1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Operasyona siyasî ye"
"Operasyona siyasî ye",operasyona,siyasî,ye

"Operasyona siyasî ye"

A+ A-

Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Alk Doç Dr. Vahap Coşkun, diyar kir ku operasyonên li dijî çapemeniya kurd pêk hatin ji îktîdarê ne serbixwe ye û siyasî ye. Hîndekara Zanîngeha Bogazîçî Prof. Dr. Şemsa Ozar jî operasyonên ku gefan li her kesî dixwe şermezar kir. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên Amedê jî xwestin ku rojnamegerên girtî serbest bên berdan.

Bertek û nerazîbûnên li dijî 36 rojnamegerên kurd ên di 20'ê kanûnê de di serdegirtina mal û buroyên DÎHA, Ozgur Gundem, Etîk Ajans û Kovara Modernîteya Demokratîk de hatin binçavkirin û girtin, her ku diçe zêde dibin. Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Alk, Doç. Dr. Vahap Coşkun, anî ziman ku operasyonên li dijî çapemeniya kurd pêk hat bi îkdîtarê ve girêdayî ye. Coşkun, anî ziman ku operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd û nûnerên kurd li ser navê "KCK'ê" pêk tên tev siyasî û dijhiqûqî ne. Coşkun, destnîşan kir ku di her pêlek operasyonê de qadek civakê dixe ber xwe û wiha got: "Di pêlên berê de akademîsyen xistin nava xwe, di pêlek din de parêzer xistin nava xwe, pêla herî dawî jî rojnamegerên kurd xistin nava xwe. Coşkun, daxuyand ku bi van operasyonan dixwazin mirovan bitirsînin û wan perçe bikin û wiha got: "Dixwazin têkiliyê her kesî yên bi BDP'ê re qut bikin. Dixwazin her kesî ji hev qut bikin û hemû diyalogan bibirin.

'Êdî operasyonên li ser navê KCK'ê pêk tên ketine halê qerfî'

Coşkun, bilêv kir ku hemû kar û xebatên rojnamegeran û saziyên wan li ber çavan e û tu tiştê wan ê veşarî tune ye. Coşkun, da zanîn ku hemû rojnamegerên hatin binçavkirin girêdayî ajans û rojnameyan in û wiha berdewam kir: "Hemû kar û xebatên wan li ber çavan in. Operasyona li dijî rojnamegerên kurd siyasî ye. Êdî operasyonên li ser navê KCD'ê pêk hatine ji sînor derketine."

'Çapemeniya alîgirê îktidarê di heriyê de ma'

Coşkun, bal kişand ser rewşa çapemeniya bi pergalê ve girêdayî û hevkarê îkdîdarê û wiha berdewam kir: "Êdî baweriya çapemeniya alîgir nemaye. Ji ber ku rastiyê nabêje. Bêyî lêkolîn bike raste rast li ser agahiyên polîsan tev digere. Êdî baweriyê nade tu kesî. Berê pêvajoya 28'e sibatê hebû. li gorî vê rewşê çapemeniya nêzî hikûmetê ji sinc û rastiyê dûr ketiye û di heriyê de maye."

'Armanca operasyonan gefxwarin e'

Hîndekara Zanîngeha Bogazîcî Prof. Dr. Şemsa Ozar jî operasyonên li dijî çapemeniyê şermezar kir û wiha got: "Pêşketina welatekî bi mezinbûna aboriyê ve nayê girêdan. Pêşketina welatekî bi azadiya fikr û ramanê û siyaseta sivîl û demokratîk ve girêdayî ye. Operasyona li dijî çapemeniya muxalif, gefan li her kesî dixwe. Armanca vê operasyonê gefxwarina li her kesî ye. Êdî li Tirkiyeyê her kes di bin efan de ye. Azadî jî di bin gefan de ye. Ez girtina rojnamegeran şermezar dikim."

'Naxwazin rastî ronî bibin'

Cîgira Şaredarê Gulbahar Ormek jî operasyon şermezar kir û wiha axivî: "Ger ku bixwazin çapemeniyê jî bêdeng bikin armanca wan hêj mezin tir e. Wê demê dixwazin civakê bi tevahî ji holê rakin. Bi vê yekê dixwazin her kesî bi xwe ve girêdin û bikin koleyên xwe. Em dê cîhê wekî hemû qadên din cihê hevalên xwe yên hatin girtin tije bikin û şûna wan vala nehêlin." Ormek, destnîşan kir ku bi van operasyonan dixwazin gelê kurd tune bikin û wiha berdewam kir: "Dixwazin çapemeniyê bedeng bikin û her tiştşî li gorî xwe çareser bikin. Dixwazin di nava alozî û tariyê de her tiştî çareser bikin. Dixwazin civakê ji her alî de bê per û bask bihêlin û êrîş bikin. Ger ku pêwist be em dê biçin li şûna rojnamegeran nûcegîhanîyê bikin. Em dê qet cihê wan vala nehêlin."

'Hikûmeta AKP'ê ji ber ji çapemeniya kurd ditirse êrîş dike'

Cîginê Serokê Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (GGC) Ekrem Sunar, jî anî ziman ku hikûmeta AKP'ê rojnamegeran wekî mirovên tirsnak dibîne û êrîş dike û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê dibêje kesên wekî min nefikire ne ji min e û dijminê min e. Her kesî wekî dijminê xwe dibîne û êrîş dike. Ji ber ku hikûmeta AKP'ê ji çapemeniya kurd ditirse êrîş dike. Ji ber ku rastiyê wê defişre dike û rastiya ronî dike."

'Fêda êrîşa li dijî çapemeniyê li kesî nabe'

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Remzi Can, jî bertek nîşanî operasyonê da û wihagot: "Beriya hilbijartinê bêhna aştiyê dihat. Lê piştî hilbijartinê piştî agirbest bi dawî bû û operasyon zêde bûn, dîsa mirov hatin kuştin. Pevçûnên heyî zerarek mezin da gelê kurd û tirk. Mudaxaleya li dijî çapemeniya kurd li dijî mafê azadiya ragihandina civakê ye."

"Ger ku girtin berdewam bike dê Tirkiye biçe nava kaosê'

Sekreterê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî jî bertek nîşanî girtina rojnamegeran da û diyar kir ku ev girtin pir talûke ne. Bîlicî, destnîşan kir ku di bin navê doza KCK'ê de gelek siyasetmedar, parêzer, akademîsyen, niviskar hatin girtin û herî dawî rojnameger hatin girtin. Bîlîcî, xwest bi lezgîn rojnameger serbest bên berdan û bi wênekêş û kamerayên xwe dîsa vegerin ser kar û barên xwe. Hikûmet serî li rê û rêbazên berê dide. Ji ber vê yekê niha têk çûye û bi ser nakeve."

Berdevkê Demê yê KESK'ê Veysel Ozhektî jî êrîşa li ser çapemeniya kurd şermezar kir û wiha axivî: "Çima êrîşî çapemeniya kurd dikin. Ji ber ku çapemeniya azad polîtîkayên wan ên qirêj derdixe derve. Ji ber ku rastiya ronî dike êrîş dike. Kevneşopiya Çapemeniya Azad ji kevneşopiya Apê Musa de tê. Têkoşîna Apê Mûsa îro bi destê rojnamegerên nû geş dibe. Ez bawer dikim ku îro hevalên me dê vê têkoşînê geştir û bilintir bikin." DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî