Parlamenterên Frensî pêşnûmeya qirkirinê gotûbêj dikin
Pêşnûmezagonî ya qebûlnekirina Qirkirina Ermeniyan sûc/tawan dibîne, îro li Parlamentoya Frensê tê gotûbêjkirin. Pêşnûmezagona ku di navbera Tirkiye û Frensê de rê li ber rageşiyan vedike û ji aliyê hemû komên siyasî yên Frensê de tê destekkirin tê payîn ku li parlamentoyê bê pesendkirin.
Pêşnûme ji aliyê Serokomarê Frensê Nicolas Sarkozy ve hat xwestin. Pêşniyaznameya ku ji aliyê Parlamentera UMP’ê Valérie Boyer ve hat pêşkêşkirin, li Parlamentoyê tê gotûbêjkirin. Pêşnûmeya ku hemû partiyên siyasî piştgirî didinê, tê payîn ku bi asanî li Parlamentoyê bê pesendkirin. Derdora 40 parlamenterî tevlî gotûbêjan bû.
Boyer li Parlamentoyê ji çapemeniyê re daxwiyand û li hemberî zextên ku Tirkiye li Parlamentoya Neteweyî ya Frensê dike ku ev der sembola Komara Frensê ye, bertekên tund nîşan da. Boyer, got: “Ez diheyîrim ku çawa niha Tirkiye li deriyê Frensê dixe!”
PUPPONİ: DIVÊ EM TIRKIYEYÊ RE LI SER KURDAN BIAXIVIN
Di hevdîtinên pêşnûmezagona Qirkirina Ermeniyan de Parlamenterê Partiya Sosyalîst (PS) François Pupponi got, “Divê em Tirkiyeyê re li ser meseleya Kurdî biaxivin.” Pupponi, polîtîkayên înkarê û gefên Tirkiyeyê bi tundî rexne kir û got, “Ez deng bidim ji bo pejirandina pêşnûmezagonê; em carek din civaka Ermenî nexapînin”.
Ev pêşnûmeya roja 7’ê Kanûnê ji aliyê Komîsyona Zagonan a Parlamentoyê ve ji bo gotûbêjan hat qebûlkirin. Îro jî li Parlamentoyê li hevdîtin û gotûbêj tên kirin.
ANF NEWS AGENCY