1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ok: Kongreya neteweyî ji her demê bêtir îro pêwîst e
Ok: Kongreya neteweyî ji her demê bêtir îro pêwîst e,ok,kongreya,neteweyî,ji,her,demê,bêtir,îro,pêwîst,e

Ok: Kongreya neteweyî ji her demê bêtir îro pêwîst e

A+ A-

ZAL MED - BEHDÎNAN 23.06.2014 10:11:04 Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok da xuyakirin ku Kongreya Neteweyî ya Kurd ji her demê bêtir îro pêwistî pê heye û got, "Yekitiya gelê Kurd pêwistiya xwe bi saziyekê heye, ev jî bi kongreya neteweyî dibe. Eger Kurdistan bi hev re azad nebe, parçeyek nikare destketiyên xwe biparêze. Divê hemû rêxistinên Kurd bi hev re siyaseteke neteweyî bimeşînin."

Di vê pêvajoya ku têkildarî kombûna Kongreya Neteweyî ya Kurd de nirxandin û bangawazî di rojevê de ne Endamê Desteya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK)’ê Sabrî Ok ji ANF’ê re axivî. Ok got ku wek tevger Kongreya Neteweyî timî di rojeva wan de ye û wiha axivî; “Tê zanîn kongreya neteweyî her tim rojeva gelê Kurd û bi taybet jî di rojeva tevgerê me de ye. Serok Apo heya niha pir caran bangawazî kir, proje pêş xistin, xwest gavên pratîk bavêje. Li ser kongreya neteweyî nîqaşek hat çêkirin. Em weke tevger bi dilsozane nêzîkî kongreya neteweyî bûn. Di vir de me berjewendiyên neteweyî li ser her tiştî girt. Lewma ji derveyî me gelek rêxistinên din jî car caran qala kongreya neteweyî kirine. Bi rêya çapemeniyê daxuyanî dan. Weke mînak PDK’ê û dîsa YNK’ê jî li ser pêwîstiya kongreya neteweyî axivîn. Dema ku Serok Apo hê zêdetir xist rojeva me, em jî hê zêdetir li ser fikirîn.”

‘JI NÊZÎKBÛNA KONGREYA NETEWEYÎ RE TU XETA ME YA SOR TUNEBÛ’

Ok da xuyakirin ku wan ji bo Kongreya Neteweyî gavên girîng avêtine û wiha axivî: “Me xwest gavên girîng bavêjin û pê re jî encam bigrin. Lewma me bi berpirsiyarên PDK’ê re, bi YNK’ê re di asta herî jor de hevdîtin çê kirin. Me got ku em ji bo kongreya neteweyî cidîne. Eger bi rastî hûn jî cidîne em gav bavêjin. Wan ji me re gotin; ‘Em jî dilsoz in û em dixwazin kongreya neteweyî pêk bê.’Ji derveyî wan me tevgera Îslamî, Yekgirtû, Komela, Goran û pir tevgerên din jî agahdar kir, bi wan re hevdîtin çêkirin. Li ser vê bingehê li Başûrê Kurdistanê li Selahaddînê civînek çêbû, di vê civînê de çarçoveyek derket holê û komîteya amadekar jî hat diyarkirin. Wek tevger ji nêzîkbûna kongreya neteweyî re tu xeta me ya sor tunebû. Me xwest ku Kongreya Neteweyî xwedî cewher pêk bê.”

‘KONGRE DI MIJARA HEVSEROKATIYÊ Û DELEGASYONÊ DE XETIMÎ’

Ok di dewama axaftina xwe de da xuyakirin ku di warê serokatiya kongreyê û delegasyonê de ji aliyê PDK’ê ve pir pirsgirek derket û ev xal destnîşan kir, “Dan xuyakirin ku, ji derveyî kek Mesud nabe. Ji mijara delegasyon û serokatiyê de em pir bi dadwerane nêz bûn. Li gorî serjimêriya parçeyan nêz nebûn. Ji me xwestin hejmarên delegasyonan wekhev be. Ji wir ve pirsgirêk derket. Bi taybet PDK’ê hinek din zêde xwe spartin. Weke tevger me tu carî negot:‘Ya serokê kongreyê ji me be, yan jî kongre pêk nayê.’ Bi taybet hişmendiya PDK’ê rasterast ev bû; yan serokê kongreyê ji me be yan jî nabe. Serokatiya me pêşniyarek kir, pêşniyariya hevserokatiyê kir. Navê wan jî gotin, yek Birêz Mesûd Barzanî ya din jî Birêz Leyla Zana be. Bêguman nûnertiya jin jî girîng bû. Em bixwe çûn bi Birêz Mesûd re ev yekparve kir. Di hevdîtinê de pir zelal negotin,‘Na’ , lê bêlê bi rengekê destnîşankirin. Biwate gotin ku; tu çanda me ya ku em bi jinan re di vê astê de kar bimeşinên tineye. Ji bo wê jî kongre di mijara hevserokatiyê û delegasyonê de xetimî.”

‘HESAB Û STRATEJIYA PDK’Ê LI SER ROJAVA CUDA BÛ’

Ok, di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di mijara Rojavayê Kurdistanê de jî heman tişt hat jiyîn û wiha got, “Gelê me bi derfetekê kêm tevî hemû astengiyan jî dîsa bi ruhekî fedaiyane li ber xwe da. Hemû êrîşên wan vala derxistin û şoreş parast. Bi taybet nêzîkatiyên PDK’ê hesab û stratejiya wan li ser Rojava hemû cuda bû. Wek aliyeke siyasî li ser Rojava taybet ser PYD’ê hin zêdetir êrîş, tunekirin û reşkirin dan meşandin. Di wir de siyaseta me û ya PDK’ê hev negirt. Derveyê PYD’ê jî rêxistin û gel û ol hene. Bila hemû di nav xwe de nîqaş bikin, şoreş bi çi awayî bê parastin û bi çi awayî xwe birêve bibe biryara xwe bi xwe bide. Biwate PDK’ê hê zêdetir bi hişmendiyeke desthilatxwazî nêzî Rojavayê Kurdistanê bû. Di nav xwe de hesabê çawa parve bikin, hinek ji te re hinek ji min re kirin. Me ev yek dicih de nedidît. Ji ber nêzîkatî û siyaseta PDK’ê, ji Rojavayê Kurdistanê, PYD’ê, TEV-DEM’ê, ENKS’ê û rêxistinên din hev nekir. Lewma xebatê kongre ji ber sedemên, delegasyon, hevserokatî û bi nêzîkatiya Rojavayê Kurdistanê hat taloqkirin.”

‘KONGREYA NETEWEYÎ PÊWÎSTIYA ÎRO YE’

Ok da zanîn ku kongreya neteweyî îro, ji her demê zêdetir pêwîste û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Rojhilatê Navîn dikele. Nakokiyên ol, netewe, desthilat û gelên bindest êdî bi şer tên jiyîn. Bêguman şerekî mezhebî wek Şîa-Sûnnî tê meşandin. Divê Kurd ji her demê zêdetir li ser Kongreya Neteweyî bicirife û bi misogerî Kongreya Neteweyî pêk bîne. Eger Kurdistan bihevre azad nebe, yan jî azadiya Kurdistanê bi vê perspektîfê neyê dîtin, yek parçeyê Kurdistanê nikare bi serê xwe ewlekariya xwe biparêze. Başûrê Kurdistanê yan jî Rojavayê Kurdistanê, bêguman serketineke û çepereke gelê Kurdistanê ye. Divê bi giştî hemû rêxistinên Kurd bi hevre tevbigerin û siyaseteke neteweyî bimeşinin. Eger îro Kongreya Neteweyî pêk bê, ji bo azadiya gelê Kurd mirov dikare bêje qonaxekê pir bilind e. Heta mirov dikare bêje ku gelê Kurd azad e. Dîrokê wir de ew dewletên dagirker bi giştî dijminên gelê Kurd hêza xwe ji parçebûna gelê Kurd û parçebûna Kurdistanê digrin. Ser vê jî siyaseteke kirêt, komkujî dimeşinîn. Eger gelê Kurd hêza xwe û têkoşîna xwe bike yek, gel bi baweriyeke pir mezin têkoşina xwe xwedê lê derbikeve azadiya xwe jî wê pêk bîne. Ew gengaze.”

‘DIJMIN JI PARÇEBÛNA GELÊ KURD SÛD WERGIRTIYE’

Ok anî ziman ku Kongreya Neteweyî ji bo azadiyê bi rastî nebe nabe ye û got, “Li cîhanê her kes yekîtiya xwe ava dike. Di vê bingehê de çima yekîtiya Kurdan nebe. Yê ku her hatiye parçekirin gelê Kurd e, yê ku pêwîstiyê wan bi yekîtiyê heye gelê Kurd e. Dijmin her tim ji parçebûna gele Kurd sûd wergirtiye. Ji bo wê yekîtiya gelê Kurd pêwîste. Di vê pêvajoyê de bi pêkanîn Kongreya Netewiyê re, siyasetên dagirkerî yê ku li ser herêmê û gelê Kurd, rêxistinên Kurd pêş dixe hemû vala derkevin. A rast azadî û bindestiya gelê Kurd, azadiya gelên Rojhilata Navîn û bindestiya gelê Rojhilata Navîn e. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke herêmî û Rojhilata Navîn e.”

‘STATUYA NETEWEYA DEMOKRATÎK JI BO ROJHILATA NAVÎN HÊ BAŞTIR E’

Ok, da xuyakirin ku di saziyên navneteweyî, Yekîtiya Neteweyan, Yekîtiya Ewropa û saziyên navnetewiyê de cihê Kurdan nîn e. Kurd xwe bixwe ne û vê mijarê de wiha dewam kir, “Desketî, azadî û statuya gelê Kurd bi ewlekarî û bi parastinê re misoger dibe. Bêyî wan azadî û ewlehiya gelê Kurd di bin xetereyê de ye. Weke Serok Apo gelek caran aniye ser ziman, statuya neteweya demokratîk ji bo Rojhilata Navîn hê baştir e. Hemû gel, netewe li ser navê ol û netewe hevûdu dikujin; difetisînin hevûdu perîşan dikin. Li şûna vê bi neteweya demokratîk re hemû gel dikare pê kêfxweş bibe û dikarin hîn zêdetir demokratîk û azad bijîn. Hemû gel heman astê û pîvanê de di nav demokrasiyê de bijîn. Îro li Başûrê Kurdistanê de derfet heye, wek federal konfederal gavên pêş de bavêjin. Dibe ku em hin tiştan rexne dikin û di cih de nabînin ne dijî vê ne jî. Ya girîng gelê Kurd li ser axa xwe li ser welatê xwe azad bijî. Ya girîng ji derveyî gelê Kurd bi çandên din û olê din bi hevre bijîn. Em dibêjin xweseriya demokratîk statuyeke rast e û hê objektîv e. Bi Kanton ango xweseriya demokratîk re Kurd azad bijîn.”

‘RIZGARIYA GELÊ HERÊMÊ NE DI MODERNITEYA KAPÎTALÎST DE YE’

Ok di dirêjiya axaftina xwe de anî ziman ku parçebûna Kurdistanê bindestbûna Kurdistanê, tenê xizmetê ji dewletên dagirker re dike, yê li dijî demokrasiya gelan û li dijî azadiyê ye û got, “Yekîtiya gelê Kurd û Kongreya Neteweyî xizmeta azadî û demokrasiya gelê Kurd bike. Pê re xizmeta biratiya gelên herêma Rojhilatê Navîn bike. Ji bo vê ji bo gelê herêmê dikare, weke perspektîf, zanebûn, enerjiyeke nû bide. Rizgariya gelê herêmê ne di desthilatiyê, ne di moderniteya kapîtalîst de ye. Azadî û biratiya gelan bi hev re jiyana bi azadiya gelê Kurdistanê re ye. Hem di warê dîrokî hem jî civakê hem jî girîngiya wê ya demê heye. Eger îro Kongreya Neteweyî pêk bê, li ser gelê Kurdistanê wê enerjiyeke pozîtîv ava bike. Gelê Rojhilata Navîn bi hev re, dikarin di astekê de yekîtiya xwe çê bikin. Carinan Rêber Apo qala federasyon ango konfederasyona gelên Rojhilata Navîn dike, dikare bi vê navê û perspektîvê xwedî xebat û lêkolîn be. Hem ew yekîtiya gelê Kurd û netewe li ser bandor bike. Dagirkerî jî weke berê der barê gelê Kurd de nekare bi hêsanî biryar bide. Plan, proje û stratejiya xwe de neçarin cih bidin rastiya gelê Kurd. Weke tine nikarin tevbigerin. Heya niha vê parçebûnê hêz dida wan. Kongreya Neteweyî ji bo parçebûna gelan, ser ol, mezheb û netewe bandoreke erênî bike.”

‘BÊYÎ KONGREYA NETEWEYÎ YEKÎTIYA GELÊ KURD ZEHMET E’

Ok destnîşan kir, bêyî Kongreya Neteweyî yekîtiya gelê Kurd zehmete û wiha domand, “Weke mînak em qala yekîtiya gelê Kurd dikin. Ji bo yekîtiyê gelê Kurd çi divê? Kongreyek, saziyek divê. Mirov yekîtiyê, wekheviyê ji hêzên din nebîne. Ji hişmendiya demokrasiye de bibîne. Ji nêzîkbûna azadiyê de bibîne. Li gorî me, heta çi rêxistin hene, çi saziyên sivîl hene, çi kesayet hene, heta çi êl hene, çi civak hene hemû yekîtiya Kongreya Neteweyî de cih bigrin. Eger di wir de tevlîbûnê de kêmasiyek hebe yekîtiyê de jî kêmasiyek hene. Biwate mirov bi perspektîfeke fireh nêzîkîyekîtiyê bike. Lewra derveyê Kongreya Neteweyî mirov nikare bêje çar parçeyên Kurdistanê ji derveyî Kurdistanê gelê me vîna xwe kiriye yek û yekîtiya neteweyî nekêm pêk hatiye. Her çibe, pêwîste birastî ew saziyên ku bi vê şêwazekî bê avakirin nûnertiya hemû gelê Kurd, rêxistin, kesayet û saziyên sivîl bike. Weke mînak PKK îro hêzeke mezin e. Li çar parçeyên Kurdistanê hêzeke PKK’ê heye. Yan jî li Bakurê Kurdistanê ji sedî PKK nûnertiya gelê Kurd dike. Ew tiştekî girîng e. Lê belê ne her tişt e. Çar parçeyên Kurdistanê mirov mêze bike, hîn jî wisa ye. Lewma yekîtiya gelê Kurd bingeh girtin girîng e. Rêxistinkirin girîng e. Navê wê jî wek Konferansa Neteweyî yan jî Kongreya Neteweyî hê rasttir dibînin.”

‘PÊVAJOYA EM TÊ DE DIJÎN, PÊVAJOYEKÊ DÎROKÎ YE’

Ok di dewama axaftina xwe de got, “Ev pêvajoya em tê de dijîn, pêvajoyekê dîrokî ye, di Rojhilata Navîn de guhertinên pir bingehîn hene. Ew guhertin têkoşîna gelê Kurd jî bandor dike. Rastiya têkoşîna gelê Kurd jî li ser herêmê bandor dike. Wek sed sal beriya vê, Kurd çawa hatin parçekirin divê rastiya vê bibînin. Ji bo gelê Kurd azadî divê û lewma rêxistinê, wan derfetê wan û wêrekiya wan jî têrî dike. Divê mirov berjewendiyên neteweya gelê Kurd li ser her tiştê bigre. Bi hişmendiya desthilatê nêzîk nebe, ji bo xwe hê perspektîfeke demokratîk bingeh bigre, bibe bersiva pêvajoyê ku em tê de dijîn. Bibin bersiva dîrokî û bersiva xwestekên gelê Kurd. Heta niha pirsgirêkên rû dan, tim mezinkirin bixwe re bêçareseriyê tîne. Lewre her pirsgirêk hema nîvenîv, di nav xwe de çareseriyê dihewîne.”

Ok axaftina xwe bi vî awayî bi dawî kir, “Divê mirov ji vê bawer bibe ku mirov dikare pirsgirêkên heyî jî çareser bike. Ji xwe û ji hevûdu bawer be. Carekê din em hemûya li ser kongereya neteweyî ya ku bi rastî perspektîfeke dîrokî ye ser rawestin. Her kes xwedî bawerî û berpirsyarî be û bi berpirsyarî rabin. Wek tevgera PKK’ê em ji vê re amade ne. Ger nebe dîrok ew pêvajoyê ku em tê de ne lênaborî ne. Gelê me jî lênaborîne. Biwate her tişt li ser me disepîne ku em kongreya neteweyî pêk bînin.”