Operasyona YPG'ê ya li Til Xelefê
TIL XELEF (DÎHA) - Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê li Til Xelef'ê li dijî çeteyan dest bi operasyoneke fireh kir.
Şervanên YPG'ê gundê Keşto ya di navbera Serêkanî û Til Xelef de rizgar kirin û zêdetirî 15 çet kuştin. Di şer de 3 şervanên YPG'ê jî birîndar bûn.
Operasyona YPG'ê doh bi şev saet di derdora 22'an de, dest pê kir. Hêzên YPG'ê ji gelek aliyan li hemberî çeteyên ji Til Xelef'ê êrişê Serêkaniyê kirin, dest bi operasyonê berfireh kir. Şervanên YPG'ê gelek noxtên komên çete dorpêç kirin û dûre jî dest bi operasyonê kirin. YPG'ê gundê Keşto, ya ku di navbera Serêkaniyê û Til Xelef de ye, ji destê çeteyan rizgar kir. Tevş gundê Keşto, hin noxteyên stratejîk yên li di navbera Serêkaniyê û Til Xelef de jî, ketin bin kontrola YPG'ê. Şervanên YPG'ê zêdetirî 15 endamên komên çete kuştin û cenazeyên 4 çeteyan di destê YPG'ê de ne.
Di encama şer de, 3 şervanên YPG'ê jî, birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dirbesiyê.
(md/mae)