1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. `Parastina sivîlan ji me tê xwestin`
`Parastina sivîlan ji me tê xwestin`,parastina,sivîlan,ji,me,tê,xwestin

`Parastina sivîlan ji me tê xwestin`

Şervanên YPG/YPJ`ê ku niha taxên rojhilatê Helebê diparêzin destnîşan kir ku hebûna wan ji bo parastina sivîl û rizgarkirina jinê ji koletiyê ye

A+ A-

SÎLVA MUSTEFA

HELEB – Şervanên YPG/YPJ`ê ku niha taxên rojhilatê Helebê diparêzin destnîşan kir ku hebûna wan ji bo parastina sivîl û rizgarkirina jinê ji koletiyê ye.

Şervanên YPG/YPJ`ê taxa Bustan Başe, Hulok, Şêx Xidir, Şêx Faris, Beîdîn û Heyderiyê li ser banga şêniyên wan taxan, ew ji çeteyan rizgar kirin. Şervanên ku niha wan taxên navborî diparêrin diyar kirin ku hebûna wan li van taxan ji bo parastina sivîlên herêmê ye.

Şervanê YPG`ê Şoreş Efrîn got:”Ew bi hawara gelê wan taxan ve çûne û ew ji çeteyên koalîsyonê rizgar kirin. Jiyan niha li van taxa aram e û em ê gelê xwe heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê biparêz in”.

Şervana YPJ`ê Hêvîdar Çiya: Dema ku çeteyan ev tax dagirkiribûn, êşa ku jinê ji destê çeteyan didît û koletiya li ser wê hatibû ferz kirin, dibihîst. Ji ber vê yekê jî êdî sebra me nema û yekser berê xwe da wan taxan û şêniyên wan taxan ku jin jî di nav de rizgar kirin. Em ê zîhniyeta koletiyê ku li ser jinê hatibû ferz kirin rakin û em soz didin jinê ji hemû cureyên metirsiyan biparêz in”.

Amed Efrîn: Em hatin van taxan da ku hemû pêkhateyan biparêz in.

Hêvîn Axîn: Derdê me ne nan û serma ye, armanca me parastina sivîlên herêmê ye û rizgarkirina jinê ji zîhniyeta desthiltdar e. Em ê rêya şehîdan ku canê xwe ji bo vê axê feda kirin, bidomîn in”.

(kc)

ANHA