1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Oleke Mezopotamyayî YARSANÎ
Oleke Mezopotamyayî YARSANÎ,oleke,mezopotamyayî,yarsanî

Oleke Mezopotamyayî YARSANÎ

A+ A-

Binghê felsefeya Yarsanî tenasux e. Tenasux bi awayê bilindbûn, daketin û guherînê ye. Ji bawermendên vî dînî re soza bihuşt û dojehê ya piştî mirinê nayê dayîn…

Dînê Yarsan bi dîn û mezhebên wek Zervanîzm, Mîtrayîz, Zerdeştî, Bûdayîzm, Maniyîzm û Mezdekî re di nava peywendiyê de ye û hevbeşiyên wan hene. Roja Îro hinek gelên Yarsanî ji bo parastina dînê xwe û ji bo ku xwe ji komkujiya misilmanan biparêzin, hinekî xwe nêzî şiatiyê dikin da ku bikaribin bi hêsanî merasimên xwe yên olî lidar bixin. Sedema ku xwe nêzî şiayan dikin evin; yekem, bi nêrîna gelên Yarî, naskirina xwe û afirênerê xwe xwedî çar merheleyane; merhela yekem, Şerîete, ji dema afirandina Adem heta dema Elî êbnê Ebîtalib, dema yekem anog şerîet mizginiya guherîna cewher-zatê xwedayî di Elî êbnê Ebîtalib de ye, ji ber vê jî ji bawermendên vî dînî re Elîyullahî tê gotin. Ya dûyemîn, ji ber ku bawermendên ola şia di herêmên ku piraniya wan Yarî lê dijîn, niştecih bûne, bandorek zêde li ser ola Yarî dike. Roja îro ola Yarî kirasê îsalmî bi xwe girtiye, sedema vê yekê jî ewe ku piştî êrîşên Ereban, hinek bawermendên vî olî îslamê pejirandin. Hinek jî li ser dînê xwe man lê sira xwe veşartî hiştin. Yanî di şikil de bûne misilman, lê bi awayek batinî(veşartî) li ser ola xwe man. Lê dîsa jî gelên Yarî kevneşopiya xwe parastine û hêjî li ser piyane. Yarsan yan jî Ehlê Heq li Kurdistanê bi navên cûr be cûr têne naskirin. Li Başûrê Kurdistanê bawermendên ola Yarî li Kerkûk, Dûzxormatû, Çemçal, Kelar, Helebçe, Xaneqîn û hinek herêmên Mendelî dijîn. Li vir wek “Kakeyî” tên nasîn. Li Rojhilatê Kurdistanê, Kirmaşan navenda Ehlê Heq e, bi taybet li derdora Kerend, Şehabad, herêma Goran û Gehvare û Kirmaşanê bixwe. Herwiha bi awayekî belav belav li Hersîn, Sehne û Kengaverê jî hene. Bajarê Tekab ê ser bi Urmiyê jî cihê vê olî bûye. Li Bakûrê Kurdistanê jî wek Ehlê Heq yan jî Elevî hene ku li Çewlik, Dêrsim, Sêwas, Meletî, Semsûr, Mereş û Dîlokê dijîn. Ti ferqek di navbera wan û Eliyûllahiyan de tineye, gelek merasimên wan wek hevin. Dibe ku dûrbûna coxrafîk hinek cudabûna afirandibe lê dîsa jî dema mirov bi kûr û hûr koka wan bikole heman tiştin. Herwiha li Bakûrê Îranê ango li qiraxa deryaya Xezerê jî bi hezaran dijîn. Ola Yarî di Başûrê Kurdistanê de xîmê xwe avêtiye û ji nav kurdan derketiye. A niha jî bawermendên vî olî Kurd, Azerî, Fars û Ereb in. Wateya Yarsan mirov dikare wiha pênase bike, Yar; heval û hevrê û San jî tê wateya Pîr. Amarek diyar ji hêjmara bawermendên vî olî tineye lê bi texmînî nêzî sê û nîv mîlyon kesin ku du û nîv mîlyonên wan li Îranê ne. Gelên Yarî di dirêjahiya dîrokê de û bi destê desthilatdaran rastî komkujiyên bêrehmane, êkenceyên ruhî û fîzîkî hatine û surgûnî herêmên din yên Îranê, bajarên wek Rêy, Qezvîn, Şehriyar, Zencan, Takistan, Şîraz, Dergez, Kelardeşt, Nûr, Sarî, Mazenderan û hwd… hatine kirin. Weke mînak şahên Efşarî, Safevî û Qacar herdem di vê hewildanê de bûne ku ola Yarsan û bawermendên wê ji nav bibin, lê Yariyan li gel ku ji axa xwe dûr bûne jî dînê xwe ji bîr nekirine û heta roja me ya îro parastine.

Tenasux (Dûnadûn) Binghê felsefeya Yarî tenasuxe, tenasux bi awayê bilindbûn, daketin û guherînê ye. Ji bawermendên vî dînî re soza bihuşt û dojehê ya piştî mirinê nayê dayîn belkû bihuşt û dojeh di vê dunyayê ango li ser rûyê erdê ye. Herkes li beramber rabirdû û dema xwe ya niha berpirsyare. Ger kesek di demên berê de kiryarek kirêt û nerast kiribe, di dema din ango dema cilguherînê de(dûnadûn)wek heyvanekî xûya dike ku ji vê re tenasuxa daketinê dibêjin. Di tenasuxa bilindbûnê de mirov her cara ku vedigere cihanê li gorî dema berê pêşketinek ruhî dibe para wê. Xwedê ji roja ezel heta roja ebed yan jî dawiya demê, 1001 carî di ruhê mirov de li ser erdê xûya dike ku di hezar û yekemîn derketinê de, dîvana dawî a heqîqetê pêk tê û piştî pîvandina kiryarên mirovan cihan vedigere rewşa xwe ya destpêkê. Bihuşt û dojeh bi tere ye di post Çima ji derve li xwe digerî ey dost (Poryayê Velî) Gelên Yarî di Îranê de bi navê cûrbecûr têne naskirin, wek mînak: Ehlê Heq, Eliyullahî, Elevî, êla San, Rojperest û hwd… Dema kamil a tenasux ango huzûra xwedê li ser erdê li gel melayikên xwe yên nêz û taybet ku di dîvana Yaranên heqîqetê de kom dibin û heta vê demê 5 demên kamil ên huzûra xwedê li ser erdê pêk tê. dema Adem, dema Elî êbnê Ebîtalib, dema Şah Xoşînê Loristanî(Mubarekşah), San Sehaq, Seyîd Heyder ku bi seyîd birake goran jî tê naskirin ku heta niha yê dawî bûye. Lê li gor ola Yarî wê dawiyê nebe ji ber ku divê xwedê 996 carê din li ser erdê û di dîvana bilind a yaranên heqîqetê de peya be, helbestek Şah Xoşîn Loristanî vê rasiyê wuha bilêv dike; Yarsan wa wera yarsan wera Ray heq rasiyen biranan wera Pakî û rastî û nîkî û reda Qedem we qedem ta we menzelgah San Sehaq(Sultan İshaq) San Sehaq yan Sultan İshaq avakerê ola Yariye. Li gor Kak Reda, dîroknivîsê ku di sedeya 15.de jiyaye, San Sehaq di sala 1120’an de hatiye dinê û di sala 1192’an de vefat kiriye. Li gor pirtûka Behrullnisab, Sultan İshaq ji neviyên Baba elî Hemedanî bûye, Baba Elî û Şêx Îsa bavê Şêx Îsa ji Hemedanê diçe bajarê Şehrezû Hewraman, gundê Berzence ê li Başûrê Kurdistanê. Şêx Îsa bavê San Sehaq di dema zarokatiyê de li gel bavê xwe –Baba Elî- perwerde dibîne, piştre ji bo fêrbûna dewreyên Îslamî dibe şagirdê Xace İshaqê Xetayî. Dema ku Şêx Îsa fêrî fiqeyên Îslamî dibe diçe Kurdistanê û piştî ger û geşat di Kurdistanê de vedigere gundê Berzencê. Piştî demekê Şêx Îsa bi birayê xwe ê mezin ango Şêx Mûsa re digihêje wê encamê ku divê li ser zanyarî û tiştên ku fêr bûne zêde bikin û ji bo vê jî diçine İraq, Hicaz û Misirê. Navê dayîka San Sehaq, dayê Rakî Remizbar bûye ku li Berzencê kurê xwe tîne dinê, bav ji bo bîranîna mamosteyê xwe navê wî dike San di dema zarokatiya xwe de li gel bavê xwe fêrî zimanê Erebî dibe û piştî têperandina dema zarokatiyê, ji bo fêrbûna zanistê diçe dibistana Îlyas Şehrezûrî. Çend sal nabihore ku dema hêj 15 saliye, dayîka wî vefat dike. San Sehaq piştî bidawîkirina xwendina xwe ji bo naskirina cihanê dikeve ser rêya İraq, Şam û Erebîstanê û di dawî de dîsa vedigere cihê lidayîkbûna xwe Berzencê. Di 23 saliya wî de bavê wî diçe ser dilovaniya xwe. Wê demê nakokiyên baweriyan di navbera biryayan de zêde dibe, ji ber vê yekê San İshaq diçe gundê Şêxan û ola xwe birêxistin dike. Demek nabihore ku dîsa vedigere cihê jidayîkbûna xwe û gel davetî rê û resmên Yarî dike. Di demek kurt de Sultan gelek yaran li kêleka xwe dibîne. Ji ber vê çendê ji bo vexwendina zêdetir a gelan ji bo ola Yarî diçe Hewraman, Kirmaşan, Dalaho û herêmên din ên Kurdistanê û roj bi roj alîgir û bawermendên wî zêde dibin. San Sehaq li ser mijarên giranbuha û kêrhatî ên mezheb û olên beriya xwe lêhûrbûn kiriye û ola Yarî ava kiriye. San Sehaq ji bo ola Yarî ev merhele daniye: heft ten, heft vane, heft xelîfe, heft xadim, heftê û du pîr, çil ten, çil tenan, nod û neh pîrên Şaho, hezar û yek bendeyên xace vend, şesed û şeş xulamên kemer zêrîn, bêwar, bê ven bende, hezar bende û yaranê qûltas. Weke mînak ji xwe re heft yar hilbijart ku wek heft tenan têne naskirin û wezîfeyek da her yekê da ku pêşengtiya gel bikin û pirsgirêkên gel çareser bikin. Navê wan yaran wiha ye: 1. Pîr Binyamîn, 2. Davûd, 3. Şah Îbrahîm, 4. Baba Yadigar, 5. Pîr Mûsa, 6. Mustefa, 7. Remizbar. Yek ji mijarên ku ola Yarî nêzî olên beriya Îslamê dike, tenasuxe ku me li jor behsa wê ji we re kir. Ola Yarî çavkaniya xwe ji olên Zervanîzm, Mîtrayîzm, Zerdeştî, Bûdayîzm, Manîyîzm û Mezdekî digire û gelek merasim û ibadetên wan dişibin merasimên olên Mîtra û Zerdeşt. Mînakek din ku nîşan dide ola Yarî û ola Mêhr(Mîtrayîzm) nêzî hevin, hêjmara 7 û bikaranîna wê di nav Ehlê Heq de ye. Mêhrperest xwedî heft paye û heft derece bûne ku ew jî ji heft seyareyan(gezegenan) girtiye.

Serencam Serencam pirtûka pîroz a gelên Yarî ye ku wek kilam di 5 dewreyên Berzencî, Baba Navis, Bargeh Bargeh, Damyar Damyar û dîvana Abêdîn hatiye nivîsandin. Di vê pirtûkê de helbest an jî kilamên pîroz ên dînî hene ku bi zaravayê Hewramî ye. Kilamên Serencam wek hemû pirtûkên pîroz rê û resmên jiyan û bîrdoziya xwe fêrî bawermendên xwe dike ku gelek kilam yan jî gotin felsefî ne. Gelekî behsa soz û peyman dikin û jiyana madî vala û fanî û xerîzeyan çavkaniya qirêjiyê dibînin. Pirtûka Serencam jî wek awazên Zerdoşt(GATA) wek kilam tê nivîsandin û herdûyan rêyek ji bo gel hilbijartine. Dema em sê esasên ku Zerdoşt ji bo mirovbûnê diyar kiriye û gotinên ku di Serencam de ji bo bawermendên xwe bilêv kiriye, binêrin: Fikra baş, gotina baş, kirina baş Yarî çar çiyon bave rî veca pakî û rastî, nîstî û reda Ku divê mirov van çar esasan bicih bîne: Rastî: derewnekirin, rastkarbûn û kirina baş e. Pakî: dûrbûn ji guneh û başjiyankirine yan jî fikra başe û armanc ji nebûn(nîstî) ewe ku tu xwe li her cure girêdanekê dûr bixî da ku bikarî bigihêjî zat yan jî cewhera xwedê(cewhera nûr). Reda: soz û peymane. Soz û peyman di ola Yarî de gelekî girîng bûye û yek ji taybetmendiyên ber çav ê bawermendên vî olî ye jî. Ji xwe wateya Mîtra jî soz û peymane û ola Zerdeştî jî xwe dispêre soz û peymanan. Di Zerdeştî de soz û peymana di navbera du kesan de bi nirx û tê hurmetkirin û ger yek ji aliyan soza xwe bişkîne, tê cezakirin. Di ola Yarî de divê her kes xwişk û birayek wê ya Yarî hebe, girêdana vê sozê bi merasimek taybet çêdibe da ku bi vî awayî hemû gelên Yarî wek xelekekê bi hevre werin girêdan û bi hevre yek bin. Di ola Mîtra de jî ev merasim hebûye ku Mîtra bi Yaran –jin û mêran- re peymanek irfanî girêdida. Rola Pîr di ola Yarî û Mîtra de jî wek hevin. Wek mînak di Mîtrayîzmê de Pîr nûnerê Mîtra li ser rûyê erdê ye û erkên din ên Pîr, parastina koma Mêhr, Mamosteyê pîroze, rêbertiyê dike û dikare murîdên xwe jî hilbijêre. Pîr û talêbî pervaneh û şemen des yekbûsan xake paye hemen

Rola jinê di baweriya Yarsan de San Sehaq piştî belavkirina olê xwe, vedigere Şêxana Hewraman û di demek kurt de gelek kes li derûdora wî kom dibin. Ji her alî û her cihî kesên ku ola Yarî merax dikin, diçine Şêxan da ku ji nêz ve San bibînin û tevlî wî bibin. Di nav wan de jin jî gelek hebûne, wek Hebîbe Şehrezûrî ku keça Sedreddîn Şehrezûrî bûye. Li gundê Yava hatiye dinê, di zarokatiyê de li gel bavê xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bûye û paşê diçe dibistanê ji bo fêrî farisî û erebî bibe. Piştî fêrbûna du zimanan, li gel birayê xwe diçin ku fêrî feqîhên Îslamî bibin, nêzî du salan perwerde dibînin. Dema vedigerin bavê wan vefat kiriye. Demek derbas nabe ku Hebîbe digihêje asteke bilind di ola Yarsan de û di pirtûka Serencam de jî wek Şah Hebîbe tê naskirin. Hemû jiyana xwe ji bo pêşengîkirin ji gel re derbas dike. Nêzî 66 salan dijî û di sala 1348’ê zayînî de li gundê Şêxan diçe ser dilovaniya xwe û li wir dispêrin axê. Jin di nêrîna ola Yarî de xwedî cihek taybete û hemû maf di navbera jin û mêran de wekhev bûye û herdû jî xwedî mafê hilbijartinê bûne. Di ola Yarî de wuha behsa jinê tê kirin; ew afirênereke ku sir di wê de veşartiye û di kilaman de jî wek remizbar tê binav kirin. Jin di ola Yarî de hertim xwedî îrade û pêşengên civakê bûne. Wan jî di demên şer de li gel endamên eşîr û malbata xwe li hember dijminên welatê xwe şer kirine. Hêza jin di civaka Yarsan de û rola wê di nav malbatê de bûye sedem ku ev ol paqij û zelal bimîne û li hember her cûre asîmîlasyonan bikare parastina xwe bike. Wê di cih de be ger em behsa hinek jinên ku li hember birêvebirina civakê berpirsyar bûne û derveyî perwerdehiya zarokan, bi gotina kilaman bi zimanê dayîkê, karîne zimanê kurdî li hember êrîşan biparêzin, kesên wek; Xatûn Zerbanî Dorziyanî, hem kilam gotiye û hem jî li tembûrê daye. Daye Tebrîz Hewramî, ew jî wek Xatûn Dorziyanî, Xanim Caf, Xatûn Mîzerd, Celal Xanim Loristanî û Reyhane xanim Loristanî, hevjîna Baba Tahir bûye ku piştî dimire li kêleka hevjînê xwe Baba Tahir tê veşartin. Di ola Mêhr de her mêr bi fermana Mîtra mafê wî heye ku tenê jinekê hilbijêre, di ola Yarî de jî her wusaye.

Merasimên ola Yarsan Merasimên Yarî di cihên taybet de pêk tên. Rola Dêr û Mizgeft ji bo olên din çawa ye, Cemxane jî ji bo Yarsanan ewçend girînge. Di ola Yarî de her kesek Yarsanî berpirsyare ku li hember Pîr bi hurmet be, pêkanîna nezir û niyaz(daxwaz), heftê carekî di şevên înê de di Cemxaneyê de be, peydakirina Kilam û gotina wan û salê sê rojan rojiya Xavenkar(afirênerê cihanê)girtin ku di meha navîn a zivistanê de ye. Ibateda herî bilind li gel Yarsanan biçûkxistina beden û xwestekên nefsî ne. Hurmet yan jî serê xwe li hember Pîr tewandin çawa ku di ola Mêhr de jî heye di ola Yarî de jî wusaye. Roja heftan a hefteyê di ola Mîtra de pîroze û di Zerdeştî de jî wusa ye. Di Boxazkoy a paytexta welatê Hîtiyan ku li bakurê rojhilat ê Asya biçûke, levheyek ji axê peyda bûye ku navê Mîtra li ser wê hatiye neqişandin û xwedî dîroka 1400 sal berê zayînê ye. Di vir de peymanek di navbera Hîtiyan û cîranên wan de hatiye girêdan ku ji Mîtra xwedayê soz û peyman hatiye xwestin ku vê peymanê bipejirîne.

Rojîgirtin di ola Yarsan de Di ola Mîtra de sê rojan, rojî digirtin. Sedema wê çibû? Sedem ew bû ku di meha dûyemîn a zivistanê de xwedayê rojê di meha ortê de ji gelan diqehire (ev sê roj rojên herî kurt ê salê ne!) ji bo ku xwedayê rojê aciz nebe û dîsa nîmetên xwe bide gelan, sê rojan rojiyê digirin. Bi vî awayaî duayên wan qebûl dibe û dîsa nîmetên xwe ji mirovan re dibexşîne. Di Zerdeştî, Yarsan, Êzîdî û Eleviyan de di vê mijarê de gelek tişt wek hevin. Duayek di ola Yarî de heye ku dema gotina wê ew deme ku roj diçe ava û li hember rojê tê xwendin. Ev dua dîroka wê vedigere dema olên destpêkê. Navê vê duayê ‘Zerde ver’ e û xwedî vê wateyê ye; “Ey zerahiya rojê dîsa vegere!”

Daxwaz û xwestek Di ola Yarî de heyvanê nêr têne qurbankirin û di dema qurbankirinê de jî Pîr jî li wir dibe û bi xwendina duayên nezrê, daxwaza pêkanîna xwestekên hemû cihaniyan dike. Ger em bala xwe bidin ser şêwazê qurbanîkirinê di ola Yarî de em dibînin, ger heyvana ku hatibe serjêkirin çêlek be, nabe ku mêjiyê wê bê xwarin û divê di cihek bi ewle de di bin axê de were veşartin û hestiyên heyvanê serjêkirî her wusa ye. Sedema veşartina mêjiyê çêlekê di olên Îranî de ew bûye ku di pirtûka Bendheşn û pirtûka Camaspîk de dibêje ku Ehûramezda ango xwedayê mezin ê başiyê beriya afirandina Kiyomers çêlekekê diafirîne, leşkerên nebaş xwestin afirandinê jinav bibin û çêlekê ji xwe re digirin. Lê gelek çêlek ji mêjiyê çêlekê çêdibe û tê gotin ku ji mirina vê çêlekê 55 cûre nebat û 12 cûre gihayên tipî çêdibe. Ji bo wê jî çêlekê di demsala buharê de serjê nakin. Di Mêhrperestiyê de jî dema qurbanê, Pîr jî amade dibe û bi xwendina duayên ji bo pêkanîna daxwaz û hêviyên cihaniyan, awazên zayîn û çêbûn(peydabûn)ê dixwîne. Hestiyên heyvanê hatiye serjêkirin bi merasimek taybet dispêrin axê. Di ola mêhr de li gor derfetan qurbanî dikin ji çêlek heta mirîşkê, di ola Yarî de jî heman tişt heye. Di ola Mêhr de heyvana Dîk pîroze û hertim dîkê spî xelatî Mîtra dikirin. Di ola mêhr de bi du awayî xusul (dest û rû şûştin, beriya ibadetê) tê girtin, bi av û bi axê û dema wê jî ew deme ku dîkê sibê bang dide. Sedema vê yekê jî ewe ku di vê baweriyê de ne; Ehrîman bi dengê dîkê sibê tê qewitandin. Di olên Zerdeştî û Yarî de jî dîk pîroze.

Ezela beriya afirandinê Di pirtûkên pîroz de hemû ol behsa dema çêbûna Adem şûndetir dikin. Di Tewratê de di derbarê peydabûna hebûnê de wuha dibêje: “di destpêkê de xwedê ezman û zemîn afirand û…” ku vê yekê Îsa Mesîh jî dipejirîne. Zerdoşt di Avesta de gotinên xwe bi pesindayîna Ehûramezda ji bo afiandina cihanê, destpê dike. Li gel Aryayiyan bawerî bi wê heye ku cihan serdem bi serdem çêbûye û wek afirênertiyek li pey hev bûye. Di Quranê de jî Hz. Muhemed, xwe wek berdewama peyxemberên din dibîne, wê demê çîroka peydabûna gerdûnê di Tewratê de jî pejirandiye. Lê belê pêşengên Yarsan ji wan kêm pêşengan bûne ku behsa beriya afirandinê kirine û xistine bin lêpirsînan. Wiha şîrove dikin ku afirênerê cihanê hêza bêdawiye ku di cihek nediyar de jiyan kiriye ku navê wê jî Dorr bûye. Ev hêz îrade dike da ku eşkere bibe, di dema aşkerabûnê de ji hev belav dibe û ji teqîna Dorr, gerdûn pêk tê. Di navenda wê de jî hêzek mutleq heye ku li ser her tiştî hukum dike û ji pirtikên belavbûyî hemû hebûn, mirov, nebat, dar û… ji Dorr pêk tên. nêrîna Tevhîda Eşraqî ku; tu li çi temaşe bikî tuyê xwedê bibînî, me digihêne vê encamê ku li gor ola Yarî xwedê di heman demê de ku xwedî hêza mutleqe di hemû pirtik û gerdûnê de belav bûye û her tişta ku afirandiye, xwe di wê de diyar kiriye, bicih kiriye û her pirtikek ji cewhera xwe li gorî heqîqeta wê daye wê(parve kiriye). Bi gotinek din Xwedê mirov wek xwe afirandiye! Em bi helbestek yek ji hevrêyên herî nêz ê San Sehaq, Abeddîn korê mela Nuruullahê Caf ku di pirtûka Serencam de heye, nivîsa xwe bi dawî dikin; Min aşiqî xawendigarim Eşqî yare wa bê arim Emin giravşav û çuwar yarim noxteyî mûsî wa li zarim Ez ke vêl bûm le cê û şarim beledmî kird şay şasiwarim Ke min xeste ser rêyî rasî heta bijîm be bê kasî Min Abedînî kakeyiyîm axir be yarî xom geyiyîm

GELAWÊJ EWRÎN/HÎWA MURADÎ

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA


Bêjeyên Miftehî