1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Panorama 2014 – 3
Panorama 2014 – 3,panorama,2014,3

Panorama 2014 – 3

Jinên Rojava saleke tijî tekoşîn li pey xwe hiştin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN- Jinên Rojava di sala 2014’an de bi hemû hêza xwe pêşengtiya şoreşa Rojava kirin û beşdarî hemû sazî, rêxistinên sivîl, siyasî û civakî bûn. Her wiha di aliyê leşkerî de jî berxwedaneke dîrokî dane meşandin. Di encamê de keda ku jinan daye, bi awayekî zelal rengê jinan di vê şoreşê de diyar bû.

Di aliyê rêxistinî de

Di aliyê xwebirêxistinkirinê de jinên Kurd di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û di çarçoveya ji nû ve avakirina bingeha meclîsên Yekîtiya Star gavên dîrokî avêtin. Di destpêka meha sibata 2014’an de Meclîsa Jinan a bajarê Dirbêsiyê ji nû ve hate hilbijatin. Her wiha di 12’ê gulana 2014’an de jî jinên bajarê Qamişlo meclîsên xwe ji nû ve hilbijartin. Di 29'ê tebaxê de meclîsên jinan civînên xwe yên rêxistinkirî lidar xistin.

Di 3'ê gulanê de jinên Rojava avakirina komînên jinan dan destpêkirin. Li herêma Cizîrê heta niha 81 komîn hatine avkirin. Hemleya avakirina komînan heta niha hîn berdewame. Hêjaye gotinê ku komîna jinan a yekem di 6'ê gulanê de hate avakirin.

Li kantona Efrînê jî di 16'ê cotmehê de avakirina komînên jinan dest pê kir. Li gorî daneyên pêşî heta niha 55 ji sedî jinên herêma Efrînê tevlî komînan bûne. Di gelek saziyan de endamên herî zêde jin in. Di saziya Ziman de 95 ji sediyê endaman jin in.

Bi armanca pêşxistina jinên Rojava di warê fikir û ramanê de li sê kantonên Rojava hatibûn vekirin. Di hersê kantonan de bi dehan dewreyên perwerdeyê hatin vekirin. Di akademiya Star a Ramanê ku navenda wê li Rimêlan e 25 dewre û di akademiya Efrînê de 13 dewre hatin vekirin. Di van dewreyan de jinên di nava hemû sazî û dezgehên rêveberiyê û saziyên din hatin perwerdekirin.

Di 6'ê nîsanê de kordînesyona jinên rêveberiya xweseriya demorkatîk ji 36 jinan hate damezirandin. Li Efrînê jî kordînesyon di 23'ê gulanê de hate damezirandin. Li Koabên jî Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger di 10'ê hizêranê de konferansa xwe ya yekem bi tevlîbûna 200 delegiyan hate lidarxistin.

Di 27'ê çile de li bajarê Tirbespiyê yekîtiya jinên Suryanî di konferansekê de hate ilankirin. Di konferansê de biryar hate dayîn ku buroya yekîtiyê li Qamişlo bê vekirin û bîro di 17'ê hizêranê de hate vekirin. Yekîtiya Jinên Suryanî konferansa xwe ya 2'emîn jî di 18'ê tîrmehê de li bajarê Qamişlo lidar xistin.

Di 5'ê îlûnê de navenda jinên azad ên Rojava li Qamişlo hate vekirin. Di navendê de wê pirsgirêkên jinan ên di warê perwerdê de nîqşa bikin.

Jinên kurd di hemû kongreyên navnetewî û herêmî de beşdar bûn û nerîna xwe ya siysî diyar kirin.

LI Efrînê civîna Meclîsa Yekîtiya Star di 17'ê hizêranê de hate lidarxistin. Di civînê de gelek mijar hatin nîqaşkirin.

ABORÎ

Di warê aborî de jinan gevên girîng ber bi avakirina sîstema xwe ya aborî de avêt. Di vê çarçoveyê de gelek jinan gelek pirojeyên jinan vekirin û derfetên kar ji 768 jinan re peyda kirin. Her wiha di sernaserî herêma Cizîrê nêzî 400 xebatkarên jin di warê genim de dixwebitin. Li navçeyên Şera û Cindrêsê yên Efrînê kargehên dirûnê û pirojeyên din hatin vekirin. Di van pirojeyên jinan de bi gelek jinên ku bê kar bûn kar dîtin û dest bi kar kirin.

Desteya Jinan a Herêma Xweser a Cizîrê ciheê firotina berhemên destan taybet bi jinan li Qamişlo vekir.

Li Kobanê jî jinan pirojeyên çandiniyê vekiribûn û bi qasî 30 jinan di van bexçeyan de xebitîn. Her wiha 2 dikanên taybet bi jinan hatin vekirin.

Ragihandin

Jinan di warê ragihandinê de jî gelek gavên girîng avêtin. Konferansa yekem a ragîhandina jinan li Qamişlo di 30'ê nîsanê de hate lidarxistin. Di konferansê de 80 xebatkarên ragihandinê yên jin amade bûn. Di hemû saziyên çapemeniyê de bi dehan xebatkarên jin cihê xwe digrin û di akademiyên çapemeniyê de jî bi gelek jin hatin perwerdekirin.

Leşkerî

Jinên Rojava di pêngava sala buhûrî de di warê leşkerî de gavên mezin avêtin bi hezaran jin tevlî xebatên leşkerî bûn û cihê xwe di nav hêzên YPJ û Asayîşa hemû deverên ROjava bûn. Jinan bi xebatên xwe yên leşkerî û bi taybet di nava YPJ'ê de bal raya giştî ya cîhanê kişand ser xwe. Jinan bi hêzeke mezin cihê xwe di nava xebatên parastinê de girt. Li Kobanê jî çalakiya fedayî ya Şervana YPJ'ê Arîn Mîrkan bala cîhanê kişand ser xwe û Mîrkan wekî sembla jinên cîhanê hate naskirin.

Di 21'ê cotmehê de li Girkê Legê tabûra Şehîda Hîvîdar a YPJ'ê hate raghiandin. Hêzên YPJ'ê civîna xwe ya nîvê sale di 1'ê mijdarê de mijdarê de lidar xistin. Di cîhanê de jinên kurd di asta leşkerî de nav û deng veda û YPJ'ê wekî artêşa jin a yekem di cîhanê de hate binvkirin.

Zagonên jinan ên taybet

Jinên Rojava wekî gava yekem di cîhanê de zagonên xwe yên taybet danîn. Di van zagonan de 30 xalên cuda ku maf û erka jinan diyar dikin hatine rêzkirin. Meclîsa zagonsaz a herêma Cizîrê di civîna xwe ya 24'ê tîrmehê hate lidarxistin zagon erêkirin û piştî wê zagon ketin meriyetê.

Li herêma Efrînê jî zagonên jinan ji 18 xalên cuda ku erka û mafê jinan diyar dike hene. Ew jî di civîna meclîsa zagonsaz a Rêveberiya Efrînê de hate erêkirin û bi vê yekê kete meriyetê de.

Desteya Jinan a Herêma Efrînê 7 zarokxane vekirin, li Hesekê 2 zarokxane, li Serkaniyê yek û li Qamişlo çar hatin vekirin. Di van zarokxaneyan de 505 zarok têne perwerdekirin.

Di 5'ê cotmehê de çalakvan û mamosteya zanîngeha Silêmaniyê Coman Herdî serdana Rojava kir û xelata xwe diyarî endamên YPJ'ê yên ku li dijî çeteyan şer dikin kir. Her wiha nivîskara Mesrî û xebatkara mafê mirovan a Mial El-Sedawî nameyek nivîsandin. Di nameya xwe de bal kişand ser rola jinên kurd û bang li raya navnetwî kir ku fermiyeta jinên kurd ên li dijî DAIŞ'ê şer dikin bikin.

Di 15'ê îlûlê de şandeyek ku ji parlementerên jin ên Bakurê Kurdistanê serdana herêmên Rojava kirin. Şandeya jinên Bakurê Kurdistanê serdana hemû navendên jinan kir û xwestin bizanin çawa xebat dimeşin û birêve diçin. Şandeyê her wiha serdana akademiya Star a Ramanê ya bajarokê Rimêlan û hemû navendên jinan kirin.

Di 10'ê tîrmehê de jî rêveberiya hevbeş hate ilankirin û bi vê yekê êdî jin ket asteke yekbûyî bi mêran re.

HEYFA MÛSA

(dc)


Bêjeyên Miftehî