê din de li metrepolan jiyanek normal xwezayî hebe ev ne mimkûn e. Eger agir ket rojeva gelê Kurd û Kurdistanê. Ev agir ew ê geş û belav bibe. Li hemû deran bandora xwe diyar bike.

ARTÊŞ Û DEWLETA TIRKIYÊ LI HEMBERÎ GERÎLA BÊÇARE MAYE

Şêwazê gerîla, gerîla tabî serkeftî ye. Ez dikarim bêjim bi salan vir ve belkî cara yekem di wê astê de heqeten dewleta Tirkiyê û artêşa wan li hemberî çalakiyên gerîla gêj bûye. Nikare rotayekê bigire. Hemû çapemeniya xwe bi kar tîne, bikaribin propagandayekê bikin, lê vala ye. Artêş û dewleta Tirkiyê li hemberî gerîla bêçare maye û ew ê vê hîn xurt bike. Çalakiyên civakî ew ê hîn xurt bibin. Îro ketina rojiya birçîbûnê dibe ku sibê bikevin rojiya mirinê. Îro li Amedê ketine dibe ku çend cihên din bikevinê. Îro li Kurdistanê li Bakur çalakî zêdetir û sereke li pêş in, li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hebe. Têkoşîna vê ya siyasî, dîplomatîk, bi her awayî bê dayîn. Tenê bi çalakiyên gerîla û rojiyên birçîbûnê na. Bi her awayî. Ew dewleta Tirkiyê ya der mirovîn û hemû siyaseta xwe li ser tunebûna gelê Kurd ava dike, rêxistin dikin û çawa şerekî qirêj, bêexlaq û bêqûral dimeşînin, li dijî vê dosyayên wê bê dayîn, dîplomasî ew ê bê dayîn, gerîla li bajaran û çiyan hîn di asteke jor de hîn bi taktîk û teknîkên nû pêş bixin. Çi hêza me heye tabî bi zêdetir biçin ser dewleta Tirkiyê. Dewleta Tirkiyê ew ê li Kurdistanê nikaribe nefesê bigire. Hîn jî hewl didin li ser Serokatiyê zext bikin ku hereket gav paş de bavêjin. Serokatiya me vê qebûl nake, karaktera Rêber Apo wisa ye. Ji bo berjewendiyên gelê Kurd, azadiya gelê Kurd çi pêwîst be, talîmata wî Her tim wisa ye. Dewleta Tirkiyê di vê zanebûnê de ye. PKK ti caran stuyê xwe, serê xwe natewîne. PKK ti caran gavê bi paş de navêje. PKK ji hêza xwe û tecrûbeya xwe bawer e. Bi îmkanên xwe bawer e. Dikare hîn di asteke bilind de şerekî piralî li hemberî dewleta Tirkiyê pêş bixîne. Ew ê pêş bixe jî. Mesela çi derfetên wan hebe bi her awayî tên ser me. Encam li ber çavan e. Nikarin gavê bi pêş de bavêjin. Berovajî wê derbe li ser darbeyê dixwin. Niha rewşa artêşa Tirk ne baş e, rezîl û ruswa bûye. Ketiye bin lingan, bi propaganda dixwazin vê derbas bikin, lê ne rast e. Bi kurtasî gelê me di vê zanebûnê de ye, dewleta Tirkiyê vê bizanibe eger bersivek maqûl neyê dayîn, gerîla hîn xurtir çalakiyên xwe pêş bixe ew ê ne tenê li çiya û gundan sînordar nemîne. Li bajarê Tirkiyê û li hemû deran û bi her awayî çalakî pêş bikevin. Têkoşîna dîplomatîk û siyasî ew ê bê dayîn. Hele ka dewleta Tirkiyê ew ê bikaribe ji bin vê rabe, nikaribe rabe. Ew ê di bin bar û berpirsyariyeke mezin de be.

JI TIŞTÊN BIQEWIMIN TİRKIYE, ERDOGAN Û AKP BERPIRSYAR E

PKK hedefek ji xwe re diyar kir, li ser wê nuqteyê lêhûrbûn çêbibe, hemû hêz û îmkanên xwe li gorî wê hedefa xwe seferber bike û biherikîne ne mimkûn e ti hedef xwe li pêşiya me bigire.Sedî sed em ê pêk bînin. Lê weke hereketek bi berpirsyar bangawaziyên me dubare dubare hebûn. Gelê Kurd, gelê Tirk, mirovahî bila bizanibe ku êşê nekişîne, zêde xwîn nerêje, bila pirsgirêk bi şêwazekî demokratîk û siyasî bê çareserkirin. Lê me çiqas israr kir. Dewleta Tirkiyê dubare dubare bi şer hat ser me. Me jî çi got xwîna birijê, şerê pêş bikeve berpirsyar ne em in dewleta Tirkiyê ye.Ji vir şûnde jî wisa be. Tabî em ê ji hêza xwe bawer bin, tiştekî bi xwe re nehêlin çi hebe seferber bikin û çi bê jiyîn jî. Li hemberî vê dewleta Tirkiyê, Erdogan û AKP berpirsyar e. Em di wê baweriyê de ne ku di vê hedefa xwe de em ê bi ser bikevin.

LI BAKUR NERAZÎBÛN DIVÊ HÎN RADÎKAL BIN

Helwesta partiyên Kurdistanê li hemberî ev tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hûn çawa dibînin, taybet jî helwesta partiyên li başûrê Kurdistanê?

Helwesta partiyên Kurd li çar parçeyên û taybet jî li Başûr ez bêjim min baş şopand ew ê ne rast be. Heqeten min tam ne şopandiye, kîjan partî helwesta wan çi bû, çi daxuyanî dan û çi diyar kirin. Lê ez dikarim vê bêjim. Li Bakur helwest baş e, lê kêm e. Bi giştî hîn xurt, radîkal û zêdetir be. Rojhilat hinek partî hene tê zanîn daxuyaniyên wan hebû. Dîsa Rojava li gorî dizanim 16 partî bi hev re helwesta wan hebû weke daxuyanî dan. Li Başûr dengê hinek partiyan derdikeve, lê yên ku dernakeve mirov dizane. Weke PDK û çendekên wisa. Ti nerazîbûnên wan derneket. Ez ne agahdar im.

DIVÊ MESÛD BARZANÎ LI CEM GELÊ KURD CIH BIGIRE

Mesele hûn bipirsin pêwîst e ne pêwîst e ew jî nerazîbûn nîşan bidin? Em xwe dikin şûna wan. Mînak muqayese ne rast e. Em bêjin weke Rêber Apo, Rêber Apo rêbertiya gelê Kurd giştî ye. Lê weke muqayese. Em bêjin serokê PDK’ê yan jî partiyek din ji aliyê dijmin yan jî ji aliyê dagirker bên girtin û di zindanê de be, ewqasî zext û neheqî li ser hebe. Helwesta PKK’ê ew ê pir diyar be. Heta pir radîkal be jî. Di vir de hîç nabe ku PKK helwesta xwe sist bike yan jî di asteke bilind de dengê xwe diyar neke û li hemberî vê nesekine. Lê ev PKK ye. Îro Rêber Apo em bêjin di destê dewleta Tirikyê de li Îmraliyê ye, yek mirov bi kesayeta wî de qedera gelê Kurd tê xwestin ku bê tunekirin an jî li gorî wan bê nivîsandin. Ji bo Rêber Apo heta niha bi sedan mirovan “hûn nikarin roja me tarî bikin” bi vê şîarê xwe feda kirine li zindanê, Rûsya, Ewropa û çiya wisa bûye. Keç û xortên gelê Kurd bi dehan bi sedan xwe feda kirine li hemberî helwesta dagirkerî û rewşa Rêber Apo tê de. Îro dîsa derveyî mirovahiyê beriya her tiştî zext û neheqiyek li ser mirovekî heye. Ev mirov jî Rêber Apo ye. Nêzîkbûna dewleta Tirkiyê li ser Rêber Apo hem riya çareseriyê, aştiyê hem riya şerê dijwar û dijminantiyê vedike. Her kes di vê zanebûnê de ne. Lê ji partiyên weke PDK’ê me ti caran nebihîst li ser rewşa Îmralî û Rêber Apo vekirî daxuyaniyek dan. Yan jî ew nêzîkbûn û helwesta dewleta Tirkiyê şermezar kirin û xwedî derketin. Tiştekî wisa tune. Ev tabî rastiya wan dide ber çavan. Gelê Kurd hemû tiştî dibîne û dîzane. Dewleta Tirkiyê çawa dixwaze hinek derfet û fersendan li hemberî hereketa me û gelê Kurd hîn bi şêwazekî komkujî û qirêj pêk bîne. Lê PDK piranî li cem wan tê dîtin. Mesela demê dawîn wisa bû. Wexta dewleta Tirkiyê Cerablus dagir bike wan rojan serokê PDK’ê li Enqereyê bû. Çi rol dan PDK’ê em nizanin. Lê xwestin mesajekê bidin. Mesûd Barzanî li cem me ye, ew jî Kurd e. Ti dijberiya me li hemberî Kurdan tune. Weke ji komkujî û dagirkirina xwe re îmajeke hinekî sivik bike. Rolek wisa dane. Diheman demê de rewşa Serokatî di rojevê de ye û gelê Kurd li ser piyan e. Ma ne pêwîst e serokê partiya Kurd bêje gelê Kurd di vê nuqteyê de mafdar e, ev nayê qebûlkirin. Pêwîst e dewleta Tirkiye wisa neke û xwedî helwest be. Berovajî wê rol û helwest li cem dewleta Tirkiyê ye. Tabî ev tê zanîn. Ez naxwazim îla tiştekî bêjim, lê rastî wisa ye. Ev rastî van tiştan bi me dide gotin. Pêwîst e vana hîn bi ruhekî Kurdî, mirovîn, demokratîk û tiliya dagirkeriyê nexin nav pirsgirêkên me yên navxweyî, bikaribin xwe bi xwe çareser bikin û di vê zanebûnê de bin.

HEMÛ PARTÎ DIKARIN BI HEV RE NERAZÎBÛN NÎŞAN BIDIN

Eger PKK nebe, eger têkoşîna gelê Kurd ya Bakur nebe nikare weke îro ti kes bijîn. Ti mayîndebûna qezenckirina parçeyên din jî tune. Li cem dewletên dagirker çi hiqûq, çi edalet, çi exlaq heye ku pê girêdayî be. Derfet çi be, berjewendî çi be, xilas. Divê bizanibin ku PKK weke Her tim em tînin ziman hestiyê pişta hemû rêxistinên gelê Kurd û têkoşîna gelê Kurd e. Ew bikeve xeteriyê, ew ê hemû zirar bibînin. Yan hin kes vê nabînin, yan jî naxwazin fem bikin.Lê weke me gotiye gelê Kurd vê dizane. Yên dizanin xwedî helwest in. Mesele li derveyî welat, şoreşgerên cuda cuda ji Afrîka Latîn bigire tepkî pêş dikevin, akademisyen dengê xwe bilind dikin. Lê li kêleka me hinek partiyên Kurd ji vê rastiyê re çavên xwe digirin. Ew bila bifikirin. Berpirsyariya wan li hemberî gelê Kurd û dîrokê çi ye? Ev tê zanîn. Ji bo vê min yek û yek neşopand. Nerazîbûnên heyî rûmet in, lê li gorî min kêm in, hîn bilind û radîkal pêwîst e. Mesela hemû partî bi hev re weke îrade nerazîbûn nîşan bidin. Îradeya xwe bi îradeya gelê Kurd re bikin yek, dengê xwe bi dengê gelê Kurd re bikin yek. Yek hedef, neheqiyek li ser gelê Kurd û Rêber Apo heye li hemberî vê xwedî helwest bin.

BÎNALÎ YILDIRIM YEK TIŞT RAST GOTIYE ÇARESERÎ MARESERÎ TUNE

Serokwezîr Bînalî Yildirim herî dawîn li Amedê got çareserî mareserî tune. Ji bo pirsgirêka Kurd jî behsa çend projeyên aboriyê kir. Her wiha behsa stratejiyek nû dikin ku ew ê ne di rewşa parastinê de bin, bikevin tearûzê. Hûn van çawa dinirxînin?

Bînalî Yildirim yek tişt rast gotiye çareserî mareserî tune. Ev rast gotiye. Niyeta xwe, di serê wan de çi derbas dibe, siyaseta xwe eşkere kir. Jixwe wisa ye jî. Şerê heyî, komkujiyên li ser gelê Kurd, bersiva gelê Kurd, jixwe şerek e. Nav lê nayê kirin, lê şerekî navxweyî ye esas. Şerê li Kurdistanê li ser Botan, Cizîrê, Silopiya, Sûrê ma ji Helebê ne dijwartir û xetertir e. Nav lê kiriye rast e. Çareserî tune, lê pêwîst e hebe. Çi pirsgirêk be, çi şer be ew ê bizivire bizivire, bizivire herî dawîn çareserî pêş bixe. Ya hêzek hêza din bi temamî tune bike. Ev jî çareseriyek be. Lê du hêz bi giştî nikaribin hev tune bikin ew ê li hev bikin. Ev jî çareseriyek e. Em baş dizanin ku ti sedem tune em ji dagirkerî bawer bikin. Eger hêza dewleta dagirker a Tirkiyê têrê bikira û bikarîbûna heta niha bi awayekî yekalî deh caran bixwestina ev mesele çareser bikira. Kurdistan rast bikira bi komkujî û tasfiyekirin. Me got ev jî çareseriyek e. Nikarin bikin. Ez bêjim eger weke Helepçe dewleta Tirkiyê bawer bike tenê bi bombeyek 5 hezar însan bikuje û encam bigire. Teqez ew ê vê bike û bide berçavan. Lê dizane ku PKK ne Helepçe, deh Helepçe hebe ew ê bikaribe xwe biparêze û bibe bersiv. Ew ê li dijî wê bizivire, ji bo vê nake. Li nayê lihevhatinê jî. Tenê yekalî tasfiyekirin eger bikaribe li gorî wan ev jî çareseriyek e. Nikare tasfiye bike û rastiyê jî nikare qebûl nake. Yanî çi ye, me xwest we tasfiye bikin, me nikarî. Pêwîst e bi muzakereyê vê çareser bikin, vê jî qebûl nakin. Ev hinekî fazîlet û marîfet dixwaze. Ev fazîlet û marîfet di karakterê dewleta Tirkiyê de û di kesayeta Binalî Yildirim de pir ne muhîm e. Rast e îro çareserî tune. Erdogan wexta tengav dibe, hinek deriyan vedike. Demek ne gihîştiye wê astê, ber bi wê diçe. Em bê tawîz, bi her awayî, hîn radîkal heqetên vê têkoşînê û şoreşê pêş bixin hela ka çareserî heye an tune. Ew ê biçin ber lingên Rêber Apo wê wexta herhalde gavek bê avêtin. Lê ji bo îro Bînalî Yildirim rast gotiye. Tiştek wisa tune.

GELÊ KURD NE MUXTACÎ NAN Û XWARÎNÊ, MUXTACÎ AZADIYÊ YE

Ji bo pakêtên aborî. Ev bi aqilê gelê Kurd û mirovahiyê dilîzîn tabî. Ê ku ez dizanim ji destpêkê heta niha herî kêm 20-25 pakêtên wisa aboriyê piranî jî li Amedê eşkere kirine. Mesela birçîbûn, bêkarî, kargeh vekin, kredî bê dayîn û nizanim çawa bibe. Weke aborî rabe ser xwe, ev mesele ber bi çareseriyê biçe. Herî kêm 20-25 pakêtên wisa vekirin hemû fiyasko bûn. Hemû bê encam man. Çima? Beriya her tiştî gelê Kurd dizane mesela ne meseleya pakêtan e. Çiqas rê çêbikin, avahiyan çêbikin, fabrîka vekin û çi bikin. Gelê Kurd ne ji bo birçiye ku radibe ser piyan. Ji birçîbûnê hîn wêdetir û hîn girîngtir ne azad e ji bo vê radibe ser piyan. Nirx, kesayet, nasname nayê qebûlkirin, dixwaze di bin lingan de bimîne ji bo vê radibe ser piyan. Pakêt dibe ku dilê hinek kesan xweş bike. Weke çîna navîn. Ew jî ne weke berê ne. Meqesa Kurdistanê jî teng bûye, weke berê axaftin zehmet e. Rastî li ber çavan e. Dewleta Tirk dixwaze xîtabî hin kesên wisa bike û bi pakêtan bixwaze gelê Kurd bixapîne. Eger bixapiyana heta niha 20-25 pakêt vekirin ew ê bixapiyana. Eger çareserî hebûya heta 20-25 pakêt vekirin, heta niha 20 çareserî pêk bihata. Dêmek ev hemû bêencam û derew in. Propaganda ne. Mesele ne meseleyek aborî ye ku pirsgirêk bi aboriyê bê çareserkirin. Ji bo vê tu wateya wê tune. Helwesta gelê me jî Her tim wisa be. Em ne mecbûrê nan, xwarina te ne. Em azadî, rûmeta xwe û nirxên xwe dixwazin bijîn. Pakêtên te bila ji te re bin.

ESAS GERÎLA BI ÎNSIYATÎFA XWE TEARÛZÊ PÊŞ DIXÎNE

Ya din Bînalî Yildirim gotiye em di tearûzê de ne. Wexta Tansû Çiller cilên eskerî lê dikirin ew jî diçû Kurdistanê li tabûrên eskerî digeriya. Jinek hinek lingê wê û aqlê wê li hewa bû. Bînalî Yildirim jî kesekî wisa ye. Wî didin axaftin. Tearûz çi ye? Tiştekî din çi ye? Ne di wê zanebûnê de ye, ji xwe re diaxive. Roja wî gotiye ew ê di tearûzê de bin, di çapemeniyê de derket gerîla li Çelê sê helîkopter xistin. Du helîkopter darbe xwarin. Bi dehan kuştî û birîndarên wan hene. Hem jî ew cihê ku Bînalî Yildirim çûye wê derê. Gerîla li ser wir çalakî kirine. Yan ehmeq e, nizane ku rastiya vî şerî 40 salan çawa hat heta roja îro yan jî hinek dixwaze xwe tatmîn bike û diaxive. Jixwe çi di destê wan de hebû hemû seferber kirine. Esas tearûz bê gotin, gerîla bi însiyatîfa xwe vê pêş dixîne. Tê dîtin ku vê rastiyê vedişêrin. Mesela Rojhilat Navîn, Rojava û Sûriye, darbeya 15’ê Tîrmehê di bin vî navî û sîwanê de windahiyên bi dehan û bi sedan yên li Kurdistanê vedişêrin. Hema derbas dikin, ji vir û şûnde rewşa Bînalî Yildirim ew ê hîn xerab bibe.

TIRKIYE BI ERÊKIRINA AMERÎKA, RÛSYA, ÎRAN, REJÎM Û DAIŞ’Ê CERABLÛS DAGIR KIR

Herî dawîn ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve bi Cerablûs hat dagirkirin. Ev dagirkirina Cerablûsê li ser denge û tifaqên li Sûriyê bandorek çawa kir û denge û tifaqên nû ên çawa bi xwe derxist holê?

Tİrkiye ji dema Osmanî maye, karakterê wê yê dagirker heye. Piranî dewlet û civaka Ereb weke eyaleteke xwe dibîne. Lê wext ne weke wê wextê ye. Lê di mejiyê Erdogan de ev heye. Ti caran tehamul nekir, têkoşîna gelê Kurd, pêşketinên li Rojava yan jî pêşketinên li Sûriyeyê derveyî însiyatîfa wan. Hezm nekir, tehamul nekir. Her tim xwest rê û rêbazekê bibîne ku alozî û tevliheviyekê derxe. Herî dawîn Cerablus dagir kir. Dewleta Tirkiyê tenê bi hêza xwe û îradeya xwe nikare vê yekê bike. Ev der Rojhilata Navîn e. Yek tişt dibe sedema şerekî mezin. Hemû nakokî di nava hev de ne. Kesek li ser axa Sûriyê ne eleqedar tune. Ji Rûsya û Amerîka bigire heta Îran. Eger dewleta Tirikyê ket Cerablusê pir diyar e ku heta astekê Amerîka, Rûsya, Îran û Rejîmê bi xwe jî ew qebûl kiriye, yanî weke qehrementiyek dibêjin ketin Cerablûsê nizanim çawa kirin, DAÎŞ’ê jî qebûl kiriye. Di ser van hemû qebûlan Artêşa Tirk bê zehmet ket Cerablûsê. Ma li dinyê şerekî wisa heye? Baş e, çima ketê? Hemû berjewendî ne, endamê NATO’ye Amerîka heta derekê bêdeng ma. Her tiştê xwe ji Rûsya re pêşkêş kir. Tê gotin 5 milyar dolar dan Rûsya. Rûsya hinek bêdeng ma. Rejîm çima ku di heman demê de ew hewldan û êrîşên dagirkirina Tirkiyê li ser gelê Kurd e bêdeng ma, hinek derî vekir. Di heman demê de Îran wisa. Yanî heta astekê hemû ji vê re razî bûn. Xwestin li ser sînor şerîdeke teng dewleta Tirkiyê dagire. Dagirt jî.

JI VIR Û ŞÛNDE EW LI HEV KIRIN ZEHMET E

Heta vê derê hemûyan li hev kirin. Lê jê şûnde ev denge ew ê çawa li hev bikin, ev ne diyar e. Mesela herêma Şehba, Bab, Bakurê Helebê û nêzî Efrînê ew deran weke herêmek bi mayîn e. Hemû xeterî û nakokî di wir de veşartîne. Kî bi serê xwe biçe wir û çawa ji wir derkeve yan jî çareser bike ne diyar e. Bêguman hemû ji hev bandor dikin. Rûsya heta ku derê bêdengiya xwe biparêze em nizanin. Rejîm dîsa wisa. Lê texmîn nakim dewleta Tirkiyê heta Helebê biçe. Wê wextê tabî tiştekî cuda heye. Li ser rewşa Rojava destekbûn, dewleta Tirkiyê weke kanton nebin yek, ew hêrs û harbûna Tirkiyê di nuqteyekê de sekinandin, bûn bersiv. Lê ji vir şûnde DAÎŞ weke Cerablûs bixwaze Babê ji wan re berde? Eger Babê ji wan re berde te dît weke Reqa ber bi tasfiyebûnê biçe. Wê wextê DAÎŞ ew ê çi bibe?Nexwe Tirkiye wan bike mêvanê xwe, wan bide jiyandin. Nebe çawa berde? Yanî hesabên hinek qirêj û kûr hene. Pêwîst emirov van fêm bike. Van rojan li ser Helebê Rûsya û Amerîka li hev nakin. Dîsa tê xwestin korîdorek bê vekirin. Agirbestek çêbibe. Ne diyar e, aloziyek heye.

YA MUHÎM ŞOREŞA ROJAVA ÎRADEYA XWE YA AZAD ESAS BIGIRE

Muhîm şoreşa Rojava li hemberî vê derê xwedî helwest be, di wextê de ji hinek tiştan re bibe bersiv. Siyaseta xwe, îradeya xwe serbixwe û azad esas bigire ji xwe re. Ya muhîm ev e. Tabî ku mirov ji hinek tiştan bandor dibe û muhîm e ku mirov bide berçavan. Lê ji hemûyan muhîmtir biryara me bixwe azad be, ya muhîm ev e. Heta niha ev siyaset serkeftî bû û encam girt. Ji vir şûnde jî wisa israrek hebe û encam bigire. Û rê nedin tu kesli pêşiya her sê kanton bibin yek bibin asteng. Eger ew asteng dewleta Tirkiyê be, mirov rê nede dewleta Tirkiyê jî. Eger dewleta Tirkiyê bêexlaq û bêqanûn bi serê xwe heta Babê û Rojava ku derê biçe, di ti maf û qanûnên navneteweyî de tiştekî wisa tune. Mafê gelê Ereb, Kurd, Tirkmen, Asuri, Suryanî jî heye ku li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bide. Ev tiştekî bi rûmet e. Di wê baweriyê de me gelê ereb vê qebûl nake. Ew dagirkerî û zext ne tenê li ser gelê Kurd e, li ser gelê Ereb e, li ser qedera gelên ku li ser axa Sûriyê dijîn li ser hemûyan e. Pêwîst e hemû jî li ser dagirkirina Tirkiyê li ber xwe bidin.

TIRKIYÊ LI SER HELWESTA GELÊ KOBANÊ GAVA XWE BI PAŞ VE AVÊT

15’ê îlonê destpêka êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê ye. Tam jî di van rojên salvegera êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê de dewleta Tirk li ser axa Kobanê dixwaze dîwar lêbike. Ev yek tê çi wateyê?

Wate diyar e. Weke daxwaz û niyeta wan ew dagirkerî di her fersendê de diyar Dikin. Li ser gelê Kurd Her tim zextek hebe. Îradeya wan bandor bikin. Siyaseta li ser Rojava û li ser Sûriye bandor bikin. Nasekinin. Li ku derê li ser navê gelê Kurd tiştekî bi rûmet, gavek azadî pêşketin hebe li hemberî wê xwedî helwest in. Û taybet em bêjin Kobanê. Kobanê bi nav û dangê. Li dinyê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê hat qebûlkirin. Ev dewleta ehmeq, an jî ewqas har û bi hovîtî dijî, dike ku dîsa çavên wan li ser Kobanê ye. Xwestin 70-80 dîwar li ser axa Kobanê lê bikin. Çima mafê wan heye sînor derbas bikin û axa Kobanê dagir bikin. Ti mafên wan ên dagirkirin an jî zextê tune. Lê xwestin û heqeten cidî bûn. Eger gelê me li Kobanê ranebûya ser piyan, şehadet neda berçavan, bi qehrementî li ber xwe neda ew ê bihatina li kû derê bisekiniya ne diyar bû. Dîroka wan û taybetmendiyên wan wisa ne. Û dibêjin rejîm qebûl kiriye derbas bibin. Rejîm jî durûtiyê dike. Eger rejîm xwedî kesayet û rûmet be ew ê nebêje çi karê te heye li ser axa Sûriyê. Rejîm winda kiriye û Kurd wexta dibin mijar her çi be jî Kurd zirar dibîne û rejîm bi vê kêfxweş e tabî. Ji bo vê gelê me helwesta xwe diyar kir, li ber xwe da. Dewleta Tirkiyê ev biryar dît û mecbûr ma gavê bi paş ve bavêje. Niha li aliyê xwe maye. Lê mirov ne rehet be û bizanibe. Ev weke serkeftina berxwedana gelê me yê Kobanê bû. Heqeten jin, zarok, pîremêr hemû rabûn ser piyan û rojane qehrementî û helwesta xwe diyar kirin.

ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ YÊN LI SER ROJAVA DIVÊ BÊBERSIV NEMÎNIN

Lê ne tenê Kobanê niha li Sûriye, Rojava 900 km cîranê dewleta Tirkiyê ye. Xeteke pir dirêj e. Roj tune di nuqteyekê , li derekê ya yekî Rojava nehatiye şehîdkirin kuştin, yan jî şer û çalakiyek çênebûye. Hewldanên wan her tim hene. Gelê me di vê nuqteyê de hişyar be. Li gorî min dewleta Tirkiyê pêwîst e vê bizanibe. Çi êrîş, çi helwldan li ser Rojava hebe, muheqeq bersivek wê hebe. Eger li Rojava yek kes şehîd xistin, bila yên wan dudo hebe. Eger wan êrîş bir ser Rojava, bila du bersiva me ji wan re hebe. Yanî ne rehet bin û nebêjin me çawa xwestiye wisa bikin û nikaribin bikin. Şer dixwazin, gelê me yê ji vê re jî amade be. Di şerê me yê bi Tirkiyê re gelê me yê Rojava winda nake. Eger zêde zêde bên ser Rojava, gelê me yê Rojava ewqas bedel daye. Ew ê şoreşa xwe, rûmeta xwe bêguman biparêze. Sedema şer dewleta Tirkiyê ye. Ma rojava naçe axa Tirkiyê dagir nake. Lê wexta bikevin axa Rojava û her roj hinek kesan bikujin û şehîd bixin. Gelê me yê Rojava û rêxistinên Rojava û hêzên eskerî jî herhalde ew ê bêdeng nemînin. Herkes maneyekê bide vê, ev pêwîst e jî. Dewleta Tirkiyê ewqas ne rehet be. Mafê wan tune wê zilmê û neheqiyê li ser gelê Kurd bike. Li Kobanê jî xwestin wisa bikin, ji vir şûn de jî bixwazin wisa bikin. Ne rehet in, har bûne li hemberî şoreşa Rojava. Lê gelê me ew ê rê nede wan.

YEKBÛNA SÛRIYÊ BI FEDERASYONÊ EW Ê BÊ PARASTIN

Li gel vê aloziya li Sûriye jî gelê Kurd gavên girîng ên ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê davêje. Amadekariyên federasyonê têne kirin û tê gotin ku di demên pêş de ji bo federasyonê hilbijartinek li Bakurê Sûriyê çêbibe. Hûn vê rewşê û vê gavê çawa dinirxînin?

Em jî dişopînin û dibihîzin. Beriya her tiştî paradîgma û projeya Rêber Apo ye. Ev vê bizanibin û bibînin. Li Sûriyê projeyek demokratîk pêşdikeve û hemû civak, nasname û çandên li ser axa Sûriyê, bakurê Sûriyê qedera xwe kirine yek, weke pergala xwe diyar kirine federasyon dixwazin û rêveberiya xwe pêk bînin. Ji nava vê federasyonê Kurd, ereb, asuri, suryan, Tirkmen heta çeçen, ermen hemû civak, kesayet û nasname hene. Rêzikaname û qanûnên wan hatiye nivîsandin û di çapameniyê de derket car caran li ser nîqaş dibe. Heqeten mînakek dîrokî ye. Hemû civak xwe di nava vir de azad bibîne. Demokratîk bijîn pir muhîm e. Ev xebat em dizanin gihîştiye astekê. Di pêşerojê de weke serjimariyê çêbikin, axa bakurê Sûriyê herêma hatiye rizgarkirin çiqas mirov dijîn weke nifûsa wan bê zanîn, çiqas mirov dengê xwe bide ew bê zanîn. Hemû tişt bi nîzam, bi qanûn, bi demokratîk bê meşandin. Hewldan û hedef heye ku em texmîn dikin di hundirê du mehan de biçin hilbijartinê. Hilbijartinek demokratîk ji hemû kesan û çavkaniyan re vekirî. Hemû civak û çand xwe di vê hilbijartinê de bibîne. Çend kes bin jî îradeya wan di hilbijartinê de derkeve. Di îdareya Rojava bakurê Sûriyê de xwe temsîl bikin, di federasyona Bakurê Sûriyê de mafê xwe bijîn. Civak biçûk, mezin hîç girîngiya wan ferq nake. Hemû ol û çand têde hebe. Heqeten ber bi vê diçe, siyaset û dîplomasiya vê tê dayîn. Ev proje federasyonê ji bo çareseriya Sûriye jî projeya esasî ye. Niha li Sûriyê herkes hevdû dikujin di nava şer de ne, di nava hewldanekê de ne. Lê projeya tu kesî tune li ser pirsgirêkên Sûriye çawa bên çareserkirin. Tenê yê Rojava û Bakurê Sûriyê heye. Yanî gelê ereb, Tirkmen, asuri, suryan, Kurd di Bakurê Sûriyê de em ê çawa bijîn. Li ser vê gavê Sûriyê ew ê çawa jinûve bê avakirin, demokratîkbûn ew ê çawa bibe. Projeyek dîrokî ye û pir gavên girîng hatine avêtin. Hinek kesên ku bawer nedikirin weke xewn û xeyal dihat dîtin îro tê jiyîn. Ev proje û siyaseta wê başe. Niha mesela dewleta Tirkiyê û hinek nijadperestên ereb pir dixwazin vê nebaş bi kar bînin. Dibêjin federasyona Bakurê Sûriyê parçebûna Sûriyê ye. Halbûkî ne wisa ye. Esas yekbûna Sûriyê ew ê wisa bê avakirin û parastin. Siyaseta dagirker a îro sedema parçebûnê ye. Di dîroka Sûriyê de dema Fransiyan modelên wisa hene jixwe û hatine ceribandin û bingehek wê heye. Îro eger ev baş bê fêmkirin, ev federasyon qet ne parçebûna Sûriyê ye, ev federasyon qet ne li dijî Kurd, ereb û li dijî kesekî ye. Berovajî wê hemû civak, bi awayekî azad, demokratîk bi hev re bijîn. Ez bawer im ew ê di asteke hîn jor de bê qebûlkirin. Aliyê pratîk jî ev pergal ew ê xwe bi rêxistin bike û weke Bakurê Sûriyê weke federasyonê bibe mînak ji bo bibe modela Rojhilata Navîn.