1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Panorama 2012 (2)
Panorama 2012 (2),panorama,2012,2

Panorama 2012 (2)

Tendurustî, Aborî, Rewşa jinan, Îmralî....

A+ A-

TENDURİSTÎ 2012

AKP'ê 2012'an de bazirganiya tenduristiyê û tundiya li ser kedê pêş xist

Di sala 2012'an de di qada tenduristiyê de bêtir mafê welatiyan ê tenduristiyê hate binpêkirin û kedkarên tenduristiyê rastî tundiyê hatin. AKP'ê di qada tenduristiyê de bazirganî pêş xist û mafê karmendan ên ewlehî, rêxistinî û tenduristiyê ji destê wan girt. Piştî hikûmeta AKP'ê di qada Zagona Tenduristiya Giştî û Sîgortaya Civakî de (SSGSS) projeya "Bernameya Veguhestina Tenduristiyê" amade kir, herî zede mafê nexweş û kedkaran hate binpêkirin û rastî tundiyê hatin. Di salekê de 10 bûyerên tundiyê pêş ketin. Li Dîlokê Dr. Ersin Arslan, ji aliyê xizmên nexweşan ve hate kuştin.

Di serdema hikûmeta AKP'ê de sala 2012'an di qada tenduristiyê de bû sala binpêkirina mafan û tundiya li hemberî kedkarên tenduristiyê. Hikûmeta AKP'ê bêtir xizmeta tenduristiyê vegerand bazirganiyê. Rewşa kesên "Karta Kesk" digire dîsa di ber çavan re derbas kir û kesên hatina wan zêdeyî 1/3 parê buhayê askerî tev neçarî sîgortaya tenduristiyê kirin. Kesên neçarî sîgortayê kirin dê di nava 35 û 213 TL de mecbûrî bidin SGK'ê. Kesên vî pereyî nedin dê bibin deyndarên SGK'ê. Di sala 2012'an de dîsa "Hekîmtiya Malbatê" xistin meriyetê. Hemû xizmeta tenduristiyê dewrî hekîmên malbatan kir.

Hikûmeta AKP'ê bi vê projeya Birnarnayeya Di Hukmê Zagonê de (KHK), li gorî performansê xizmet pêş xist. Di salekê de gelek personel rastî tundiyê hatin. Tenê di nîsanê de li dijî personelên tenduristiyê 10 bûyerên tundiyê pêş ketin. Di 30'ê Mijdarê de li Beşa Lezîn a Nexweşxaneya Lêkolînê ya Stenbolê Doktora bi navê Melike Erdem, ji qatên 6'an xwe avêt jêr û întîhar kir. AKP'ê di 2012'an de bi "Projeya Nexweşên Bajar" gelek nexweşxane girtin. Di 2012'an de li Dîlokê Dr. Ersîn Arslan ji aliyê xizmê nexweşekî ve hate qetilkirin. Derman bêtir buha bûn, welatiyên nexweş bêtir ji mafê xwe yê tenduristiyê bêpar man.

ABORÎ - PANORAMA Tirkiye di qada aboriyêde berjêr çû 13:20 27.12.2012

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li Cîhanê, Ewropa û Tirkiyeyê sala 2012'an bi qeyrana aboriyê derbas bû. Piştî qeyranê aboriyê yên Yunanistan, Îspanya îsal jî Îtalya û welatên Yekîtiya Ewropayê rojên zahmet derbas kirin. Ji ber qeyrana aborî betalî, xizanî jî zêde bû. Îxracata Tirkiyeyê ya YE'ê jî zêde bû. Wezîrê Maliyê yen Herêma YE'ê ji bo Yunanistanê 130 milyar avro veqetand. Pişti hikûmeta Yunan ev yek qebûl kir çalakiyên mezin pêk hatin. Aliyê hikûmeta Kibrisa Rûm jî para xwe ji vê yekê girt.

Sala 2012'an di serî de ji bo Tirkiyeyê û ji bo welatên cîhanê bû sala qeyrana aborî. Betalî, xizanî zêde bû. Ked erzağn bû. Hilberîn kêm bû û gelek fabrîqe hatin girtin. Di qada bazirganiyê de jî lawazî zêde bû. Di sektora bazirganiyê, îtalat û îxracatê jî lazawî çêbû. Di sekrora înşaatê ku ji bo Tirkiyeyê çavkaniya aboriyê ye tengbûn çebû. Banka Navendî faîza ji ser xwe kêm dike û hewl dide ku rawestîna abarî venegere qeyranê. Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan bi daxuyaniyê xwe nîşan dike ku aboriya Tirkiyeyê rawestiya ye û li ber qirîzê ye. Dîsa çavkaniya aboriyê sektorên otomotiv, înşeat, tekstîl, turizm û alavên spî di sala 2012'an de serberjêr bûn. Tirkiye 9 mehên ewil ên 2012 pir xerab derbas kir. Di qada pîşesaziyê de, dihat pilankirin ku ji sedî 4 mezin bibe, lê dijberî vê yekê ji sedî 20 biçûk bû. Di sektora otomotîvê de ji sedî 19 kêm bû. Di îxracata tekstîle de jî pêşketin çênebû û bi bin ket. Di sektora înşaetê de jî li bendê bû ku ji sedî 5-7 mezin bibe, lê dijberî vê yekê ji berbijêr daket. Di sektora alav û amorûnê spî de jî li bendê bû ku pêşketin pêk bê, lê ji sedî 1 berjêr daket. Di qada turizmde de jî ji sedî 1 berjêrî pêk hat.

Li gorî anketa tespîta rewşa aboriyê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Stenbolê di sala 2012'an de Tirkiye zerar dît. Odeya Bazirganiyê anî ziman ku 6 mehên ewil ên 2012'an li gorî 6 mehên ewil ên 2011'an berjêrî pêş ket. Ji ber qeyrana aborî û şerê li herêmê hate meşandin zem li ser zemê pêş ket. Di mazot, gaza xwezayî ceyran û gelek hilberînan de zem pêk hat. Di 2012'an de gaza xwezayî ji sedî 6-10 zem bû. Di qada bazirganiyê de firotina derve kêm bû.

Wezareta Maliyê butçeya Tirkiyeyê ya mehên çile û gulana 2012'an aşkere kir. Butçeya Rêveberiya Navendî ya Tirkiyeyê di 5 mehên ewil de lêçûn bi 432 mîlyon TL'yan ji hatinê zêdetir derket û ji sedî 16 zêde bû. Lêçûna butçeyê gihişt 23.9 mîlyar TL yan. Di gulana 2011'an de neqeba di navbera hatin û lêçûna Tirkiyeyê de 2 mîlyar 835 mîlyon TL bû, lê di gulana 2012'an de neqeba di navbera hatin û lêçûnê de derket 4 mîlyar 587 milyon TL'yan.

Tirkiye bi paş ket

Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUİK), rapora 2011'an a Hatin û Şertê Jiyanê yên welatiyên Tirkiyeyê aşkerek kir. TUÎK'ê di raporê de diyar kir ku li Tirkiyeyê çend kesên hêjmara wan hindik herî dewlemendin û ev kesên dewlemend xwedî para herî mezin a hatina Tirkiyeyê ne. Li gorî daneyên TUÎK'ê hatina di destê çend kesan de ji ya hemû welatiyên Tirkiyê bêtir e. Ev yek jî dide xuyakirin ku di qada aborî û debarê de bêahengiyek herî mezin heye. Hatina herî kêm li bajarêherêmê ye. Ev yek xuya dike ku li Tirkiyeyê bajarê herî xizan û betalî herî zêde bajarên kurdan in. Hatina salê ya serê şexs, ya herî zêde 24 hezar û 343 TL ye. Di zik hevde 10 hezar û 774 TL ye. Li herêma Stenbolê hatine salê ya şexs 14 hezar û 873 TL ye. hatina herî kêm jî li bajarên herêmê ye û salê serê şexs 5 hezar û 418 TL ye.

Ji bo şer 300 milyon dolar hatiye qetandin

Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, di 25'ê Îlonê de bi boneya bersivandinê, der barê maliyeta şerê 30 salam û maliyeta şerê 2012-2013'an pirsname da Serokwezîr Erdogan û xwest pirs bên bersivandin. Tuncel, di pirsnameya xwe ku da meclîsê û xwest Serokwesîr Erdogan bibersivînê de wiha got: "Di şerê 30 salan de lêçûna şer a Tirkiyeyê çiqas e. Li gel vê bûtçeyê ji welatiyên betal, xizan, tenduristî û perwerdehiyê re çiqas pere qatiye veqetandin. Ji ber ku zêdetir burçe ji şer re tê qetandin, xizan bêtir xizan dibin. Bêtal bêtir dibin, Berê Serokwezîr Erdogan gotibû ji bo şer 300 mîlyon Dolar hatiye qetandin. Her sal heman tapbo derdikeve holê. Li gorî agahiyan di sala 2012'an de Tirkiye ne tenê ji şerê Tirkiyeyê re, di heman demê de ji bo piştgiriya muxalifan ji bo şerê Sûriyê jî butçeya şer qetandiye." Tuncel, da zanîn ku li gorî daneya Wezîrê Darazê di meha Tîrmeh û tebaxa 2012'an de lêçûna hehî zêde hatiye kirin. Tenê li gorî lêçûna Tîrmehê 473,5, li gorî meha Tebaxê jî 372,4 milyon lira bi tevahî 846 milyon lîra pere li şer hatiye xerçkirin. Tuncel, têkildarî valahiya 6 mehan a butçeya Tirkiyeyê.

Jinan li hemberî polîtîkayên AKP'ê got Azadî 12:08 28.12.2012

PINAR URAL/MIZGÎN BÎNGOL

AMED (DÎHA) - Jin di sala 2012'an li hemberi polîtîkayên AKP'ê derketin kolanan û azadiya mafan xwestin. Jinan li hemberî feraseta bindestî, zordarî dagirkerî û kedxwariyê li gelek deveran daketin qad û kolanan û ji bo azadiyê di ber xwe dan. Daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan ên der barê jinan de, jin bêtir herikandin kolanan. Jinên kurd di destêpa 2012'an de ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanya "Ji Ocalan re azadî" dest pê kirin. Jinên derketin kolanan rastî tundiya polîsan. 5 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatin qetilkirin. Bi tevahî di 2012'an de 147 jin hatin qetilkirin. Li aliyê din jinên kurd gavek dîrokî avêtin û ajansa jinan JINHA vekirin.

Sala 2012 bi çalakiyên jinên kurd dest pê kir. Di 29'ê çile de Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH), ji bo balê bikîşînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mîtîngeke girseyî organize kir. Jinên kurd ku ji bo mitîngê seferber bûn, diyar kirin ku çareserî pirsgirêka kurd bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye. Di 2012'an de li aliyekî têkoşîn û berxwedana jinên kurd, karker, kedkar û demokratîk daketin kolanan û mafê xwe parastin. Li aliyê din tundiya li ser jinan zêde bû û jin dîsa hatin qetilkirin. Bi zagonan mafê wan hate binpêkirin. Tirkiye di Foruma Aborî ya Cîhanê de di sala 2012'an de ji nava 134 welatan ket rêza 126'an. Li gorî lêkolînan ji 5 jinan 2 jin rastî tundiyê hatin. Di serdema hikûmeta AKP'ê de tundiya li ser jinê ji ji sedî hezar û 400 qatî zêde bûn. Di 11 mehan de 147 jin hatin qetilkirin. 123 jin rastî tecawizê hatin. 208 jin rastî tundiyê û 126 jin jî rastî tacîzê hatin. 3 jin ji ber zextên hevserê xwe întîhar kirin. 3 jin piştî rastî tecawizê hatin hatin qetilkirin. 18 jinên zarok hatin qetilkirin. 5 jinan li gel rastî zextan hatin û serî li dozgeriyê dan jî ji ber ku nehatin parastin hatin qetilkirin. Jin li cihê kar rastî tundiya mobbinge hatin. Hikûmedê bi polîtîka û guhertina zagonên der barê "kurtajê" de dîsa mafê jinan binpê kir. Dîsa hikûmetê xwest jinan di malê de mahkûmî karê malê bike û zarokan çêke. Erdogan got "Ez li dijî kurtajê me. Her kurtaj Robokî ye" kir û helwesta xwe ya li hemberî mafê jinan anî ziman. Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag got "Kesên rastî tecawizê bên dê dewlet li zarokên wan binere" Li aliyê din jinên kurd ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanya "Ji Ocalan re azadî" pêk anîn. Li Tirkiyeyê di dozên N.Ç., Fethiye û Sêrtê de tecawizkar serbest hatin berdan. Jinên ku ji bo mafê xwe yên zayendî derketin qadan rastî lêdanê hatin.

Jinan di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a li hemberî Tundiyê bi slogana "Ji Ocalan re azadî ji komkujiya zayendî re na" û meşên "Ji Ocalan re azadî" pêk anîn.

4 hezar û 728 hatin girtin Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn diyar kir ku heta 31'ê Çileyê 2012'an hezar û 725 jin girdtî û 3 hezar û 3 jin hikumxwar in. Di 4 mehên ewil de 384 jinan serî li Mor Çati da û alîkarî xwest. 102 jinan jî li stargeha jinan bi cih bûn.

Li hember 15 Sibatê Jinan serkêşiya çalakiyan kirin û di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jin di 4 Nîsanê de li qadan bûn.

Di 8 adarêde jinên kurd ji bo mafên xwe û yên jinên cihanê di nava liv û tengeran de bûn. Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) roja 8'ê Adarê dest bi weşana xwe kir. Bi armanca sereke "pêşiya feraseta çapemeniya ku zilam wekî kirde, jin jî wekî heyber" neyê ditîn. Ajansê bi 3 midûrê nûçeyan û 10 kadroyên jin dest bi weşanê kir. JINHA, bi zimanê Kurdî, Înglîzî û Tirkî li ser înternetê niha weşana xwe dimeşîne.

Di Newroz 1012'de disa jin bi reng û dengên xwe li qadan bûn. Li her çar parçeyên Kurdistanê jinên kurd ji bo mafên xwe dengê xwe dengê bilind kirin, wan mora xwe li şahiyên Newroz ê xistin. Bi minasebeta cejna Newrozê Koma Jinên Bilin KJB peyameke nivîskî hefteyekî berê belav kir helwesta jinên kurd ya ji bo sala 2012'dan diyar kir.

15 gerîlayên jin di 24'ê adarê de linavçeya Xîzana Bedlîsê jiyana xwe ji dest dan. Kuştina gerilayan bu sedema nerazîbûnên mezin. Gel bi girseyî li cenazeyê gerilayan xwedî derketin û bi girseyî ew spartin axê.

2'mîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd, ku di 22 û 24'ê Gulanê de li Hewlêrê bi slogana Pir Rengî, Yek Dengî pêk hat, bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Komîteya Amadekar a konferansê ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî biryar da, ku bi pêşengiya komîteyeke ji çar berçeyên Kurdistanê hewldan werin destpêkirin. Bi tevlîbûna 210 delege, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, parlementer û beşên cihê yên civakê konferans pêk hat.

Encamnameya konferansê piştî civîna çapemeniyê hate aşkerekirin. Di encamnameya konferansê de van xalan cih girtin:

* Weke hemû gelên li cîhanê divê gelê Kurd jî çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. * Jinên Kurd li her devara Kurdistanê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşîneke aktîf dimeşînin. Divê her parçeyekî Kurdistanê li gorî şert û mercên xwe yên siyasî, civakî û çandî modela xwe ya çareseriyê pêş bixe. * Ji bo afirandina civakeke azad, wekhev û demokratîk divê hemû rêxistin, tevger û sazî yên têkoşîna azadiyê jinê bê navber pêşengiyê ji têkoşînê re bikin. * Divê di tevlîbûna Konferansa Neteweyî ya Kurd de û komîteya amadekar a konferansê de jin bi rêjeya ji sedî 40 cîh bigirin. * Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinên Kurd û sazkirina mekanîzmayeke hevpar divê bername û projeyên rojane yên hevpar werin pêşxistin. * Delegeyên konferansê ji bo azadiya girtiyên siyasî dixwazin her beşên civakê bi awayekî bê sînor têkoşînê bidin meşandin û ji bo aştiya Kurdistan û Rojhilata-Navîn vê yekê weke berpirsiyariyeke lezgîn dibînin.

* Konferans bêyî, ku li nêrînên cihê yên îdeolojîk binere, ji hemû şoreşgerên Têkoşîna Gelê Kurd re rêzê nîşan dide.

24 Pûşper 2012de bi pêşengiya Meclîsa Jinan yên BDP'ê, jinên ji 26 welatên ji 4 parzemînên cîhanê, li Stenbolê di Civîna Jinan a Sosyalîst-Enternasyonalîst de civiyan. Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak di civînê de axivî û wê diyar kir ku ev hevdîtin dê feydeyek baş bide "ruhê xwîşkitiyê." Seroka Jinên Sosyalîst-Enternasyonal Pia Lacatelli jî diyar kir ku dê jin bi rêya diyalogê bikarin dawî li pevçûnan bînin.

Dayîka 65 salî li girtîgehê tazî kirin!

Dayîka bi navê Sabriye Çaçan ya 65 salî ya ku ji Girtîgeha Êlihê sirgûnî Girtîgeha Sîncanê hate kirin li gel çavên wê baş nabînin jî 19 demjimêran bi rîngê birin Enqere û wê anî ziman ku, îşkenceya wê dîtî tenê bi vê yekê neqediya û wiha got: "Piştî ez anîm Sîncanê di bin navê 'lêgerîna tazî' ez rastî tacîzê hatim. Cilên me bi zorê hatin derxistin. Ez dayîkekim. Min ji vê yekê gelek şerm kir lê yên şerm bikin ew û ramana wanin."

Otobusa ji bo Azadiya Ocalan derket tûra Ewrupa yê

Otobusa Ji Ocalan re Azadî" ku ji du mehan zêdetire li navendên cuda yên Ewropayê çalakî pêk anî û Otobusa ku 8'ê Îlonê li bajarê Mannheim yê Almanyayê birê ket û ji du mehan zêdetir li 86 bajaran geriya, li bajarê Dusseldorfê bi mitîngekê dawî li çalakiya xwe anîn.?di virdeki ji jinan aktif cihên xwe girtin.

Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) têkildarî çalakiyên girtiyên PKK'ê û PAJK'ê yên li girtîgehan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên azadî, ewlehî û tenduristiyê ya di 12'ê Îlonê de li 40 girtîgehan dest bi greva bêdem û bêdorveger kirin. DOKH'ê di daxuyaniyê de da zanîn ku, zêdeyî salek û 2 mehin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê meşandin û xwest hemû jinên Kurd li hemberî tecrîdê dakevin kolanan. Li dû daxuyaniya DOKH'ê,Girtiyên ji doza PKK, PAJK yên li zindanên Tirkiyê, azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 12'ê Îlonê ve dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kirin.

Çalakiya ku di salvegera darbeya 12'ê Îlonê de dest pê kir, di demeke kurtte li zêdetirî 17 girtîgehan belav bû. Bi demê re 10 hezar girtiyên siyasî biryara ketina grevê girtin.Girtiyên ketin greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger, ji derve û hundur jî piştgiriyek zêde wergirtin. Li derve, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê hema bêje her roj çalakî û daxûyaniyên çapemeniyê hatin dayin. Li girtîgehan jî, bi hezaran girtî dernaketin hevdîtinan û bi vî awayî piştgiriya xwe nîşan dan.

Zextên li ser girtiyên jin ên di grevê de zêde bûn!

26 girtiyên jin ên ji girtîgeha Êlihê surgunê Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê hatin kirin ji bo wan 40 roj cezayên hucreyê hatin xwestin û hate hînbûn ku îdareya girtîgehê ji bo hemû girtiyên jin yên di grevê de ne bi gotinên weke;"Rengê we di cih de ye, we kîlo nedaye, hûn çawa di grevê de ne' îşkenceya psîklojîk kirine. Greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê gihişt asteke cidî. Girtîgeha ku 65 jin lê dimîne, ji bilî nexweş û pîr û kalan 62 girtiyên jin ketin greva birçîbûn ê. Grevên birçîbûnê yên li zindanên Tirkî û bakurê Kurdistanê di roja 68ê de bi dawî bûn. Piştî banga serokê PKKê Abdullah Öcalan çalakvanan dev ji greva birçîbûnê berdan. Beriya vê greva birçîbûnê greveke din li Ewrûpa yê pêk hatibû wê bala Ewrupayê kişand ser rewşa rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan. Însiyatîfa ji Ocalan re azadî, di meha sibatê de meşeke ji Cenevre heta Strasbourgê pêk anîbû.??Pişt re jî 15 kurdistaniyan li Strasbourgê greva birçîbûnê ya 52 rojî pêk anîbû.

25 Mijdar sidetta li hember jinan

Endam û aktîvîstên DOKH'ê bi boneya 25'e Mijdarê Roja Têkoşina li Hemberî Tundiya li Diji Jinan a Navneteweyî li Sêrt, Şirex, Amed û gelek navendên din jin daketin qadan û çalakî pêk anîn. Jinan di meş û daxuyaniyan de xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û tundiya li ser jinê şermezar kirin

Lêgerîna dayikên ku zarokên xwe wenda kirine kete 12 saliya xwe. Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, ev 12 sal in, ji bo ku şerê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dawî bibe têdikoşe, wan di sala 2012de bênavber lêgerina xwe ya ku kujerên zarokên wan bê ditîn xebatên xwe domandin.

Meclîsa Jinan a BDP'ê daxuyaniyeke nivîskî da û got dewleta Tirk dixwaze Kurdan ji siyasetê dûr bix e. Jinan di berdewama de aşkera kir ku, di bin navê "KCK"ê de li dijî gelê Kurd û siyaseta Kurd komkujiya siyasî û civakî tê meşandin û wiha gotin: "Bi hezaran siyasetmedarên Kurd xistin zindanan. Ev rêbaza li ser gelê Kurd tê meşandin bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em li hemberî vê yekê bêdeng namînin. Em dê ji bo parastina mafên gelê Kurd ên siyaseta demokratîk heta dawî têbikoşin û em dê bi her awayî bertekîn xwe bînin ziman."

Li gundê Roboskiyê di 28'ê Kanûna 2011'an de di encama bombebaran balefirên şer yên artêşa Tirk de 34 Kurd hatibûn qetilkirin. Bi hemû hewldanan dewleta tirk qatilên buyerê zelal nakin û ev buyer di sala 2012de weke birîneke vekirî ma.

Tecrîda li ser Ocalan tevahiya 2012'an berdewam kir 13:30 28.12.2012

MUTHA ÇETÎN

STENBOL (DÎHA) - Parêzerên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha bi hincetên cuda rastî astengiyê tên û nikarin biçin Îmraliyê. Li gel bertekên mi hemberî tecrîdê zêde bûn û li girtîgihan greva birçîbûnê ya 68 rojan pêk hat jî hêj tecrîd didome û AKP bi daxuyaniyê xwe tecrîda li ser Ocalan diparêze. Lê bêdengiya cemaweriyê jî xwe diparêze.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 13 salin bi tena serê xwe di yek hucreyê de di bin tecrîda giran de dijî. Gelek caran bi hefteyan parêzer rastî muxalefeta hewayê hatin. Gelek caran rastî cezayê dîsîplînê hat. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê cotmeha 1998'an de ji ber zextên welatên navneteweyî yên li ser Sûriyeyê neçar ma ku ji Sûriyeyê derkeve. Beriya derketinê ultîmatom da Sûriyeyê. Li Washingtonê hevdîtin hatin kirin. Misir ket navberê û bû navbênkar. Piştî ku Ocalan ji Sûriyeyê derket peymana Edeneyê hate îmzekirin. Ocalan, piştî ji Sûriyeyê derket neçar ma biçe Yunanistan, Rusya, Îtalya, Rusya û Kenyayê. Daxwaza stariya siyasî ji aliyê tu welatan ve nehat qebûlkirin. Pişt re Ocalan bi destê welatên navneteweyî di 15'e Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Piştî ji Sûriyeyê derket 4 mehan li 4 welatan geriya, lê ji ber ku tu welatan stariya siyasî qebûl nekir di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hate kirin. Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha bi tena serê xwe 13 salin di yek hucreyê de tê girtin. Tecrîda li Girtîgeha Tîpa F a Îmralî ya Ewlehiya Bilind ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê roj bi roj girantir dibe. Li hemberî vê rewşê hem saziyên navneteweyî û hem jî welatên navneteweyî ku hiqûq û mafên mirovan diparêzin bêdeng in. Ev pêkanîn û helwesta dewletên navneteweyî fikara ku anîna Ocalan a Tirkiyeyê bi "komplo" yê anîn Tirkiyeyê zêde dike Di 13 salan de Ocalan rastî gelek pêkaninên li dijî mafên mirovan hat. Piştî ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn Îmraliyê pergala li Îmraliyê ji sedî 100 hate guhertin. Derdora girtîgehê bi "xetê sor" hate bisînorkirin. Piştî xetê sor jî xetên kest hatin avakirin. Hemû avahiyên li Îmraliyê û derdorê herêma "Xeta Kesk" bi hinceta ewlehiyê hate valakirin.

Pêvajoy Îmraliyê

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser zextên navnetewî di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hate derxistin û di 15'ê Sibata 1999'an de radesti Tirkiyeyê hate kirin. Di 4 mehên ku Ocalan li 4 welatên wekî Yunanistan, Rusya, Îtalya û Kenyayê geriya û cihê starê bi dest nexest, gelê kurd derketin kolanan û her der kirin qada serhildanê. Gelê kurd di 4 mehan de dest bi çalakiyên xwe şewitandinê, dagirkirina sefaretxaneyên dewletan, gireva birçûbûnê û gelek çalakiyên din kirin. Di çarçoveya çalakiya "Hûn nikarin roja metarî bikin" de 63 welatiyan xwe şewitand û li dora Ocalan kirin xeleka ji agir. Doza Îmralî ku di dîrokê de wekî "Doza sedsalê" hate dîtin, di navbera 31'ê Gulan û 29'ê Hezîrana 1999'an de hate dîtin. Piştî rûniştina dozê bi dawî bû Ocalan rastî cezayê Îdamê hat. Lê ceza ber pêvajoya ahengsaziya Dewletên Ewropayê neket meriyetê. Ocalan di parastina xwe de diyar kir ku stratejiya wî "Komara Demokratik e" Pişt re li ser banga Ocalan hêzên çekdar ên di sînorê Tirkiyeyê de ji Tirkiyeyê paşve kişiyan. Di texaba 1999'an de yekemîn koma aştiyê hate Tirkiyeyê. Endamê 2'emîn Koma Aştiyê Îmam Canpolat, diyar kir ku hesabê dewletê li hev derneket û wiha got: "Komploya navneteweyî hêj berdewam dike."

13 salin bi tena serê xwe dimîne

Ocalan ku gelê 3 milyon û 500 hezar welatiyên kurd bi awayekî fermî ew wekî vina xwe ya siyasî û rêberê xwe qebûl kir, di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi destê hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hate derxistin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gel hemû pêkanînên li dijî wî pêk tên 13 salin bi tena serê xwe li Girtîgeha Tîpa F a Taybet di ber xwe dide û diyar dike ku dê her tim ji bo aştîyê têbikoşe.

Li gorî salan rewşa tecrîdê:

Ocalan di sala 1999'an de 60, di 2000'ar de 37, di 2001'an de 40, di 2002'an de 35, di 2003'an de 21, di 2004'an de 25, di 2005'an de 14, di 2006'an de 22, di 2007'an de 29 caran bi parêzeran re hevdîtin pêk anîn. Di sala 2008-2010'an de 66 caran hevdîtin hate astengkirin. Hinceta astengkirinê jî her tim wekî "Muxalefeta hewayê" û "Xerabûna keştiyê" hate nîşandan. Di sala 2008'an de 120 rojan rastî cezayê huce û tecrîdê hat. Di sala 2009'an de rastî 20 roj cezayê hucreyê hat.

CPT'ê Îmralî ziyaret kir

Komîteya Astengkirina Îşkenceyê (CPT) di 27'ê Sibat û 3'ê Adarê de li Îmralîyê lêkolîn kir. CPT piştî lêkolîna rapora ji 49 xalan pêk dihat amade kir. CPT di raporê de anî ziman ku mafê Ocalan ê ragihandin, hevdîtin, çapeminî, parêzer û malbatê tê astengkirin û Tirkiye rexne kir. CPT da zanîn Ocalan wekî girtiyên din xwedî maf e û divê li gorî girtiyên din ji mafê xwe sûdê bigire.

Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê û li Girtîgehan Îmraliyê tê girtin yekem car e salek e hevdîtina bi parêzeran re tê astengkirin. Parêzeran gelek caran bi hinceta mafên wî tên astengkirin û rastî tecrîdê tê serî li Komîteya Astengkirina Îşkenceyê (CPT) dan û CPT'ê 4 caran li girtîgehê lêkolîn kirin û rapor amade kir. CPT'ê di 27'ê sibat û 3'yê adara 1999'an de li Îmraliyê lêkolîn kir tesbîta "Li Îmraliyê îzolasyon heye" kir. Di lêkolîna di 16-17'ê sibata 2003'yan de jî bal kişand ser astengkirina hevdîtina parêzeran û wiha hişyarî da: "Heke rewşa hewayî ne baş be bila rojeke din hevdîtin pêk bînin" Lêkolîna CPT'ê ya 3'yemîn a di navbera 19-22'yê gulana 2007'an de jî wiha hate gotin: "Li Îmraliyê ji sala 1999'an heta niha tu tişt nehatine guherîn" CPT'ê herî dawî di sala 2010'an de Îmrali ziyaret kir û da zanîn ku divê şertên li Îmarliyê bê sererastkirin. CPT anî ziman ku ji ber Ocalan demek dirêje bi tena serê xwe dimîne dime ku ji aliyê mejî ve nexweş bikeve. Piştî hevdîtina duyemîn di 2001'an de bi hinceta "Keştî xerabe ye" û "Muxaletfa hewayê heye" parêzeran bi hefteyan bi Ocalan re hevdîtin pêk neanî. Di 16-17'ê sibata 2003'an dê hevdîtin pêk hat. CPT di rapora duyemîn de ji hikûmetê xwest ku astengiyên li pêş hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re rabe. Her wiha ji hikûmetê xwest ku roja muxalefeta hewayê hebe rojek din karibe biçin Îmraliyê. Heyeta CPT di 19-22'ê Gulana 2007'an de çû Îmraliyê u rapora xwe di 2010'an de bi cemaweriyê re parve kir. CPT dîsa gelek pêşniyar kir û diyar kir ku pêşniyarê wê li hûmetê kirine piranya wan pêk nehatiye. CPT xwest Ocalan ji mafê giştî yê girtîgehan sûdê bigire.

Qedexeya hevdîtinê ya herî dirêj

Di sala 2011'an de hemû serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê hatin redkirin. Piştî hevdîtinan parêzeran a di 27'ê tîrmeha 2011'an de 42 serlêdan nehatin qebûlkirin. Qedexekirina hevdîtinê ya di 27'ê tîrmeha 2011'an de dest pê kir di sala 2012'yan de berdewam dike. Serlêdanên di sala 2012'yan ên heta 2'yê nîsanê hemû hatin redkirin. Tecrîda 13 salin li ser Ocalan berdewam dike qedexeya hevdîtina herî dirêj di 27'ê tîrmeha 2011'an de dest pê kir û berdewam dike. Tecrîd û qedexeya hevdîtina li ser Ocalan ket 520 rojan. Di vê pêvajoyê de 144 serlêdanên parêzeran hatin redkirin.

Bi zagonan tecrîd rewa kirin

Di 11'ê kanûnê de Komîsyona Edaletê ya Meclîsê hevditin pêk anîn û di vê pêşnûmayê de biryara parêzerê ku der barê wan de doz hatibe vekirin dê heta 6 mehan nikaribin bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin.

520 rojin parêzer nikarin biçin Îmraliyê

Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heta niha 520 rojin bi hinceta keşti xerabe ye, rewşa hewayê xerab e 144 carin serlêdanên parêzeran tê redkirin.

Parlamenteran diyar kirin ku sal û nîveke e bi tu awayî der barê Ocalan de agahiyê nagirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê jî diyar kirin ku hemû faks û nameyê wan bê bersîv dimînin û nagêjin destê Ocalan. Parêzeran diyar kirin ku muwekilê wan Ocalan di 29'ê Mijdara 2011'an de rastî 20 roj cezayê hucreyê hatiye. Di 24'ê Çileyê de Wezîrê Dadê Sadullah Ergin îdîa kir ku Ocalan gotiye 'Ez naxwazim bi parêzeran, malbat û xizmên xwe re hevdîtin bikim' Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç jî diyar kir ku Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di cotmeha 2011'an de cerakeê û di 21'ê Îlona 2012'an de carekê hevdîtin pêk anî. Mehmet Ocalan jî di hevdîtina Ocalan de anî ziman ku birayê wi diyar kiriye ku di vê pêvajoya ku rojê 15, 20 ciwan li derve bên kuştin ne raste ku ez hevditinê bikim. Mehmet Ocalan da zanîn ku birayê wî gotiye ger ku dewlet çareseiyê dixwaze bila berê kuştinê rawestîne û gavên çareseriyê bavêje.

'Ev der hasas e'

Tecrîda li ser Ocalan li hemû baıjaran bi girseyî hate şermezaririn. Di 19'ê Çile de dema Birayê Ocalan Mehmet Ocalan çûn Îmraliyê destûr nedan ku Mehmet Ocalan hevdîtinê pêk bîne û diyar kirin ku Ocalan nota "Ev der pir hasas e, Ne guncav e ku ez derkevim hevdîtinê" Cumalî Karsu di 22'ê Îlona 2011'ar de telgrafek şand û got "Ne diyar e ev îsolasyon kengî bi dawî bibe. Dîsa di 3'ê Adarê de Cumalî Karsu der barê gireva birçîbûnê de faks şand û daxwaza Ocalan a bibe mudahîlê parêzerên Ocalan ên girtî anîn ziman. Herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de hevdîtina bi Oclana re hate qedexekirin û salek e hevdîtin nayê kirin.

Ocalan bang li meclîsê kir

Piştî hilbijartina 12'ê Hezîranê ku AKP'ê ji sedî 50 deng girt, Eniya Ked Demokrasî û Azadiyê jî li gel hemû astengiyan 36 parlementer bi dest xist. Piştî hilbijartinê YSK'ê der barê parlementerê Amedê Hatîp Dicle de biryara xistina parlementeriya wî da û li şûna Dîcle Oya Eronat a AKP'î hate bicihkirin. Dîsa parlementerên BDP'ê Kemal Aktaş, Selma Irmak, Faysal Sariyildiz, Gulser Yildirim, Îbrahim Ayhan, ligel mafê parlementeriyê bi dest xist jî hêj girtî ne û nehatin berdan. Ocalan li hemberî vê yekê diyar kir ku ev pêvajo wisa zêde nameşe û piştî çend mehan dê bixetime. Ocalan, bang li meclîsê kir û xwest ji bo siyaseta demoratîk û çareseriyê rola xwe bilîze. Her wiha piştgirî da biryara BDP'ê ya boykota meclîsê. Ocalan, anî ziman ku beriya 15'ê Hezîranê di 14'ê hezîranê de carek din bi heyetê re hevdîtin kiriye. Ocalan ji hikûmetê xwest ku heta 15'ê tîrmehê gavên şênber bavêje û got: "Ger hikûmet heta Tîrmehê gavên şênber bavêje dê pirsgirêk ber bi çareseriyê ve bi

Girtiyan ji bo Ocalan 68 rojan çalakiya greva birçîbûnê pêk anî

Girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ku di 12'ê Îlona 2012'an de ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin li ser banga Ocalan di roja 68'an de dawî li çalakiyê anîn. Ji br ku hikûmetê gav neavêt hêjmara girtiyên ketin greva birçîbûnê di 5'ê mijdarê de derket 10 hezaran. Li derve jî li ber avahiya CPT'ê 54 rojan çalakî hate lidarxistin. Înîsiyatifa Azadiya Ocalan di Konferansa Çanda Kurd a Neteweyî a 20'emîn de bi silogana "Serokatiya Azad, Kurdistana Azad" starta çalaiya "Otobusa Azadiyê ya Ocalan" dan destpêkirin. Di 78 rojan de 20 hezar kilometre rê çû. Li 10 welat û 92 bajaran geriyan. Di 24'ê mijdarê li Dusseldorfa Almanyayê meşa girseyî pêk hat.

Di roja çalakiya greva birçîbûnê ya 43'a de Wezîrê Dadê Sadullah Ergin, daxuyanî da û diyar kir ku 680 girti ji bo Ocalan di çalakiya grevê dene. Serokwezîr Erdogan di 29'ê Cotmehê de yekem car der barê çalakiya greva birçîbûnê ya PPK û PAJK'ê de axivî û got: "Kesên di grevê dene tune. Her kes her tişti dixwe."

Li aliyêkê dibêjin ' astengî tuneye' û aliyê din jî 'asteng dikin'

Dema grevên birçîbûnê kete pêvajoyeke hesas Erdogan di civîna AKP'ê ya Kizilcahamam de wiha got: "Ez aşkera û zelal dibêjim, ger bixwaze dikare bi malbat û xizmên xwe re hevdîtinê pêk bîne û ji bo vê yekê tu astengî nîn in. Lê mijara parêzeran bihêlin aliyekî din." Piştî vê daxuyaniyê serlêdana malbatê ya hevdîtinê nehat qebul kirin. Bulent Arinç ji bo grevên birçîbûnê wiha gotibû: "Ez bangî welatiyên me yên ketine grevê dikim. Ji kerema xwe re van grevan bi dawî bikin. Malbat û hezkeriyên we hene. Hemû Tirkiye li bendê ne ku hûn demildest van grevan bi dawî bikin." Erdogan jî di mijara grevan de wiha gotibû: "Ez bi awayekî vekirî dibêjim. Hûnê bi darê zorê wan bixin grevan lê hûn bixwe jî dê kebaban bixwin. Binêrin grev bi 900 kesan destpê kir, niha daket 600'î." Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyîn Çelîk di 23'ê kanûnê de di heman mijarê de wiha got: "Ji bo grevên birçîbûnê tu soz nehatine dayîn. Ji bo hevdîtîna Ocalan ya bi parêzeran re destur nayê dayîn. Ev veguheriye kuryetiyê. Ji ber vê yekê helwesteke wiha tê nîşandin."

Bi bango Ocalan grev bi dawî bûn

Hevdîtina ku hemû raya giştî li bendê bûn di 17'ê mijdarê de di navbera Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan de pêk hat. Mehmet Ocalan piştî hevdîtinê wiha got: "Min li birayê xwe birêz Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê dimîne re hevdîtin pêk anî. Wî xwest ku daxuyaniya ku ji bo grevên birçîbûnê daye demildest ji raya giştî re bê parvekirin. Birayê min wiha bang kir: Yên ku li hundir ketine grevê peywira yên li derve girtine ser xwe. Bila yên li derve berpirsyarên xwe li yên hundir ku di nav çar dîwaran de ne û di şert û mercên giran de û nexweş in, bar nekin. Wekî tarzê çalakiyê grevên birçîbûnê rast nabînin û ger grevên birçîbûnê pêk bê jîg divê yên derve pêk bînin, yên li hundir pêk neynin. Ez li vir yên ketine grevê û bi taybet jî koma yekem û duyem yek bi yek silav dikim." Rojek piştî daxuyaniyê grev bi dawî bûn. Piştî ku grev bi dawî bû Erdogan di 20'ê mijdarê de wiha got: "Hûn dizanin Îmralî hevdîtinên bi malbatê re qebul nake. Lê îcar hevdîtina bi malbatê re qebul kir. Mehmet Ocalan çû gravê û bi dawîbûna grevê de peyama Îmraliyê bi bandor bû. Em berê jî li hember çûyînê derneketin. Em naxwazin parêzen biçin lê malbat dikare biçe."

Bota ku hatibû peydakirin îade kirin

Dema grev berdewam dikirin hevdîtinên parêzerên Ocalan bi hincetên 'keştî xirabe', 'muxalefeta hewayê' dihat redkirin. Lê hatibû aşkerakirin ku wezareta dadê ji bo hevdîtinan wesayîteke behrê tahsîs kirine. Di 31'ê cotmehê de ji Stenbolê wesayîta behrê anîbûn Mudanyayê. Piştî ku grevên birçîbûnê bi dawî bûn û parêzer ji bo bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin serlêdan kirin lê careke din bi hinceta muxalefeta hewayê hevdîtin hat astengkirin û wesayîta ku şandibûn ji paşve birin.

4 ciwanên ku tecrîd protesto kirin bedena xwe dan ber agir

Ocalan demên borî gelek caran diyar kiribû ku çalakiyên xwe şewitandinê napejirîne. Li Amed, Antalya, Bursa û Rihayê 4 ciwanan ji bo tecrîdê şermezar bikin bedena xwe dan ber agir. Li Amedê di 10'ê çileyê de Ferhat Dînç (15) li hember tecrîdê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Kepez ya Antalyayê de di 2'ê nîsanê de welatiyê bi navê Gunaydin Yaman ku eslê xwe ji navçeya Hezo ya Êlihê bû bedena xwe da ber agir û piştî 9 rojan jiyana xwe ji dest da. Yaman di têbiniyê de ji Erdogan re wiha gotibû: "Gelê kurd li hemberî te serî natewîne. Me di vê rê de canê xwe daye û heta dawiyê me sond xwariye." Yaman bangi kurdan kiribû ku ji vê xewê şiyar bin. Xebatkarê rojnameya me û Ozgur Gundemê Mehmet Şerîf Sakli ku li navçeya Mudanya Bursayê dijî û eslê xwe ji Farqîna Amedê ye di 2'ê hezîranê de bedena xwe da ber agir û di 4'ê heziranê de jiyana xwe ji dest da. Di salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de xwendekarê Zanîngeha Harranê Serdar Yektaş ji bo komployê şermezar bike bedena xwe da ber agir. Dema Yektaş bedena xwe da ber agir sloganên 'Bijî Serok Apo', 'Bimre komkujiya navneteweyî', 'Bijî biratiya gelên kurd û tirk', 'Şehîd namirin', 'Bimre faşîzm' berz kir. Yektaş li nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê jiyana xwe ji dest da. Yektaş di têbiniya ku li pişt we hişt de gotibû bi vê çalakiyê ve bersivê dide bêdengiya gelê Rihayê.

(aw/mae)


Bêjeyên Miftehî