1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Parlamenter Sayildiz, Irmak û Aktaş serbest hatin berdan
Parlamenter Sayildiz, Irmak û Aktaş serbest hatin berdan,parlamenter,sayildiz,irmak,û,aktaş,serbest,hatin,berdan

Parlamenter Sayildiz, Irmak û Aktaş serbest hatin berdan

A+ A-

12:40 04.01.2014

AMED (DÎHA) - Li ser biryara Dadgeha Makezagonê 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê Parlamenterên BDP'ê Faysal Sariyildiz, Selma Irmak û Parlamenterê Wanê yê serbixwe Kemal Aktaş serbest berdan.

Dadgeha Makezagonê biryar da ku mafê Parlamenterên BDP'ê Selma Irmak, Faysal Sariyildiz û parlameterê serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş hatiye binpêkirin. Heyeta Dadgeha Makezagonê, bi sedema "Dema girtina wan a maqul derbas bûye" û li gorî xala fikra yekemîn a xala 67'an a makezagonê; fikra 7'an a xala 19'an hatiye îhlalkirin biryar da ku mafê wan hatiye binpêkirin. Dadgehê dîsa biryar da ku 5 hezar TL bidin wekîlan. Li ser biryara Dadgeha Makezagonê parêzerên Selma Irmak, Faysal Sariyildiz û Kemal Aktaş ji bo muwekîlê wan serbest bên berdan seri li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dan. Li ser vê yekê Dozgeran jî xwest 3 parlamenterên BDP'ê û serbixwe Irmak, Sariyildiz û Aktaş bên berdan û dosya ji 6'emin Dadgeha Cezayen Giran re şand. 6'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku berê daxwaza dozgerên komarê ya berdana 3 parlamenteran red kiribû vê carê biryar guherd û biryara berdana 3 parlamenteran da.

Li bendê ye ku Sariyildiz, Irmak û Aktaş di saetên pêş de ji Girtîgeha Tîpa E û Tîpa D yên Amedê serbest bên berdan.

Dadgeha Makezagonê der bare Parlamenterê CHP'ê Mustafa Balbay de jî berê biryara berdanê dabû û Balbay berê serbest hatibû berdan.

(mae)