PAJK: 9'ê Çileyê roja 'israra di jiyana azad' de ye
NAVENDA NÛÇEYAN 05.01.2014 11:13:21 Koordînasyona PAJK'ê 9'ê Çileyê roja qetilkirina 3 jinên şoreşger ên Kurd weke "Roja Piştevaniya Jinê ya Navneteweyî û Israra di Jiyana Azad de" îlan kir û bang li jinan kir ku bi çalakiyên li çar parçeyên Kurdistanê û mîtînga 11'ê Çileyê ya li Parîsê re, hesab ji berpirsyarên komkujiyê were pirsîn.
Koordînasyona PAJK'ê, di 1. salvegera Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya li malpera pajk-online.com hat weşandin de hat destnîşankirin ku komkujî gelekî bi plan, organîze û li gorî dem û armancan, hatiye kirin.
PJAK'ê ragihand ku kiryarê komkujiyê dewleta Tirk e û hevkarê wê yê sûc jî Fransa ye. PAJK'ê bang li tevahiya jinan kir ku li gorî ruhê "9'ê Çileyê Roja Piştevaniya Jinan a Navneteweyî û Israra di Jiyana Azad de" li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, bi çalakiyên bi heybet hesap ji berpirsyarên komkujiyê bipirsin.
Daxuyaniya PAJK'ê wiha ye:
"Em vê komkujiya Parîsê ya xwînxwar, ku di kesayetiya jinê de li dijî civakê hatiye kirin, bi nefret şermezar dikin. Em rêhevala Sara ya di têkoşîna me ya azadiya jinê de her tim bûye çavkaniya me ya îlhamê û rêhevalên Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên bi bedenên xwe yên ciwan li dijî mirinê rawestiyan û bûn tirsa dilê celadan, di yekemîn salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.
'BERPIRSYAR DEWLETA TIRK E, HEVKARÊ SÛC JÎ FRANSA YE'
Ev komkujiya namerî ya li dijî têkoşîna azadiyê ya jinê, bi plan û organîzeyî hat kirin. Tevî armanca komkujiyê, dema wê jî bi hesasî hatiye diyarkirin. Planên dijminên gel ên komploker ku dixwazin hewldanên aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd qetil bikin, ji aliyê Rêber Apo, jinên Kurd ên berxwedêr û gel ve vala hat derxistin. Xwediyên vê komkujiyê ji aliyê gelê Kurd ve tên zanîn; Dewleta Tirk û hevkarê wê yê sûc dewleta Fransa.
Yên xwestin bi komkujî, îşkence, zilm, zext û kuştinan jinê bêdeng bikin, bi jinê re dengê azadiyê yê civakê bibirin û meşa bi heybet a şoreşê rawest3inin, ewçend di nava tarîtî, dojeh û laneta xwe de fetisîne, ku nekarî xwedî li cînayetên xwe derkevin. Meşaleya sê jinên azad a sînorên Kurdistanê derbas kir û li qada navneteweyî û herêmî xwedî lê hat derketin, li dijî dijminên jinan, gelan, azadî, aştî, wekhevî û edaletê, têkoşîna azadiyê mezin kiriye. Li ser şopa Sarayan, Fîdanan, Leylayan gelek hevalên jin-mêr ên wêrek ji çar parçeyên Kukrdistanê, derveyî welat herikîne nava meşa şoreşa Kurdistanê. Vê yekê vîn û têkoşîna gelê Kurd a li Rojava û hemû parçeyên Kurdistanê kiriye mîna pola. Piştevanî û hevgirtina enternasyonal a jinan xurtir kiriye. Têkoşîna sosyalîzmê ya jinan ku ji Rosayan tê heta Sarayan, şoreşa jinê ya Rojhilata Navîn xurt kiriye.
'JINA CANSIZ BI YEK GOTINÊ, SERKETINA VÎVÊ YE'
Jiyana şoreşgerî ya rêhavala Sara bi yek gotinê, serketina vînê ye. Rêber Apo xeta azadiya jinê weke têkoşîna rêheval Sara bi nav kiriye. Hevala Sara nasname, xet û çanda têkoşînê ya 35 salan a tevgera jinê ye. Teqez e ku emê bibin şopdarên rastiya pêşengiya jinê ya bêhempa a têkoşînê, ku tevahiya emrê xwe daye şoreşê û bi Rêber Apo re mînaka herî bedew a rêhevaltiya jinê jiyaye.
Eger mejî bi zanyariyê, wicdan bi exlaqê û hest bi zindîbûnê rabûbibin ser piyan, hingî ti hêzên serdest ên mêr ên komploker, ti planên qirêj ên dewletê, ti şerên taybet ên rêkûpêk li dijî jinê, ti ji êrîşên dijberiya şoreşê, dê ti carî encamê negirin. Di serî de jinên Kurd hemû jinên ber bi azadiyê ve dimeşin, ji bo hesabpirsîna ji berpirsyarên vê hovîtiyê, dê bêdeng nemînin. Li Kurdistanê projeya avakirina civaka azad bi jina azad re, wê weke projeya herî bi coş a şoreşê bê meşandin.
Em bang li hemû jinan dikin ku li gorî ruhê "9'ê Çileyê Roja Piştevaniya Jinê ya Navneteweyî û Israra di Jiyana Azad de" li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi hêz beşdarî çalakiyên bi heybet bibin, hesap ji berpirsyaran bipirsin û di 11'ê Çileyê de di mîtînga fînalê ya bi şiyara "Duh Rosa Îro Sara, duh Berlîn Îro Parîs" têkoşînê bilind bikin."