Operasyon çanda sedan salan têk dibe
FERHAT ARSLAN Koçerên Şawaqî yên bi sedsalan e li zozan û çiyayên Dêrsimê çanda koçeriyê dijîn ji ber operasyonên zêde gelek zahmetiyan dikişinînin. Serokê Yekîtiya Bizin, Pez û Sewalên Dermale Paşa Erol, diyar kir ku ji ber operasyonên salên dawî pezê wan ji 300 hezarî daketiye 100 hezaran.
Koçedên Şewaqî bi sedsalan in li çîyayên Mûnzûr koçerîyê dikin û li ser çandek qehîm dijîn. Şewaqî, piştî operasyonên leşkerî yên ku sewalkarî tune kir, derfetên ku koçeriyê bikin namîne û jiyana koçerîyê terk dikin. Serokê Yekîtîya Sewalên Dermale Paşa Erol, li ser operasyon û çanda koçerên Şewaqî nîrxandin kir û destnîşan kir ku ji 300 hezar sewalên wan niha tenê 100 hezar sewal maye. Erol, da zanîn ku ev operasyon çanda wan a koçeriyê tune dike.
Şewaqên Mûnzûrê ku jiyana wan buyî belgesel, ji ber operasyonên leşkerî, bêzar û neçar dimînin ku dest ji koçeriyê berdin û berê xwe bidin bajaran. Şewaqên ku bi sedsalan in bi çanda koçeriyê û xwedîkirina sewalan jiyana xwe berdewam dikin, li aliyekî aboriya xwe pêş dixin, li aliyê din jî dibin çavkaniya aboriya herêmê. Şewaqên ku qada jiyana wan zozan û çiya ye, ji ber operasyon û qedexeyên li herêmê nikarin kar û jiyana xwe ya koçeriyê berdewam bikin.
Serokê Yekîtîya Sewalên Dermale, Erol nîrxandinê xwede bal kişand şerê herêmê û bilêv kir ku di 30 salan de ji ber operasyonên herêmê ji 300 hezar sewalên wan niha tenê 100 hezar sewal maye. Erol daxuyand ku, bi xwe jî ji operasyonên leşkerî pir zirar dîtiye û 30 sal berê 300 hezar sewalên şewaqan hebûn. Erol, da zanîn ku ji ber li wan zozan hatin qedexekirin, qada jiyanê li wan teng bû û wiha berdewamkir: "Ambargo danîne ser me û niha 100 hezar sewalên me mane. Ew rewşa leşkerî hîn didome û her dem tirsa ku şivanekemî were kuştin bi mera heye. Çiyayê Mûnzûr her roj tê bombebarankirin. Em li ser axa xwe nikarin azad bijîn. Pewîste ew operasyonên leşkerî rojek pêş de bê rawestandin."
'Dewlet bi kevçî dide bi heskê distîne '
Erol, li ser xwesteka devletê ya ku bila şewaq çiyayê Mûnzûr biterikinîn jî rawestiya û wiha pêde çû: "Ew kara karê bav û kalême ye. Em çiyayê Mûnzûr terk nakin. Bila her kes zanibe em koçî bajaran nakin. Jiyan û çandame di çiyayan de veşartîye. Devlet serî sewaleke 10 TL alîkarî dide, lê belê li hemberî vê yekê jî 8 TL jî heqê zozanan ji me distîne. Bi kevçî dide, lê bi hestê ji me digire. Ew çiya û zozan ê mene. Ew çawa alîkarîye? Ev 30 salin em di ber xwe didin. Em dê ji niha û şûnde jî di ber xwe bidin."
'Dêrsimê bêmirov dihêlin'
Koçerê bi navê Huseyîn Sonmez jî, zehmetîyên ku dikşîne wiha anî ziman: "Em 4 mehih di bin bombebaranê de dijîn. Operasyon ne zivistanê ne jî havînê nasekinine. Di bin bombebarêne de em nikarine sewalên xwe biçêrînin. Çiyayên me li pêş çavên me tên bombebarankirin. Ji dengê bombe, helîqoper û balafiran psîkolojîya zarokên me xirab bûye. Bi vê bombebaranê tu çareserî pêk nayê û tenê Dersîm bê mîrov dimîne." DÎHA (mç/mae)