1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Operasyon li metropolan belav dibin"
"Operasyon li metropolan belav dibin",operasyon,li,metropolan,belav,dibin

"Operasyon li metropolan belav dibin"

'Operasyonên 'KCK’ê' dê li metropolên Tirkiyeyê belav bibin'

A+ A-

Alî Bariş Kurt- Sêyemîn rûniştina Doza Sereke ya 'KCK' ya ku li li Stenbolê du hefteyan berdewam kir, duh bi dawî bû. Di rûniştina duh de ji 122 girtiyan tenê 4 kes serbest hatin berdan. Parêzer Sînan Zîncîr destnîşan kir ku di vê dadgehê û bi taybet jî helwesta desthilatiyê de tu guhertinek çênabe. Zîncîr bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî yên li Bakûrê Kurdistanê û got: “Li metropolên Tirkiye jî dibe careke din operasyonên 'KCK'ê bêne destpêkirin. ''

Ji parêzerên Doza Sereke ya 'KCK'ê ya Stenbolê Sînan Zîncîr ku ji ANF’ê re axivî, bal kişand ser cûdahiya di navbera rûniştina dozê ya duh û rûniştinên berê de, û got: “Di rewşên berê de li gorî feraseta dadgehê atmosferek radîkal hebû; daxwazên greva birçîbûnê hebûn. Lê me di van du hefteyan de tu helwestek li hemberî dadgehê pêş nexist. Lê dîsa jî me dît ku tu tiştek neguherî.”

'DESTHILATIYÊ NÎŞAN DA KU GUHERTIN DI HELWESTA WÊ DE ÇÊNABE'

Prz. Sînan Zîncîr bi bîr xist ku 122 girtî hene, tevahiya vana siaysetmedar, çalak û kesên di BDP’ê de perwerde dîtine an jî dane û wiha domand: ''Me jî li gorî helwesta miwekîlên xwe û rewşa siyasî daxwazên xwe tînin ziman. Vê carê, ango di du hefteyan de me tu daxwazek nekir. Me guhdarî îdîa nameyê kir.'' Zîncîr her wiha got: “Lê tenê 4 kes serbest hatin berdan, bi vî awayî hate dîtin ku di helwesta dadgehê û bi taybet jî ya hukûmetê de tu helwestek çênebûye."

BIRYARA GILÎKIRINA PARÊZERAN

Parêzer Zincîr da zanîn ku wana ji dadgehê daxwaza du rojan dem kiriye, lê dadgehê tenê 8 saet daye wan û got: ''Em neçar man ku xebatên xwe yên parêzertiyê û parastinê têxin nava 8 saetan.'' Prz. Zîncîr destnîşan kir ku dadgehê ji bo berdewamkirina girtina girtiyan tu hincetek nîşan nedaye û destnîşan kir ku ji ber ku Prz. Ercan Kanar di dadgehê de ji girtiyan re gotiye ‘rehîneyên siyasî’biryara gilîkirina parêzeran hatiye dayin.

'REHÎNEYÊN SIYASÎ'

Zîncîr ku bal kişand u girityên ji doza 'KCK'ê 'rehîneyên siyasî' ne, got: ''Ji aliyê AKP' ve rehîne hatine girtin. Bi fermana desthilatiyê serokwezîr hatine girtin, ji ber wê jî em ê li şûna 'girtî' bêjin 'rehîne'. '' Zîncîr ragihand ku ew ê di rûniştinên pêş de tenê gotinek bi kar bînin û got: ''Em ê bêjin; 'Kesên hatine girtin rehîneyên siyasî ne'. ''

'DI DEMA RÛNIŞTINAN DE PEYAMA BERDEWAMKIRINA GIRTINA JI BO DADGEHAN TÊ DAYIN'

Parêzerê doza 'KCK'ê, destnîşan kir ku li gel doza 'KCK'ê ya li Stenbolê, operasyonên 'KCK' jî bedewam dikin û bi vî awayî peyama berdewamkirina girtinan didin dadgehan. Zîncîr got: ''2 roj beriya rûniştinê, li hemberî siyasetmedar û çalakên Kurd operasyonên di bin navê 'KCK'ê de hatin kirin. Heman rojan doza sereke hebû. Ji ber vê jî hêviyek erênî ya me ji dadgehê tune ye. Ji ber ku AKP peyamê daye darazê.''

Zîncîr bi bîr xist ku ji doza ciwanên endamên DYG’ê ku 25 jê girtî bi giştî 72 xwendekarên zanîngehan tên darizandin tenê 7 kes serbest hat berdan û got: ''Bi vî awayî nîşan didin ku dê operasyonên 'KCK'ê berdewam bikin. Dê biryarên ji bo hin serbestberdanan berde, lê piranî dê girtî bibînin, AKP peyam dide ku dê operasyon berdewam bikin. ''

'PÊŞÎ BAJARÊN KURDAN, PIŞTRE METROPOLÊN TIRKIYEYÊ'

Prz. Sînan Zîncîr bal kişand ku piştî greva birçîbûnê atmosfereke siyasî û civakî ya erênî pêş ket, lê belê AKP'ê bi awayeke baş nêzîk nebû û destnîşan kir ku dibe operasyonên 'KCK'ê di van rojên pêş de li metropolên Tirkiyeyê belav bibin. Zîncîr wiha domand:"Hûn dizanin, operasyonên di bin navê 'KCK'ê de li bajarên Kurdan dest pê dike, piştre belavê bajarên Tirkiyeyê dibe. Li bajarên Kurdan dîsa êrîşê BDP’yî, nunerên sazî û rêxistinên sivîl, çalakan tê kirin. Bi ya min careke din dor hatiye operasyonên siyasî yên li metropolan. Dibe operasyonek nû ya 'KCK'ê li metropolan were destpêkirin. ''

ANF NEWS AGENCY