1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Papa bi nûnerên Êzîdiyan re civiya
Papa bi nûnerên Êzîdiyan re civiya,papa,bi,nûnerên,êzîdiyan,re,civiya

Papa bi nûnerên Êzîdiyan re civiya

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / ANF

Lîderê rûhanî yê cîhana Katolîk Papa Francîsco, bi nûnerên ola Êzîdiyan re civiya. Di hevdîtina li ser vexwendina Vatîkanê pêk hat de, Papa der barê rewşa Êzîdiyên ji êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne de, agahî stend.

Navenda herî girîng a cîhana Xiristiyanan Vatîkan, duh mora xwe avêt binê rewşeke nû û dîrokî. Lîderê rûhanî yê Katolîkan Papa, yekemcar heyetek ji bawermendên Êzidiyan qebûl kir. Li ser vexwendina Vatîkan, heyeta ji bawermendên Êzîdî yên li Başûrê Kurdistanê, Gurcîstan û Elmanyayê, bi Papa Francîsco re hevdîtin kir.

Heyeta ku Bavê Şêş Xeto û Tehsîn Seîd Elî Beg jî di nav de hebû, der barê rewşa Êzîdiyên ji komkujî û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne de agahî da Papa. Di hevdîtinê de Papa nûnerên Êzîdiyan hembêz kir û ew pêşwazî kir.

Berdevkê Papa Federîco Lombardî der barê hevdîtinê de agahî da radyoya Vatîkanê û got, "Papa Francîsco got, divê Êzîdî werin parastin û di vê mijarê de çi ji destê wî bê ew ê bike."

Hat ragihandin, ku di hevdîtinê de nêrînek hevpar derketiye holê ku divê Xiristiyan û Êzîdî bibin xwedî têkiliyeke baş. Beriya hevdîtinê de berdevkê Papa Federîco Lombardî çûbû Başûrê Kurdistanê û Êzîdiyên ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûn, ziyaret kiribû.