PAJK: MIL BIDIN MILÊN JINÊN KOBANÊ
PAJK1 PAJK’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê yên li Kobanê êrîşan pêk tînin hesabên dagirkirina Kobanê dikin û wiha got: “Li dijî vê yekê divê jin bi ruhê seferberiyê tevli têkoşînê bibin.” TJKE jî bang li jinên Ewropayê kir ku bi tevlibûneke mezin xwedî li Kobanê derbikevin
Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) der barê êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kantona Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga seferberiyê li hemû jinan kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Şoreşa Rojava encama têkoşîna 40 salî ya gelê kurd e, ji ber vê yekê divê avakirina pergala Xweseriya Demokratîk a 3 salan bê parastin.
PAJK’ê bal kişand ser gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo pergala li Rojava yên wekî ‘300 salên pêş ji bo gelên Rojhilata Navîn pergaleke alternatîf a ku dikarin qedera xwe tayîn bike ye’ û wiha got: “Rojavayê Kurdistanê ku modela pergala alternatîf a gelê Rojhilata Navîn dikarin qedera xwe tayîn bikin, her tim rastî êrîşan hatiye û projeya komkujiyê li ser hatiye plankirin. Hêzên kapîtalîst û emperyalîst vê hewldanê li dijî pergalên xwe xeter dibînin û ji bo Şoreşa Rojava bifetisînin her tiştî dikin. DAIŞ ku niha li serê gelê kurd muselet kirine, asta tirsa li dijî pergala konfederal nîşan dide. Ev çete ji derve hatiye îxrackirin û li serê gelên Rojhilata Navîn kirine bela.” PAJK’ê bi bîr xist ku DAIŞ bi hovîtiya ku li serê hemû gelên Rojhilata Navîn dimeşîne bûye tehdît û wiha hat bilêvkirin: “DAIŞ êrîşî misilmanan, hemû bawerî, exlaq û nirxan dike. Lê heta îro tu dewletek helwest û bertekeke cidî nîşanî van çeteyên mirinê nedaye.
Her çiqas îro gelek dewlet di bin navê koalîsyonekê de dibêjin dê operasyonên hevpar pêk bînin jî tu rastiya wê tune ye. Çeteyên mirinê ji bilî kurdan tu astengî li pêş xwe nabînin. Piştî DAIŞ’ê li Rojava derbên giran xwar vê carê berê xwe da Başûr. Li Mûsilê astengiyek nedît û ji ber vê êrîşî Şengalê kir. Lê li Şengal û Mexmûrê bi berxwedana Tevgera Azadiya Kurd re rû bi rû ma. Îro dîsa ev çete êrîşî Kobanê dikin. Bi ketina Kobanê dixwazin Kurdistanê bikin bin kontrola xwe.”
Koordînasyona PAJK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Tabûra dayikên me yên Kobanê hê nehatiye jibîrkirin. Ji 7 salî heta 70’î salî gelê Kobanê di eniyan de têkoşiya. Îro dîsa em bi êrîşên ku berxwedaneke destanî dixwaze re rû bi rû ne. Ji bo ku Şengaleke duyem neyê jiyîn divê em mil bidin milên jinên Kobanê û şer bikin. Em bang li gelê her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku tevli têkoşînê bibin. Di heman demê de em bang li jinan jî dikin ku xwedî li Kobanê derkevin. Wekî tê zanîn çete dijmineke ku li dijî jin û jiyanê hatiye birêxistinkirin e. Ji ber vê yekê peywira jinan ew e ku li dijî çeteyên mirinê têbikoşin. Em berxwedana li Kantona Kobanê silav dikin û bi pêşengî û têkoşîna jinan ji niha ve em serkeftinê pîroz dikin.”
BEHDÎNAN – ANF
Çalakiyan mezin bikin û biçin sînor
TEVGERA Jinên Kurd a Ewropayê (TJKE) daxuyaniyek nivîskî weşand û bang li hemû jinên kurd ên Ewropayê kir ku bi hêzeke mezin tevli çalakiyên ji bo Kobanê û Rojava pêk tên, bibin. TJKE diyar kir ku DAIŞ dixwaze derbe li têkoşîna demokrasî û azadiya jinên kurd bide û wiha got: “DAIŞ ne tenê li Rojava, Şengal û başûrê Kurdistanê, li dijî hemû mirovahiyê bûye tehdît.” TJKE da zanîn ku çeteyên kuştinê ji 15’ê îlonê vir ve li Kobanê hovîtiya xwe dîsa xistine dewrê û wiha bi lêv kir: “Heta roja me ya îro YPG/YPJ’ê li dijî çeteyan berxwedaneke mezin meşandin.
Lê hêzên cîhanê li dijî van çeteyan bêdeng dimînin. Dibêjin em ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê mudaxele bikin lê heya niha tu tiştek nekirine. Li dijî dewleta tirk a ku piştgiriyê dide DAIŞ’ê helwest nayê girtin. Em van dewlet û hêzan şermezar dikin. Em bang li hemû jinên kurd ên li Ewropayê û hemû dostên xwe dikin ku van polîtîkayên hêzên cîhanê şermezar bikin û piştgiriyê bidin hêzên parastina gel. Divê dewletên YE’yê piştgiriyên xwe yên şênber bidin berxwedana Kobanê û Kurdistanê.” Dê di rojên pêş de TJKE bi armanca serferberiya ji bo berxwedana Kobanê, meş û mîtîngan li dar bixe.
BRUKSEL – ANF