Otobûsa ji Ocalan re Azadî hat Swêdê
Otobûsa ji Ocalan re Azadî li Swêdê bi coş hat pêşwazîkirin
Murat Kuseyrî07:11 / 15 Rezber 2012 Stockholm - Gera otobusê ya ku di 8’ê Îlonê de ji bajarê Mannheima Almanyayê bi daxwaza “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” ji aliyê Înîsiyatîfa Ji Ocalan re Azadî ve hate destpêkirin, di 13’ê îlonê gihişt bajarên Helsinborg û Goteborg ên Swêdê û piştre jî berê xwe da herêma bakûr. Rawestgeha otobusê ya îro Mihrîcana Çandê ya Kurdan a Îskandinavnyayê ye.
Otobusa Kurdan di saetên danê êvarê yên 14’ê Îlonê de ket bajarê Gävleû û li wir bi karwaneke ji 30 wesayîtan pêk dihat hate pêşwazîkirin. Kurdistaniyan li ber Navenda Kirîn-Firotinê ya Valboyê hev du himbêz kir û dirûşima “Bijî Ocalan” qêriyan. Karwan piştre tevî otobusê hat Qada Stortorgerê. Di otobusê de bênavber sîrûd hatin gotin û dirûşima “Bijî Serok Apo” hate berzkirin. Otobus li Qada Stortorgetê bi çepik, dirûşim, keyfxweî û nîşaneya serkeftinê hat pêşwazîkirin.
‘JI BO PIŞTEVANIYA BI GELÊ KURD RE SERBILIND IM’
Piştî Serokê KON-KURD’ê Îsmet Kem der barê armanca çalakiyê de axaftine kir, Lotta Fridholm a Swêdî belavoka li ser navê Meclîsa Gel a Gävleborgê ya ku armancên kampanyayê vedibêje, xwenend. Fridholm got ku ji ber ku ew piştgiriyê dide gelê Kurd, serbilind e û bang li Swêdiyan kir ku beşdarî kampanyaya îmzeyan bibin kir.
Ji Partiya Karkeran a Sosyal-Demokrat Sergio Mancenaroj, destnîşan kir ku gelê Kurd di bin zextên dijwar ên dewleta Tirk de dijîn û girtina siyasetmedarên Kurd şermezar kir. Tevî Ocalan xwest hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.
Piştî lîstikên folklorî, yên Kurdan ku ji aliyê zarokan ve li ber dahûl û zirneyan pêk hat, Kurdistaniyan dest bi govendê kir. Xwendekara dibistana seretayî Dilem Aslan a 14 salî bi stranên xwe girseyê coşand.
Kurdistaniyan ji bo piştgiriya bi kampanyaya ji bo azadiya Ocalan îmze dan û ji Swêdiyên li derdorê jî îmze kom kirin.
OTOBUS BI KARWANEKÊ HAT BIRÊKIRIN
Piştî xwepêşandanê, otobus ber bi bajarê Uppsalayê ve bi dirûşim û karwanekê hate birêkirin. Kurdistaniyan li bajarê Uppsalayê bi otobusê li îstasyona benzînê ya li derveyê bajêr pêşwazî kir û bi karwaneke wesayîtan berê xwe dan Qada Vaksalayê. Otobus li qadê ji aliyê Kurdistaniyan ve bi coş hate pêşwazîkirin. Piştre der barê armanca kampanyayê de axaftin hatin girtin. Li vir, Hozan Şemdîn û Beytocan bi stranên xwe girseyê coşand. Govenda bi hev re hat gerandin, bi dirûşimên “Ji Ocalan re Azadî” û “Bijî Ocalan” bi dawî bû. Piştre bi beşdariya xwepêşandêran li Komeleya Kurdan a Uppsalayê der barê armanc û hedefên kampanyayê de civînek hat lidarxistin.
Otobus dê roja şemiyê berê xwe bide Stockholmê û di 15’ê Îlonê de dê li nava bajêr di saetên 14.00-16.00 de tûran biavêje. Piştî turê, otobus dê beşdar 16’emîn Mihrîcana Çandê ya Kurdan a Îskandinavyayê ya li Solnahallenê bibe.
Ji çalakgeran Hozan Şemdîn diyar kir ku kampanyaya bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî” ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya Ocalan pir girîng e. Şemdîn da zanîn ku otobusan wan heta roja îro ne tenê ji aliyê Kurdistaniyan ve, ji aliyê Ewropayiyan ve bi coş tê pêşwazîkirin û got ku armanca wan ew e ku Ewropayî beşdarî vê kampanyayê bikin, çanda Kurdan bi wan bidin naskirin. Şemdîn bi kincên xwe yên Kurdî ve di nava çalakgeran de balê dikişîn ser xwe.
EM STÛYÊ XWE XWAR NAKIN!
Yek ji beşdarên çalakiya otobusê Fatma Erdal a 60 salî ya li bajarê Malmoyê dijî ye. Dibêje ku ew ji bo bidawîkirina zext û komkujiyên li hemberî gelê Kurd û azadiya Ocalan beşdarî çalakiyê bûye. Erdal diyar kir ku di her warê jiyanê de li hemberî Kurdan cûdakarî heye û nahêlin Kurd navê Kurdî jî li zarokên xwe bikin. Erdal got; “Serokwezîr û wezîr ji xwe şerm nakin beşdarî merasimên cenazeyên leşkerên dimirin dibin. Berpirsê van mirinan ew bi xwe ne, ger bi awayeke wekhev nêzî me bibin, mafên me bidin me, leşker jî gerîla jî namirin. Şer çênabe. Erdogan dibêje ku ew zarokên Filistînê diparêze. Lê Erdogan tişta Îsraîl li Filistîniyan dike, li zarokên Kurd dike. Lê sucê yê Kurdên ku dengê xwe didin AKP’ê ye. Kesên di Newrozê de dirûşim dibêjin û tiliyên xwe bilind dikin li rastî copên polîsan tên. Divê êdî Kurdên dengên xwe didin AKP’ê bên ser xwe û dengên xwe nedin ên ku dijminahiya Kurdan dikin. Ez dixwazim her kes bi azadî û wekheviyê bijî. Me naxwazin zarokên me bimirin û em dixwazin xwîn raweste. Ger mafê me nedin tenê Kurdek jî li ber wan stûyê xwe xwar nake.”
ANF NEWS AGENCY