Operasyonan şermezar kirin
Li Amed, Êlih, Sêrt, Şirnex, Mêrdîn, Riha, Wan, Colemêrg, Mûş û Agiriyê bi hezaran kes li gel barana zêde li qadên nimêjên sivîl ref girêdan. Li hin cihan duaya baranê hate kirin, li hin cihan banga tevlêbûna merasimên cenazeyên HPG'iyan hain kirin. Li hin cihan jî hate xwestin ku operasyonên siyasî û leşkerî bli dawî bibin.
AMED
Li navenda Amedê û navçeyên Bîsmîlê bi tevlêbûna sedan welatiyan nimêja înê hate kirin. Li Amedê bi sedan welatiyên li Sûka bin zikê erdê ya Selahattin Eyyubî ku li Qada Deriyê Çiyê ye kom bûn ref girêdan û nimêj kirin. Di nimêjê de Mele Mahmut Alpayli bi kurdî weaz dan û xwest kurd bi zimanê xwe li mizgeftan xutbeyên xwe bikin û nimêj bikin. Alpayli operasyonên siyasî û leşkeri jî şermezar kir û xwest dawî li operasyonan bê. Alpayli bang li her kesî kir û xwest tev li merasimên cenazeyên 3 endamên HPG'ê bibin. Mele Mehmet Emînoglu jî li pêş girsê nimêj kir.
Li navçeya Bîsmîla Amedê jî bi seda kesên li qada vala ya tenişta Seha Xalîçe ya Şaredariyê kom bûn û ref girêdan. Li pêş girsê Mele Feyzi Yavuzkiliç nimêj kir. Yavuzkiliç, operasyonên siyasî û leşkerî şermezar kir û xwest dawî li opeasyonan bê û wiha got: "Xwedê zulmkaran efo nake." Pişt re bi sedan kesan nimêj kir.
ŞIRNEX
Li Şirnexê jî bi sedan kesên li Konê ku li pêş avahiya BDP'a Şirnexê hatiye vekirin ref girê dan. Li pêş girsê Mele Sait Îdin nimêj kir. Îdîn, beriya nimêjê li ser rol û edaleta olê îslamê rawestiya û da zanîn ku olê îslamê li dijî tundî û neqiyê ye. Îdîn xwest operasyonên leşkerî bi dawî bibin.
Li Cizîr û Sîlopiyê jî nimêjên înê bi girseyî hate kirin. Li navçeya Cizirê nimêj li avahiya 6 qat a li ser rêya Hezexê hate kirin. Ji ber cih di avahiyê de nema, li tenişta avahiyê jî zevî hate paqijkirin û welatiyan ref girê da. Nêzî 2 hezar welatî tev li nimêjê bûn û operasyon şermezar kirin. Li navçeya Sîlopiyê girseya li pêş avahiya BDP'ê kom bû, ref girêdan.
QOSER
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî girseya ku li Mala Gel a Şeyh Davut Yalçinkaya kom bû nimêj kir. Girseya ku li salona konferansê kom bû ji ber cih nema derketin derve û nimêj kirin. Mele Mehmet Oncu li pêş girse nimêj kir. Mehmet Ocnu hikûmet rexne kir û xwest dawî li zilmê bîne. Piştî weazên kurdî nimêj hate kirin.
SÊRT
Li Sêrtê jî nimêj li Garaja Şaredariye bi girseyî hate kirin. Di nimêjê de rêveberên BDP'ê Şaredar Selim Sadak jî di navde bisedan kes amade bûn. Mele Mehmet Polat li pêş girsê nimêj kir û operasyonên siyasî û leşkerî şermezar kir.
RIHA
Li Rihayê jî bi sedan kesên li ber avahiya BDP'ê ya Rihayê kom bûn ref girêdan. Li pêş girsê Mele İzettin Gok nimêj kir.
ÊLIH
Li Êlihê, dîsa li Hewşa Çayê ya Şaredariyê nimêja înê ya sivîl hate kirin. Kesên dihatin nimêjê bataniye, sicade û qarton li gel xwe anîn û li ser karton û bataniyan nimêj kirin. Mele Cesîm weazê da û diyar kir ku divê çareseriya pirsgirêka kurd li Amerîka û welatên Evrupoyê neyê gerandin. Mele Cesîm, anî ziman ku heke dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, divê guh bidin daxwazên birayên xwe yên misliman a kurd û wan fêm bikin.
Piştî weazê bi mele re ji ber di rojên dawî de germ zêdebûn, diaya baranê hate xwendin. Piştî diayê nimêja înê hate kirin. Balkêşbû piştî diayê nêzî 20 deqîqe baran bariya, ev bû sedema kêfxweşiya kesên derdor.
WAN
Li Wanê ji welatiyan li înşata Otoparqa Girtî ya Şaredariya Wanê nimêja sîvîl a înê kirin. Piştî rewşa hewa gerim bû û welatiyên ji ber erdhejê ji Wanê çûn vegeriyan tevlîbûn zêde bû. Nimêj ji aliyê Mela Abdulmecît Kiyat ve hate kirin. Di nimêjê de Kiyat bi kurdî waez da û piştî weazê welatiyan nimêja înê kirin.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê jî welatiyan ji ber barîna baranê nimêja înê li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê kirin. Nimêj ji aliyê Mela Zekî Çîftçî ve hate kirin. Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu û gelek welatî tevlî nimêjê bûn. Di nimêjê de bi kurdî weaz hate dayîn.
MILAZGIR
Li navçeya Milazgirê ya Mûşê ji welatiyan li avahiya BDP'ê nimêja înê kirin. Gelek welatî tevlî nimêj bûn. Mela Nurî Adiyaman nimêj da kirin û bi kurdî xudbe hate xwendin.
MANÎSA
Li navçeya Turgutluyê ya Manîsayê jî welatiyan li avahiya BDP'ê nimêja înê kirin. Mela Şukru kurdî weaz da û bal kişand ser rastiyan û mafan. Piştî weazê welatiyan nimêja înê kirin.
(ea/bd/mae)