1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Pakêt ne li gorî qonaxa duyemîn e"
"Pakêt ne li gorî qonaxa duyemîn e",pakêt,ne,li,gorî,qonaxa,duyemîn,e

"Pakêt ne li gorî qonaxa duyemîn e"

A+ A-

RÛKEN ADALI - STENBOL 02.10.2013 07:00:01 Misilmanê Antîkapîtalîst Nivîskar Îhsan Elîaçik destnîşan kir ku guhertinên di "pakêta demokrasiyê" ya hikûmetê de cih digirin, ne li gorî qonaxa duyemîn a pêvajoya aştiyê ne. Elîaçik got, "Pakêtek, çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêş ve bibe, nîne."

Misilmanê Antîkapîtalîst Nivîskar Îhsan Elîaçik "pakêta demokrasiyê" ya Serokwezîr Erdogan pêr aşkera kir, ji ANF'ê re nirxand.

Elîaçik got, "Li dibistanên taybet perwerdeya bi zimanê dayikê, di serî de Dêrsim radestkirina hin navan, rakirina qedexeya li ser tîpên 'X, W, Q' yên hîn bêtir di Kurdî de tên bikaranîn, têra qonaxa duyemîn a pêvajoya aştiyê nakin" û destnîşan kir ku ev pakêt, çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêş ve nabe.

'YÊ PEREYÊ XWE HEBE, DÊ KARIBE ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ HÎN BIBE'

Elîaçik bibîr xist ku beriya 10 salan di çarçoveya qanûnên ahengiya bi Yekitiya Ewropayê re kûrs hatine vekirin û der barê guhertin di mijara Kurdî de ev nirxandin kir:

"Eger karsazekî Kurd li avahiyek ji 10 qatan 'Kûrsa perwerdeya bi Kurdî' veke, dê ev bibe dibistana zimanê Kurdî. Lê nayê wateya perwerdeya bi zimanê dayikê. Eger hûn perwerdeya bi zimanê dayikê ji dibistanên taybet re bihêlin, hûnê bi wateya "Were, hinekî Kurdî jî talan bike" kapîtalîzmê vexwendînin. Di rewşeke bi vî rengî de mirovê neçar bimînin bi pere zimanê xwe yê dayikê hîn bibin. Dema mirov malbateke Kurd a xizan a ji 8 ferdan bînin ber çavê xwe evê were wateya 'Yê pereyê xwe hebe, bila zimanê xwe yê dayikê hîn bibe.' Bersiv nade mafê perwerdeya bi zimanê dayikê. Zimanê dayikê ne wezîfeyeke, mafeke. Mafekî mîna xwarina nan, vexwarina avê ye. Divê dewlet vî mafî bi destê xwe, hîn bi kalîte, zêde û bê pere pêşwazî bike. Weke ku ji welatiyên zimanê wan ê dayikê Tirkî ye, derfetan diafirîne. Eger ev nebe, dê perwerdeya bi zimanê dayikê nebe."

'JI BO GUHERTINA NAV REFERANDÛM'

Elîaçik, di pakêtê de guhertina der barê radestkirina navên gund û bajaran rexne kir û di şûna biryarname û qanûnê de ji bo guhertina navan pêşniyara referandûmê kir.

Îhsan Elîaçik got, "Li her bajar, navçe yan jî gundî, dikare bi referandûmeke ji du mehan gelê wê herêmê were pirsîn ka guhertina nav dixwaze yan na, guhertineke çawa dixwaze. Bi vî rengî pirsgirêk dikare çareser bibe."

Elîaçik ragihand ku mijarên, "Serbestberadana girtiyên KCK'ê, naskirina statuyek ji Kurdan re û ewlekirina vê statuyê bi destûra bingehîn û bi ewlehiya dewletê re perwerdeya zimanê dayikê" de tiştek di pakêtê de cih negirtiye û got, "Lewma ev pakêt nikare bersivê bide daxwaz û bendewariyên qonaxa duyemîn a pêvajoyê."

'PSÎKOLOJIYA GEZÎ BANDORA XWE LI RAPORÊ KIR'

Nivîskarê Îslamî Îhsan Elîaçik li ser pirsa "Pakêt çima bi vî rengî hat amadekirin?" bal kişand ser raperîna Gezî û got, "Di halet-î rûhiye ya Serokwezîr de protestoyên Gezî mîna xeyaletekê digere."

Elîaçik got, "Ez di wê baweriyê de me ku vê psîkolojiyê bandora xwe li pakêta demokatîkbûyînê jî kiriye. Ji ber ku Elewî bi hêz beşdarî protestoyên Gezî bûn, hatin cezakirin. Der barê Malên Cem de gotinek bi tenê jî nîne."

Elîaçik bibîr xist ku "perwerdeya bi zimanê dayikê li dibistanên taybet, radestkirina navên cihan û rakirina qedexeya li ser tîpan" di pratîkê de ji xwe çareser bûye, lê li gel vê yekê jî medya bi manşeta "şoreş"ê ev yek daye û got, "Ev manşetên mijara gotinê nîşan didin ku AKP taktîkeke mijûlkirinê dişopîne, xwe ji bo hilbijartinan amade dike û di mijara çareseriya vî karî de ne cidî ye."

Elîaçik rexne kir ku di dema berxwedana Parka Gezî de aliyê Kurd bi hemû bedena xwe di nava berxwedanê de cih negirt û got, "Hikûmetê li beramberî vê seknê, di şûna berpirsyariyên pêvajoya aştiyê bicih bîne de, guhertinên biçûk ên ku bersiva xwe nînin, kir. Bi piçek hingiv dev şêrîn kir. Gotiye; 'Ev protesto dikarin di dema pêş de dewam bike, eger hûn li derveyî van bimînin, ez dikarim carna hingiv bidim we."

'JI SERNIXUMANDINÊ RE BÊ ŞERT Û MERC AZADÎ'

Nivîskarê Îslamî Îhsan bal kişand ser kêmasiya guhertina der barê sernixumandinê de û got, "Divê bê şert û merc sernixumandin azad be. Jineke servekirî dikare li ku be, jineke sergirtî jî divê karibe biçe heta wê derê. Tirkî li ku be divê Kurdî jî li wir be, wekhevî ev e."