1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Onder: Pêşnûmeya Muzakereyê ji 4 xalên sereke pêk tê
Onder: Pêşnûmeya Muzakereyê ji 4 xalên sereke pêk tê,onder,pêşnûmeya,muzakereyê,ji,4,xalên,sereke,pêk,tê

Onder: Pêşnûmeya Muzakereyê ji 4 xalên sereke pêk tê

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder derbarê hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk anîne de agahî da. Onder behsa 4 xalên sereke kir û diyar kir ku dê sibê bi daxwuyaniyeke çapemeniyê naveroka vê bi gelemperî bi raya giştî re par ve bikin.

Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder ku di heyeta bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinan çêdike de cih digire, naveroka hevdîtina herî dawî (29 Mijdar) ji televizyona Med Nuçe di bernameya rojnamevan Pinar Katurman de vegot.

Sirri Sureyya Onder got ku ew nêzî 4 saetan hevdîtin pêk anîne û tenduristiya Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş bûye. Onder wiha dest bi axaftina xwe kir: "Me li Girava Îmralî bi Birêz Ocalan re bi qenderê 4 saetan hevdîtin pêk anî. Di heyeta me de Hevserokê KCD'ê Birêz Hatîp Dîcle jî hebû. Em wek şandeyê gelê xwe silav dikin. Tendûristiya Birêz Ocalan baş bû. Bi dîtina Birêz Dîcle pir kêfxweş bû. Xal û xatirê Hatîp Dîcle ku ev 20 sal e hev nedîtine pirsî û pişt re me dest bi nirxandina rojevê kir. Em li ser asta pêvajoya çareseriyê, nêzîkahiya AKP'ê û polîtîkayên wan yên heyî, Kongreya Neteweyî, Kobanê, Rojava û hin mijarên din rawestiyan. Birêz Ocalan diyar kir ku Pêşnûmeya Muzakereya Demokratîk û Aştiyê bi gelemperî hatiye kamilkirin. Di asta niha de li ser çarçoveyeke ku bikaribin muzakereyê li ser bimeşînin gihîştine mutebakatekê. Piştî me pêşniyariyên çareseriyê, serenavên muzakereyê, plana çalakiyê bi hemû aliyên têkildar re par ve kirin em ê encamê derbikeve holê bi Birêz Ocalan re par ve bikin. Birêz Ocalan çareseriya demokratîk elzem dibîne û dibêje bêyî temînat bê dayin gihîştina hedefê ne gengaz e. Li ser vê yekê jî bi awayekî bi biryar û bi israr radiwesite."

Divê hikûmet û dewlet xwerexnedayîna xwe bidin

Onder diyar kir ku girtinên demdirêj hatine nirxandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Birêz Ocalan anî ziman ku li cihê paşvekişandina pêvajoya gerîla bi awîrdor bê nirxandin kalekol û HES hatine çêkirin. Birêz Ocalan diyar kir ku bêyî bingeheke kanûnî bê amadekirin û temînat bê sitendin ji ber wî ev bangewazî kiriye kêtiye kêmasiyê û ji ber vê yekê jî rexnedayina xwe li hemberî gelên Tirkiyeyê anî ziman. Bang li dewletê jî kir ku ligel hemû israrên wî ji ber pêngavên kanûnî neavêtiye xwerexnedayin bide û li ser vê yekê rawesite da ku careke din heman kêmasî dernekevin. Ger alî bi awayekî cidî û bibiryar nêzî pêvajoyê bibin herî dereng di nava 4 mehan de dê çareseriya demokratîk a mezin ku pêşeroja Rojhilata Navîn diyar bike dê pêk were. Ger bi awayekî cidî û bibiryar nêzîkahî bi pêş nekeve dê kaosa herêmî kûr bibe û mekanîka darbeyê jî encam bigire. Birêz Ocalan hişyariya vê yekê kir."

Onder di berdewamiya axaftina xwe de got ku Ocalan gotiye bi agirbesteke pêkhate û lijneyeke ku vê yekê bişopîne dê hemû valahiyên kanûnî û bi wate bêne dagirtin û ancax sazûmankirina raya giştî jî bi vî awayî bê tesîs kirin."

4 xalên sereke yên pêvajoyê

Onder got ku Ocalan ji hemû gel û pêkhateyên siyasî ku di berxwedana Kobanê û Şengalê de cih girtine û şerê rûmetê yê sedsala 21'emîn dane bi taybetî silav kiriye û her wiha ji hemû girtiyan re jî silav şandine. Ocalan bi munasebeta 27'ê Mijdarê salvegera damezirandina PKK'ê jî şehîd bi bîr anîne û silavên xwe ji hemû kadroyan re şand. Li ser pirsa pêşkêşvana bernameyê Pinar Katurman a derbarê pêşnûmeya muzakereyê de Onder behsa 4 xalan kir û diyar kir ku dê sibê bi daxwuyaniyeke çapemeniyê naveroka vê bi gelemperî bi raya giştî re par ve bikin. Onder ji bo her 4 xalan wiha got: "Birêz Ocalan di vê meseleyê de jî li ser rêbazê radiwesite û ev rêbaz ji 9 xalan pêk tê. Em ê di daxwuyaniyê de hinan ji van par ve bikin. Hin xalan jî piştî hevdîtinên Qandîl û dewletê em ê par ve bikin. Ji bo ku bingeha kanûnî, mefhûmên esasî û lijne rast bên terîfkirin ev yek pêwiste. Ji bo pêvajoya bêçalekiyê bi belge be, mutebakat bikevin bin îmzeyê ev yek divê. Em dikarin ji bo vê bibêjin înşaya bingeheke saxlem. Piştî rêbazê Birêz Ocalan meseleyê bi dîrok û felsefeya wê digire dest. Vê wek destpêk bi nav dike. Di dema hevdîtinê de min pêşnûme qeyd dikir. Demeke dirêje tiştekî ewqas hêja ku hemû zanîngehê vî welatî bixe şermê min nedîtiye. Em encama kedeke mezin dibînin. Dîsa dê ev bibe bersiveke mezin ji bo derdorên mijara sekreteryayê ewqas didin nîqaş kirin. Dê ew jî şaş bimînin. Ev beş ji 11 xalan pêk tê. Serenavê van em ê par ve bikin. Sisê ji xalên pêvajoyê yên bingehîn ku di nava xwe de 40 pirsên bingehîn dihewîne pêk tê. Dema ev beş hat xwendin dê bê dîtin ku ne Tevgera Azadiyê ne jî Birêz Ocalan tê xapandin. Dê ev beş nêrînên wiha çewtomewto bavêje ser sergo. Di pêşerojê de ji bo hemû gelên cîhanê dê bibe bernameya demokratîkbûyinê. Dê bibe çavkaniyeke sereke. Beşa çaremîn jî ji hêla Birêz Ocalan ve wek Plana Çalekiyê hatiye amade kirin. Ev jî ji 6 xalan pêk tê. Herî taybetmendiya girîng ya vê beşê dîrok e. Di encama hevdîtinên bi KCK, dewlet û hukûmetê re em ê vê xebata bi kedeke bêhempa hatiye çêkirin ji hêla Birêz Ocalan ve bi raya giştî re par ve bikin. Ev bixwe jî dê têr bike ku hemû derdoran ji bo pêvajo bi wate bibe bixe nava liv û tevgerê."

(ag/wk)