'Orkestraya Heskîfê dê di mûzîka kurd de cihekî girîng bigire'
Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel hûnermendên avakirina Orkestraya Heskîfê dikin ziyaret kirin û diyar kir ku muzîka kurd xwedî dewlemendiyekî mezin û çavkaniyên gelek girîng e û wiha got: "Orkestreya kurd ji bo vê çavkaniyê baş bide nasîn ji muzîka kurd re gelek girîng e."
Xebatên avakirina Orkestreya Heskîfê ber bi dawîbûnê ve diçe. Mala mûzîkê ji bo xebatên orkestrayê ji nû ve hatin guncavkirin. Xebatên ji bo kesên di nava orkestrayê de cih bigirin ên mulakaat, azmûn, amadekarî û perwerdehiyê berdewam dikin. Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel ji bo xebatên orkestrayê kontrol bike Mala Gel a Edîp Solmaz ziyaret kir. Hûnermenda operayê Mizgîn Tahîr û xwendekaran Temel pêşwazî kir. Hûnermend Mîzgîn Tahîr derbarê xebatên projeya Orkestreya Heskîfê de agahî dan û wiha got: "Weke tê zanîn ev meh gelek tejî derbas dibe." Tahîr, diyar kir ku ji ber vê yekê hinek xebat taloq kirin û wiha axivî: "Ji ber vê yekê di meha adarê de ev xebat nayên kirin. Gelek bernameyên cuda çê dibin û hevalên me di nava bernameyan de cih digirin. Me xwest îro hemû hevalên xwe kom bikin. Îro em azmûna solfejê temam dikin."
'Rehên mûzîka kurd di kurahiya dîrokê de ne'
Wekîlê Şaredarê Êlihê Temel jî wiha got: "Dema projeya Orkestraya Heskîfê derket me di navbera xwe de nirxandan. Weke hûn jî dizanin dema ev proje bi serkeftî pêk hat dê di mûzîka kurd de bibe astekî gelek girîng. Orkestreya kurd ji bo vê çavkaniyê baş bide nasîn ji muzîka kurd re gelek girîng e."
(bd/mae)