1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Operasyonên KCK'ê komkujî ne!.."
"Operasyonên KCK'ê komkujî ne!..",operasyonên,kck,ê,komkujî,ne

"Operasyonên KCK'ê komkujî ne!.."

Kişanak: Operasyonên KCK'ê duyemîn komkujiyên JÎTEM'ê ne

A+ A-

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, operasyonên di bin navê KCK'ê de li ser şaredar û siyasetmedarên kurd tên meşandin şermezar kir û diyar kir ku berê dewletê bi rêya JÎTEM'ê li ser kurdan komkujî pêk dianî, niha jî bi navê operasyonên KCK'ê li ser siyasetmedar û şaredarên kurdan komkujiya siyasî pêk tînin.

Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, di koma BDP'ê ya meclîsê de li ser mijarên rojevê axivî. Kişanak, di serî de bal kişand ser zarokên ku li kolanan dixebite û wihagto: "Di cîhanê de ji her 5 zarokan zarokek kar dike. Li Tirkiyeyê her ku diçe hêjmara zarokên dixebitin zêde dibe. Her ku diçe zarok bêtir di nava şert û mercên giran de dixebitin û mafê wan tê binpêkirin." Kinaşak, da zanîn ku ji bo mafê zarokan neyê binpêkirin û zarok li kolanan nexebitin dê têkoşîna xwe mezintir bikin.

42 girtî di sînorê mirinê de dijîn

Kişanak bal kişand ser mirina Serokê BDP'a Lîzê Aydin Kaya ku di 6'ê Hezîranê de li Girtîgeha Tîpa M a Mûşê jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Ev hevalê me di bin navê operasyona KCK'ê de hate girtin. Li gel ku parêzeran û malbatan bal kişand ser nexweşiya wî ya gurçikê jî dîsa nehat berdan. Ev qetilkirin. Niha li girtîgehan 42 girtî di sînorê mirinê dene. Niha jî nayên dermankirin. Raye û reka Serokwezîr, rayeya meclîsê heye ku girtiyên nexweş serbest berde, lê li hemberî mirinên li girtîgehan çavên xwe digirin û qetilkirinê dikin."

'AKP'ê li ser birîna Wanê ya erdhejê birînek din vekir'

Kişanak destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hemû rê li pêş lêgerîna mafan hatiye girtin û kesên ku li mafê xwe digere rastî lêpirsîn û dozê tên. Kişanak, destnîşan kir ku hemû xwendekar, kedkar, siyasetmedar û hîndekarên ku rastî lêpirsînê tên û tên girtin bi fermana Serokwezîr Erdogan tên girtin. Kişanak, bilêv kir ku li Wanê erdhejek mezin pêk hat û hêj Wanê birîna xwe ya erdhejê derman nekiriye. Kişanak, da zanîn ku li şûna AKP birîna welatiyan a erdhejê derman bike li dijî hilbijêrên gel şaredar û rêveber bi operasyonekê girtin û birînên wan kurtir kir. Kişanak, bilêv kir ku ev birînên ku bi destê AKP'ê tên vekirin dê bibe barekî giran li ser pişta AKP'ê.

Kişanak, bal kişand politîkayên AKP'ê û da zanîn ku JÎTEM'a berê niha bi cureyekî din di nava AKP'ê de dijî û êrîşî hemû mafê gel dike û wiha got: "Mafê jiyanê pîroz e û divê dest neyê dayîn. Divê mafê her kesî yê jiyanê bê parastin. Operasyonên KCK'ê berê hatine plankirin û gav bi gav dikevin meriyetê. Operasyona Wanê jî berçeyekî vê yekê ye. Çi çara ku Serokwezîr Erdogan diaxive piştî wê li dijî şaredar û rêveberên me operasyon pêk tên û şaredar û siyasetmedarên me tên girtin. Dewletê berê bi JÎTEM'ê komkujî pêk dianî, niha bi navê KCK'ê li ser şaredar û siyasetmedarên kurd komkujiyê pêk tîne."

Kişanak, bilev kir ku bi van operasyonan dixwazin mafê gelê kurd ê siyaseta demokratîk ji destê wan bigire. Kişanak, daxuyand ku ji ber niha şaredariyên BDP'ê xizmetê dike û bi gel re xizmetek hevbeş dike bi girtinan şaredarên me ceza dikin.

Kişanak, destnîşan kir ku di serdema AKP'ê de di Şaredariya Wanê de dizî di asta herî jor de bû. Kişanak, bilêv kir ku 53 milyon TL nelirêtî di serdema AKP'ê de li Şaredariya Wanê hate kirin, lê hikûmeta AKP'ê ser vê nelirêtiyê girt. Kişanak, bal kişand ser der barê nelirêtiyê de wan gelek caran serlêdana sûc kir, lê heta niha der barê serlêdanên sûc ên ji bo nelirêtiyê tu lêpirsîn nehatiye kirin."

'Em dê hêjmara şaredariyên xwe 2 qat zêde bikin'

Kişanak, bibîrxist ku qet û qet dê nikaribin şaredariyan bi girtin û binçavkirinan ji destê wan bigirin û bi biryarin ku di hilbijartinê pêş de hêjmara şaredariyan 2 qat zêde bikin. Kişanak, daxuyand ku balkêş e piştî konferansa rêveberiyên herêmî li dijî wan operasyon zêde bûn.

Kişanak, anî ziman ku kesên dibin BDP'î zilm, girtin, binçavkirin, îşkence û tundiyê didin be çavên xwe û dibin endam û rêveberên BDP'ê. Kişanak, derberî ku gelê kurd ji tanq, panzêr, bombeyên gazê û guleyên polîsan natirse û li vîna xwe xwedî derdikevin. Kişanak, bang li hikûmeta AKP'ê kir û xwest di demek nêzîk de ji şaşiyên xwe vegere. Kişanak, destnîşan kir ku gelê kurd heta niha tu carî li hemberî zilmê serî dadenî û dê ji niha û şûnde jî li hemberî zilmê bejna xwe netewîne.

'Zanonên Tirkiyeyê hemû girtiyan wekî terorîst dibîne'

Kişanak, bal kişand ser komîsyona mafên mirovan a li Girtîgeha Mêrdînê û wiha got: "Em bang li Serokwezîr Erdogan kir û wiha got: "Zagon hemû girtiyan wekî terorîst îlan dike. Bi çavê terorîstan li her kesî dinere. Ji zarokê 13 salî heta kal pira 70 salî ji şaredar heta siyasetmedar hemû wesî wekî terorîst dibîne.

Kişanak, bibîrxist ku operasyonên bi navê KCK'ê bi qasî operasyonên JÎTEM'ê di nava kurdan de birînên kurd vekiriye. Kişanak, cezayê li Aysel Tugluk hatiye birîn jî şermezar kir û wiha got: "7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk ji ber axaftin û ramana wê 14 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Ev êrîşa azadiya ramanê ye. Gelê kurd kefenê tirsê çirandiye. Gelê kurd êdî ji tu tiştî natirse û dê heta dawî li maf û azadiya xwe xwedî derkeve. "

'Dewlet bi dadgehên xwe hikum li ser civakî dike'

Kişanak, Dadgehên Bi Rayeyên Taybet şermezar kir û wiha got. "Ji roja Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin û heta niha bi dadgehên xwe dixwaze hemû beşên civakî têxe bin per û baskê xwe. Kişanak, bilêv kir ku her çend navên dadgehan hatibe guhertin jî hişmendiya darizandinê hatiye guhertin."

Kişanak, bibîrxist ku hikûmheta AKP'ê van dadgehan diparêze û hişmendiya kevneperest, nijadperest û ergenekonê diparêze û wiha got: "AKP'ê li dijî gel tifaqa sûc ava kiriye. Li dijî gel bûne yek û sûc pêş dixin. Dadgehên Bi Rayeya Taybet bûne saziyên zilma li ser gel. Divê tewez bi lezgîn ev dadgeh rabin û feraseta wan bê guhertin. Hikûmet bi parastina van dadgehan girtin, binçavkirin û kuştina welatiyan diparêze."

Kişanak, destnişan kir ku ew dê li dijî notirvanê dewletê û hişmendiya kevneperst û parşverû têbikoşin û wiha berdewam kir: "Erdogan dibêje polîtîkayên înkarê bi dawî bûye. Lê hêj zimanê wî naqelibe bêje welatiyên kurd. Hêj hişmendiya wî ya yek netew nehatiye guhertin. Hêj dibêje welatiyên koka wan kurd. Em jî bêjin Serokwezîrê koka wî tirk. Gelo dê çiqasî rast be. Dîsa nêzîkatiya hikûmetê ya dersa hilbijartî jî şaş e. Ev faraset û hişmendiya şaş e. Çawa dibe ku welatiyek zimanê xwe yê zikmakî bi dersa hilbijartinî fêr bibe. Kurdî ji bo kurdan dersek hilbijartî nabe. Ev li dijî hiş û aqilan e. Erdogan dibêje berê biçin dibistanê bi tirkî fer bibin asîmîle bibin û pişt re fêrî zimanê xwe bikin. Her kes dizane ku asîmîlasyon sûcê mirovahiyê ye. Em vê polîtîkayê tu carî qebûl nakin."

(mae)


Bêjeyên Miftehî