Oldaran ji bo Rojava bang kirin
WAN (DÎHA) - Komeleya Piştevaniya Oldaran bertek nîşanî fetvayên ku çete li hember kurdan derdixin dan û bang li hemû kesî kirin ku bila li hember zilmê ligel gelê Rojava cih bigirin.
Li Rojava endamên çeteyan di mizgeftan de anonskirin ku 'can û malê kurdan helal in'. Balkêşe ku li hember vê anonsa çeteyan, heta niha saziyên îslamî tu daxuyanî nedan. Endamên Komeleya Piştevaniya Oldaran ya Wanê (VADÎAD) diyar kirin ku êrîşa çeteyan ya li hember gelê Rojava bi tu awahî nayê qebulkirin û di îslamiyetê de êrîşên bi vî rengî tunenin. Oldaran dan zanîn tu eleqeya pêkanînên li Rojava bi îslamiyetê re tune û kesên ku li hember zilm, înkar û îmhaya li Rojava helwestê nîşan nedin, dibin hevkarê pêkanînên li wir.
Endamê VADÎAD'ê Mele Abdullah Oca, diyar kir ku yên fetvayên 'can, mal û namûsa kurdan helal e' didin zalim û munafiq in û Hz. gotiye can, mal û namusa yên ku misilman nebin jî helal nîne û wiha got: "Gelê kurd gelekî misilman e û tu caran zilam û neheqî qebul nekiriye." Oca da zanîn ku divê hemû kes piştgiriyê bide berxwedana gelê Rojava.
'Divê oldar li hember zilmê bêdeng nemînin'
Mele Nurettîn Aksoy lenet li çeteyên ku qetlîaman pêk tînin û yên ku piştgiriyê didin çeteyan anî û wiha got: "Hz. Mihemmed dema diçû şer ji şervanên xwe re sê tişt digot; ya yekem, ger we di şer de derbe li yekî xist derbeya duyem lê nexin, zirarê nedin bedena ku Xwedê daye. Çavê wan dernexin, dest û piyê wan neşkênin. Ya duyem; zirarê nedin çandînî û malên wan ji bîr nekin yên ku dimirin li pişt xwe jin û zarokên xwe dihêlin. Ya sêyem jî; destdirêjî namûsa wan nekin. Çeteyên ku li hember jin, zarok, mal û çandiniya kurdan fetvayê didin li dijî pirtûkên pîroz derdikevin û gunehkar in." Aksoy da zanîn ku ev êrîş tenê li hember kurdan pêk nayê di heman demê de li hember hedîs û olê pêk tê û bang li hemû kesî kir ku piştgiriyê bidin kurdên Rojava.
'Li hember zilmê bêdeng nemînin'
Mele Cemal Demîr, hedîsa pêxember ya 'Yên ku li hember zilmê bêdeng bimînin dê di agirê cehenemê de bişewite' ji bîr xist. Demîr ji bo banga El Nusra ya cîhadê ku li hember kurdan tê kirin, diyar kir ku ew kesên ku êrîşî kurdên sivîl dikin ne misilman in, munafiq in. Mele Demîr da zanîn ku kurd li Rojava ji bo axa xwe û jiyana xwe biparêzin zirarê nadin mal û milkê xelkê.
(ça)