Ozgur Gundem: Êrîşa DAIŞ'ê li Ammanê hat plankirin
STENBOL 04.07.2014 11:12:13 Derket holê ku plana êrîşa DAIŞ’ê ya li Iraqê bi agahiya DYA, Îsraîl, Erebîstana Siûdî, Urdun û Tirkiyeyê di civîneke li Ammanê de hatiye plankirin. Civîna veşarî ya ku PDK û Baasî jî tevlibûne, 8 roj beriya êrîşa DAIŞ’ê di 1’ê Hezîranê de pêk hatiye.
Rojnameya Ozgur Gundemê îmze avêt nûçeyeke girîng a ku hêzên li pişt plana DAIŞ’ê ya li Iraqê pêk anî, kifş dike.
Li gorî nûçeyê; Dewleta Îslamî ya Iraq Şamê (DAIŞ) plana bidestxistina Mûsilê û ber bi Bexdayê ve çûne, li paytexta Amman a Urdunê di civînekê de kiriye. civîna ku di bin agahiya DYA, Îsraîl, Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê de hatiye kirin, gelek rêxistin û kesên ku di siyaseta Rojava de bi bandorên tevlî bûn.
Naverok û plana civînê, ji aliyê kesekî ku tevlî civînê bû ve, bi 4 mîlyon dolarî ji bo rayedarên Iraqê hat firotin.
Rojnameya Gundemê jî agahiyên xwe spart nushayeke orjînal a dîplomatekî ku bi salan e li Rojhilata Navîn dixebite.
Li gorî dîplomat, civîna mijara gotinê ye di 1’ê Hezîrana 2014’an de pêk hatiye û orjînala belgeyê ji aliyê kesekî ku tevlî konferansê bûye ve bi 4 mîlyon dolarî ji bo Iraqiyan hatiye firotin.
KESÊN TEVLI CIVÎNÊ BÛNE
Dîplomatê rayedar ligel cih û saeta civînê, kesên tevlî civînê bûne jî li gorî rêzkirina di belgeyê de vegot û got ku di planê de Îran piştre agahdar dibe û ji bo vê jî SeroKê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesut Barzanî hatiye tehdîdkirin. Dîplomatê ku ji ber ku hê li Rojhilata Navîn xebatên xwe dimeşîne nexwest navê xwe bide û kes û rêxistinên ku tevlî civînê bûne wiha rêz kir;
Berpirsê îstîxbarata Urdunê û nûnerên Qral Abdullah Salîh Kelob (Berê serokatiya çapemeniya Urdunê kiribû)
Li ser navê PDK’ê Azad Berwarî (Dema DAIŞ’ê Kobanê dagir dikir, derket holê ku çûye Şamê û Beşar Esad re hevdîtin kiriye) û berpirsê îstîxbaratê û cigirê Mesut Barzanî, kesê bi navê Cuma.
Gelek rêxistinên seksiyon ên partiya Baas, Li ser navê tevgera Nakşîbendî İzzetin El Durî, (Wek kesê duyem ê li pişt Saddam tê zanîn) Li ser navê Cayş El Mucahîddîn Amîd Rukun û Ebu Mahîr Li ser navê rêxistina Ensar El Îslam ku Mele Kerakar li sere, kesê bi navê seyfeddîn. Ceyş Ensar El Sune Cayş El Tayfa El Mansura (Ev rêxistin bi giranî ji Cezayîr û Maxribiyan pêk tê) Kefayip Sewra El Îşrin (Niha buroyên wan li Hewlêr hene), Ceyş El Îslamî Şoraya Ensar El Tewhîd Kesekî ji Lîbyayê navê wî nayê zanîn tê gotin ku li Mûsilê ye.
ÎRANÊ PDK TEHDÎD KIR
Dîplomat destnîşan kir ku biryara tevgera li Iraqê hatiye destpêkirin di vê civînê de hatiye girtin û îdia kir ku Mesut Barzanî 4 roj beriya civînê li Ammanê bûye û ji bo ku civîn pêk bê amadekarî kiriye. Îraniyên ku ji planê agahdar bûne, Ahmet Çelebî (Di dema ku DYA’yê Iraq dagir dikir de kesên ku îstîxbarata, çekên kîmyewî li Iraqê hene daye DYA’yê) şand cem Mesut Barzanî û daxwaz kiribû ku piştgiriya ji bo DAIŞ’ê bibirin. Hatiye gotin ku ger Barzanî piştgiriyê bidomîne, dê poşman bibin.
Hat gotin ku Îraniyan li dijî pêngava DAIŞ’ê ji Malîkî re gotine; Hewce nake tu ji DYA û cepxane û çekan bixwazî. Çekên pêwîstiya we pê hene em ê bidin we.’ Ji ber vê tê gotin ku balafirên Îranê di demên dawî de li Iraqê bombebaranan pêk tîne.
Piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Mûsilê PDK'ê avêtibû ser Kerkûkê ku Baskê 12. ê Artêşa Iraqê lê bû û dest danîbû ser hemû teçhîzat û çekên baskê artêşê. Tê gotin ku Berpirsyarê Pêşmergeyên YNK'ê Şêx Caferî jî ev rewş ji nedîtî ve hatiye. Her wiha tê gotin ku sedema aciziya YNK'ê ya ji PDK'ê jî ew e ku PDK'ê bi vê serdegirtinê re xwestiye Kerkûkê ji destê YNK'ê derxe.
Daxuyaniya dîplomatê ku Ozgur Gundem ji nûçeya xwe re weke çavkanî nîşan dide, bi vî rengî ye:
Dîplomatekî jêhatî yê Rojhilata Navîn ku bersivê dide pirsa me ya li ser armanca vê planê wiha dibêje: "Îsraîl û DYA yên alîgirê dewamiya kaosa li Sûriyeyê ne, bandora vê kaosê li Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe dibînin. Ji ber ku hêzên ji bin kontrolê derketine li naverastê hene û desthilatdariyê nikarin kontrol bikin hene. Yên herî nêzî wan jî, bi pirsgirêkên ciddî derdikevin pêş. Ev yek di heman demê de tê wateya Rojhilata Navîn a ji kontrolê derketiye. Dema rewşa xetimandî û krîza li Sûriyeyê li gelemperiya Rojhilata Navîn belav bibe, ev yek wê li Rojhilata Navîn rê li ber kaosekê veke. DYA û Îsraîl jî bi pevçûna hêzan a li nava vê kaosê re, dikarin li ser bingeha berjewendiyên xwe çareseriyekê peyda bikin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî heye."
ROLA SELEFIYAN
Dîplomat diyar kir ku rewşa civakî û polîtîk a Iraqê, ji bo armancên pêngava navneteweyî ya bi rêya DAIŞ'ê tê meşandin, bingeheke guncaw e û pêwendiya tevgerên Selefî bi vê planê re wiha nrixand: "Ev plan di heman demê de xîtabî armancên stratejîk ên gelek tevgerên Selefî dike. Li Iraqê şert û merc guncaw bû, atmosfereke ku teqînan dijwar bike û her kesî bikşîne nava wê, hebû. Yek ji armancên bingehîn ê vê pêngavê ew e ku gelek hezên li Rojhilata Navîn bikşîne nava vî şerî."
TIRKIYE LI KÎJAN ALIYÊ PLAN CIH DIGIRE?
Dîplomatê wezîfedar bal kişand ser rewş û cihê Tirkiyeyê di nava vê planê de û got, "Tirkiye û Erebîstana Siûdî hem bi nêrînên xwe yên mezhebî hem jî bi nêrînên xwe yên polîtîk hewl didin hemû têkiliyên li Rojhilata Navîn bikşînin nava pêvajoyê, têkoşînên xwe yên Rojhilata Navîn ji nava sînorê Sûriyeyê derxînin û li gelemperiya Rojhilata Navîn belav bikin."
PÊNGAVA NÛ YA ROJHILATA NAVÎN
Li gorî dîplomatê mijara gotinê ku hemû bûyerên diqewimin weke rewşeke 'stratejîk' dinirxîne, bi vê planê re li ser sê alternatîfên bingehîn tê rawestîn: "Ya wê ji Iraqê destpê bike û nexşeyeke nû ya Iraqê derkeve holê, ku nexşeya ji Iraqê derkeve wê bandorê li tevahiya herêmê bike. Ya li ser bingeha hevsengiyekê wê şer dewam bike, lê dîsa Iraq wê weke Iraqa berê nemîne. Yan jî pevçûn wê bi dijwarî dewam bikin." Dîpomatê wezîfedar ragihand ku yek ji van sê alternatîfan ne pêkane ku di demeke kurt de bicih were û revaniya wezîfedarên Konsolosiya Tirkiyeyê ya li Mûsilê ji aliyê DAIŞ'ê ve bi gotina "Her kes xwedî DAIŞ'ekê ye, lê Tirkiyeyê bawer nedikir ku DAIŞ vê bike" nirxand.