Orkestraya Odeya Tîgrîs stranên xwe ji bo jinan gotin
Amed 10.03.2014 08:47:04 Midûriyeta Şaxa Astengdaran a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo jinan konserek pêk anî.
Konser li Salona Şanoyê ya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat û eleqeyek mezin dît.
Seroka Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Semra Kiratli di axaftina vekirinê de axivî û diyar kir ku zîhiniyeta koletiyê ya li 5 hezar sale li jinan tê ferzkirin di dema kapîtalîzmê de her diçe kurtir dibe. Kiratli da zanîn ku jinan tu carî ev jiyana ku li wan hatiye ferzkirin qebûl nekirine û her tim li dijî vê pergalê di nava têkoşînê de bûne.
Kiratli wiha got: “Ev têkoşîn heta ku jiyaneke nû ya demokratîk neyê qezenckirin dê bidome û dê têkoşîna me bidome. Ev şahiya ku tê kirin ku ji bo ku em balê bikişînin ser pirsgirêkên jinên astengdar û bi wan re em bikevin nava piştevaniyê me pêk anî. Jin ji aliyê pergala serdest ya mêr ve tên mêtîngerkirin û jinên astengdar hem ji ber jinbûn û hem jî ji ber astendariyê zêde nekarin bijîn.
Em wek midûriyeta şaxa astengdaran ya serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her tim şahiyên wisa pêk tînin û di alî civakî, çandî û aborî de piştgiriyê didinê.
Kiratli balkişand ser komujiya xwezayê û got ew li cem ciwanên ku li Hewselê berxwed didine.
Piştî axaftinan Orkestraya Tîgrîs Oda, hunermenê navenda çanda Dîcle-Firatê, hunermend kerem Sevînç û hunermenda operayê Pervîn Çakar derket ser dîkê. Bi kurdî, zazakî , tirkî û îngîlîzî stran hatin gotin.
Her wiha sekreterê giştî yê Konseya Bajar a Amedê Metîn Kilavuz û Semra Kiratli plaket û kulîlk dan hunermendan.