Oldar: Tu ferqa van çeteyên DAIŞ'ê ji Îsraîlê tuneye
ÎZMÎR (DÎHA) - Endamên Komeleya Oldarên Îzmîrê (ÎDAY-DER) bertek nîşanê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê dan û gotin, "Çima bertekên ji bo gelê filistinê bilind dibin, ji bo gelê Rojava bilind nabe? Tu ferqa van çeteyên DAIŞ'ê ji Îsraîlê tuneye."
Êrîşên, çeteyên hov yên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê ya Rojava ji 2'yê tîrmehê vir ve bê navber didomin. Çeteyên bi taybet li ser navê ola îslamî qetliyamên hov dikin û mirovan serjê dikin, rastî bertekên Komeleya Oldarên Îzmîrê (ÎDAY-DER) hat. Endamê komeleyê Mele Mahmut Taniş diyar kir ku divê hemû alim û oldarên misilman li dijî van qetilayaman derkevin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Kîjan misilman li hemberî êrîşên dijmirovîn yê DAIŞ'ê derneyê, ew di hizûra Xwedê de wekî şeytanê kor bibe. Yên ku ji bo filîstînê deng derdixin û li hemberî Rojava bêdeng bimînin jî şehyatênên herî mezin in. Ev ên van êrîşan dikin ne misilmanin. Eger misilman ban, wê hemû misilman daban cem xwe û ser Îsraîlê de biçûban. Tu ferqa van çeteyan Îsraîlê tuneye. Her dû jî zulumkarin. Tu eleqe bi îslamê tuneye."
'Durûti heye'
Endamê komeleyê mele Ferzende Denîz jî da zanîn ku li rojhilata navîn li ser navê îslamê gelek qetliyam tên kirin û bilêv kir ku tu eleqeya wan bi îslamê tuneye. Denîz, nêzîkatiyên li hemberî gelê Filîstîn û Rojava jî dan ber hev û ev rew wekî durîtiyê pênase kir. Denîz, wiha axivî: "Ez ji hemû oldaran re dibêjim; çima hûn ji bo Filîstînê bertek nîşan didin, lê ji bo Kobanê bêdengin? Ma gelê kurd ne mazlume, ne misilmane?" Denîz herî dawî bang li hemû mûmînan kir ku li hemberî êrîşên çeteyan bêdeng nemînin.
(lg)