PANORAMA 2014
Denîz NAZLIM / Zeynep KURÎŞ - DÎHA
Di sala 2014'an de mijara ku herî zêde, pêvajoya çareseriyê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve, di Newroza 2013'an de hat destpêkirin ket rojevê. Gelek caran pêvajo xitimî û Ocalan mudaxaleyî pêvajoyê kir. Di sala 2014'an de heyeta HDP'ê 14 caran çû Îmraliyê. Her wiha heyet di navbera Îmralî, Qendîl û Enqereyê de çû û hat.
Di vê pêvajoyê de Ocalan wekî sermuzakerevan, ji bo çareseriyê israr kir. Li hember van hewldanan hikûmeta AKP'ê, her tim HDP hedef girt. Piştî ku Recep Tayyîp Erdogan bû serokomar, Ahmet Davutoglu bû serokwezîrê hikûmeta 62'emîn. Di kabîneyê de hinek guhertin hatin kirin, li şûna Beşîr Atalay ku berpirsyarê 'pêvajoya çareseriyê' bû, Yalçin Akdogan hat peywirdarkirin. Ji ber vê guhertinê şîroveyên ku dê Akdogan bi uslub û helwesta xwe pêvajoyê bixitimîne.
Ocalan roleke dîrokê lîst
Ji ber polîtîkayên hikûmetê yên li hember Rojava û Kobanê û çalakiyên 6-8'ê cotmehê, gelek caran pêvajo xitimî. Ocalan, KCK û HDP'ê diyar kirin ku Kobanê perçeyek pêvajoyê ye û piştî peyam û hişyariya Ocalan ya ji bo hikûmet û HDP'ê çalakî bi dawî bûn. Ocalan di 21'ê cotmehê de bi heyetê hevdîtin pêk anî û diyar kir ku pêvajo ketiye qonaxeke nû û divê xebatên ji bo derbasî muzakereyan bibin leztir bibin.
Pêvajo hêdî hêdî ber bi normalbûnê çû û ji bo sermuzakerevan Ocalan xebatên xwe rihetir bike avakirina sekreteryayê ket rojevê. Ji bo zêdekirina hejmara heyetê û avakirina aliyê sêyemîn peşketin çêbûn. Heyet ji serokwekilê koma HDP'ê Îdrîs Baluken, Pervîn Buldan û cîgirê hevserokê HDP'ê Sirri Sureyya Onder pêk dihat û piştî nîqaşan hevserokê KCK'ê Hatîp Dîcle jî di heyetê de cih girt.
Ocalan pêşnûmeyeke dîrokî amade kir
Ji bo derbasî pêvajoya muzakereyan bibin nîqaş hatin kirin û Ocalan pêşnûmeyeke ku ji 4 sernavan pêk tê amade kir û heyeta Îmraliyê di 30'ê cotmehê de pêşnûme aşkera kir. Heyetê bi cîgirê serokwezîr Yalçin Akdogan û bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin pêk anî. KCK'ê da zanîn ku divê hikûmet pêşnûmeyê qebûl bike û hat gotin ku ev pêşnûme ji aliyê hikûmetê nehatiye destgirtin. Heyetê naveroka pêşnûmeyê bi temamî ji raya giştî re parve nekir.
ÇILE
4 Çile 2014: Heyetê herî dawî di 7'ê kanûna 2013'an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn û heyet ji bo biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da.
11 Çile 2014: Heyeta HDP û BDP'ê ji bo bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin, çûn Îmraliyê. Ocalan di hevdîtinê de ev peyam da: "Ji bo encameke dîrokî bi dest bixin, me ev pêvajo da destpêkirin û dikarim noqteya ku em gihiştinê wiha pênase bikim. Ger şer dojeh be, aştî bihûşt e. Me piyekî xwe ji dojehê derxist, lê ji ber ku ji bo derxistina lingê din astenî heye, em di navberê de mane." Ocalan der barê 'muzarekeyên watedar', 'lijneya şopandinê' û 'aliyê hiqûqî' peyam dan. Ocalan ji bo biryara bêşopandinê ku ji bo komkujiya Parîsê û Roboskê hatibûn dayîn got 'Karê darbekaran e'.
25 Çile: Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana bi Ocalan re hevdîtin pêka nîn. Di hevdîtinê de mijara Kongrey Neteweyî ya kurd hat destgirtin, Ocalan ji serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî re name şand.
27 Çile: Heyeta HDP û BDP'ê li Qendîlê bi KCK'ê re hevdîtin pêk anîn û hat gotin ku divê hikûmet demildest gavên çareseriyê biavêje û KCK'ê wiha got: "Birêz Ocalan sermuzakerevan e. Em ligel Ocalan û pêvajoyê ne. Ji ber vê yekê divê demildest gav bên avêtin.
SIBAT
8 Sibat: Heyeta HDP û BDP'ê car 15'emîn bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ocalan der barê dîmenên ku hatine weşandin wiha got: "Beriya her tiştî ev dîmenên ku di van rojên dawî de tên weşandin, ji bo xilaskirin an jî bêwatekirina pêvajoya çareseriyê, wekî planeke sînsî hatine montajkirin. Di pêvajoya çareseriyê de hikûmet tenê ji bo ewlehiya xwe paketên yek alî derdixe, ev demokratîkbûyîn nîne, provokatorî ye. Ez bang li gel dikim ku bi lezgînî, li dora siyaseta aştiya demokratîk bibin xelek."
10 Sibat: Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, xwîşka Şehmus Poyraz Felek Cizlaşmak, li Îmraliyê bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê Mehmet Ocalan wiha got: "Serok Apo dibêje pêvajo yek alî nameşe. Ji bo pêvajo pêşbikeve divê demildest derbasî muzakereyan bibin.
13 Sibat: Ji bo pêşketina pêvajoyê Ocalan 3 pêşniyar kirin. Der barê mijarê Pervîn Buldan daxuyanî da û wiha got: "Daxwaza birêz Ocalan ew e, bêyî ku dem winda bikin derbasî muzakereyan bibin. Ji bo dewama pêvajoyê û nîqaşkirina sernavên muzakereyan divê heyeta hikûmetê demildest biçin gravê. Ji bo statuya qanûnî û hiqûqî ya peymana çarçoveyê û 8 komîsyonên hatine pêşniyarkirin di meclisê derbas bibin. Divê hikûmet vê bangewaziyê bigire rojeva xwe û bêyî ku dem winda bike, gav biavêje."
ADAR
1 Adar: Wezîrê Karê Hundir Efkan Ala, li Amedê axivî û îdia kir ku dixwazin pêvajo pêş bikeve, lê rastî astengiyan tên û di çareseriyê de bi israr in.
2 Adar: 'Paketa Demokratîkbûyînê', di meclisê de hat nîqaşkirin û qebûlkirin. Parlamenterên HDP'ê diyar kirin ku ev paket ji bo pêvajoya çareseriyê hêviyan nade.
4 Adar: Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan li Îmraliyê hevdîtin pêk anî û Ocalan ev peyam dan: "Em niha der barê pêvajoyê hevdîtinan dikin, nirxandinan dikin, lê di esasê xwe de ev derqanûnî ye. Di çarçoveya qanûnî de pêk nayên. Ger bingeh bê amadekirin, dê qonaxa duyemîn di çarçoveya qanûnî de destpê bike." Ji bo piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava, Ocalan bang li hemû kesî kir.
9 Adar: Heyeta HDP û BDP'ê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Ocalan rojek berê bi heyeta dewletê re hevdîtin pêk anî bû û diyar kir ku dikarin van xitimandinên tên jiyîn, bi Zagona Çarçoveya Muzakereyan derbas bikin. Heyetê da zanîn ku Ocalan gotiye, raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê têgihiştine k udi daxwaza aştî û demokrasiyê de samîmî ne û serkeftina HDP'ê dê ji hemû êrîşan re bibe bersiv.
15 Adar: Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku hikûmetê bingeha siyasî winda kiriye û hikûmet ji muhatapbûnê derketiye.
NÎSAN
10 Nîsan: Heyeta BDP û HDP'ê li Qendîlê bi nûnerên KCK'ê re hevdîtin pêk anîn û vegeriyan. Pervîn Buldan da zanîn ku der barê encamên hilbijartinê û pêvajoyê nîqaşên berfireh kirine. KCK'ê bi nameyeke ku ji 5 rûpelan pêk tê bersiv daye, nameya Ocalan a bi 13 rûpelan pêk tê û dê nameyê bigihînin Ocalan.
26 Nîsan: Heyeta BDP û HDP'ê bi Ocalan re hevdîtin pêk anî û wiha got: "Serdem karakter diguhere. Derfetên çareseriyê û îhtîmala ku pevçûn derkevin hene. Ocalan da zanîn ku divê teqez Zagona Xweseriya Rêveberiyên Herêmî derkeve.
28 Nîsan: Fatma Ocalan, bi Ocalan re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku Ocalan gotiye, ger derbasî hepsa mal bibe, dê ev ji bo wan baş bibe.
29 Nîsan: Dîlek Ocalan bi xalê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku Ocalan gotiye ger pêwîstiyên pêvajoyê neyên cih dê, yek alî xweseriyê bixin meriyetê.
GULAN
29 Gulan: KCK'ê da zanîn ku hikûmeta AKP'ê ji bo çareseriyê gav navêje, li ser malbatên ku zarokên wan tevli PKK'ê bûne, şerê psîkolojîk dimeşîne û divê malbat bimeşin navenda AKP'ê.
HEZÎRAN
3 Hezîran: Serokwezîr Erdogan di koma partiya xwe de axivî û ji bo zarokên ku tevli PKK'ê bûne, behsa planên B û C kir û HDP hedef nîşan da.
3 Hezîran: AKP'ê li Amedê komxebata çareseriyê lidarxist, HDP û BDP nehatin vexwendin.
9 Hezîran: Heyetê bi Ocalan re hevdîtin pêk anî û Ocalan herdû alî jî hişyar kir ku li hember provokasyonan hişyar bin û li hember rewşa bêçalakiyê rêzdar bin û Ocalan komxebata AKP'ê kul i Amedê lidarxist rexne kir.
15 Hezîran: Heyeta HDP'ê, piştî ku bi Ocalan re hevdîtin pêk anî, çû Qendîlê. Heyet piştî ku li Qendîlê bi nûnerên KCK'ê re hevdîtin pêk anî, vegeriya. Heyetê diyar kir ku divê pêvajo li gorî esasê qanûnî bimeşe.
19 Hezîran: Endamê heyeta HDP'ê Îdrîs Baluken da zanîn ku pêvajo girêdayî 3 gavan e û ev in; şert û mercên Ocalan, bingeha qanûnî û lijneya şopandinê. Baluken da zanîn ku AKP li hember pêvajoyê, bi yek dengî tevnagere.
20 Hezîran: Sirri Sureyya Onder balkişand ser derxistina Zagona Muzakereyê.
25 Hezîran: Îdrîs Baluken diyar kir ku bi heyeta hikûmetê re hevdîtin pêk anîne û mijara derxistina qanûnan girtine dest û divê meclis demildest vê mijarê bigire rojeva xwe.
25 Hezîran: Beşîr Atalay got ji bo pêvajoya diyalogê di çarçoveya qanûnî de bimeşe paket amade kirine,dê paketê pêşkeşî Lijneya Wezîran bikin u piştre bînin rojeva meclisê.
26 Hezîran: Piştî daxuyaniya Atalay, heyeta HDP'ê ji bo bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne, çû Îmraliyê. Daxwazên Ocalan, wekî paketekê hatin rojeva meclisê.
26 Hezîran: Beşîr Atalay da zanîn ku ji bo pêvajo baş bimeşe divê hinek qanûnên din jî bên derxistin, lê niha di destê wan de tenê ev xebat hene.
26 Hezîran: Heyeta HDP'ê bi Ocalan re hevdîtin pêk anî û Ocalan diyar kir ku qanûna ku der barê pêvajoyê hatina rojeva meclisê pêşketineke dîrokî ye.
28 Hezîran: Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku zagonên ku hatine rojeva meclisê serkeftina pêvajoya ku ji aliyê Ocalan hatiye destpêkirin, destnîşan dike.
Muzakera 2014'an bi nîqaşanê hat heba kirin
Di 6 mehên dawiyê yên pêvajoya diyalogê de serhildanên 6-8'ê cotmehê yên ji bo Kobanê û piştre jî krîza ku di pêvajoyê de hatî diyan kirin û pêşnûmeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin rojevê. Dîsa wek hemû caran li hemberî krîzên ku hatin jiyîn Ocalan rola xwe ya dîrokî leyîst, Ocalan bi peyama ku ji heyetê re şandî serhildanên ji bo Kobanê li Bakur hatîn destpêkirin bi dawî kir. Beriya meha cotmehê ji bo ku pêvajo derbasî hemleyek nû bibe Ocalan weke 15'yê cotmehê destnîşan kir. Piştî wê heyeta Îmraliyê di 21'ê cotmehê de bi Ocalan re hevdîtin pêk anî û ji gelê Tirkiyeyê re hat ragihandin ku piştî 15'yê cotmehê pêvajo ketiye qonaxek nû.
TÎRMEH 2 Tîrmeh: Ji bo ku ji pêvajoya çareseriyê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin re bingeha qanûnî bê amadekirin hevdîtinên "Pêşnûmeya Çerçoveya Qanûnî" di Komisyona Wezareta Hundir de destpêkirin.
10 Tîrmeh: Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureya Onder û parlamentera serbixe ya Amedê Leyla Zana bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Di vegerê de Onder daxuyanî da û destnîşan kir ku Ocalan der barê êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Rojava wiha gotiye: " Bi tu awayî êrîşên hovane yên çeteyan li ser Kobanê û Rojava nayên qebûl kirin. Ez li ser vê yekê di destpêkê de bang li gel, ciwan, sazî û dezgehên demokratîk dikim ku ji bo rûmeta neteweyî seferber bibin."
10 Tîrmeh: Di hevdîtinên ku Lijneya Giştî ya Meclisê de "Qanûna Çerçoveyê" hat qebûl kirin.
12 Tîrmeh: Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 10'ê Tîrmehê de bi Leyla Zana re hevdîtin pêk aniye û der barê hilbijartinên serokomariyê de wiha gotiye: "Rêya ku diçe aştiyê dê bibe referandumeke dîrokî." Onder her wiha destnîşan kir ku Ocalan diyar kiriye ku dê di kampanyaya hilbijartinê de bi fîlî benda ji sedî 10 ji holê rabike û divê ku bi kampanyayê xebat bên meşandin.
21 Tirmeh: Biryê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Bînç, lawê Şeyhmus Poyraz, Halîl Poyraz û neviyê wiyê 4 salî Kemal Pîr Poyraz û birayê Cumalî Karasû Ramazan Karsu re ji bo ku bi nasên xwere hevditînê pêk binin çûn Gireva Îmraliyê. Mehmet Ocalan ku bi birayê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anî destnîşan kir ku Ocalan gotiye ew ê heya dawî têkoşînê bide meşandin û gotiye ku hêzên ku piştgirî didin DAIŞ'ê ew dê didemê pêş de zererê bibînin.
24 Tîrmeh: Heyeta HDP'ê û parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana piştî hevdîtinên li Hewlêrê çûn Qendîlê.
TEBAX
5 Tebax: Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay diyar kiribû ku xebatên li ser nexşerêyê berdewam dikin dê heta havînê diqete û wiha gotibû: "Ev xebat bi çûn û hatinê pêk tê."
14 Tebax: Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay di çarçoveya pêvajoya diyaloge de daxuyanî da û gotibû wan bi heyeta HDP'ê re hevdîtin pêk aniye. Atalay gotibû ku ew li bendê ne ku nexşe rêyê aşkera bikin û da zanîn ku ewê rûpela nû heya dawiyê Îlonê temam bikin û aşkera bikin.
15 Tebax: Heyeta HDP'ê ji bo ku mijarên di rojevê de nîqaş bikin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Rêberê Gelê Kurd ku bi riya heyetê hilbijartinên serokomariyê yên di 10'ê tebaxê de pêk hatin nirxand û wiha gotibû: " Li gorî vê encamê HDP di roja meya îro de wê muxalefeta demokratîk û dê bibe bingeha demokratîkbûnê." Dîsa Ocalan dibêje: "Têkoşîna 30 salan li ber merheleya encambûna muzakereyê ye."
24 Tebax: Heyeta HDP'ê ji bo ku bi Rêveberên KCK'ê re hevdîtinê pêk bîne çû Qendîlê. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken der barê hevdîtina bi KCK'ê re ku pêk anîn daxuyanî da û destnîşan kir ku KCK'ê gotiye divê ku divê demildest ji bo pêvajoya çareseriyê mayînde bibe muzaker bên destpêkirin û divê ji bo vê jî " Paketa Rêgezan û nexşe rê" bê aşkera kirin.
ÎLON
7 Îlon: Heyeta HDP'ê ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne çû girevê. Ocalan der barê pêvajoyê de wiha got: "Di vê ku demildest Sekreterya, heyeta muzakereyê ya demokratîk, heyeta şopandinê bên avakirin." Û der barê nexşe rêyê de jî got hevdîtinên wî bi dewletê re berdewam dikin. Ocalan der barê talankirina xwezayê de destnîşan kir ku divê bi slogana "Em axa, av û enerjiya xwe bikin komunal û jiyana azad ava bikin" rêxistinbûyîn pêk bê.
22 Îlon: Parêzer û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Mazlum Dînç ku bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ocalan banga xweya serferberiyê ya li hemberî DAIŞ'ê nû kir û wiha got: " Ne tenê gelê Rojava diheman demê de gelê Bakur û hemû parçeyên din yên Kurdistanê divê ku jiyana xwe mîna şer teşe bikin. Ez bang li hemû gelê kurd dikim ku bi topyekun li hemberî şer li berxwe bidin."
26 Îlon: Derbarê xitimandina pêvajoyê de nirxandin hatin kirin. Serokwerîz Ahmet Davutoglu mehên bûrî gotibû ku piştî qanûna çaçoveyê ku di meclisê de derket gavên "edlî, îdarî û qanûnî" hemûyan plankiriye.
27 Îlon: Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay destnîşan kir ku ew dixwazin ku şerê 30 salan bi dawî bikin ji bo wê jî rîskên mezin girtin. Akdogan îda kir ku kurdên li Sûriyeyê dost û aligirên herî xwezayî yên Tirkiyeyê ne.
30 Îlon: Piştgirêka kurd ku gihişt merheleyek nû hevdîtina heyeta HDP'ê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dîsa hat astengkirin.
COTMEH:
1'ê Cotmehê: Metna Lijneya Wezîran ya girêdayî pêvajoya çarseriyê di rojnameya fermî de hat weşandin.
1'ê Cotmehê: Heyeta HDP'ê bi biryarek ji nişkave çû Greva Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û piştî hevdîtina 5 saetan ji Îmraliyê vegeriyan. Di hevdîtinê de Ocalan li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê rawestiya û diyar kir ku ger ev hewildana qetlîamê serbikeve hem dê pêvajoyê bi dawî bike hem jî dê pêngava darbeyek demdirêj bê avêtin. Ocalan bang li hemû kesên ku naxwazin pêvajo û demokratîkbûna Tirkiyeyê hilweşe kir û da zanîn ku divê her kes li hemberî Kobanê bicîdiyet û berpirsyarî tevbigere. Ocalan, derbarê pêvajoyê de jî ev tişt gotin: "Di hevdîtinên teng yên ku li vir tên kirin de biryara muzekereyan derketiye holê û di vê astê de li hevkirin çêbûye. Di vê noqtê de plana çalakiya nexşerê derketiye holê."
6'ê Cotmehê: Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, birayê girtiyê ku di Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê de dimîne Hakki Alpan ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bîbin çûn Greva Îmraliyê. Di hevdîtina ku hat kirin de Rêberê PKK'ê Ocalan li ser Kobanê nirxandinên wiha kiribûn: "Li cihê ku DAIŞ lê be û li her cihê ku gelê kurd lê be dê li hemberî DAIŞ'ê şerbikin û berxwebidin. Em ê li hemberî DAIŞ'ê tawizan nedin, heta dawiyê em ê li berxwe bidin. DAIŞ rêxistinek çêkiriye. Dewlet, hikûmet û kesên ku alîkariya DAIŞ'ê dikin dê roj were ku dê DAIŞ bibe bela serê wan jî."
7'ê Cotmehê: Heyeta HDP'ê derbarê hevdîtina bi alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan de agahî dan. Heteyê diyar kirin ku di hevdîtinê de encamek erênî derneketiye, ew ê li gorî daxuyaniya hikûmetê ya zîrveya ewlekariyê dê weke partî daxuyaniyekê bidin.
8'ê Cotmehê: Di 6'ê Cotmehê de piştî serhildana ji bo Kobanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji heyeta HDP'ê re peyamek şand û banga diyalogê kir. Bi peyama Ocalan re çalakiyên ku Tirkiye kiribû dujeh bi dawî bûn.
9'ê Cotmehê: Heyeta HDP'ê piştî hevdîtina bi alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re daxuyaniyek da çapemeniyê. Heyetê diyar kir ku armanca wan ew ku pêvajoya muzakereyan bêy ku were sekinandin bi deskeftiyan bê berdewam kirine û ev tişt ragihandin: "Di asta ku em hatinê de geşedanên xeternak hene û em nikarin van ji nedîtî ve werin."
13'yê Cotmehê: Serokwekîlê HDP'ê Îdrîs Baluken, diyar kir ku metna nexşerêya pêvajoya çareseriyê ji wan re hatiye nîşandan lê detay, pêngavên ku dê bêm avêtin û guhertinên ku dê bên kirin bi wan re ne hatine parvekirin.
15'yê Cotmehê: Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê piştî bûyerên ji bo Kobanê û derbarê pêvajoya çareseriyê de bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin pêk anîn. Pervîn Buldan detayên hevdîtinê bi daxuyaniyekê parvekirin. Buldan da zanîn ku wan bûyerên ji bo Kobanê û pêvajoya çareseriyê di kîjan astê deye raxistine ser maseyê û wiha got: "Di hevdîtina me ya bi rayedarên hikûmetê de em roja ku em ê biçin ziyareta Birêz Ocalan diyê kir. Me çûna Qendîlê û hevdîtina bi rayedarên KCK'ê re jî me erênî dît. Bi hevdîtininê ku me kirî em gihan vê encamê."
18'ê Cotmehê: Wezîrê Karênhundir Efkan Ala, diyar kir ku di şert û mercên girtîgeha Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tu guhertin ne hatine kirin û wiha got: "Ger dê ji bo pêvajoyê bibe alîkar em ê derbarê girtîgehe Ocalan de pêngav bi avêjîn."
19'yê Cotmehê: Serokwezîr Ahmet Davutoglu piştî serhildana Kobanê bi Heyeta Mirovên Aqilmed re li Stenbolê civînek pêk an. Civîn 10 saet berdewam kir.
19 Cotmeh: Heyeta hedepê ya ku çû Qendîlê û bi rayedarên KCK'ê re civîneke ku 7 saetan berdewam kir pêk anî, Nexşeriya pêvajiya altiyê ya ku ji aliyê AKP'ê ve hatibû amadekirin ji rayedarên KCK'ê re ragihand. Heyeta ku di civînê de bak kişand ser muzakereyê û got êdî dî der barê vê de gotîn qediyaye der barê muzakereyê de got ku êdî gotîn qediya diyar kir ku rayedarên KCK'ê hişyarî kirine û wiha gotine : "Tevgera me û gelê me tu gav û tevgera ku nehatibe teşekirin dê qebûl neke"
21 Cotmeh: Serokê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi heyeta HDP'ê hevdîtin kir der barê bûyerê n 6 û 8'ê cotmehê de wiha got: " Divê ku ji van bûyerên pêk hatin alî dersê bigirin û li ser vî bingehî divê ku girîngiya çareseriyê bê dîtin û ji bo muzakereyan bi lez xebat bên meşandin." Ocalan diyar kir ku bi 15'ê cotmehê re gîhaştine merhaleyeke nû ev tişt got: " Ji bo baweriya bi aştî û demokrasiya ku pêdivî pê heye, îradeyeke zelal û pêngavên siyasî divên. Em tevî ku em ji herêmîbûnê nû derketine rê jî çensê me yê ber bi çareseriya gerdûnî ve heye ger ku em vê pêngavê pêk neynin wê herêma me bi ferzkirina hêzên ku tenê xwe navend digirin de bê windakirin."
27'Cotmeh: "Alîgirê Serokwezîr û berdevkê hikûmetê Bulent Arinç pîştî civîna lijneya wezîran daxuyanî da û der barê Pêvajoya Çareseriyê de wiha got: " Em ne mecbûrê Pêvajoya Çareseriyê ne û ne mahkûmê wê ne. Ger ku pêvajo têk biçe wê hemû kes di binê wê de bimîne. Mirovê li giravê jî di nav de divê ku hêzên siyasî û kesên ku dibêjin ez jî di nava vî karî de me baldar û bi hesasiyet tevbigerin."
MIJDAR
3 Mijdar: Heyeta HDP'ê ya ku der barê êrîşên hikûmetê yê ser pêvajoyê de daxuyanî da wiha got: Ger ku hikimet dîsa polîtîkayên xwe yên kevn li ser me ferz bike dîroka me bi ser hildanan tijî ye û em ê disa ji wan ser hildanan yekê têxin meriyetê."
5 Mijdar: Alîgorê Serokwezîr Yalçin Akdogan diyar kir ku ew êrîşên li ser HDP'ê şermezar dikin û ev tişt got: " Ev provokasyonek e û em nikarin vê pêvajoyê bikin qurbana van provokasyonan û kesek niare xw têxe dewsa dewletê."
10 Mijdar: Alîgirê Serokwezîr Yalçin Akdogan PKK di dema pêvajyê de bi kelandina avê sucdar kir û dema serhildana kobanê de jî Ocalan jî bi "destpêkirina çalakiyan "sucdar kir
11 Mijdar: Serokwezîr Ahmet Davutoglu diyar kir ku ger ku HDP li gorî hikûmetê tevbigere dê pêngavên pêvajoya çareseriyê biavejin, berovajî wê dê bi sed qatî wê bersivê bidin HDP'ê û gef li HDP'ê xwar
12 Mijdar: Heyeta HDP'ê der barê xitîmîna pêvajoya çareseriyê de bi Lijneya Çareseriyê re hevdîtin pêk anî û diya kir ku derketiye holê ku dê pêvajoya çareseriyê li cihê ku maye berdewam bike.
17 Mijdar: Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan daxuyaniyek da Ajansa Anadoluyê û diyar kir ku pêvajoya çareseriyê pêvajoyek neteweyî ye û aliyê sêyemîn nayê qebûl kirin.
17 Mijdar: Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken piştî hevdîtina bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan daxuyanî da û da zanîn ku hevdîtin erênî derbasbûye. Baluken anî ziman ku di nîqaşên bi çekbûnan de; "Ev yek ji mijarên ku werin nîqaş kirine lê weke ku mijara yekane eve ne raste." Akdogan jî der barê hevdîtina bi heyeta HDP'ê re diyar kir ku hevdîtin erênî bû û divê ji tiştên hatîn jiyîn ders bê derxistin.
20 Mijdar: Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê piştî ku bi HDP'ê re hevdîtin pêk anî, li ser navê heyetê Pervîn Buldan daxuyanî da. Buldan da zanîn ku hevdîtinên wan a bi Ocalan re li ser girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên girtîgehan pêk hatiye. Buldan anî ziman ku li pêşiya çûyîna wan a Îmraliyê tu astengî tune ye û dê di demek pêş de ji bo çûyîna Îmraliyê dîrokek bê dayîn.
24 Mijdar: Berdevkê hikûmeta AKP'ê Bulent Arinç piştî civîna Lijneya Wezaretê daxuyaniyek da û îdia kir ku daxwazên HDP'ê destê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan asteng dike û wiha got: "Ger hûn giringiyê didin fikir û ramanê kesek ku 15 sal in di girtîgehê de dimîne, div hûn daxwazên wî jî bi cih bînin.
29 Mijdar: Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle ku tevli heyeyat Îmraliyê bû, cara yekem çû Gireva Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Ocalan der barê pirsgirêka kurdan a sedsalî de taslaxek ku ji 4 sernavên giştî pêk tê pêşkeşê heyetê kir. Ocalan bi rêya heyeta ku çû Îmraliyê daxuyaniyek da û da zanîn ku ger ku herdû alî di xisûsên ku hatine diyarkirin de, bi awayekî cîdî û bi biryar nêz bibin, dê din ava 4-5 mehan de pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi awayekî demokratîk çareser bibin.
Kanûn 1 Kanûn: Berdevkê hikûmetê Bulent Arinç got ku pêşketina pêvajoyê girêdayê daxwazên me yên ku em dixwazin pêk bên ve ye.
2 Kanûn:Hat hînbûn ku ji bo pêvajo di çarçoveya muzakereyê de pêk bê, taslaxa ku hatiye amedekirin, dê ji aliyê heyeta HDP'ê ve ji hikûmet û Qandîlê re bê pêşkeşkirin û li ser encamên ku derkevin holê dê di nava mehekî de biçin qendîlê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bîne.
8 Kanûn: Ji bo pirsgirêka kurd çareser bibe, hevdîtinên ku pêk tên ji bo wergere muzakareyê taslaxa ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatibû amedekirin, di hevdîtina heyeta Îmrayliyê ya bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hat destgirtin. Der barê mijarê de endamê heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder daxuyaniyek da û diyar kir ku wan li ser taslaxê nîqaşan pêk anîne, piştî ku bi hikûmetê re çend hevdîtin pêk bên dê biçin Qendîlê.
10 Kanûn: Heyeta Îmraliyê piştî ku ji Qendîlê vegeriya, Wekîlê Seroka Koma HDP'ê Pervîn Bûldan der barê hevdîtina ku bi rayedarên KCK'ê yên Qendîlê re pêk anîne aşkera kir. Buldan da zanîn ku rayedarên KCK'ê ji wan re gotine wan li ser taslaxê lêkolîn kirine, bi şaxên xwe re li ser taslaxê civîn pêk anîne û hin nirxandine pêk anîne. Buldan anî ziman ku rayedarên KCK'ê gotine divê hikûmet demildest vê taslaxê qebûl bike û derbasî merheleya muzakereyê bibe.
10 Kanûn: Hevserokên Konseya Rêvebir a KCK'ê der barê taslaxa ku Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan amede kiriye de daxuyanî da û diyar kir ku taslaxa ku hatiye amedekirin de hatiye diyarkirin ku pirsgirêka Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi awayekî demokratîk bê çareserkirin û wiha hat gotin: "Ev projeyek demokratîke. Ji aliyê me û şaxên me ve jî ji bo ev taslax pêk bê hatiye qebûlkirin."
11 Kanûn: Alîkarê Serokwezî Yalçin Akdogan di daxuyaniya ku da de diyar kir ku wan di 8'ê Kanûnê de bi heyeta Îmraliyê re hevdîtinek pêk anîne. Akdogan îdia kir ku di hevdîtinê de wan li ser efûya giştî, xweserî û taslaxa ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatiye amedekirin hevdîtin pêk neanîne. 14 Kanûn: KCD, piştî 1'emîn civîna xwe ya Lişneya Giştî ya Awarte pêk anî û encamnameyek amede kir û di encamnameyê de azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwestin û pirsgirêka kurd ji bo bi awayekî demokratîk bê çareserkirin divê ev hevdîtin vegerin muzakareyê.
19 Kanûn: Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê û Berdevkê partiyê beşîr Atalay da zanîn ku diyaloga ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk tê berdewam dike.
19 Kanûn: Heyeta Îmraliyê da zanîn ku wan di 17'ê Kanûnê de çûne Gireva Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nêzî 3 saetan hevdîtin pêk anîne.
22 Kanûn: Heyeta Îmraliyê bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re li ser pêvajoya çareseriyê hevdîtinek pêk anî. Piştî hevdîtinê heyet daxuyaniyek da. Heyet da zanîn ku di pêvajoya çareseriyê de ew derbasî merheleyek nû bune û bi rayedarên hikûmetê re mutabakatên girîng pêk hatin.
22 Kanûn: Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan ku ji pêvajoya çareseriyê berpirsiyare, piştî ku bi heyeta Îmraliyê re hevdîtin pêk anî li ser Twîtter a xwe da zanîn ku ji bo ew bigihîjin armancê li ser bawerî û niyetek baş hevdîtin pêk anîne.
24 Kanûn: Ji aliyan der barê pêvajoyê de ku ketiye merheleyek nû daxuyanî hat dayîn, Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan da zanîn ku ew daxuyaniyên Qendîlê yên der barê pêvajoyê te 'tahrîk' dibînin.
(aw/wk)