1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ok: Êrîşên AKP’ê û dewleta Tirk wê bêbersiv nemînin
Ok: Êrîşên AKP’ê û dewleta Tirk wê bêbersiv nemînin,ok,êrîşên,akp,ê,û,dewleta,tirk,wê,bêbersiv,nemînin

Ok: Êrîşên AKP’ê û dewleta Tirk wê bêbersiv nemînin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok got ku AKP’ê bi destê xwe pêvajo û agirbest xitimandiye û çi êrîşên AKP’ê û dewleta Tirk ji niha pê de wê bêbersiv nemînin. Ok der barê tecrîda li ser Ocalan de diyar kir ku ev yek sedema serhildanê ye

A+ A-

BEHDÎNAN - ANF Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok destnîşan kir ku pêvajo û agirbesta heyî AKP’ê bi destê xwe xitimand û wiha got: “Bi siyaseta xwe, bi axaftina xwe, bi pratîk û operasyonên xwe xetimand. Bi yekalî em nikarin bikin. Şûrê xwe kişandiye û şer dike, em nikarin bêjin agirbest. Yanî mirov dikare bêje ev pêvajo yan jî agirbest qediya ye. AKP’ê qedand, xilas kir. Ji vir şûnde xeta me çi be, ji vir şûnde em ê bi kîjan rêyê bimeşin û çawa bikin, ew li gorî îradeya me ye… Em ê li gorî şêwazê xwe, têkoşîna xwe, lê bi her awayî pêş bixin. Bila her kes bizanibe, taybet jî artêşa tirk û dewleta tirk bizanibe û ti tiştekî wan bêbersiv namîne. Hîç namîne, ew ê bersiva wê hebe.” Ok, der barê tecrîd û kampanyaya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got: “Kampanya kêm e jî. Çima? Ji ber ku zêdeyî 3 meh in Rêberê Gelê Kurd çawa dijî, dijî yan jî najî, rewşa wî çi ye kes nizane. Ne hereketa me û rêveberiya me dizane, ne gelê me dizane, ne malbata wî dizane, jixwe parêzerên wî naçin ev 4 sal in qedexe ye. Tenê ev rastiya ku min di vê çarçoveyê de anî ziman sedema pirr tiştan e. Sedema serhildanê ye, sedema îsyanê ye, sedema mirov bi rastî dewleta dagirker a Tirkiye û taybet AKP di bin zextekê de bihêle û mecbûr bimîne wî deriyê Îmraliyê veke, sîstema Îmralî tine bike.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok bû mêvanê bernameya ‘Rojeva Welat’ a Stêrk TV û der barê 14’ê Tîrmehê, 19’ê Tîrmehê, gotinên PDK'ê yên der barê PKK’ê de, li ser tecrîd, kampanyaya azadiya Ocalan, êrîşên dewleta tirk û AKP’ê de pirsên rojnamevan M.Emîn Yildirim wiha bersivand.

33 sal berê li girtîgeha Amedê ji aliyê pêşengên partiya we M. Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek Rojiya Mirinê ya Mezin hate destpêkirin. Li ser Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê hûn ê çi bêjin?

14’ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin li zîndana Amedê di dîroka gelê me û hereketa me de cihekî xwe yê taybet û bi rûmet heye. Mirov dikare pirr tiştan bêje. Berî her tiştî ev şehîdên destpêkê weke berxwedana zindana Amedê hevalê Xeyrî, Kemal, Akîf û Alî di kesayeta van hevalan de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim û bejna xwe ditewînim. Rola berxwedana zindanê taybet ya 14’ê Tîrmehê esas îro baş tê dîtin. Mirov bi rehetî dikare bêje heke ev ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê nebûya, eger ew îradeya xurt nebûya, eger hevalê Xeyrî, Kemal, Akîf û Elî nebûna, ne 15’ê Tebaxa 1984’an Dihê û Şemzînan çêdibû ne jî îro ku em ê çend rojên din salvegera şoreşa Rojava pîroz bikin pêk dihat. Li çar parçeyên Kurdistanî ew qasî hişyarî, perwerde, rêxistin, xwe parastin û bi giştî gelê kurd bi îradeya xwe, bi têkoşîna xwe ku îro rojeva Rojhilata Navîn diyar dike di bingehê wê de sedî sed ruhê 14’ê Tîrmehê heye. Vê berxwedanê tiştê ku kes xeyal nedikir û hêvî nedikir pêk anî, tiştê ku kes bawer nedikir pêk anî. Şert û zirûfên ku mirov tê de her dem nikare nefes bigire û hemû derî hatine girtin, di van şert û zirûfan de şoreşgeriya herî mezin, ruhê PKK’ê û pêşengiya PKK’ê ya herî mezin di kesayeta van hevalan de hatiye dîtin û pêk hat. Ji bo vê mirov ji vî ruhê 14’ê Tîrmehê tiştê bigire çi ye? Li pêşiya têkoşînê û şoreşê çi astengî hebe bila hebe, çi zehmetî hebe bila hebe ev ruhê 14’ê Tîrmehê dibêje ku îmkan heye, bi xeta û paradîgmaya Rêber Apo mirov dikare têbikoşe, encam bigire û bi ser keve.

14’Ê TÎRMEHÊ NEBÛYA ŞOREŞ EW Ê PÊŞ NEKETA

14’ê Tîrmehê ev îspat kir. Li zîndana Amedê mirov nikare nefes bigire, li ser navê rastiyê, mirovahiyê û şoreşê yek gotin dibe sedema mirinê û rojane lêdanê, îxanet, teslîmbûn û li dijî vê yekê ruhê PKK di asta herî jor de mirovatî hêza xwe diyar dike, hatiye temsîlkirin. Ev tiştekî cuda ye, bi rastî bi serê xwe dîrokek e, bi serê xwe berxwedanek e, bi serê xwe şoreşek e. Hîn wê wextê hevalê Kemal digot “Ez di xeta Rêber Apo de azadî û demokratîkbûna gelê kurd, gelê tirk û hemû mirovatiya li Rojhilata Navîn dibînim.” Ev baweriyeke cuda ye tabî. Hem bawer kirin hem jî pêkanîn. Kesekî weke Alî Çîçek ku hîn şoreşgerekî ciwan e, ew ji bo hemû ciwanên gelê kurd û rêxistina îro xercek bû, bingehek bû û îro di şoreşê de li çar parçeyên Kurdistanê tê temsîlkirin. Ew ruhê hevalê Akîf, Xeyrî, Kemal bêguman Mazlûm, Ferhat bi giştî îro di şoreşa me de tê dîtin. Em di vê zanebûnê de ne, hemû gelê me û hevalên me dizanin 14’ê Tîrmehê nebûya, ew ruh û berxwedan nebûya, şoreş ew ê pêş neketa, ew ê îradeya dagirkeriyê nehata şikandin, 15’ê Tebaxê ew ê bi ser neketa, şoreşa Rojava jî îro wê me ne jiya. Esas bingeh ji wir tê, eger ew ruh, ew îrade hîn bi zanebûn, bi rêveberiya paradîgmaya Rêber Apo hîn bi xuliqkarî, hîn bi xwedî îrade, hîn bi rêxistinî bê temsîlkirin, derî ji gelê kurd û paradîgmaya Rêber Apo re heta dawiyê vekirî ye. Ev ruh îro di şoreşê de tê jiyîn, li cem keç û xortên gelê kurd tê jiyîn, li cem gelê Kurdistanê tê jiyîn û rojane ku gelê me wekî serhildan dijî tê jiyîn. Em hemû deyndarê vê Rojiya Mirinê ya Mezin in. Em hemû hêza xwe ji wir digirin, em heta bijîn ji wan re bibin bersiv û layiqî wan şehîdên mezin bin.

ARTÊŞEK HEVBEŞ Û KONSEYA SÛRIYEYEK DEMOKRATÎK WÊ MAYÎNDEKIRINA ŞOREŞÊ BE

Hûn dibêjin eger 14’ê Tîrmehê nebûya îro 19’ê Tîrmehê nebûya, Piştî çend rojên din sê sal di ser şoreşa Rojava re derbas dibe. Astengî û xeteriyên li pêşiya şoreşê çi ne û ji bo mayîndekirina şoreşê divê çi bê kirin?

Şoreşa Rojava bê guman kesî texmîn nedikir û gelê kurd li vê derê xwe bi rêxistin bike, di van nakokî û aloziyên têne jiyîn de siyaseteke rast û bi xwedî îrade şoreşê pêş bixîne û pêk bîne. Lê ev yek pêk hat, hemû mirovahî û taybet jî gelê Rojhilata Navîn şahidê vê ne. Bawer im gelê me û gelê Rojhilata Navîn ên bindest û azadîxwaz bi vê gelekî kêfxweş in û hêz jî jê girtin. Di aloziya pirr mezin de, di şert û zirûfên pirr zehmet de ev şoreş pêk hat û ji bo girîngiya vê şoreşê em tim dibêjin weke şoreşa Octobrê, weke şoreş û berxwedana Spanya, weke şoreşa Fransayê bi rastî jî di dîrokê de roleke wisa ya şoreşa Rojava heye. Ji bo mayîndekirina şoreşê bê guman talûke û xeterî jî hene. Mirov van bibîne. Di encamê de li Rojhilata Navîn li hemberî modernîteya kapîtalîst û ew zihniyeta netewe dewlet paradîgmayek nû tê avakirin. Weke gelê azadîxwaz, demokratîkbûna gelan tê avakirin, jiyaneke azad û serbixwe tê avakirin. Kesên ji vê ne razî û li hemberî wê hêrs dibin hene. Sîstema navneteweyî heye, dewletên netewe hene, rêxistinên cuda cuda hene. Ev hemû weke hêzên asteng mirov bi nav bike, yan jî li hemberî vê paradîgmayê têdikoşin. Lê heqîqeta me, rastiya me, bawerkirina me, îradeya me ya ku şoreş ava kiriye pirr derî ji xwe re vekirine. Îro mirov dikare bêje bi giştî di cîhanê de yên xwedî îmaj, prestîj û mirovahî jê re rêz nîşan dide û di rojeva cîhanê de cih digire, jinên kurd in. Berxwedana jinên kurd e, taybet jî berxwedana YPJ û dîsa YPG’ê ye. Ji bo vê derfet hene, derî vebûne. Taybet mirov dikare vê bêje ev hemleya li ser navê hevalê Rûbar Qamişlo ve hat pêşxistin, bi azadkirina çiyayê Kizwanê û piştî wê azadkirina Girê Spî encamên pirr muhîm bi xwe re derxistin. Ev çi ye? Yek, bi xwe re cara yekem mirov dikare bêje ji bo parastina demokratîbûna Sûriyeyê derfetên hêzek avakirinê derket. Yanî hêzek hevbeş. Ne tenê wek YPG, YPJ yan jî çend dostên weke Bûrkan El Firat û wekî din. Pirr hêzên din jî ev rastî dîtin. Gelê kurd ew îradeya Rêber Apo ku hemû gelan nêzî hev dike, hemû gel li ser vê paradîgmayê hîn bêtir azad û hîn demokratîk û biratî bi hev re wê bijîn. Ev hemleya dawî ev rastî derxist holê. Hin kesên weke hatine xapandin, yan jî nizanin û der heqê paradîgmaya Rêber Apo û şoreşa Rojava de ne xwedî agahî ne weke pêşdarazî nêzîk dibûn, ew hate şikandin. Mêze kirin, dema ew axa dihat rizgarkirin, gel seferber dibû. Ji tirkmenan, ji ereban, gelê suryan çi dixwar û vedixwar, dixwest xizmeta wan bike û kirin jî. Lê mêzekirin di bin hovîtiya DAIŞ’ê de jiyana wan ne jiyan bû. Lê wexta YPG û YPJ ax rizgarkirin, em bêjin weke çiyayê Kizwan û Girê Spî rizgar kir, milet jiyan dît, milet biratî dît, milet dostanî dît. Weke hêzek û baweriyek pêş ket. Ji bo vê tenê ne ji bo Rojava, ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê û parastina Sûriyeyek demokratîk, hêzek parastin û eskerî ava kirin, bingehê vê yê xurt derketiye ev tiştekî pirr muhîm e. Ez bawerim hewldanên têne dayîn, li gorî em dibihîzin û dizanin taybet YPG û YPJ dîsa ew îradeya xweseriya Rojava dixwazin hêzek wisa ava bikin. Ligel wê weke Konseya Demokratîkbûna Sûriyeyê dîsa hevbeş ne tenê weke Rojava, gelê kurd, ereb, suryan, tirkmen, ermenî û hemû gelên din xwe weke konseyeke hevbeş rêxistin bikin. Bingehê vê jî pirr xurt e, taybet ev hemleya dawî ev bingeh pirr xurt kir, ev hişt ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê jî ji bo mayîndekirina şoreşa Rojava jî fersend û derfetên pirr dîrokî ne û pirr muhîm in.

GEL BI HEV RE QEDERA XWE DIYAR DIKIN

Bala her kesî kişandiye, piştî rizgarkirina Girê Spî di televizyonên çapemeniya tirkan de em dibihîzin û guhdar dikin hinek tirkmenan mesela bi zorê, bi zextan, bi pere, bi xapandin didin axaftin. Halbûkî tiştê ku em dibihîzin û agahiyên ji me re tên, esas hemû tirkmen ne wisa ne. Beşeke wan weke me gotiye di bin bandora dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê de çek dane wan, pere dane wan, xapandine, tirsandine. Lê beşek wan a muhîm jî li gel gelê kurd e, li gel gelê ereb e, li gel gelê suryan e. Niha li Girê Spî weke îradeyek derket holê; ereb, kurd, suryan, ermenî hemû bi hev re ne. Ev yek nîşaneya hin tiştên din dide. Gelê kurd di wê zanebûnê de ye yanî rêxistin û rêveberiya şoreşa Rojava jî di vê zanebûnê de ye. Du tiştên pirr muhîm û dîrokî hene. Yek, eger nêzîkbûna me û giştî nêzîkbûna Rojava li ser ol, çand ne rast be, ne samîmî be, bi îknabûn ev xebat û têkoşîn neyê dayîn ne mayîndekirina şoreşa Rojava wê mimkûn be, ne jî guhertina Sûriyeyê û demokratîkbûna Sûriyeyê dê mimkûn be. Mirov kêfxweş dibe û jê heyecan digire hemû xweseriya demokratîk a Rojava, rêxistinên wê derê TEV-DEM û yên din di vê zanebûnê de ne û li gorî wê bername, plan û têkoşîna xwe didin, ev tiştekî pirr bi rûmet û muhîm e. Li gel vê dîsa ji bo mayîndekirina Rojava, dîsa ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê nêzîkbûna gel, çand û nasnameyan jî muhîm e. Mirov nebêje kurd û ereb hejmara wan zêde ye, lê suryan û ermenî kêm in, tirkmen kêm in. Ji bo vê nêzîkbûna ji bo van gelan û qîmetê dide wan cuda be. Ev şaşîtiyek pirr mezin e. Îradeya gelan, rêzgirtina gelan ne li gorî hejmarê ye. Hejmara wan her çi be, ew jî nasnameyek in, dîrok in, civakek in li gorî vê rastiyê mirov nêzîkî wan bibe û mafê hemû gelan bike yek. Ev çi ye? Azadî, demokrasî bi biratî bi hev re jiyîn e. Bingehê vê xurt e îro, hem ji aliyê siyasî ve demokratîkbûna Sûriyeyê hem jî ji aliyê eskerî ve parastina demokratîkbûna Sûriyeyê û Rojava. Ez bawer dikim ev têkoşîn tê dayîn û encamên dîrokî wê bi xwe re derxe holê.

TEKANE HÊZA KU EW Ê JI GELAN RE PÊŞENGTIYÊ BIKE GELÊ KURD E

We behsa demokratîkbûna Sûriyeyê kir. Di rewşa heyî de dewleta Sûriyeyê ber bi ku ve diçe, ew ê ji niha û pê de çawa be?

Niha Sûriye, bê guman derveyî îradeya gelên li Sûriyeyê û heta mirov dikare bêje derveyî îradeya rejîma Sûriyeyê dimeşe. Niha rejîm xwe li ser hin dengeyan da jiyandin. Hêzek weke DAIŞ hat rêxistinkirin, tê gotin ku di rêxistinkirina DAIŞ’ê de para rejîma Sûriyeyê heye. Rêxistinek weke DAIŞ ku hovîtiyek heta niha qet nehatiye dîtin derket holê. Yên dixwazin rejîm birûxe û dema rastiya DAIŞ’ê dibîne ji rejîmê razî dibin. Rejîmê siyaseteke aqilane lê ne exlaqî meşand. Aqilane çi bû? Paragmatîst bû, li ser van dengeyan, li ser DAIŞ’ê heta niha xwe da jiyandin. Ne exlaqî bû, çima? Encam û xeteriyên wê heta niha ji bo gelan pirr giran bû. Alozî hîn kûr bû û hîn berfireh bû. Rejîm di aliyê zihniyet, paradîgma û rastiya xwe de mîadê xwe tijî kiriye. Ji vir şûnde ne mimkûn e ku xwe komî ser hev bike û weke berê rejîmek BAAS hebe. Ew derfet çû êdî ne mimkûn e. Hem aliyê eskerî hem jî aliyê nifûsa siyasî jî giraniya rejîma Sûriyeyê her diçe kêm dibe. Mirov dikare bêje cihê rejîmê her diçe tengtir dibe. Lê li aliyê din, hêzên dibêjin Îtilaf ew ji yên din xerabtir in. Mesele DAIŞ mirov nikare weke hêzeke muxalîf bibîne, esas DAIŞ tiştekî cuda ye. Mirov weke rêxistinekê jî nebîne, weke muxalefet jî nebîne. Kê di wextê de çi rol da DAIŞ’ê, lê îro çawa bûye bela. DAIŞ rola xwe lîst esas. Sedemên vê hebûn; dîrokî, sosyolojîk, civakî, hêzên navneteweyî. Lê di roja îro de ne mimkûn e xwe ji ve xurtbûna bêtir xwe xurt bike. Belkî dikare hêza xwe biparêze, lê qedera DAIŞ’ê ber bi helandin û kêmbûnê ve biçe. Cephetul Nusra, rastiya wan jî li ber çavan e. Dewleta Tirkiye, Siûdî, Qatar bi van rêxistina re bi hev re ne, rojane piştgiriyê didin û alîkar in. Lê ev ne alternatîf in. Rola aloziyê lîstin, ew ê bixwazin hîn jî bilîzin. Lê ev nikarin qedera Sûriyeyê diyar bikin. Yên weke Artêşa Azad piçekî maqûl tê dîtin. Lê giraniya wan ne wisa ye. Lê dema mirov mêze dike, ji tevahiya gelê Sûriyeyê re yê îro pêşengtiyê dike gelê kurd e. Rol û barê dîrokî esas li ser milê gelê kurd, civak û hemû olên Sûriyeyê ne. Ev bi hev re hêza xwe, baweriya xwe bikin yek weke ku me got hem parastin û eskerî hem jî aliyê siyasî yanî çareserî di vir de ye. Wekî din ne rejîm ne jî zihniyet û paradîgmaya netewe dewlet di vir de nikare weke berê qedera gelan diyar bike û ne xwedî rol e. Ne jî muxalefet û îtilafê tê zanîn rola wan jî ne dîrokî be, li hemberî têkoşîna gel her roj hîn bêtir kêm bibin, bihelin û ber bi tunebûnê ve biçin.

'DEWLETA TIRK DIKARE BIKEVE CERABLÛSÊ LÊ EW Ê BIFETISE'

We got rola pêşeng bilîze gelê kurd e, lê vê carê dewleta Tirk û Hikûmeta AKP’ê piştî Kantona Cizîr û Kobanê gihişt hev, dibêje ku eger PYD derbasî aliyê rojavayê Firatê bibe ew ê mudaxeleya leşkeri bikin, hûn vê çawa dinirxînin?

Yanî ev di dil û mejiyê AKP û dagirkeriya dewleta Tirkiyeyê de her tim heye. Naxwaze li Rojava gelê kurd xwedî îrade be yan jî Sûriyeyek demokratîk ji wan re bibe mînak. Ji demokrasiye direvin û ji îradeya gelê kurd direvin û dijminantiyê dikin. Ji bo vê çi ji destê wan were, çi derfetên wan hebe, heta niha çawa seferber kirin ji bo tunekirin û şikandina îradeya gelê kurd. Ji vir şûnde jî ew ê pêk bînin. Hewesa wan çi ye, dewleta tirk weke hêzeke îşgalê ji dîrokê vir de taybet jî li ser Rojhilata Navîn, hele mijar gelê kurd be. Hewldanên wan hebû weke mudaxeleya Cerablûs bike. Lê ne hêsan e, vê bêjim. Hezkirin, îdiakirin, biryardayîn cuda, Artêşa Tirk bê guman bi sed hezaran e dikarin derbasî axa Sûriyeyê û Rojava bibe. Lê ew ê çawa derkeve ew mijareke cuda ye. Dikare bifetise jî. Di aliyê siyasî de nerazîbûn, reaksiyon, serhildan, têkoşîn bi her awayî, gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê bixe rojeva xwe. Dewleta Tirk li Kurdistanê nikare bêje ji kê re çi lazim e, min mudaxeleya Cerablûs kiriye, Amed çima nerazîbûna xwe nîşan dide. Nikare bêje çima Rojhilat dike, Başûr dike. Hemû parçeyên Kurdistanê wê li ser piyan be. Ev sedî sed e. Heta ne tenê serhildan û nerazîbûnên aştiyan e, ew ê gelê kurd bi her awayî xwedî têkoşîn be. Derveyî vê nerazîbûnên hêzên navneteweyî, yên koalîsyonê hene, ew jî nerazîbûn nîşan didin û naxwazin dewleta tirk bi hêza xwe bikeve Sûriyeyê. Îran naxwaze, Rûsya naxwaze. Nerazîbûn zaf in, ji bo vê ev belkî zehmet e. Lê mirov bizanibe ev hemû wê di mejiyê tirkan de û rojeva dewleta Tirkiyeyê de ew ê hebe. Ji bo vê jî her tim tedbîr, li gorî wê hesabkirin ev rast e. Heta li gorî min eger dewleta tirk û arteşa tirk bikeve Sûriyeyê, wê guhertineke hîn bingehîn û radîkal a Sûriyeyê û derfetên têkoşînê hîn zêdetir pêş bikevin, wê hîn baştir be. Belkî dewleta tirk vê yekê hesab dike, yek sedemê gav paşde avêtinê yek jê ev be. Ev jî heye, çend roj berê nûnerê DYA’yê hatin hevdîtin bi hikûmeta AKP’ê re çêkirin li ser meseleya DAIŞ’ê. Dewleta tirk hîn bi her awayî bi DAIŞ’ê re alîkar e, ev yek her roj di çapemeniyan de derdikeve. Heta em dizanin û tê gotin, serkêşekî DAIŞ’ê ji Girê Spî reviyaye û teslîmî Tirkiyeyê bûye. Û gelek kes hene. Mirov hemû van tiştan bide ber çavan ez bawer nakim Tirkiye tiştekî wisa bike, lê eger wisa bike derfet ji bo şoreşê wê hîn baştir derkevin holê. Em ê hîn baştir bi kar bînin û dewleta Tirkiyeyê di vir de bê fetisandin.

NÎQAŞEKE KU TÊ GOTIN 'PKK MÊVAN E' NÎQAŞEKE ŞAŞ E

Di van rojên dawiyê de KDP dibêje 'PKK li başûrê Kurdistanê û Qendîlê mêvan e' beranberî vê yekê saziyên sivîl yên başûrê Kurdistanê nerazîbûnên xwe anî ziman. Hûn van gotinên KDP’ê çawa dibînin û dinirxînin?

Berî her tiştî vê bêjim bawerim zêdetirî 50 saziyên sivîl bûn, nerazîbûnên xwe diyar kirin. Ji bo wan spas dikim, erkê wan e. Erkekî kurdîtî û welatparêzî ye û rast e. Pêwîst e hîn jî ev nerazîbûn hebe. KDP wiha gotiye. Bi rastî kî mêvanê kê ye yanî kî li axa biyanî dijî. Ax axa Kurdistanê ye. Kurdistan ne milkê kesî ye. Ne milkê PKK’ê ye jî, ne milkê Barzanî ye jî û ne milkê kesekî din e jî. Milkê gelê me ye. Ev zîhniyet ji xwe ji serî heta binî şaş e û nayê qebûlkirin. Ti maf û ti erkê KDP û Barzanî tine bêje PKK bila ji Qendîlê derkeve. Qendîl çiqas PDK dibêje ya me ye û lê xwedî derdikeve, PKK hîn zêdetir dikare bêje. Yên hîn zêdetir Qendîl parastiye, rûmeta wan parastiye weke Herêmên Medyaya Azad bi rûmet lê tê jiyîn, bi berxwedana gerîla ye. Eger kî zêdetir lê xwedî derkeve, mirov dikare bêje gerîla heq kiriye. Lê ev nîqaş şaş e. Axa Kurdistanê ye, ya gelê me ye. PKK ne tenê îro, 35 sal in li herêma Kurdistanê û Başûr in. Kurdistana me ye, kî ji kê re dibe mêvan, kî xwediyê malê ye. Tabî ev gotinîn polîtîk in, hesab di vir de hene. Ev hesab jî xizmeta gelê kurd qet nake. Heta li gorî min PDK hîn aqilane bifikire xizmeta berjewendiyên wan jî nake. Ev zihniyeta teng û xwe xwedî dîtin, xwe navenda her tiştî û xwe di ser her tiştî re dîtin, maddiyat û berjewendî ji xwe re esas dîtin yanî li hemberî hişyariya gelê kurd li hemberî rêxistiniya gelê kurd li hemberî rastiya gelê kurd, li hemberî paradîgmaya Rêber Apo ew ê nikaribe zêde rol bilîze. Şaş e û ne rast e. Em dikarin çi bêjin. PDK eger nikare dostanî û alîkariyê bike, herî kêm bila şaş neaxive, bila gelê kurd bi axaftinên xwe aciz neke, bila zirar nede, bila li şûna xwe rûnê û karê xwe bimeşîne. Em vê zêde ciddî nagirin, gotiye yan jî negotiye ji bo me ti wateya wê tine. PKK li ku derê xwestiye ew ê li wê derê be. Gelê me li ku derê xwestiye PKK yan jî gerîla li gel wan be, gerîla jî û PKK jî ew ê bi berpirsyarî rola xwe bilîze. Belkî PDK xwe hinekî di bin zextan de jî dibîne. Weke dewleta Tirkiyeyê ji wan re dibêje, Îran ji wan re dibêje, kesên din dibêje, ji xwe di dilê PDK de heye. Yanî weke hevbeş dibe ku nêrînek û siyasetek hevbeş hebe, lê dîsa ez dubare dikim, PDK baş dizane 30-35 sal in dewleta Tirkiyeyê hemû hêza xwe bi kar anî, encam li ber çavan e. Di dîrokê de mirov careke din, careke din hin tiştan nejî. Ti mafê kesekî tine ji PKK’ê re bêje li filan derê bimîne, ji filan derê biçe. Ev ne mafê her kesî ye û bila her kes berpirsyariya xwe bizanibe.

'TECRÎD SEDEMA SERHILDANÊ Û HER TIŞTÎ YE'

Zêdetirî 3 mehan e tecrîdek li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Li dijî tecrîdê kampanyaya azadiya Ocalan hatiye destpêkirin. Ji bo tecrîda heyî û kampanyaya azadiya Ocalan hûn çi dibêjin?

Kampanya kêm e jî. Çima? Ji ber ku zêdeyî 3 meh in Rêberê Gelê Kurd çawa dijî, dijî yan jî najî, rewşa wî çi ye kes nizane. Ne hereketa me û rêveberiya me dizane, ne gelê me dizane, ne malbata wî dizane, jixwe parêzerên wî naçin ev 4 sal in qedexe ye. Tenê ev rastiya ku min di vê çarçoveyê de anî ziman sedema pirr tiştan e. Sedema serhildanê ye, sedema îsyanê ye, sedema mirov bi rastî dewleta dagirker a Tirkiye û taybet AKP di bin zextekê de bihêle û mecbûr bimîne wî deriyê Îmraliyê veke, sîstema Îmralî tine bike. Ev sedema vê ye. Gelê kurd vê qebûl nake, hereketa me vê qebûl nake. Rêber Apo rojeva gelê kurd û Tirkiyeyê diyar dike û li ser xêrê diyar dike. Ji bo demokratîkbûn, hêzên azadîxwaz, civaka demokratîk hîn pêş bikeve û hîn mafê xwe bigire. Wisa roleke pirr xuya û diyar dike. Li siyaseta Rojhilata Navîn bandor dike, birastî giraniyeke wî heye. Her kes vê qebûl dike û ev rastiyeke, heta mirovatiyê bandor dike. Gelê kurd û hereketa me xwe her tim fedaiyên Rêber Apo dîtine û herî dawî kesên ku Rêber Apo weke îradeya xwe dîtine zêdetirî 10 hezaran îmze hatin berhevkirin. Yanî gelek di kesayeta Rêber Apo de îradeya gelê kurd îro li Îmraliyê hatiye dorpêçkirin. Kes nizane dijî yan jî najî. Gelê kurd nizane, ciwanên kurd nizane. Hereketa me em di vê zanebûnê de ne, ti caran ev rewş nayê qebûlkirin. Gelê Kurd û hereketa me ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo ew sîstema Îmrali bê tinekirin, bê tasfiyekirin çi pêwîst e mafdar e. Çi bike mafdar e. Ev nayê nîqaşkirin. Gelek bi milyonan tê xwestin ku bê fetisandin û were tinekirin û tê helandin. Di ser de kes nizane çi tê jiyîn. Berxwedan meşrû ye heta dawî û çi pêwîst e jî gelê me bibe bersiv. Heta pergala Îmraliyê bê tinekirin û Rêber Apo azad bibe. Ev pêwîst e, bawer dikim kampanya li ser vê ye. Kampanya hîn bi giştî û hîn radîkal be. Çima radîkal? Dewleta Tirkiyeyê radîkal e, AKP radîkal e. Hem bê wijdan, bê exlaq, bê rêgez e. Îradeya gelê kurd qebûl nake. Rêber Apo ew qas rol lîst, bi rastî xwest gavekê bi wan bide avêtin. Xwest civaka gelê tirk û Tirkiyeyê rastiyê bibîne. Baş jî bû, lê dewleta Tirkiyeyê û AKP hîn bê rêz, der mirovahî nêzî vê meseleye dibe. Erdogan van rojan çi dibêje “nizanim komisyona çavdêrî çi ye, nizanim heyet çi ye”. Tu ji banî hatiyî, tu kî yî? Ev mesele li dinyê çawa hatiye çareserkirin ew ê li vê derê jî wiha bê çareserkirin. Hûn mecbûr in ji îradeya gelê kurd Rêber Apo re rêz nîşan bidin. Hûn mecbûr in muxatab bin, rêz nîşan bidin. Hîç xwe vir de û wir de nedin. Dibe ku hûn qebûl nakin. Baş e, em ê rêya xwe, rêbazê têkoşîna xwe bi xwe diyar bikin. Herhal gelê kurd û hereketa me ji vê saetê şûnde serê xwe ji we re natewîne. Li ber xwe bide, çi pêwîst be wê bike û pêwîst e jî. Ji bo ev kampanya hîn bi şêwazekî radîkal, hîn berfireh li çar parçeyên Kurdistanê, yek kurd li ku derê dijî li Ewropa ku derê be, bi rojeveke rast kampanyayek xurt û radîkal pêş bixin.

'EM HIN KESAN WEKE REWŞENBÎR NABÎNIN’

Ji bo tecrîda li ser Ocalan hin hewldanên rewşenbîr, demokrat, bawermend û gelên din ên li Tirkiyeyê hene, hûn vê çawa dinirxînin?

Em hinek kesan weke rewşenbîr nahesibînin. Ew kesên ku zimanê xwe li ser Rêber Apo dirêj dikin. Rêber Apo di zindanê de ye, weke me got rewş çi ye em nizanin. Der heqê wî de hinek kes her tim bêexlaq dipeyivin û dinivîsin. Rêber Apo nikare xwe biparêze, derfet û îmkan tune. Em wan li ser rewşenbîran hesab nakin didin aliyekî. Lê di demên dawî de bi rastî hin kesên rewşenbîr, nivîskar, demokrat, akademisyen helwestên wan mirov pê kêfxweş dibe, roleke baş dilîzin û baş e. Pêwîst e ev hîn fireh û xurt bibe. Eger sed be bibin hezar, heke hezar be bibin deh hezar, bibin sedhezaran. Ev hem pêwîst e hem îmkanên wê hene, hem erkê rewşenbîr û akademisyenan e. Çima? Esas her kes ji bo xwe dike. Tu kes weke kesayet ji bo Rêber Apo, azad bibe yan nebe wisa di çarçoveyeke teng de neyê dîtin. Rêber Apo azadiya gelê kurd, tirk, ermen, suryan, tirkmen û yên din yanî hemûyan temsîl dike û têkoşîna wê dide. Ji bo vê azadiya Rêber Apo azadiya gelê me ye. Azadiya gelên temamî li Bakur û Tirkiyeyê dijîn e. Mirov dikare bêje her helwestên demokratîk, layiqî rewşenbîran di heman demê de ji bo xwe ye. Demokratîkbûna Tirkiye, çareserkirina pirsgirêka kurd eger îradeya Rêber Apo, îradeya hereketa me ew ê pêk bê, wê wextê kî xizmeta vê rastiyê bike di heman demê de xizmeta azadiya xwe û jiyaneke hîn demokrat û serbixwe dike. Rastî ev e. Lê wekî kesayet tê zanîn Rêber Apo temsîl dike. Ji ber vê ev helwestên rewşenbîran yên bi dawî tiştekî bi rûmet e, em silav dikin. Lê weke min got sed bibin hezar, hezar bibin sedhezar, hîn bêtir bi hêz bibin û xurt bibin. Li ser rastiya AKP û dagirkeriyê îradeyeke xurt û demokratîk hîn xurt pêş bixin.

‘AKP’Ê BI DESTÊ XWE PÊVAJO XITIMAND'

Di van demên dawiyê de dewleta tirk li dû provokasyonê ne. Li herêmên Parastinê yên Medyayê balafirên tirk digerin, her wiha operasyonên qirkirina siyasî hatine destpêkirin. Operasyonên leşkerî çêdibin, kelekol çêdibin, bendav çêdibin. Herî dawî li Gundikê Golanê yê Erdexanê di dema operasyona leşkerî de leşkeran minibûsa gel gulebaran kirin, di encama vê gulebaranê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da. Ji du welatiyên birîndar bûn yek jê rewşa wî giran e. Hûn van hemû bûyeran çawa dinirxînin?

Ez vê bêjim. Dîsa weke rewşenbîr, akademisyen, demokrat û bi giştî civaka Tirkiyeyê bê guman gelê kurd jî her kesê bi vê eleqedar vê neheqiya dewleta tirk û AKP’ê, vê şerxwaziya wan, ev xwestekên wan li ser gelê kurd operasyonên eskerî û siyasî pêş dixin, dîsa weke salên 90’î şerekî dijwar û qirêj pêş bikeve bibînin. Ev hewldan û xwe bi hêzkirina AKP’ê her kes bibîne. Niha esas Rêber Apo û hereketa me çi kir û nekir, bê encam ma. Bê bersiv ma, AKP hêrs bû tabî. Mesele piştî hilbijartinan îradeya wan şikest û li paş man, ev paradîgmaya Rêber Apo neteweya demokratîk weke HDP’ê pêş ket. Ev pirr muhîm e, tabî AKP har bû, razî nebû. Ji xwe rojane dibêje em weke nezaketen, ew jî çawa nezaket e û li ser wê nezaketê wê HDP’ê bibîne. Li ser wê nezakete bibîne û biaxive. Zîhniyeteke wisa şoven, weke siyaseta xwe bi giştî li ser tinekirina gelê kurd dimeşîne. Dîsa dixwaze weke şerekî pêş bixîne. Dîsa dixwaze rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê bixitimîne. Dîsa dixwaze pirsgirêka kurd çareser nebe û hîn jî mezin bibe û derdora xwe bandor bike. Ev hewldanên wan bi giştî ev e. Her roj nikarin ev balafirên keşfê li ser herêmên gerîla bigerînin. Gerîla vê qebûl neke tabî. Maneya vê çi ye, kî li ku derê dijî û li ku derê rûniştî ye û kîjan wextê dilê wan xwest lê bide û tine bike. Gerîla tabî vê yekê qebûl nake. Yan jî weke balafirên keşfê kengî xwest li ser herêmên gerîla bigerin. Maneya vê çi ye? Weke ku çoyê xwe rake û li ser serê te dihejîne eman ha tu yê vir de û wir de nede. Gerîla vê qebûl nake, hereketa me vê qebûl nake. Li aliyê din rojane top, obûs û hawan diavêjin herêmên gerîla. Em careke din mêze dikin operasyonên siyasî weke sê-çar sal berê dîsa pêş dixin. Li çapemeniya wan mirov dinêre har bûne, jehr ji devê wan dibare û ji qelemê wan tê. Baş e, gelê kurd ew ê çi bike? Yanî ji van hemû tiştan re bêje serçavan. Ji hemû tiştan re bêje temam. Ew ê nebêje. Hîn jî radîkal, hîn jî dijwar dike. Herî dawî çend roj berê minîbûsek gulebarandin. Komkujiyêk weke salên 90’î li herêma Botan pirr dihat jiyîn, dîsa komkujiyek wisa bihata jiyîn. Yek kes kuştî yan jî di wê minîbûsê de çend kes hebe te kuştî hîç ferq nake. Armanc ew e, tinekirin e. Hinek ji wan bi tesadûf jiyana xwe xilas kirine. Lê ev peyamek e. Ey gelê kurd tu yê zêde pêşde neçî, tu yê nebî xwedî îrade. Ey PKK em dikarin dest bi şer bikin, ev peyamek e. Ji bo vê mirov dikare çi bêje, hem ev siyaset û zexta li ser Rêber Apo tê meşandin. Ev tecrîd em nizanin rewş çi ye. Ev operasyonên siyasî û civakî. Hem ev balafirên şer û keşfê li ser herêmên gerîla digerin, hem herî dawî gulebarandina minîbûsê û yek kesî jiyana xwe ji dest da û çend ji wan birîndar bûn. Wateya wê, encama wê çi ye? Heqeten çi agirbest? Agirbest yekalî hat meşandin. Li ser lingekî hat meşandin. Dibêjin ya pêvajoya aştî û çareseriyê. Navê wê mirov hîn sererast bike, di rastiyê de têkoşînek e. Ew jî têkoşînek bû. Lê AKP’ê bi destê xwe xitimand. Bi siyaseta xwe, bi axaftina xwe, bi pratîk û operasyonên xwe xitimand. Bi yekalî em nikarin bikin. Şûrê xwe kişandiye û şer dike, em nikarin bêjin agirbest. Yanî mirov dikare bêje ev pêvajo yan jî agirbest qediya ye. AKP’ê qedand, xilas kir. Ji vir şûnde xeta me çi be, ji vir şûnde em ê bi kîjan rêyê bimeşin û çawa bikin, ew li gorî îradeya me ye. Ji bo vê min destpêkê got civaka gelê tirk jî hemû kesên eleqedar nivîskar, rewşenbîr jî vê rastiyê bizanibin û mafê me heye, em mafdar in ji vir şûnde em ê riya xwe bi xwe zelal bikin. Em ê li gorî şêwazê xwe têkoşîna xwe, lê bi her awayî pêş bixin. Bila her kes bizanibe, taybet jî artêşa tirk û dewleta tirk bizanibe û tu tiştekî wan bêbersiv namîne. Hîç namîne, ew ê bersiva wê hebe. Ji vir şûnde mirov navê pêvajoyê çawa lê bike, her kes bila li gorî xwe navekî lê bike. Rastî ev e.

EW Ê HEWLDANÊN AKP’Ê Û DEWLETA TIRK TEMAŞE NEKIN

Yanî hûn dibêjin ji niha pêde rêyên ji bo kelekol, bendavên li Bakur çêdibin, operasyonên civakî yên li ser gel çêdibin ji niha pêde bê bersiv namîne?

Rast e. Ew rêyên dibin ser gir û çiyê çi ye? Ji jor de esker li ser gerîla, li ser civakê, li ser kesên zindî, li wê derê dijîn her çi be yanî li jora wan be û kê serê xwe rakir lêde. Sedem ev e, ne ji bo xêra milet e. Li ser wan gir û çiyê rê çi ne? Ev bendav ji bo çi ne? Çûnûhatina gerîla asteng bike, hereketa gerîla asteng bike. Di vir de dîsa xêra gelê kurd tine. Ev xalek agirbest û çareseriyê bû. Dewleta tirk li şûna xwe bisekine, artêş hereket neke, bendavan çêneke, ew ê rêyan bi armanca eskerî çêneke. Ev hemû di wextê de kir. Esas kêmasiyên me hebûn tabî, di wextê de em tam nebûn bersiv. Ev kêmasiyek e, mirov dikare bîne ziman jî. Pêwîst bû, di wextê de em bibûna bersiv. Hinek hewldanên me bûn, dîsa ji bo Serokatî ev pêvajo pêş bikeve. Em rola xwe bilîzin, ji aliyê me ve xitimandin çênebe, me hinekî rol lîst. Lê ji vir şûnde, hemû hewldanên AKP’ê û dewleta Tirkiyeyê hîn jî bendavan çêbikin, rê çêbikin, ma ev tê qebûlkirin. Çi ye? Ez ê bêm li ser te operasyon çêbikim, rêya vê vedikin. Em jî vê qebûl nakin. Ez ê bendavan çêbikim, tarzê te û hereketa te tê astengkirin. Em vê qebûl nakin. Weke hişyarî jî ji bo berjewendî hin înşaet kesên muteahît re, dev ji van menfaet û pereyê qirêj berdin. Her çi kirine, bila nîvçe bihêlin û biçin karekî din bikin. Karê li ser xwîna kesan nekin. Bila dev ji çêkirina rêyan û bendavan berdin. Bila herin karekî din bikin, bila Kurdistanê û Tirkiyeyê xebateke din bikin. Bendav û rê çênekin ew ê dawiya dinyê bê, ew ê ji birçîna bimirin. Bila nebin sedemê van tiştina. Em jî eşkere dibêjin ev tiştina dewam bikin, em jî sedî sed em ê bibin bersiv.

KOALÎSYONÊN BÊ AVAKIRIN BERDEWAMA ZIHNIYETA ANTÎ DEMOKRATÎK E

Bi derengî be jî serokomar destûr da ji bo hikûmetek ava bibe. Li Tirkiyeyê tûrên koalîsyonê dest pê kirin. Di van koalîsyonan de behsa HDP’ê qet nayê kirin? Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Li ser koalîsyonê ez ê pir neaxivim, lê bi kurtayî vê bêjim. Navê koalîsyonê, ew partiyên tê de cih bigirin her çi be, ji vir şûnde ew koalîsyona hebe, ew siyaseta ku heta niha hatiye meşandin ew ê bê meşandin. Yanî navê wê jî dîsa antî demokratîk, li dijî azadîxwaz, li dijî meseleya çareserkirina gelê kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê be. Rola vê koalîsyonê ev be. AKP jî bixwaze vê koalîsyonê bi kar bîne û ji bo di demek herî maqûl de biçe hilbijartinê. Hîn jî koalisyon qebûl nekiriye, ne razî ye. Bi awayekî hiyerarşik ji jor de dibêje tenê ez. Eger wek tê gotin AKP û CHP be. Ew ê çawa be belkî wisa bikin ku mecbûr bike em şer îlan bikin. Lê esas vê siyaseta şer û antî demokratîk bê meşandin. Ne meşrû ye ji aliyê me ve. Ew ê roleke demokratîk nelîze. Jixwe AKP û MHP rasterast îlankirina şer e. Ev yek her kes dizane. Tedbîr û hewldanên me li gorî wê be, Çima hesabê AKP’ê li ser vê rastiyê ye, naxwaze bi HDP’ê re hevdîtinê çêbike. Dibêje weke tûreke nezaketê ew ê here, ew çi nezaket e êdî herin hevdîtinê bi HDP’ê re çêbikin. Eger ez bûma HDP, ez ê bêjim tu bi kêfa xwe yî, te nexwestiye ez jî naxwazim, mafê min e ku ez jî nexwazim heye. Herhal HDP jî ew ê weke nezaket qebûl bike, wisa tê dîtin. Lê esas ew jî tê fêmkirin. HDP demokratîkbûna Tirkiyeyê, îradeya gelan, demokrasiyeke radîkal temsîl dike. Pêwîst e vê temsîl bike. AKP olîgarşîk, hiyerarşîk, faşizan e, ev ne razîbûn tê fêmkirin. Yanî du xetên cuda ne. Bertekên navbera wan mirov hinekî fêm dike. Ji bo vê AKP hinekî mafdar e, yanî faşîst e, desthilat e, naxwaze HDP’ê bibîne. Li gorî zihniyeta wê, ev rastiya wê ye û mirov maneyekê didê. Lê pêwîst e civak û kesên din bizanibe rastiya AKP’ê ev e. Naxwaze HDP’ê bibîne. Ev jî hîn hezm nekirina îradeya gelê kurd e. Niha 6 milyon zêdetir gelê kurd, tirk, ereb cuda cuda ol û milet rayên xwe dan HDP’ê. Zêdetirî 6 milyonî. Ev hewldanên AKP’ê û Davutoglu ku qebûl nake û naxwaze bibîne, esas ji zêdetirî 6 milyon mirov re rêz ne nîşandan e. Bê hurmetî ye. Gelê me vê dibîne siyaseta HDP’ê, hewldanên HDP’ê, demokratîkbûna HDP’ê, têkoşîna HDP’ê dibîne, dizane û şahidê vê ye. Desthilatiya AKP’ê û faşîzan, bi milyonan îradeya gel qebûl nake û red dike, vê jî dibîne. Li gorî min jî belkî muxalefetek hîn radîkal layiqî HDP’ê weke muxalefeta sereke. Rastî jî ev e. Weke desthilatiyê HDP dikare xwedî rol be, riya siyasetê veke û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bi rastî rolekî bilîze.

BILA BIBE ENCAMA HEQÎQET Û ENCAMGIRTINEKE AŞTIYAN E

17’ê mehê cejna Remezanê ye. Peyama we ya ji bo gelê kurd û alema Îslamê çi ye?

Destpêkê hemû gelê me û hemû kesên xwedî bawer û gelê misilman cejna wan a Remezanê pîroz dikin. Em hêvî dikin û dixwazin bibe wesîleya hemû ol û gelan hîn bêtir hev qebûlkirin, hîn bêtir hev hembêzkirinê be. Bibe wesîleya têkoşîneke heqîqet û encamgirtineke aştiyane be. Ji bo ew kesên li ser navê ol, lê esas li dijî ol hereket dikin, derfet û îmkan neyê dayîn. Ew çanda Îslamê hîn baştir bê temsîlkirin, hîn baştir civak bê zanakirin. Kesên weke DAIŞ û Nûsra, heqeten li ser vî navî çanda Îslamê tine dikin û dixwazin xerab bikin û heqaret dikin. Ji bo vê kesên weke bawermend, îbadeta xwe kiriye û rojiya xwe girtiye, bi hemû ol û gelan re biratiya xwe xurt bikin û sedema aştî û têkoşîneke hîn encam girtî be û pîroz dikin.